• Pêwîste ku Jin bi xwe bawerbin

    4 تشرینی یه‌كه‌م, 2022

    Rêber Apo

    Ez dizanim ku jin min dişopînin. Pêwîste jin bi xwe bawerbikin,  dikarin xwe têrker bibînin. Pêwîste pir tiştek ji zilaman neyê hêvîkirin.  Ger ev ez jî bim xwe nêzîkî tu kesên ku xwe ji kesayeta feodal, kesên feodaltî paqij nekiribin, xilasnekiribin xwe nêzîkî wan nekin.

    Pêwîste baş bê zanîn ku hûnermendî jî meseleyekî şerkirinê ye.  Pêwîste bê zanîn ku bi di nava xwîn û xwuhdan mayînê de xebatkirin encam tê girtin. Di navbera saza hûnermend û luleya çeka şervanekî de ferqekî pir kêm heye. Herdu jî bangî şoreşê dikin, agir di ser dijmin de dibarînin. Pêwîste ev girêdanbûn jî baş were fêmkirin. Lewaziya xebatên me yên çanda şoreşgerî, bingehê xwe ji hûner ji cewherê hûnera şoreşgerî ya dur, bi oportunîstî girtina dest digre. Pêwîste bizane wê derbas bike. Stranên me eynî weke dengê fîşekane. Ango gel şiyardike û bangî şer dike.  Lîstokên me her weku terzê tevgerkirina gêrillane. Pêwîste wisa were nirxandin. Di vê merhelê de rolê wê eve. Ger were lêgerîn û lêkolînkirin wê bê dîtin ku di cewherê hûnera civaka me de ev rastî heye. Taybetmendiyên wê bi xwe yên bi liv û tevger, berxwedêr û şerker heye. Lêbikolin hunê vêna bibînin. Yên ku dixwazin hûnerê modern bikin,  vegerînin şerê gelan yê hemdem, tene bi vî şêweyî tesbîtkirina cewherê wê û bi serxistina pêşveçuna wê re dikare hûnerê jî pêşde bibe. Ji bilî vê bi tu şêweyên din ne gengaze. Em jibîr nekin ku di vê mijarê de êdî hûner jî bi qasî ku xizmeta xwe bi cihtîne dikare wate bibine. Ango polîtîkaya sîyaseta şoreşgerî, welatparêziya şoreşgerî rêxistinkirina wê çalakgeriya wê, wê şoreşa hûnerê jî bi her aliyê wê ve pêşbikeve.  Ev şêwe çine?  Wêje,  muzîk, folklor û mijarên weke vana wê ji şoreşê re xizmet bikin. Wê bingehê xwe jî di rizgariya netewî de bibinin. Wê rizgariya netewî, hêsantir bike, bi leztir bike û di rêxistinkirina wê de bibe alîkar. 

    Hûner,  berhema xebitandina xeyalên mirovan ya ji bo rastiya jiyana hişk ya heyî hîn baştir were jiyan kirine ye. Yanî mirovan ji bo pêşî lêgirtina bi beramberî quralên hişk yên xwezayê û quralên jiyana civakî  sekinandinê bigre bere xwe dana qada hûnerê, huner afirandine. Jiber vê yekê hûner bi qasî avabûna civakê kevne û avabûna civakê hinekî jî hûnerwariye. Ango hertim rastî û xeyalan di nava xwe de dihewîne. Hertim xeyal hûnerê tîmar dike, hertim xeyal ji bo hişkahiya rastiyê nerm bike hatiya bikaranîn. Sepandinên rastiyê çine? Bi piranî rastiyên xweza û civakê ne;  ji bo sivik kirina zexta wê ya giran,  tevgera mezinkirina însane. Hûnera paşketî û aliyên wê girtî jî heye, lê ev jî ligorî sedeman wisa bu. Lê belê hûnera esasî ya pêşketin dide avakirin hûnera di vê nîtelikîdeye. Hemû jî amurên hêsankirin û pêşxistina jiyanê ne. Ne hunera tenê girêdayî çend kesan,  pêwîste di hemû milîtanên şoreşger de feraseta hûnera şoreşgerî hebe. Pêwîste bizanin ku bi berçavkên milîtanek şoreşgerek yê hûnerê li şoreşê binêre. Ne qebe, hov û xemsar,  pêwîste bizane bi naziktiya zanaatkarekê li şoreşê binere. Wênesazek çawan li xwezayê, yekî ji muzîkê famdike çawan li dengan, wêjevanek çawan li jiyana civakî meyze dike, pêwîste şoreşgerek jî bizane wisa meyzebike.  Yên ku nekarin wisa meyzebikin, nikarin xwe ji taybetmendiyên qebe û  bê uslubiyê xilasbikin. Lênêrîna xweşik, xitabeta xweşik û nivîsa xweşik yek ji beşên şoreşê yên destjênegerin. 

    Tekoşîna me ya şoreşgerî di vê mijarê de rê lêvekirinên pêwîst pêktîne. Pêwîste militan pêşengiyê ji vê re jî bikin. Li gel me pêwîste siyaset û hûner, şoreş û hûner hertim hevdu têrbikin.  Ev herdu diyardeyên civakî divê bi awayek hûnerî bikevin nav hevdu. Şoreş hûnerê pêkandike,  an jî ji bo wê derdor û qad vedike. Hûner jî şoreşê hinek din xweşiktir dike û naziktir dike. Derfet vedike ku hîn zêdetir were ecibandin, cewherî kirin û gihandin ê. Ruxmê ku ev ewqas bi hev ve girêdayîne, nêzikatiyên şematik û doxmatîk zêde rê liber afrêneriyê venakin. Di vê mijarê de lewaziyên nêzikatiyên milîtanî dihêle ku bikeve şematîzmê. Li holêye ku ka ev rê li ber stewrbûnek çawan vedike.  Hûner ne tenê di hindirê xwe de weke hûner pêwîste di tevahî qadên jiyana civakî ya şoreşgerî de were dîtin û were nîşandan. LêBele jiber nebûyîna derfetan, yên ku pirsgirêkên giran yên siyasî û leşkeri çareserdikin, nabin wêjevan û hozanên mezin, lê nikarin para xwe jê negrin. Ji bo rê liber hestên baş û mezin werin vekirin pêwîste para xwe ji hûnerê bigrin. Jiber ku hestên baş û meznahiya hestên hûnerî wana gur dike. Bi hevre di nava têkiliyek hişk û hişk dene. Jiber vê yeke pêwîste evana wiha di nava hev de bên dîtin. 

    Pêwîste bi jina azad re jiyankirin bextewarî be. Lê nêrîna min ya jiyana bi jinê re, ne jiyana bi cînsekê re ye, bi nêrandina jiyana çandî ya li derdora jinê pêktê jiyankirine.  

    Jiyana li derdora jinê vegerandin çolekê,  pêwîste jiyana li derdora jinê were bi watekirin. Di xeta xwe ya jiyanê de bi îddea bi tevbigerin. Têkilî pir basîtin, hema wisa weke dewekê vexwî têkilî tên danîn,  wisa nabe. Rewşa onûrê cudaye. Berxwedayîna wan hêjaye, di vê de xwe kur bikin, dikarin vêya bikin. Xwe liber tenêbûn û êşan radigrin, dikarin xwe liber vêna jî rabigrin. Ger hun deste xwe bidin zilamekê, hun gul jî bin wê bi perçiqînin û bavêjin. Girêdana jinê ya bi min re cudaye. Min hemû karen girêdayî jinê heya dawiyê li ser bingehê berpirsyartiyê pêkanî. Ger zilamên we bê hêz, xirap, zorba û derewker bin, heya dawiyê li hember bisekinin. Li cem me faliyetên şoreşgerî,  di heman deme de zemînê avakirina hûnera şoreşgeriye jî.  Pêşketina faliyetên şoreşgerî, pêkhatina hûnera şoreşgerî dixe garantiye, navgînên wê avadike û hinekê jî ji bo navgînê diparêze berhemên hûnerê pêşdikevin.  Ango têkiliya di navbera hûner û erken şoreşger de gelekî şidayîne.  Hûnera gel, anîna ser ziman ya gele; cardin anîna rewşa bi baldarbûna,  aktîvîteyên gel yên wê tînin ser hemdê wê ye,  em dikarin bêjin xwe gihandina çav, guh û fikre jî.  Wê deme giringe. Em kombûyînên wan biçûk nabînin, lê di vê mijarê de em datînin holê ka çanda kevneşop jî çiqasî giringe. Ev têrê nake.

    Uslup û rêbaza şoreşgerî li vêya barkirin,  hûnera gel ya ku di astek gelek nêzîkî sosyalîstbûyînê deye, pêwîste erka di şêwe û naverokê de jî sosyalîstkirinê were bi serxistin. Ev erkên ku yên dixwazin di vê sahê de pêşbikevin vê qadê vegerînin bilokeke bi hêz ya eniya şoreşgerî. Di Kurdistanê de derketina dînamîzmên şoreşê;  çavkaniyek giring ya dagirtina valetiya hûnerê ye.  Bikaranîna kêrhatinên xwe re bi navê xwe berhemên em bêjin berhemên girîngin derxistina hûnermende. Çêbûna hûnerê, vejîna hûnerên bi temamî bûyîna xwedî wateyek wiha re gegaze.  Pir zelale ku faliyetên hûnerê yên bê şoreşê tên pêkanîn pir tiştekê îfade nakin. Hinek berhemên wêjeyî hatin derxistin, hinek pirtuk hatin nivîsandin, lê gelo kesek weke berhemên wêjeyî digrin deste xwe û dixwînin? Na ! Jiber ku mirî afiriye. Jiber ku  liser bingehê şoreş li ser hatî pêşxistin ne hatiye pêkanîn an jî çavkaniya xwe ji şoreşê nagre miriye. Hûnerekî bi vî rengî, ne aliyê xwe yê wêjeyî heye, ne nirxê resim heye, ne jî nirxê deng heye. Yên heyîn klasîkin. Kargeriya xwe ya li beramberî şoreşê bi cih nayne. Korbûyînek mezin heye. Wê demê li Kurdistanê hûner hem di aliyê şekil de lewaze, hem jî aliyên xwe yên klasik bi tamamî winda nekiriye. Ji ber vê yekê hûner bi qasî ku em bêjin nîne di rewşek rolê xwe naleyzê deye.



    KJAR