• تاگەکان: , ,

    ŞERÊ GERÎLLA

    31 تشرینی یه‌كه‌م, 2020

    Bi ferasetên kevneşop ên şer bi dehan serhildan di nava Kurdan pêş ket lê herdem bi awayekî êş binket. Şêwazê ku ji bo şer hatibû hilbijartin têrî bidestxistina serkeftinê nedikir. Bi pêşketina tekoşîna Partiya Kerkerên Kurdistan’ê re çûyîna şerê Kurdistanê 360 derece goherî û qonaxeke nû bidest xist. Şerê feodal û gundîkî zivîrî şerê gerîllayê profesyonel. Bi pêşketina şerê gerîllla re alternatîfa jiyaneke azad hîn bêhtir misoger bû. Çima? Di Rojhilata Navîn jî derveyî şer ne pêkane serkeftinekî bi dest bixe. Lê bi şerê qlasîk jî nabe ku bi ser bikevin. Ji bo vê me şerê gerîlla hilbijart û ev 37 sale ku em li hember Gladyo ya NATO şerdikin. Bi serkeftinên ku me dest xistin me da îspatkirin ku bêyî Kurd li Rojhilata Navîn çaraseriyek ne pêkane. Di her sala ku em bi şer derbas dikin taktîkên nû ava dikin. Bi van taktîkê gerîlla yên nû dijmin wekî  meşê gêj li dor xwe dizivire û ji hatina xwe ya axa Kurdistanê sed carî poşman dibe. Îro jî di cenga Haftanînê de hevalên me bi cûr be cûr taktîk û rêbazên şer bêşdixin û ev yekê  di dijmin de tisek avak kir ku dijmin di cihên ku dagirkirî jî nikare bi rehetî lê bisekine û her bi tirsekî derdora xwe dide ber guleyan. Herî dawî jî rudine û digrî. Em wek gerîllayê profesyonel yê Rêber APO armanca me ew e ku nîşanî dijmin bidin heya em hebin ewê nikaribin yek deskeftiyên Kurdan bi rehetî tune bikin.

    Belkî dewleta Tirk bi sedan car bibêje em ê PKK’ê di vê biharê de tune bikin. Lê em ê van xeyalên wan ji wan re bikin goristan. Emê wisa lê bikin ku her gerîllayek ji bo Erdoxan û hevkarên wî re bibe ezraîlekî ku wê deqê rihê van bistîne. Heta em Rêbertî ji  esaretê xilas nekin em dsest ji şer û tekoşîna xwe bernadin. Wê her fişekekî me bibe bersivdayîna hevalatiya kêm. Bibe bersiva xeyalê şehîdên me. Êdî em nahêlin dijmin gelê me weke pêlîstok pê bilîze û ji hoê rake. Êdî ne dem dema Torosên Sipî yê, ne jî bîrê asîdane. Dem dema cenga gerîllaye. Dema Rusteman, Esmer û Nucana ye. Êdî wê dijmin ji gelê Kurd bitirse wê bizane di piîta her welatparêzekî Kurd gerîllayek heye. Ger dest bavêje wê destê wî bişewite, wê mêjiye jî biteqe bi fişeka gerîlla. Dema dijmin xilas bû. Êdî dem dema gelane dema azadiyê Rêber APO ye.

    NÛDA AGIR

     



    KJAR