• تاگەکان: ,

    JI BO RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK Û HEMÛ JINÊN BERXWEDÊR

    4 ئازار, 2022

    Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR). Bi daxwiyaniyekê şehîdên 8’ê Aadarê bi bîr anî, di heman demê de 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. KJAR her wiha bang li tevahî jinan kir ku, bi boneya vê rojê tevahî jin yekîtiya xwe ava bikin û hê zêdetir têbikoşin.

    Daxwiyanî bi vî awayî ye.

    ‘JIN DI KÊLIYÊN AZADIYÊ DE NE’

    Jinên ku rûmeta jinbûyînê jiyan dikin, li nirxê keda xwe digerin, li ser vê bingehê li berxwe didin û tekoşîn didin meşandin. Em 8’ê Adarê, roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan pîroz dikin. 8’ê Adarê, li ser bîranîna ku di sala 1857’an de di kargeheke ‘New York’de, 129 jinên karker ku ji bo bidest xistina mafê xwe li berxwe didan, hatin şawitandin. 8’ê Adarê jî bi vê boneyê hatiye despêkirin.  Di serî de Şehîdên 8’ê Adarê, heya Clara Zetkîn, Roza Lûksemburg heya Sakîne Cansizan, Şêrîn Elemhûlî, Rêwan, Şehîd Zîlan Pepûleyan, Zeneb Kinaciyan heya Delal Amed û Sozdar Qamişloyan. Şehîdên me yên ku di berdêla azadiyê de canê xwe dane, bi minet û rêzdarî, bi hezkirineke mezin bi bîr tînin.

    ‘Rêber Apo tekoşîna jinê domdar kir.’

    Rêber Apo berxwedana jinan ya biheybet, bi hewildanê xwe yên bê hempa ve tekoşîn domdar kir. Qadên azad ji bo jinê avakir û bû sedem ku di serî de li Rojhilata Navîn şoreşa jinê pêş bikeve. Em 8’ê Adara 2022’an di demekî ku bi mezinbûna qêrîna berxwedan, hêvî û azadiyê pêşwazî dikin. Dîsa di demekî ku azadiya fîzîkî a Rêber Apo pir xwirt di rojevê de ye, em pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê, ji bo jinên Kurd giringiya 8’ê Adara îsal pir bi wate û  girînge.

    ‘Dixwaze bike sedsala qirkirina jinê.’ 

    Wek KJAR, di sala 2022’an de, rojeva me ya bingehîn û erkê me wek jinên Rojhilatê Kurdistanê, azadiya fîzîkî a Rêbertiya me ye û tekoşîna wî ku navend jine, bi her awayî bilindkirin be. Bi rihê serhildêr yê 8’ê Adarê re, emê vê salê bizîvirînin xeta azadiya jin û di kûrahî de femkirin û pêkanînê. sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye, lê pergala zilam salar sedsala me ji nû ve, dixwaze bike sedsala qirkirina jinê.  Bi vê yekê ve girêdayî pergala tecawuz û tundîtiyê, ji nûve bi armanca avabûnekî civakî re, li hember jinê dijminatiya xwe, ji bo pilanê xwe bi awayekî bê asteng pêk bîne, dispêre stratejiya qirkirinê. 

    ‘Zextên pir mezin tên pêkanîn.’

    Qeyîran û tengezariyên ku mirovahî jiyan dike, bingehê xwe ji pirsgirêka azadiya jinê digre. Ev nakokiya zayendî, çîn, netew, ekolojî û cewhera pirsgirêka civakê digre nav xwe. Lewma di vê sedsalê de pirsgirêka azadiya jinê, her ku diçe dibe rojev û çareseriyek xurt ferz dike. Pergala desthilatdar ji bo ku hebûna xwe domdar bike, dixwaze tekoşîna azadiya jinê tune bike û di hundirê pergalê de tekoşîna wan bê hêz bike. Qirkirina ku li ser jinan tê ferz kirin, li ser pêşêroja mirovahiyê tê ferz kirin. Sekna jin ya ji bo azadiyê û qêrîna wan hatiye astekê ku, edî nikarin bêdeng bikin. Em di pêvajoyek wisa re derbas dibin ku, şîdet û tecawizên ku li ser jinan pêk tên, tu carî di dîrokê de negihiştiye vê astê. Pirsgirêka civakan di aliyê aborî, tendurustî, perwerde û ekolojiyê de gihiştiye asta herî bilind. Li hemberî jinan û hezên muxalîf, zextên pir mezin tên pêkanîn. Em di pêvajoyek wisa re derbas dibin ku binpêkirina mafê mirovan, ji bo bidesxistina mafên demokratîk, çalakiyên ku ji bo bidesxistina mafên demokrasiyê çêdibe. Ev yek jî ji aliyê hêzên deshilatdar ve di rêjeyekî herî zêde de tê asteng kirin. Li çar aliyên cîhanê, nijad perestî, zayend perestî di nav gelan de hatiye peşxistin. Rejîma desthilatdar ya zilam, di rewşa niha de pêleke nû a şîdetê, li ser jinan ferz dike.

    ‘8’ê Adarê roja tekoşîn û ji nû ve avabûnê ye’

    Di nav civakê de rewşên bê bawerbûyîn, di nav gelan de tirs avakirin û qirkirina wan ve, riya tekoşîna demokratîk ji holê radikin û dixwazin mirovan, jinan teslîm bigrin û bi vî şêwazî jî siyaseta desthilatdar pêş dixin. Ji ber vê jî pewîste ku em pêvajoyên şîdeta ku li ser jinan zêde bûye lêkolîn bikin. Pêvajoyên ku şîdet li ser jinan zêde dibe, di şexsê jinan de zilam dixwaze ku civakê bi giştî teslîm bigrin. Pêvajoyên wisa rejîma desthilatdar, di rewşa xwe ya herî lawaz de jiyan dike û ji bo ku deshilata xwe dubare bide avakirin, her tiştî dike. Di sedsala 21’an de pergala desthilatdar, qeyîraneke mezin jiyan dike. Lawaz bûye û ji ber wê jî li hemberî gelan erîşên xwe zêde kiriye. Di heman demê de li ser jinan politîkayekî taybet didin meşandin. Jinên ku ji bo azadiyê sond dane, 8’ê Adarê wekî roja tekoşîn û ji nû ve avabûn, jin li qadan tekoşîn dikin. Li her derê cîhanê, jin bi armanc û xwestekên hevpar ve, êdî yekîtiye xwe avakirine. Dilê wan yeke û dengê strana wan ya azadiye, cîhanê dixe bin lêpirsînê û diguherînê. Jin li hemberî desthilatdariya zilam bi sekneke xwe ya azad, gavên jiyana azad davêje.

    ‘Rengê hestên me yek e.’

    Em li ku derê bin, jiyana me cûdabe jî rengê hestên me yek e. Îro qirkirina jin bi qirkirina civak re, di rewşeke herî dijwar de, li Rojhilata Navîn tê jiyan kirin. Îro li himberî jinan pêkanînên faşîzan ên di bin navê Îslamê de, îradeya jin binpê dikin û bi vî şêwazî dixwazin civak teslîm bigrin. Bi qirkirina jinan re civak tê qetilkirin û nirxên mirovahiye tên binpê kirin. Armanca wan eve ku, civak ji civakbûnê derxin. Ev sedsala 21’an sedsala jinê ye. Em jinên cîhanê û bi taybet jinên Rojhilatê Kurdistanê li hemberî faşîzmê tekoşînekî hevpar dimeşînin û ji rêxistinkirina çalakiyan zêdetir, em wek jin berpisyar in ku di her çalakî, meş û di her derê de pêşengtî bikin.

    ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’

    Em di dema parastina jina azad û jiyana azad de ne. Lê belê ev yek bi azadkirina jin û gelan ve pek tê. Di vê bingehê de, jinên Fars, Beluc, Azer, Ereb, Kurd, femînîst û jinên ekolojîst, em tekoşînekî mezin dimeşînîn. Em bi giştî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dibejin: “JIN, JIYAN, AZADΔ Ji rojê 8’ê Adarê ve dest pêdikin û yekîtiya xwe, rexistinbûna xwe bi tekoşîneke mezin ve azadiye bidest bixin. Ji ber wê jî di kolanan, tax, bajaran û gundan de, emê dengê çalakiyên xwe bilind bikin.

    Yekîtiya me rêxistinbûna me ye

    Wek jinên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo demokratîk kirina Îran, guhertina civaka Îranê, di bingeha xeta azadiya jinê de dibînin, ji bo tekoşîna azadiya jinê, em bi destkeftiyên mezin ve tekoşîna xwe bighînin asta lûtkeyê. Yekîtiya me rêxistinbûna me ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bi rihê tekoşîna azadiya jin, ya Şehîd Şêrîn Elemhûlî, Zîlan Pepûle, Şehîd Rêwa ve, emê tekoşînê bilind bikin. Li hemberî rêjîma faşîst yê Îranê, ku her roj jinan qetil dike, li dijî wan ji Merîvan ta Kirmanşan heta Îlamê, li kolanan rengê jinan zêde bikin û tilîliya azadiye bilind bikin.  

    ‘Sedsala 21’an, sedsalala Rêberê gelane.’

    Tecrîda ku ev 24 sale li ser Rêber Apo tê meşandin, ev rewşa îşkence û tecrîdê pêwîste ku bi lezgînî were bi dawî kirin. Em wek jin dibejin ku, di sedsala 21’an de pêwîste ku Rêberê gelan yê ku azadiya jinan û gelan dixwaze, Rêber Apo bi fîzîkî were azad kirin. Paradîgmaya ku Rêbertî ji bo gelan, jinan û gelên bindest peşxistiye, wê cîhanê bi giştî azad bike. Ev paradîgma ji bo qeyîranê ku pergal jiyan dike, çareserî û alternatîfê pêşkêşî gelên cîhanê dike. Bingehê vê paradîgmayê jî, îdolojiya rizgariya jin e.

    ‘Tekoşîna me, encamgire.’

    Jinên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî rêjîma desthilatdar yê Îranê li berxwe didin.

    Şîdeta ku li ser jinan tê meşandin, encamê zihniyeta zayendpereste. Ji ber wê jî tekoşîna ku li hemberî şîdeta li ser jinan tê meşandin, armanca wê a yekem zihniyeta zilam salar û zayendperestiya ku li ser civak tê meşandin. Li himberî zihniyeta ku Îran li hemberî jinan dide pêşxistin, eger tekoşînek bi bandor neyê meşandin, emê nikaribin vê zihniyetê ji holê rakin.

    Eger em wek jin dixwazin tekoşîna xwe bi encamgir bikin, pêwîste ku zihniyeta zilamsalar di çarçoveya dîrokî, civakî û bi giştî di nav pergalê de lêkolîn bikin û li gorî wê rê û rebazan pêş bixin.

    Di şoreşa Îranê de jin peşêngin

    Pêngava ku me wek KJAR di sala 2021’an de dabû despêkirin a bi duruşmeya ‘ Zewaca di temenê biçûk de qirkirina jinê ye.’ ji aliyê jinan ve rastî xwedîderketinek pir mezin hat.  Ev yek jî nîşan dide ku edî civak ji bo tekoşîna azadiyê amade ye. Ji bo wê jî jin pêwîste ku di roja 8’ê Adarê de biherikin qadan. Zarok dana zewicandin, ev yek tenê jî dihêle ku em tekoşîna xwe bilind bikin û serî hildin. Qirkirina xweza-ekolojî, qirkirina jinê ye. Li hemberî wan komkujiyan, di roja 8’ê Adarê de emê hesab bixwazin û derkevin kolanan. Emê bi tekoşîna xwe ev rejîma faşîst biguherînin. Di şoreşa Îranê de jin peşêngin.

    Rejîma dagirker a Îranê ji bo ku jin tune bikin, bi polîtîkayên şerê taybet wekî tecawiz, besîc, sîxe, fihûşê ve dixwazin encam bigrin. Di sala 2021’an de rejîma Îranê bi tekoşîna jinan ve paşketinek mezin di desthilatdariye xwe de jiyan kiriye. Bi pêşxistina komkujiya jinan ve, dijminatiye xwe li himberî jinan berdewam kir. Li hemberî polîtîkayên ku li ser jinan tên meşandin, tenê tekoşîn û yekîtiya wan dikare êrîşan bide seknandin. Çiqas ku em ber bi 8’ê Adarê ve diçin, em dibînîn ku zextên li ser zindaniyên jin ên siyasî zêde dibin. Ev yek zêdetir li hember aktîvîstên jin, ekolojîstan û gelên me yê ku her roj li kolanan de ne, tê pêşxistin.

    ‘Wê neghêjin armanca xwe.’

    Em wek KJAR pêngava ku ji bo azadiya Heval Zeyneb Celaliyan hatiye despêkirin, ji bo  xwedî derketina wê bang dikin û ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan tekoşîn dikin. Ji aliyê rejîma Îranê ve tenê pêvajoya pandemî de ne, ji bo ku polîtîkayên xwe yên qirkirinê bimeşîne, her şewazê zextê pêk aniye û tîne. Ji bo ku îradeya jinan tine bike, çi ji destê wan tê dikin. Em dizanin ku Zeyneb Celalî, di zindana Îranê de li hemberî her cûre êrîş û zextan li berxwe dide. Ev polîtîkayên rejîma Îranê, wê nagihêje armanca xwe û emê ji bo azadiya Zeyneb Celaliyan tekoşînê xwe bilind bikin.

    ‘Werin em bi hevre, ji bo azadiyê biqîrin.’

    Em dibejin ku wê di 8’ê Adarê de jin bi hêzekek hê mezintir li qadan mefên xwe bixwazin û tebikoşîn bikin. Ji bo em wê pergala deshilatdar birûxînin werin em bi hevre li qadan ji bo azadiyê biqîrin. Stranên azadiye bêjin, zilma desthilatdaran teşîr bikin. Parastina cewherî rexistinkirinekî cewherî pêş bixin. Di Rojhilatê Kurdistanê de di bingeha Yekîtiya Demokratîk û Nav netewî de, li dijî tecrîd û faşîzmê bi rihê serhildêr yê 8’ê Adar ve derkevin qadan û tekoşînê bikin. Emê bi pêşengtiya jinê bighêjin lûtkeyê. Emê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ve serkeftinê biser bixin û em dibejin:

    “JIN Dİ KÊLİYÊN AZADİYÊ DE NE”

     

    BİJÎ 8’ê ADARÊ

    4/3/2022



    KJAR