•     Derbas kirina bend û qedexeya ne

    7 ئازار, 2024

                              

    Çîmen Şinê/Endama Koordînasyona KJAR

    Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir û li tevahî parzemînên cîhanê belav bûn. Tekoşîna bi rûmet a Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hemû jinên ku ji bo pêkanîna vê felsefeyê di piratîkê de xebitîn, silav dikim. Bi boneya 8’ê Adarê, dibêjim: 8’ê Adarê li we pîroz be, bijî 8’ê Adarê.

    Em Nêzî Azadiyê ne’

    Cîhan bi pêşengiya jinan, bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi azadiyê ve dimeşin. Bandor felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ êdî gerdûnî bûye. Di vê 8’ê Adarê de, em nêzî azadiyê bûn e. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve em li Rojhilatê Kurdistanê, ber bi şoreşa jinê ve dimeşin. Em ê di 8’ê Adarê de, li qadên hêvî û kelecanê yên bi îradeya rêxistinbûyî ya jinan hatine afirandin, dirûşm û daxwazên xwe vebêjîn. Em careke din ji zayendperestî, neteweperestî, olperestî, zanistperestî û faşîzmê re bêjin na. Bi vî rihî ve, emê dakevin kolanan, bimeşin, çalakî bikin û bi peyam, reng, sirûd û stranên xwe ve, helwesta xwe nîşan bidin. Emê carek din rê nedin hovîtiya rejîma darveker.

    ‘Werin em benên darvekirinê bişewitînin’

    Wê têkoşîna demokratîkbûyna Îranê, bi hêza rêxistinbûyî ya jinê biqîre. Bi baweriya azadiyê, wê 8’ê Adara îsal hêrs û helwesta xwe ya li hemberî tundiya mêr-dewlet, qirkirina jinê, qirkirina civakî, helwestê nîşan bide. Werin em bibin dengê jinên li Îranê yên ku her roj têne darvekirin. Werin em benên darvekirinê li qadan bişewitînin. Werin ku, em bi milyonan jin têkoşîna xwe li qadan mezin bikin. Werin em vî mejiyê mêr heta qiyametê bidin rawestandin û ji mêraniya hegemonîk hesab bipirsin. Werin ku em hev re, li qadên berxwedanê ala têkoşînê hê bilind bikin. Helwest û axaftina jina azad, wê bi tundî li dijî vê zihniyeta dide darvekirin, derkeve. Welatekî ku jin lê azad nebe, nikare demokratîk bibe. Demokratîkbûna Îranê, di azadiya jinê re derbas dibe.

    ‘Rizîna mêraniya hegemonîk’

    Li gelek parzemînên cîhanê, li dijî hêzên hegemonîk û mêtinger ên şaristaniya mêr, jinan nîşan dane ku wê cîhaneke azad bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve were pêk anîn. Niha jî bi ruhê 8’ê Adarê, wê jin bi druşm, stran û rengên xwe, qadan bixemilînin û bêjin “Em li vir in.” Li dijî destavêtin, şîdet, faşîzim û desthilatdariya dewleta mêr, wê têkoşîna azadiyê were mezin kirin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengiya jinan ve, bi sekna azadiyê pêl bi pêl mezin dibe, êdî nexşeya rêya azadiyê ye. Şehîdên me yên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û bi taybet Jîna Emînî, Şilar Resûlî, Armîta û hwd. Em dibêjin; “Ji wan re bi hezaran silav” 8’ê Adarê pîroz be.

    Bi coş û heyecana hatina gel, bi çalakî, deng û rengên bi milyonan jinên ku xwe amade dikin dakevin qadan, têkoşîna xwe ya di afirandina cîhan û siberojeke azad de, mezintir bikin. 8’ê Adarê pîroz be. Her roj bûye 8’ê Adarê!

    Em şehîdên xwe yên jin, ên qehreman yên ku bi berxwedan û têkoşînê meşiyan, çok nedanîn, her tim meşeleya azadiyê zindî hiştin, berdêla şoreşa jinê dan. Bi boneya 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê careke din bi bîr tînin. Wan bi rêz û heskirin bi bîr tînin.

    ‘Di hemû qadan de, jinê dişopînin’

    Clara Zetkin, Rosa Luxemburg, Sakîne Cansiz (Sara), Evîn Goyî, Sara, Rûken, Şirîn Elemhûlî, Zîlan Pepûle, Leyla Amed, Axîn Mûş, Rojda Kotol, Mizgîn Ronahî, Aryen Arê, Sorxwîn Mako. Ji çar beşên Kurdistanê yên ku di xeta berxwedanê de li ber xwe dan, bi bîr tînin. Jinên pêşeng yên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, ji bo azadiyê têdikoşin û pêşengiyê dikin, silav dikin. Di salên 2023-2024’an de li Îranê darvekirin zêde bû ye. ‘Jin, Jiyan, azadî’ Hêza û potansiyela me a şoreşgerî ya rawestandina bi darvekirinan ne. ji ber vê yekê niha di her qadekê de, deshilatdarî jin xistine bin çavdêriyê. Li Îranê, li şûna dewriye avêtinê, jinan bi kamerayan dişopînin û yên ku wan tesbît dikin, digrin û ji aliyê dadgehê ve cezayên giran li wan dibrin. Niha kamera erka polîsan pêk tîne.

    Dewleta Îranê di sala 2024’an de ji ber ku li hember xeta ‘Jin, Jiyan, Azadiyan” windahiyeke mezin dît, siyaseta xwe bi rê ve bir. Ev polîtîka xizmetê ji demokratîkbûna Îranê re nake, divê jin bi munasebeta 8’ê Adarê zagona mêtingerî û pêşketina Îranê derxin holê û diyar bikin ku ew vê qebûl nakin. Civak dê teqez dersa pêwîst bide kesên ku di temenê biçûk de bizewicin, kuştinên namûsê, şeşan û tecawizkaran li ser esasê xweparastinê. Divê tecawizkaran nehewîne. Divê endamên çeteyan cih negirin. Xweparastin mafê me yê pîroz e. Divê her tecawizkar hezar carî hesab bide. Tişta ku di bin navê hîcabê de li ser civakê tê ferzkirin, tam mêtingerî ye. Di 8’ê Adarê de hemû jinên Rojhilatî û Îranî wê dawî li mêtingeriya li Îranê bînin, em li cem jinên Faris, Belûç, Gîlekmazenî ne. Dîsa em bi têkoşîna xwe re bi pêşxistina rêxistinên xwe yên li dijî zilma Talîbanê radiwestin û ji zilma ku li jinên Afxanî tê kirin hesab bipirsin. Bi mezinkirina hevgirtina xwe, têkoşîna me wê li ser bingeha hêza jinê, azadiya xwe, di rêya serkeftina teqez de bi ser bikeve.

    ‘8’Adarê, hêza veguherînê ye’

    Li Îranê qanûnên pir tund, li ser jinên ciwan hatine sepandin. Ev qanûn bûn sedema kirîzên navxweyî yên giran. Me du sal piştî şoreşa civakî ya Rojhilatê Kurdistan û Îranê a ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li peyî xwe hişt. Di civakê de guhertinên cidî pêk hatin. Di sala 2023’an de, dewleta Îranê bi awayekî cidî girtina perdeyê xist rojevê. Jinan di sala 2023’an de, li hemberî van politîkayên Îranê, bertekên girîng pêş xistin. Helbet ev şoreş tenê bi rakirina hîcabê desgirtin, ne rast û têrkere. Di qonaxa niha de ‘Jin, Jiyan, Azadî’ weke ‘projeya azadiyê’ xwe bi rêxistin dike. Rojeva din a jinan ya ku em ê di 8’ê Adara 2024’an de, bînin rojevê û îsal jî wê yekê binirxînin û bikin rojev, rojeva jinê ye. Bi 72 xalan de, tê zanîn ku bi qanûn û zagonan hemû civakê îzole dikin. Pêwîste ku xeta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hê bi hêztir li hemberî wê bisekine. Ewê tu carî jî van politîka û pêkanîna qebûl neke. Ji ber ku 8’ê Adarê, guhertina herî girîng a di civakan bi xwe re tîne. Her çiqas dewleta Îranê xwest bi perdeyan, şoreşê paşve bixe jî, lê bi ser neket. Ji ber ku ev rih û helwest, niha hebûna xwe weke hêzeke dij-sîstîm li seranserê Îranê nîşan dide. Niha gel, di nava spiraleke tundiya li ser jinê dihêle. Dewleta Îranê ji ber ku dizanibû jin wê di civakê de guhertina zihniyetê pêş bixin, ji bo ku jinên nû dernekevin holê, jin hedef girt. Tişta hat serê jina ciwan Armîta, hê jî di bîra me tevan de ye. Girtin dîsa zêde dibe. Işkence û înfazên li zindanan tên kirin, girtiyên siyasî ên mîna girtî hiştina, Zeynep Celaliyan û girtina rêhevalên me Ciwana Sine, Gulrux Îrayî, Nêrgiz Muhemedî, Bahare Hidayet, Sepîde Qulyan û Paxşan Azîzî vê yekê bi zelalî eşkere dike.

    ‘Îraneke demokratîk, wê bi azadiya jinê ve pêş bikeve’

    Em dikarin diyar bikin ku, di van du salên dawiyê de jin û ciwan bi rihê berxwedanê yê 8’ê Adarê û felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ damezrînerên pergala alternatîf ya li Îranê ne.

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, nêzîkatiyeke aktîf a civakî û siyasî heye. Berxwedana civakî ji 16’ê Îlona2022’an ve, bi serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê kir. Ji wê rojê heya îsal didome. Îro jî jin ji bo 8’ê Adarê, li ber xwe didin. Hêjayî gotinê ye ku, li gelek deverên Îranê jin bi serê xwe digerin û beşdarî jiyanê dibin. Ev yek destkefta herî berçav a pêvajoya serhildêr û şoreşa civakî ye. Ev rih wê di 8’ê Adarê de, bi hêztir were pêşwazî kirin. Bê guman darbeya herî mezin a li rejîma Îranê, dewamkirina berxwedana demokratîk a jin û jiyanê ye. Di sala 2024’an de, wê serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gav bi gav ber bi qadên jiyanê yên cûda ve biçe. Jin di vê pêvajoyê de pêşeng in. Li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, wê rihê berxwedêr ê 8’ê Adarê, hestê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ stranên azadiyê û meşên bi hezaran jinan ên porê xwe veneşartine, deng vede. Divê jin tu carî ji vê serkeftinê gav paşde navêje. Deshilardarî çiqas hewl dide ku civakê bitirsîne jî, pêwîste ku bi berxwedana jin û civakê ve, ev yek were pûç kirin. Me di demên borî de jî, ev yek dît. Pêwîste ku civak tevahiya amûrên şopandana jin û civakê ji hole rake. Di heman demê de, tevahiya dadgehên mobîl hilweşîn e. Îradeya jinê nayê sînorkirin. Ji ber ku jin temînata azadiyê ye.

    ‘Îro di nava tecrîdê de ye’

    Pêwîste ku rejîma Îranê dest ji mêtingeriya xwe berde. Îran bi dijminatiya bi jinan re di pileya herî jor a hovîtiyê de cih digre. Çiqas helwest û nêzîkatiya wan bi vî şêwazî jî be, dîsa weke her dem jin hêza herî bingehîn a demokratîkbûna li Îranê ye. Divê înfaz bên rawestandin. Çawa ku jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşengî ji hemû cîhanê re kirin, wê qedexeyên li Îranê ên li ser 8’ê Adarê binpê bikin. Wê jin li her bajar, kuçe û kolanan bimeşin û baxivin. Pêwsîte ku 8’ê Adarê qadên biharê, bi dengê paradîgmaya neteweya demokratîk û gelek civakan veke. Serhildana ‘Jin, jiyan, Azadî’ ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi felsefeya Rêber Apo, derket hole her ku çû mezin bû. Ji ber vê yekê, deng û rengê hemû gelan di vê serhildanê de cih girt. Tu îdeolojî û paradîgmayê, ev yek bi dest nexistiye. Rêber Apo rengên pir-civak li Îranê xistiye nava hev. Lê belê, niha mîmarê vê felsefeyê di tecrîteke mezin de tê ragirtin. Civak, mirovahî, jin, ciwan, xwezaparêz, kes nikare bêhna xwe bigre. Divê ev tecrîd ji holê rabe. Ev serhildana gelên Îranê, bi hêza îdeolojî û felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pêk tê. Niha jî bi boneya 8’ê Adarê ve ji bo kampanyaya azadiyê pêwîste ku her civakek bi welatparêziya xwe, bi erkên xwe yên rewşenbîrî, bi hunermendiya xwe, bi felsefeya xwe, bi rola xwe ya mamostetî, pisporê tenduristiyê, zanîngeh û hwd, li Rêberê xwe xwedî derkevin. Pêwîste ku her ferdek bikaribe bibe dengê vê kampanyaya azadiyê. Bi fikrên Rêber Apo ve îro tecrîda li Îranê tê şikandin.

    ‘Zayîna zihniyeta nû’

    Berxwedana ku di 8’ê Adara 1857’an de dest pê kir, îro li çar aliyên cîhanê pêş ve diçe. Xeta berxwedanê bilind dibe û bi ‘Jin, jiyan, Azadî’ ve ber bi şoreşê ve dimeşe. Careke din 8’ê Adarê li hemû jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bi baweriya xwe ya azadiyê, moral û heyecan pîroz dikim. Her roj 8ê Adarê ye!

    Berpirsiyariya me ya li hemberî hilweşandina mêraniya hegemonîk, li her derê derbaskirina bend û qedexeyên li ser 8’ê Adarê ye. Zayîna zihniyeta nû, di 8’ê Adarê de çêbû. Avakirina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

    BIJÎ 8’Ê ADAR

    SILAV LI JINÊN BERXWEDÊR

    JIN-JIYAN-AZADÎ



    KJAR