• Rûken Vejîn: ‘Bi Paradîgmeya Rêbertî Komplo Vala Hate Derxistin’

    8 تشرینی یه‌كه‌م, 2023

    Çekjîn Demhat / Sema Zîlan

    Di 9’ê Cotmeha 1998’an li hember Rêber APO komploya Navneteweyî hate li derxistin. Armanca vê komployê di şaxsê Rêber APO de gelê Kurd tunekirin bû. Lê Rêber APO ev komplo bi zayîna sêyemîn nehişt bigihêjê armanca xwe. Ev komplo îro işkence Îmralî û li hemberî gelê Kurd bi zext berdewam dike.

    Endama Komîteya Perwerdê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Rûken Vejîn derbarê komploya navneteweyî de ji malpera me re nirxandin kir û got ku; “Armanca komploya 9’ê Cotmehê û îşkenceya Îmraliyê îmhakirina Rêber Apo û paradîgmaya wî bû”.

    Komplo Vala Hate Derxistin!

    Endama Komîteya Perwerdê a KJAR Rûken Vejîn di serî de salvegera 9’ê Cotmehê ya komploya navneteweyî şermezar kir. Her wiha bingeha komploya li hemberî Rêber APO tê meşandin wisa nirxand: “Komploya navneteweyî di dîrokê de jî li hemberî  pir gelên bindest çêbûne. Ev komployê ku çêbûne jî piranî ji aliyê dijminê gelên azadîxwaz ve hatine pêkanîn û serî li rê û rêbazên komployê dane. Ji ber ku naxwazin gelên azadîxwaz bi serkevin. Û vê jî bi riya komployan pêş dixînin. Di dîrokê de jî mînakê wê pir zêdene. Wekî gelê Kurd jî em bi van komploya pir  rûbirû hatine. Hem komployê dewleta dagirkeriya Îranê, hem komployê dewleta Tirk û komployên ku dewletên  Kurdistan dagir kirine li ser gelê me her hatine meşandin. Di roja me a îro de jî her berdewam e. Ji bo ku karibin encamek bigirin rê û rêbazên herî qirêj bikar tînin. Ew jî serî li rêbazê komployê didin. Pir bûyerên ku xwestine komploya pêş bixînin, ya destpêkê jî xwestin li ser Rêber APO bidin pêşxistin ya di 6’ê Gulana sala 1996’an de li Şamê hatibû pêş xistin. Li wêderê jî dîsa xwestin Rêber APO îmha bikin. Ji ber ku dizanin Rêbertî ji bo gelê Kurd û tevahî gelên bindest tê çi wate yê. Ji bo wê jî xwestin Rêber APO bi awayê fîzîkî jî ji holê rakin. Lê di encam de ev komplo bi ser neket. Bi taybet dema mirov wê çaxê digire dest rastî 6’ê Gulanê salvegera îdamkirina  Denîz Gezmîşane jî. Denîz Gezmîş û hevalên xwe jî dîsa di wê rojê de hatibûn îdam kirin. Ji bo wê jî bi taybet di vê rojê de hilbijartin ku bikarbin Şoreşgerên pêşeng ku rastî ji bo gelan hêvî ne ji holê rakin. Yek ji wan jî ji xwe Rêber APO ye. Ji ber vê yekê jî xwestin wê rojê komployeke pêş bixînin. Cihê ku Rêber APO lê dima xwestin bi taqemeniyekî li wê derê pêk bînî da ku Rêber APO û rêhevalên wî ji holê rakin.  Li di vê komployê de bi ser neketin û encam negirtin.”

    “Çalakiya Heval Zîlan Komplo Vala Derxist”

    Heval Rûken dest nîşan kir ku hêzên komploger eger ku di 6’ê Gulanê de encam bigirtana amedekariyê wan yê li Kurdistan û li Çiya jî hebû û wiha got; “Amedekariyê wan hebû ku piştî îmha kirina Serok APO li çiyê jî bi awayekî eskerî hamleyeke li hemberî gerîlla û gel jî destpê bikin. Lê ew encam negirtin. Komploya wan a yekemîn encam negirt. Bersivê wê komployê jî, bersiva gelê Kurd, Şoreşger û Jinên Kurd pir xurt bû. Bi taybet çalakiya heval Zîlan, Mînak bû. Bersiva herî rast û herî di cihe ya ku da jî em dikarin bêjin çalakiya heval Zîlan bû. Vê yekê jî pir bi zelalî da xuyakirin destê ku bixwazibe xwe bighêjîne Rêber APO, wê bersiva wan jî fedaiyane be. Ev yek jî bi çalakiya heval Zîlan pir zelal da nîşandan.”

    Di Komloyê de Rola Xiyanetkaran !

    Hêzên navnetewî û dewleta Tirk piştî çalakiya heval Zîlan hewildanên xwe yê komployê berdewam kirin. Rûken Vejîn jî di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişande li ser van hewildanan û wisa domand: “ Di 9’ê Cotmeha 1998’an jî xwestin ku dîsa Rêbertî ji cih û warê ku rastî Kadro perwede dikir, amedekarî dikir, gel hazir dikir, kadro hazir dikir pêşengtî ji bo vê civakê dikir, xwesatin bi taybet ji wê derê Rêber APO qut bikin. Ev jî di destpêkê de ji wir de derxistin bû. Encamê wê de dewleta Tirk bi her awayi xwest vê yekê pêş bixîn e. Di komployê de ne tenê rolê dewleta Tirk rolê hêzên navnetewî, NATO, Şam bixwe jî destê wan têde bû. Dîsa Îsraîl, dewletên yekîtiya Ewropa, Amerîka, Rûsya, Yûnanistan yanî pir dewletên ku destê wan bixwe yek bi yek tê de hebû. Her wiha roleke girîng a xiyanetê jî di nav vê komployê de hebû. Ew jî rastî wek birîneke ku di nav gelê Kurd de tê jiyan kirin. Her tim ya ku bûye sedemê Serhildanên gelê Kurd sernekevin jî dîsa xiyanet bûye. Di vê komployê de jî dîsa rolê xiyanetkeran vekirî li ber çava bû. Wekî birînekê di dilê gelê Kurd de ku nehatiye bîrkirin yan jî nehatiya dermankirin e. Ev komploya navneteweyî ne tenê li hemberê gelê Kurd bû. Komplo li hember hemû gelên azadîxwaz û gelên bindevst bû.”

    Helwesta Rêber Apo Li Komplo!

    Rûken dest nîşankir ku armanca komploya 9’ê Cotmehê ji holê rakirina Rêber APO bû. Rûken bal kişand li ser helwesta Rêber APO a hemberî vê komployê û got: “Bi riya cur be cur Rêber APO xweste biçe welatekî kar û xebatê xwe ji bo hemû gelên bindest bide meşandin. Lê tu welatekî Rêbertî qebûl nekir. Ji ber çi Rêber APO qebûl nekirin? Ji ber ku ji fikr û felsefa Rêber APO ditirsin. Bi taybet Rêbertî ji bo azadiya jin dixwest xebatan pêş bixîne û berfirehtir bike. Dîsa xebatên ku ji bo civaka bindest yanî ne tenê civaka Kurd hemû civaka bindest jî, Rêbertî her tim wan esas girtiye û xwestiye ji bo azadiya wan jî destkeftiya jî pêş bixîn e. Di van aliyan de jî dijminê gelê azadîxwaz her tim ji bo vê vala derxîne her hewildan daye. Ji ber ku Rêber APO di sala 1998’an de wexta bîrdoziya ji bo rizgariya jin pêş xist piştî wî hîn bêhtir êrîş çêbûn. Mirov dikara bêje ku hêzên dewletan pêşxistina azadiya jin û paradîgmeya Rêbertî ditirsin ji bo vê yekê xwestin êrîşekî wisa bidin dest pêkirin. Vê jî di 9’ê Cotmehê de dan dest pêkirin heta ku gihişte sala 1999’an di 15 Sibatê de ku ew roj wek Roja Reş em wek gelê Kurd binav dikin. Lê bi hewildanên Rêber APO, paradîgmeya ku pêş xist wek ku Rêbertî binav kiriye zayîna sêyemîn a Îmralî da dest pêkirin. Beriya wê hatibû dest pêkirin lê belê di Îmralî de hîn bêhtir Rêbertî kurtir kir. Bingehê wê hîn xurtir ava kir. Di heman demê de paradigmaya Ekolojîk, Demokrasî û Azadiya Jin ya ku Rêber APO pêş xist li ser sê lingên esasiye da ku rastî civak li ser bimeşe. Yek ji wan me got Ekolojî di roja me a îro de jî em dibînin ku li her derê talana xwezayê tê pêş xistin. Li çar aliyên Kurdistanê jî bi taybet li Bakurê Kurdistanê û li Başur ku rojane êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêşdikevin. Di heman demê de li Îran jî xwezaya Kurdistanê tê taxrîp kirin.”

    “Cihê Paradîgmeya Rêbertî Gihîştiyê Ji Nûde Vejîn Bûye”

    Rûken di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku êrîşên li hemberî jin tên pêşxistin ew jî li hemberî paradîgma Rêber APO ne û got; “Her ku êrîşek li ser jin, pêşengên jin tê kirin di esas de dixwazin darbeyeke li vê paradigmayê bidin. Dîsa di aliyê demokrasiyê de ya ku Rêbertî lingê sêyemîn got demokrasiya ku gel bixwe bide meşandin, birêvebirin. Ev jî di her aliyê de ji bo ku pêş nekeve hemû astengî têne derxistin. Li hemberî vê jî tekoşînek pir xurt jî têne meşandin. Ev hemû hêz hemû berxwedan ji paradîgma Rêber APO bingehê xwe digire. Di her derê de em dibînin gelê Kurd, gelê ji netewên cuda wek Ereb, Asur, Suryan, Turkmen. Mînakê wê mirov li Rojavayê Kurdistanê dibîne. Cihê ku paradîgmeya Rêber Apo dighêjêyê mirov dibîne. Di aliyê navneteweyî de jî em dibînin cihê ku paradîgmeya Rêbertî gîhiştinê wek şûnekî ku ji nûve vejîn bibe. Di van aliyan de paradîgmeya Rêber APO hêviyekî ji bo hemû gelên Bindest. Hem di Konferans hem di Komxebatên çêdibin de, di van aliyan de mirov dibîne ku di her warî de fikr û Ramanên Rêber APO têne nîqaş kirin. Ev bixwe jî dide xuya kirin gel rastiyê pêwistiyekî xwe dibînin, her wiha li dora wê rastiya ku Rêber APO pêş xistiye çiqasî kombûyin çêdike. Ji ber ku ji bo hemû gelan dibe hêviyek. Ciyê ku fikrên Rêber APO gihîştiyê hemû li dora wî fikrî kom dibin. Ev jî ji bo hemû civaka wekî alternatîfeke pir xurte ku Rêber APO derxistiye. Ev jî hemû desthilatdara, sîstema kapîtalîst modernîte dide tirsandin. Ji bo wê jî êrîşên ku çêdibin jî li ser vê esasî ne.”

    “Ji bo Azadiya Fîzîkî A Rêbertî, divê Tekoşîn, Berxwedan û Çalakiyên me Xûrtir bibin”

    Endama Komîteya Perwerdê a KJAR Rûken Vejîn di dawiya nirxandina xwe de bal kişand li ser işkenceya Îmralî û agahî negirtina ji Rêber APO û got; “Niha jî em bi meyzînin dewletên kapîtalîst ji fikrên û nêrînên Rêbertî ditirsin. Ji bo wê jî bi destên wan Rêber APO di tecrîdekî girankirî de ye. Ev 31 meh zêdetire ku Rêber APO di tecrîdekî girankirî de jiyan dike. Ne tenê van mehên dawî yan jî van salên dawî, di destpêka ku Rêber APO hatiye girtin heya niha jî di bin tecrîdeke girankirî de ye. Di van salên dawî de hîn zêdetir tecrîd girantir kirine û xeterî jî hîn zêdetir bûye. Bi tu awayî agahî ji Rêber APO nayê girtin. Ji bo wê jî tiştê ku dikeve ser milê me wek Gerîla, Gel û hemû mirovên azadîxwaz divê ku her kes xwedî li Rêber APO derkeve. Ji bo azadiya Rêbertî a fîzîkî hîn bêhtir çalakiyan pêş bixînin. Raste çalakî tên kirin di aliyê navneteweyi de jî ji aliyên gelên Kurd û dostên wan de jî têne kirin, lê ev têrê nake. Divê hîn zêdetir çalakî bên li derxistin. Ji bo ku Rêber APO bi fîzîkî jî di vana me de jiyan bike em wî fîzîkî jî bikaribin himbêz bikin, di nav xwe de bibînin û jiyan bikin bi hevre. Divê ku çalakiyên xwe, berxwedanî û tekoşîna xwe hîn zêdetir xurt bikin. Ev rol dikeve ser milê me hemûyan jî. Wek gelê Kurd û dostên gelê Kurd jî, wek Gerîla jî em di her alî de tekoşîna xwe xurt bikin. Ev jî çalakiyên cur be cur em bikaribin dewleta dagirkera a Tirk û hevkarên wan têxin nav tengasiyekî û bikaribin Rêber APO fîzîkî azad bikin. Ew encama çalakiyan bibe encama azadiya fîzîkî a Rêber APO. Ez hêvîdarim ku daxwazên me hemûyan ew e ku gelên me jî li ser vî esasî hîn zêdetir çalakiyê xwe xurtir bikin.



    KJAR