• تاگەکان: ,

    GERÎLLA

    1 شوبات, 2021

    Yzda Havîn

     

    Bi şev deriyê wan lê xist, Hecî pêwîstî nedît ku bêje hûn kî ne, hema bi lez derî vekir, li dijberî xwe du kesên bi sîleh, şal û şapik dîtin, li cihê xwe matmayî ma. Yekî ji wan:

    • Şeva we bi xêr, netirsin em heval in, Gerîlla ne, anjî telebe

    Hecî jixwe berê jî navê wan bihîstibû, meraqa wan dikir

    • Kerembikin, kerembikin, hûn li serseran û ser çavan re hatin. Ez we baş nasdikim, min jî digot ezê we kengî bibînim, çima em ê bitirsin, berovajî em li benda rojek wiha bûn. Em bi hatina we pir kêfxweşbûm.

    Pêşiya wan derbasî hundir bû, banî Sêvê kir, jixwe oda wan yek tenê bû, ew jî a ku ew têde bûn. Sêvê rabû, livînên xwe komkirin û heval derbasî hundir kirin. Sêvê jî xêrhatina wan kir. Berfê jî rabû, hevalekî bi navê Azad

    • Ka were ba min, ka were

    Berfê hat balê, xist dawa xwe

    • Navê te çi ye?
    • Navê min Berfîn e, lê ji min re dibêjin Berfê, Berfokê, kinê

    Hevalê din jî rahiştê, kir dawa xwe, Hecî û Sêvê jî li ba wan rûniştin

    Azad:

    • hûn çawa nin? Başin? Li gund çi heye, çi tuneye? dayê tu çawa yî? Rewşa we çi ye?

    Sêvê bi vê nêzîkatiya wan pir kêfxweş bibû. Çû ji wan re çayê û tiştên taştê ên sivik anîn û danîn ber wan. Hecî kir ku çayê dagire Azad nehişt, bixwe dagirt. Şuxlê nîv seatê sohbet kirin, li seata xwe nerîn ku divê rabin. Ji ber ku pir li gundan nediman, li gund zêde mayîn ji bo wan xeter bû, herî dirêj seatek, nîv seatê diman.

    • Hin tişt ji mere lazimin.

    Hê gotina wan di devê wan de bû, Sêvê rabû çû hema çi hebû, sê qat zêde xist  kîsekî.

    Sêvê:

    • Amade ye, lawo kengî pêdiviyên we çêbûn werin, mal mala we ye,

    Hevalan xatir xwestin û derketin wendabûn.

    Berfê:

    • Yabo, ev kî ne?
    • Lawo qaçaxçî ne

    Berfê qaçaxçî baş nasdikirin, dizanîbûn ku ne ewin.

    Berfê:

    • Cilên qaçaxçiyan ne wilo ne, sîlehên wan wilo ne di destê wan de ne, di kîsan de ne.

    Sêvê:

    •  de razê xwedê tu nehiştê, tiştê wisa bi serê te ketine, binêre ev keçên min hemû wilo meraq-darin, weleh ez ne wilome, ez nizam li kê hatine, heye- heye li metikên xwe hatine.

    Hecî:

    • Binêre lawo ez ji keça xwe re bêjim. Niha em li mala xwe rûniştîne, eskerên Tirkan li ser hespan tên mala min ez deriyê xwe ji wan re vedikim, alîkariya wan dikim, wilo bi salan dost û aşîtiyane bi hev re dijîn, piştî ku xurt dibin, min dikujin. Dest datînin ser mala min, dibêjin vir a me ye. Paşê zarokên min mezin dibin, dibêjin ev xanî yê bavê me ye. Doza xanî dikin, ew jî dibêjin “na em nadin, ê me ye”. Ew zarok jî dibêjin“na ê me ye” şer wilo destpêdike. Mal jî welat e, jêre dibêjin Kurdistan, ez jî Kurd im. Ev jî eskerê Kurdanin, ji bo Kurdistanê ji destê wan derxin şerdikin. Ji bo welatê xwe ji bin destên wan xelas bikin. Îcar ev jixwe re dibêjin “heval, gerîla, telebe” A rast navê wan gerîla ne, milet van navan bidû wan dixe.
    • Ê yabo mafdar in, rast dibêjin.

    “MAFDAR IN, RAST DIBÊJIN, HEM BAVÊN WAN KUŞTINE Û HEM JÎ DEST DANÎNE SER MALÊN WAN“ Carnan gotinek, carnan çîrokek, carnan bûyerek, carnan stranek, carnan helbestek, carnan nerînek û her wiha jiyana mirovan, çarenûsa mirovan diguhere. Lewma ji vê re dibêjin “bandora minminîkê” ango mîna bandora minminîkê; tiştên herî biçûk dikarin gelek tiştên mezin bandor bikin û biguherînin. Hêz diyarkere. Ev mînak bandoreke mezin li ser hestên Berfê yên paqij dike. Taybet gotina “hem bavê wan dikuj in û hem mala wan wêran dikin”bi salan di dilê wê de cihê xwe digre. Bav Kurd e, mal welat e, lê Berfê ne di ferqa Kurd û welat de ye. Ketiye neheqiya ferqa bav û malê. Tiştên bi bandor qet nayên jibîrkirin, ji xwe neheqî li ba zarokan qet nayên jibîrkirin. Li ser jiyana mirov erênî û neyînî bandordike, rê li pêşiya gelek tiştan vedike. Mesela bandor û bertek, bandor kişandina nûbûn û lêgerînê ye, gerdûnî ye, bixwe xwe zêde dike, dimeşîne, bi şêwazên cûr-bi-cûr û renge-reng.

     

     

                        

    Insan gerdûna herî biçûke

                         Zîhîn û mejî ye

                         Aqil û fikire

                         Di ruh de gerdûne

                         Dihizire, difikire, û diponije

                         Zindî ye, afirînere

                         Ji riyan riyek,

    ji şêwazan şêwazek

    ji nerînan nerînek

     

    çavkanî “pirtûka Evîna Bêveger”

     



    KJAR