• Hemû roj, rojên me ne

    7 ئازار, 2024

    Bi boneya 8’ê Adarê, Roja jinên Kedkar a Cîhanê. Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Elefterya Cizîr. Ji malpera me ya KJAR’ê re axivî

    Bêrîvan Raperîn

    Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Elefterya Cizîr. Bi boneya 8’ê Adarê, Roja jinên Kedkar a Cîhanê. Ji malpera me ya KJAR’ê re axivî û ev roj, li tevahiya jinên serhildêr û têkoşer pîroz kir.

    ‘Li ser çiyayan pîroz dikin’

    Elefterya Cizîr, Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di despêka axaftina xwe de ev roj di serî li Rêber Apo û tevahiya jinan pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ev roj ji bo me tevahî jinan, xwedan giringiyeke mezin e. Di nava tevahiya rojan, ku tev jî rojên jinên ne. Roja 8’ê Adarê xwedan pîroziyeke cûda ye. Îro bi vê rojê û bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve, jin hê zêdetir ketiye ferqa xwe de û bi deh hezaran jin berê xwe dane çiyayên azad û bi tekoşîna xwe, her sal 8’ê Adarê li ser çiyayan pîroz dikin. Ne tenê jinên Gerîla, îro tevahiya jinên cîhanê, bi Rêber Apo re xwe nas kirin û li ser vê bingehê tekoşîna xwe bilind dikin. Îro tevahiya jinan, li her deverê û li her qadê, li kolanan dimeşin û daxwaza azadî û hebûna xwe dikin.

    ‘Berê xwe dan meşên azadiyê’

    Endama (KJAR’ê) Elefterya Cizîr, di berdewamiya axaftina xwe de tekoşîna jinan a ji b o azadiyê dest nişan kir û got: “Ruxmî tevahî êrîşên ku li ser jinê tên pêk anîn. Îro jinan ew hêz û baweriya bi berxwedanê girtine û li himberî tu zextekê serî natewînin. Raste ku berê jin di tu derê de ne dihat dîtin û ne jî mafê wê yê jiyanê hebû. Lê îro jin bi berxwedan û tekoşîna xwe, hebûn û îradeya xwe bi tevahiya mirovahiyê ve dane nasîn. Li her çar beşên Kurdistan û derveyî welat, li her derê di nava her berxwedan û tekoşînê de, jin di asta pêşengtî de rol dilîze. Nimûneya vê yekê di şoreşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de şêmber derket pêş. Jinên Rojhilatê Kurdistanê bi felsfeya Rêbertî û diruşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve rabûn ser piyan û şoreşeke zihnî pêk anîn. Berê xwe dan meşên azadiyê. Jin bi nasîna Rêber Apo ve, ji berê zêdetir bi hêz bûn. Bi saya Rêber Apo ve, jin di roja me ya îro de ket ferqa hebûn û cewherê xwe. Bi vê yekê re radibe, serî radike û li ber xwe dide. Ji bo ku em wek jin li keda Rêbertî xwedî derkevin, pêwîste ku em di her qadeke jiyanê de tekoşîneke hê bi hêztir bidin meşandin. Ji bo ku em wek jin, bikaribin xwe û Rêberê xwe azad bikin, tekoşînek pir dijwar û bê hempa ji me tê xwestin.

    ‘Tekoşîna xwe bi hêztir bike’

    Hemû roj rojên me ne. Ji ber vê yekê pêwîste ku em di her rojeke xwe ya jiyanê de, xwedî li tekoşîna xwe û xwe derkevin. Bi taybet em wek jin pêwîste ku, em li pêngava ‘Ji bo Rêber Apo azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareserî’ bi tevahiya hêza xwe xwedî derkevin. Pêwîste ku em wek jin bi berxwedana xwe, xwedî li Rêberê xwe, civaka xwe û li xwe, xwedî derkevin. Her jinek ku dibêje: ‘Ez heme û di tekoşîna ji bo azadiyê de cih digrim.’ Pêwîste ku di her qadeke jiyanê de, tekoşîna xwe bi hêztir bike û tevî nava refên Gerîla bibe.



    KJAR