• تاگەکان: , , ,

    Ruyê veşartî yê şerê navxweyî

    19 تشرینی یه‌كه‌م, 2020

     

    “zilam şer didin destpêkirin, cefaya wê jî jin dikişin”

    Dixwazim bi vê hevokê ku min di nivîsekê de xwendibû û tam nayê bîra min ya kî/kê bû, dest bi vê nivîsa xwe bikim. Dibe yek ji hevokên herî baş dikare naveroka vê nivîsê vebêje be. Di nivîsê de wiha dihate gotin “zilam şeran didin destpêkirin û jin jî cefaya wê dikişin”. Ez bawerim di vê cîhanê de tu şereke tune ye ji hêla jinan ve hatibe destpêkirin. Ji bo nivîsandina vê nivîsê jî min pir lêkolîn kir. Lê bi tenê yek agahî û belge jî min nedît ku tê de hatibe ku jinan yek şer jî destpê kiribin.

    Belê, ger hûn jî di vê barê de lêkolîn bikin, tiştên hûn bixwînin dê bi we vê heqîqetê bide gotin. Dîsa di foto û dîmenên ji dema berê heya yên îro lê binêrin, hûnê şopên pir hovane yên şer li ser jinan bibînin. Di rûyên mirovên di dîmen û fotoyan de hûnê bibînin wan jinên ku ji şer eziyet kişandine, hêviya xwe wenda kirine, bêhêvî û bê bextewerî ne. Ji ber qurbaniyên şerên ji dîrokê heya roja îro tim jin bûne. Hemû şer ji bo jinan aliyên wê yên hovnak hene, şerên navxweyî jî ji bo jinan tramva û birînên civakî yên nayêne cebirandin, bi xwe re derxistine holê. Pênaseya giştî ya şerê navxweyî di her ferhengokekê de kêm-zêde bi heman rengî ye; “şerê navxweyî an jî şerê sivîl; ji şerê çekdarî di navbera qutbên olî an jî polîtîk yên cuda di welatekê de organîze bûye re tê gotin.” Aliyê hevbeş yê pevçûnan hebe jî li gor xweseriya her welatekê, li gor binesaziya wan ya çandî û siyasî xwedî avaniyeke guherbar in. Herçend şerê navxweyî di her welatî de wek pevçûna grubên çekdar yên di welatekê de pênase bibe jî, di welat de her pevçûn nayê wateya şerê navxweyî. Weke mînak di welat de pevçûna ku hin beş di encama bêzariya ji rejîmê re pêş dixin nayê wateya şerê navxweyî. Ji bo jê re bêjin şerê navxweyî, beriya her tiştî divê grub bikevin nav şerê çekdarî û ev pevçûn di asta welat de bi bandor bibe û hin ji beşên welat li jêr kontrola grubên ku pevdiçin de be. Lê şert nîne ku di encama van pevçûnan de teqez cihêbûn çêbibe. Wek mînak; di şerê navxweyî li Suriyê de, Kurdan ev rewş di aliyê berjewendîya gelan ve qulipandin û şoreş pêk hat, vê jî rê li ber îlana Rêveberiya Xweser vekir, di halê heyî de rejîma Suriyê jî di beşeke ji welat de serweriya xwe ruxmî wenda kiriye jî, hîna hebûna xwe didomîne. Hema bêje tim, şerên navxweyî ji şerên bi welateke derve zêdetir ji welat re zirar dide. Sedema vê ya herî girîng jî ewe ku têkoşîna di navxweya welat de tê dayîn, ji têkoşîna li beramberî welateke din tê dayîn, birînên mezintir vedike ku dermankirina wê hîna zehmet e. Sedema bingehîn ya vê zehmetiyê jî ji tiştên di şerên hundirîn de bi serê jinan tê çavkaniya xwe digire.

    Di vê meqaleyê de emê herî zêde ew zihniyeta baviksalar ya ku di şerên navxweyî de jin hedef dike û jin jê zirar dibînin, zilam bi ser jinan diwazin desthilat û serwerî ava bikin û bi vê rêyê jî peyam bidin hev, derxin holê.     

    Di avaniya civakî ya baviksalariyê de ji bo bedena jinê li jêr kontrolê were girtin, tecawuz wek çek tê bikar anîn. Di pevçûnan de, di şer û hevrakişandina di navbera du kes an jî grubên dixwazin di aliyê polîtîk, aborî, civakî û olî de li ser hev serweriyê pêş bixin de, jin wek obje, wek parzemînek ku divê were fetihkirin, tê dîtin. Bedena wê dikin amûr. Belge nîşan didin ku di şerê Bosna de bi deh hezaran jin rastê tecawuzê hatine. Ev tecawuz wek şehweta cinsî tê nîşandayîn jî lê armanca wê desthilat e û di nav xwe de wateya îdeolojîk hildigire. Bi giştî tecawuz wek bi darê zorê şuxulandina bedena jinê wek amûreke şehweta zayendî ji hêla zilam ve tê pênasekirin. lê di bingeha tecawuzê de ji şehweta cinsî zêdetir, bi rêya şîdet û zextê li ser jinê desthilatdarî ava dike, herwiha ji wê û civata wê re nîşan dide ku dikare hukim bike. Di rewşên şer de tecawuz bedana jinê hedef dike, bi şêweyeke fîlî bedena jinê tê talankirin, lê armanca sereke ji kes, grub û civaka ku jin ayîdê wê ye, vê peyamê dide ku desthilat di destê tecawuzkar de ye. Di vê wateyê de beden û jin bixwe dikin amûr. Di pergala baviksalar de, ji serdemên herî kevn ji ber jin wek objeya kes, grub an jî civakê hatiye hesibandin, di navbera grubên pev diçin de, ya herî zêde zerbe dixwe jin e.

    Şer û tecawuz

    Di tecawuzên di nav şer de çêdibin ji tecawuzên takekesî rû didin cudatir, têgihiştina ayîdbûn ji grubekê û êrîşkirin ji aliyê rûbirû, veşartî ye. Lewre di pevçûnan de, bi taybet di şerên navxweyî de sedema êrîşên zêde yên li ser bedana jinê, çawa bedena jinê kirine amûr, herwiha divê ku etnîsîteya wî welatî li ber çavan were girtin û wiha bibe mijara lêkolînê.

    Bi sedan sal e ku tecawuza jinê, wek ‘taktîka şer’ ku grubek ji gruba din re bi armanca hukimkirin di aliyê polîtîk, aborî, civakî û olî, hatiye bikar anîn. Tecawuzên sîstematîk ên girseyî wek takekes jin wêran kiriye, ji malbat û civatan re zirar daye. Hema bêje di tevahiya dîrokê de di şeran de tecawuz pêk hatine. Di Seferên Selîbî (Xaçperest) şovalye û heciyan, di şerê Cîhanê yê Yekemîn Elmanên ku ketin Belçîkayê, di şerê Cîhanê yê Duyemîn de artêşa Rus ya ber bi Berlînê ve meşiya, li Bengiladêşê artêşa Pakîstanê, di Vîetnamê de artêşa Emerîka tecawuzên sîstematîk pêk anîn û ev rewş wek nîşaneya serketina di şer de hatiye binavkirin. Di qampên komkirina êsîran de bûyerên tecawuz û kampên malên taybet (fuhuş) ên ji bo şadiya leşkeran saz bûne, di şerê cîhanê yê duyemîn de wek rêya piçûkxistina jinê hatiye bikar anîn. Brownmîller vê wek “aliyê herî kirêt ê piçûkxistina jinê” pênase dike. Ji ber jin di qampên ku êsîr têne ragirtin bêyî ku li dijî tecawuzê bisekinin, vê rewşê tehemul dikin. Sedema vê jî ger li dijî wê derkevin dê werin kuştin. Di cîhana me ya îro de jî -ku hema bêje roj tune ye behsê mafê mirovan neyê kirin û zanist û teknolojî gihîştiye asteke herî bilind- rewş pir cuda nîne. Di Nankîng, Bosna, Kosova, Ruanda, Sudan, Kolombîa û Iraqê tecawuzên sîstematîk wek taktîka şer bikar tê. Bedena jinê bi bajêr û welat re yek tê dîtin û her du jî tê talankirin. Mîlîllo sedema ku di şer de evçend tecawuz zêde ne, bi sê xalên sosyo-çandî dibersivîne. Ev; ‘normên çandî yên zayend û derbarê zayendîtiyê de; nasnameya sosyal; desthilatdariya sosyal û hêz’ in.

    Jin ji dema tê cîhanê di nav avaniya civakî ya tê de mezin dibe, wek obje tê dîtin. Wek hemû grubên ‘dîtir’,  li ser wê jî biwêj tê çêkirin, dixin asta duyemîn û wek amûreke îfadekirinê bikar tê. Jinbûn tê wateya li cihekê jêr mulkiyeta zilaman ve taybet û dorpçêkirî tê cîhanê. Lewre jin wek ku ayîdê qada mulkiyeta zilam e, tê dîtin. Bandorên li ser jinê ango li ser wê qadê ji hêla zilam ve tê hîs kirin û hundirînkirin. Bedena jinê, ji demên herî berê yên dîrokê heya roja îro, bûye amûrê îfadekirinê. Çand û îdeolojî li gor bikaranîna bedana jinê pozîsyon girtine. Ev pozîsyona jinê jî ew kiriye malzeme. Ji serdemên berê heya niha jin ji hêla bav, hevjîn, bira ve hatiye parastin û wek ku bi alîkariya wan dikare bibe xwediyê bedena xwe û wek malekê ku divê were parastin hatiye têgihiştin. Vê yekê jî bûye sedem tek-hevserî û bekaret li ser ferz bibe. Tewana li beramberî bedena jinê pêk hatiye, wek ku li dijî malê zilam pêk tê, hatiye hesibandin. Ev rewş encama xwezayî ya avaniya baviksalariyê ye. Di dîrokê de jin yekemîn gruba hatiye mêtîngehkirin e, li jêr vê mêtîngeriyê de jî rolên zaynedî yên ji baviksalariyê çavkaniya xwe digire, veşartî ye. Zextên li ser jinê, li her qadê û hemû civakan de tê dîtin.

    Anîa Loomba di prtûka bi navê ‘Kolonyalîzm Postkolonyalîzm’ ya di sala 2000 de hatiye weşandin de diyar dike ku têkîliya zayendî û kolonyal dişibin hev. Loomba bal dikişîne ser wê ku di berhemên hunerî, bi taybet wêneyan de, parzemîn bi şeklê jinê tê temsîlkirin û wiha jî dikarin xwedî lê derkevin, talan bikin, keşif bikin, fetih bikin. Jin û parzemîn yek tê bidest girtin. Di pêvajoyên kolonyal ji destpêkê heya dawiyê de bedena jinê welatê hatî fetihkirin (dagirtin) temsîl dike. Li gor nêrîna Loomba, Freud jî jiyana zayendî ya jinan dişibîne ‘parzemîna reş’ ev jî nîşan dide ku têkiliyên baviksalarî, tehekuma kolonyal, keşifkirina jinê, talan û mêtîngehkirina wê şibandina parzemînê, cudabûnên zayendîtiya civakî dişibîne cudahiyên nîjadî. Zilamên kolonyalîst û zilamên têne kolonîkirin, di mijarên cuda de li dijberî hev bin jî, di mijara jinê de helwesta wan yek e. Şîdet û zexta li ser bingeha nîjad û şîdeta zayendî di îmgeya tecawuzê de digihîje hev, dibe yek. Ger desthilatdariya kolonyal tê wateya ku zilameke çerm-spî kit bi kit dibe xwediyê (dest diavêje) jin û zilamên çerm-reş, tirsên kolonyal jî li derdora tecawuza zilamên çerm-reş li ser jinên çerm-spî dizivire.   

    Hin mînakên şerên navxweyî

    Di dîrokê de pir welat bûne sehneya şerên hundirîn. Beşek ji van:

    Di salên navbera 1861-1865 di şerên navxweyî yê Emerîka, şerên navxweyî yên Îspanya 1936-1939, di salên1975-1991 şerê navxweyî li Lubnan, di salên 1992-1995 şerên navxweyî li Bosna/Kosova. Di salên 1994-1995 de şerê navxweyî li Ruanda, di sala 2011’an de şerê hundirîn li Suriyê destpê kiriye û heya niha didome. Dema bi xulase ev şerên navxweyî tê lêkolandin, tabloya derdikeve holê em dikarin Femînîcîd (qirkirina jinê) bibînin.

    Şerê navxweyî li Emerîka (1861-1865)

    Di vî şerî de nêzîk mîlyonek kes tê kuştin, di dîroka Emerîka de wek şerê herî zêde wendahî çêbûne, tê pejirandin. Sedema vî şerê navxweyî ji wê tê ku serokê Emerîka yê wê demê ku piştre hate suîqest kirin, Abraham Lîncoln xwest li Emerîka koletiyê rake. Ev daxwaza Lîncoln di navbera eyaletên Emerîka de nêrînên cuda pêşxist. Eyaletên bakurê Emerîka ev erê kirin, lê 13 eyaletên li başûr li dijî derketin. Di sedsala 19’emîn de li Emerîka li herêmên başûr-rojhilat çandinî û ziraat pir pêşketibû û wek çavkaniyeke aborî ya mezin bû. Yek ji sedemên eyaletên başûr li dijî biryara rakirina koletiyê derketin; di zeviyên tutun û qamîşên şekir de kesên çerm-reş ên ji Efrîqa bi zorê hatibûn revandin û li Emerîka wek kole didan karkirin. Karsazên çerm-spî azadkirina koleyên di destên xwe de ji bo berjewendiyên xwe zirareke mezin dîtin û lewre li dijî vê nêrîna Lîncoln xwe birêxistin kirin û çekdar bûn. Li ser bingeha tengezariyan di sala 1861’an di welat de şerê navxweyî qewimî. Ev şer heya sala 1865’an dewam kir di encamê de jî bi rakirina koletiyê li tevahiya Emerîka bi dawî bû.

    Dema encamên şer were nirxandin, li gor qeydên resmî wendahiya giştî ya aliyan 823 hezar kes bû. 500.hezar însan birîndar an jî wenda bûn. Di dawiya şer de piraniya ew mafên ji çerm-reşan re hatibû dayîn ji hêla çerm-spiyên başûrî ve dubare hate xesp kirin. Mafê dengdayînê ji koleyan re hate dayîn. Lê ev tenê ji bo zilaman bû. Mixabin jinan encex di sala 1920’an de mafê dengdayînê bidest xistin. wek encama şer, qezenca ne rewa ya çerm-spiyan li ser keda koleyên çerm-reş dawî bû û aboriya çandinî dubare hate sazkirin, lê yên herî zêde ji vî şerî zirar dîtin û wendahî dan jinên ku kur, hevjîn, bav û birayên xwe wendan kirin bû.

    Şerê navxweyî yê li Sudanê (1955-1972/1983-2005)

    Di şerê navxweyî yê Sudanê ku di sala 1955’an destpêkir û heya sala 1972’an ajot, navber hate dayîn û paşê dîsa di sala 1983’an destpêkir û di sala 2005’an bi hevpeymana aştiyê re bidawî bû, di qeydên resmî de tê diyarkirin nêzîk 2 milyon kes jiyana xwe ji dest daye. Şer di navbera hukumeta Sudan û Artêşa Rizgariya Gelê Sudan ku alîgirê serxwebûnê bû û ji bo başûrê welat têdikoşiya, pêk hat. Di dawiya şer de hevpeymana aştiyê hate îmzekirin û Başûrê Sudan xweserî qezenc kir. Di sala 2011’an de jî bi tevahî bi serxwebûnê bi encam bû. Lê birînên li pişt şer de vebûne, pêçandin û dermankirin hêsan nebû. Birçîbûn, xela, nexweşî di aliyekê, di aliyê din jî bi milyon kesên ji mal û warên xwe hatin derkirin û di surgunê de bi zehmetiyên zêde re rûbirû bûn. Jin di vî şerê navxweyî ku pir dirêj kir de hate revandin, hate tecawuzkirin, hate kuştin û tim bû qurbanê şerê desthilatdariya zilaman. Tramvayên jinê jiya, encex di dozên hatin vekirin di encama vegotinên jinan bixwe ji cîhana derve re hate ragihandin.

    Şerê navxweyî li Cezayîrê (1991-2002)

    Ev şer di navbera hêzên hukumetê û grubên Îslamger di salên navbera 1991-2002 de pêk hat. Welat di sala 1962’an de serxwebûna xwe bidest xist û bi îdareya tek-partî hate birêvebirin, di salên 1980’an de, welat ji protestoyên kesên alîgirên wekhevîtiyê re malovanî kir. Di encama hilbijartina pir-partî de îslamger hilbijartin bidest xistin. layîk (sekuler) ketin tevgerê û wiha jî şerê navxweyî destpê kir. di şerê ku heya 2002 domiya de hêzên hukumetê bi tevahî kontrol pêş xistin û wiha jî şerê navxweyî dawî lê hat. di sala 1999’an serok dewlet Ebdulezîz Buteflîka di peymana efûkirina îslamgeran de da xuyakirin ku yên tevlî cinayet, tecawuz, êrîşên bi bombe nebûne dê efû bikin. Ev daxuyanî jî nîşan dide ku di vî şerî de di asteke bilind de Femînîcîde pêk hatiye.

    Şerê navxweyî li Angola (1975-2002)

    Şerê navxweyî li Angola ji nakokiya piştî qezenckirina serxwebûnê di sala 1974 ji Portekîzê (Porteqal) pêş ketiye û di heman demê de nakokiya ku demdirêj li Efrîqa dihate jiyîn, çavkanî digire. Şerê ku 27 salan domiya heya dawî lê hat rê li ber kuştina 500 hezar kes vekir. Di sala 2002 her du alî lihev kir û hukumeteke hevbeş pêk anîn. Di şerê 27 salan de dirêj kir ya paşmayî wê hilweşîn, êş û mirin bûye. Dibe ravekirina êşê mumkin nebe. Ji ber gotina êşê ku ji du tîpan pêk tê, nabe bi gotineke hişk û zuha were terîfkirin. Ji ber yên şer dijîn, bi taybet jî jin êşa şerên navxweyî pir giran dijîn. Angola jî yek ji wan bû.

    Dema dibêjin ‘şer’ çi tê hizrê we?

    Rondikên bi hezaran jinên hevjînê xwe wendakirine yên dikeve ser lêvên şil, e? An jî tecawuza komî ya bi dehan hovên ji xwe re dibêjin zilam, li ber çavên keçika piçûk li dayika wê dikin, e? Hewara dawî ya ciwanê ku fîşek li singa wî ketiye, ye? Dema li pey xwişka xwe ya ji nav hembêza wê hate revandin de çû, kişandina bedena wê heya parçe parçe bibe bû? Bersiv nedîtin ji pirsa zaroka ku encama tecawuzê bû û ji neçarî anî cîhanê û dema mezin bû pirs dikir ku bav-dayika min ka? Kîjan? Hemû an jî ne yek jî? An jî tu yek ji van nikare şerê navxweyî yê Lûbnanê vebêje. Bi dehan filîm hate kişandin, ji stranan re bû mijar, ji romanan re bû mijar. Lê hîna jî ji jinek ku şerê navxweyî jiyaye bipirsin dê bi şêweyeke mafdar bêje ‘Kes nizane min çi jiya ye’.

    Şerê navxweyî yê Lubnanê (1975-1990)

    Pêvajoya şerê sar bi awayeke pir cidî bandor li ser Lubnanê kir. avakirina Îsraîlê û bicihkirina penaberên Filistînê li Lubnanê (di salên 1976-1990 de ji serjimarê %35 penaberên Filistînî pêk dianî) pevçûnên olî destpêkirin. Mesîhiyên Lubnanî û penaberên Filistînî pevçûnên piçûk jiyan û piştre bi hatina gerîlayên RRF (Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê) yên çekdar derbasê welat bûn, penaberên Filistînî çekdar bûn û wiha jî şer di navbera grubên cuda de lez girt. Suriyê bakurê welat, Îsraîl jî başûrê welat îşxal kir, pevçûn rehendên cuda bi xwe girt. Nakokiya Îsraîl û Suriyê li ser Lubnanê domiya. Di tevaiya salên 1980’an de Beyrud wêran kirin. lê ne tenê Beyrud dilê gelê Beyrudê jî wek Beyrudê xirbe, hilweşiyayî bû. Ji sala 1975 heya 1990’an ku şer dawî bû, tê diyarkirin di navbera 150.hezar û 230.hezar însan jiyana xwe ji dest daye. Nêzîk 350.hezar kes birîndar bûye û ji milyonekê zêdetir kes neçar mane welat biterikînin. Ev hejmar li welatek wek Lubnan piçûk û serhejmara wê kêm de, tê wateya hilweşînê. Di şerê navxweyî de hunermend Feyruz ku welatê xwe terk nekir û têkoşîn meşand di strana bi navê ‘Li Beyrud’ ango ‘Ji bo Beyrudê’ de ji hestên pir kesên Lubnanî re bûye werger. Feyruz di strana xwe de dibêje ‘…bajarê min ê ku xwîna zarokê di destê wê de mezin bû, dît qendîlên xwe tefand, bi tenê ye û di tarîtiyê de…’ bi van gotinan komkujiyên bi jan ên welatê xwe îfade dike. Ji hêla jinan ve hemû şer hovane û tirsnak in. Lê Lûbnanê ji Femînîcîdeyeke din re şahidî kiriye. Di naverasta hemû pevçûn û nakokiyên gruban de jin asê man û kirin qurban, van jinan faturaya giran a şerê bi destên zilaman hate destpêkirin, da. Hejmara jinên malbata xwe ji ber van pevçûnan wenda kirine, pir zêde ye.

    Şerê Navxweyî yê Îspanya (1936-1939)

    Şerê Navxweyî yê li Îspanyayê di navbera netewperest û komarxwazan de pêk hat. Bi fermandariya General Francîsco Franco di 17’ê Tîrmeha sala 1936’an de hêzên netewperest bi hilbijartinê hatin ser hukim û li beramberî koalîsyona ‘Eniya Gel’ serî rakirin. Di encama vî şerê navxweyî yê 3’ê salan de heya mirina Franco di sala 1975’an pêvajoya dîktatoriyê domiya. Tê diyarkirin di vî şerî de di navbera 500.hezar heya 630.hezar însan jiyana xwe ji dest da. Pablo Pîcasso di tabloya reş-spî ya 3,5 metre bilind û 7,8 metre fireh xîz kiriye de, êrîşa li ser mirovan û azadiyê bi nêrîneke hunerî nîşanê raya gişî ya cîhanê dide. Di vê tabloya binavûbang de jin û dayikên ji bo zarokên xwe yên mirî feryad dikin, ji bo hêviyên xwe yên ji ber wehşetê ji dest dane, dubare zindî bikin di destên wan de lambe hatiye xîzkirin. Ji ber di êrîşên hêzên netewperest ê li jêr fermandariya Franco de bi taybet jin bi şêweyeke cidî hatiye hedef kirin ku piştî van êrîşan jî şer heya desthilata Franco ya 36 salan dewam kir.

    Bosna/Kosova

    Di şerê di navbera Boşnak û Sirban pêk hat û herî kêm 100.hezar mirov hate kuştin, mexduriyeta herî zêde jinan jiya. Di sala 1992’an dema Bosna Hersek îlan kir ku ji Yugoslavya cuda bûye, Sirb, Xirvat û Mislimanên Bosna ketin nav pevçûnê û ev şer 3’ê salan domiya. Di vê sê sal de 50.hezar jinên Misilman ên Bosnayî ji hêla artêşa Sirb ve di ‘qampên tecawuzê’ bi armanca tesfiyeya etnîkî rastê tecawuzê hatin û îşkenceyên pir giran dîtin.

    Di rapora sala 2010 ya Fona Serhejmarî ya Neteweyên Yekbûyî de tabloyeke wiha giran derkete der “kesekê tu demê nekariye zelal bike ku di Bosna Hersek de çend jin rastê tacîza cinsî hatine, an jî ji ber tecawuzan çend zarok jidayîk bûn e, derbarê bûyerên tecawuzê tê texmînkirin ku bi deh hezaran in.”

    Piştî tecawuzan bi sedan zarok jidayîk bûn. Piştî 28 sal derbas bûye hîna jî ya herî mexdur jin e. Di darizandinên ku di dadgeha Navnetewî pêk hat û bi salan dirêj kir de yên hatin guhdarkirin û doz şopandin piranî jin bûn. Di doza ku di Dadgeha Tewanê Şer a Lahey de hate dîtin de jî kesên wek serokê partiya Sirb Radovan Karadzîc, ji fermandeyên artêşa Sirb Ratko Mladîç, Vujadîn Popovîç, Serfermandar Ljubîsa Beara bi îdeya ji komkujiyên li Srebrenîtsa berpirsin, hatin darizandin û sizakirin. Ji bo jin bûyerên bi serên wan hatine parve bikin Dadgehên Jin jî lidar ketin.

    Tecawuzên di şerê navxweyî yê Bosnayê

    Îşkence û dest avêtina li ser jinê, ger ku ew jin di gruba li dijî rejîm an jî dijmin eşkere meydan dixwîne de be, an jî ger malbata wê jinê di nav aktîvîteyên polîtîk ên li beramberî otorîte an jî dijmin de be, ji bo sizakirina wan an jî wek amûrê ku bikaribin bi rêya wê agahî kom bikin pêk tê. Wek mînak piraniya tecawuzên heya 1998’an li Bonsa qewimîn piranî li beramberî jinên Bosnayî yên malbata wê alîgerên Ertêşa Azadiya Kosova de bûne pêk hatine. Li gor gotinên jinên ku ji êrîşê rizgar bûne ev nêzîkatiya tecawuzê di mala wan bixwe de, li pêşberî bav, hevjîn, kur û endamên malbatê pêk hatine. (Milillo, 2006: 197) ev jî nîşan dide ku bedena jinê wek amûrê sizakirinê ji hêla zilam bikar tê. Meznarîc (1994) rewşa li Bosnayê wiha xulase dike ‘bi hezaran kes bûn qurbanê tecawuzên girseyî, ji zarokên keç ên di temenê 7-14 salî de jî tecawuz hate kirin, ev tecawuz jî di nav malbat û zarokan ji hêla çend êrîşkaran pêk hatine.’ Di şerên di navbera sala 1992-1995 ê li Bosna de, tecawuz û şîdeta zayendî bi sîstematîk pêk hatiye. Hejmara jinên li Bosna rastê tecawuzê hatin di navbera 20.hezar heya 50.hezar tê texmînkirin. Di mînaka Bosnayê de ji şîdeta cinsî re erka ‘çeka hilweşandina moralê’ li beramberî civakê, hatiye dayîn.

    Beriya şerê li Bosnayê ruxmî ku herêmê xwedî pir-rengiya etnîkî ye, lê bi sedsan sal kariye bi hev re bijîn. Di vî şerê de ji %10 hejmara xwe wenda kiriye. Li gor serhejmariya sala 1991’an hejmara herêmê %43.5’ê wê Misliman, %31.3 Sirb, %17.3 Xirvat, %6 Yugoslav bûne. Yên mayî jî piranî kêm-netewên wek çîngene, Macar, Qeredaxî, Yehudî bûne. Di tecawuzên şer de herî birîna giran li jinên Misliman ketiye, lê Çîngene û kêm-netewên din jî, wek misîlme jinên Xirvat û Sirb jî zirar dîtine. Di esas de kuştina xortên ciwan û tecawuza jinan, bi taybet li ser yên ne Sirb taybet jî ji bo kêmkirina serhejmara Mislimanan pêk hatiye. Di meha Tebaxa sala 1992’an li Bosna 94, li Sirbîstanê 11 û li Qeredaxê, ji hêla hêzên Sirb ve bi giştî 105 qampên komkirinê çêkirine. Herwiha tesbît bûye ku 17 malên taybet ku jinên êsîr neçarê fuhuşê hatine kirin, hebûne.

    Yek ji fîlmên herî baş dikare îmgeya tacawuzê ya di sêgoşeya şer, îdeolojî û bedena jinê de pêk tê rave bike, fîlma Grabavîca ye. Grabavîca li Bosna herêmeke ku di destê Sirban de ji bo îşkencekirinê kirine qampa şer û li wir jinên Boşnak ên Misilman bi sîstematîk rastê tecawuzê hatine û tê wateya ‘jina pişt-xwar (kambur)’. Sînema zimanek e. Çawa ku ziman wek parçeyek ji sîstema civakî xwedî karîgerî ye, îdeolojiyan hildiberîne, zimanê fîlman jî di derbarê jiyana civakî de îpucu (sernex) dide. Avaniyên civakî di sînemayê de diteyise û muteqabil hev xwedî dikin. Dikare bi lêlolînkirina fîlman rewşa sosyo-polîtîk a pêvajoyê were fêmkirin. Ji ber rastiya civakî di aliyekê de ji hêla fîlman tê çêkirin û di aliyê din de jî fîlm ji vê rastiyê bandor dibin.

    Somalî

    Di şerê di sala 1991-1992 li Somalî de bi hezaran kes mirin. Nêzîk 300.hezar Somalî ji ber şer û xizanî welat terikandin. Bi sedan jinên Somalî yên li qampên penaberan ên li Kenyayê ji hêla serbazên erkdar rastê tecawuzê hatin û ev di raporên navnetewî de hatin diyarkirin. Li gor hin raporan di nav kesên rastê tecawuzê hatine, keçeke 4 salî jî heye.

    Ruanda

    Di şerê navxweyî yê li Ruanda ya sala 1994-1995 derdora 800 hezar însan jiyana xwe ji dest da. Di vî şerê ku Fransa û Belçîka roleke mezin tê de hilgirtin, ji hêla Hutuyan bi qasî 250.hezar heya 500.hezar jinên Tutsî rastê tecawuzê hatin. Piştî tecawuzan jî 5.hezar zarok hatin cîhanê. Birînên Ruanda ji hêla jinan ve hate cebirandin. Jinan Ruanda înşa kirin. Ji 80 endamên Parlemenê 54 jin in. Piştî komkujiyê di derbarê wekhevîtiya zayendî pir qanûn ji hêla parlementoyê hatin erêkirin. Dadgeha Siza ya Ruanda a Navnetewî di encama têkoşîna jinan de tecawuz wek tewanê li beramberî mirovahiyê qebûl kir.

    Bengiladêş

    Di şerê sala 1970 di navbera Pakîstan-Bengiladêş de rû da, nêzîk 200.hezar jinên Bengiladêşê rastê tecawuza serbazên Pakîstanê hatin, di encama tecawuzê de 25.hezar jin hamîle man.

    Efxanîstan

    Efxanîstan di sala 1979 ji hêla Sovyet û di sala 2001 de ji hêla Emerîka ve hate îşxalkirin. Li wir jî dîmen heman bû. Li gor raporên navnetewî hêzên îşxalê li her cihê ku çûne bi sedan jin tecawuz kirine, jin di fîlmên porno de dane leyîstin û jinên Efxan firotine tacîrên fuhuşê yên li welatên din. Li Efxanîstana ku bûye qada parvekirina dewletên emperyalîst, jin ji bo xwe biparêzin xwe birêxstin kirin. Li Efxanîstan kevneşopiya berxwedanê kevn e û jin li beramberî şîdeta oldarên zilamsalar û îşxalê di sala 1977’an Rêxistina Jinên Şoreşger a Efxan bi navê RAWA saz kir. RAWA û hejmareke din rêxistinên jin di welat de wek temsîla parastina cewherî ya jinê hîna jî liberxwe dide.

    Iraq

    Di encama lêkolînên piştî îşxala Iraqê ya ji hêla hêzên Emerîka di sala 2003 çêbû, eşkere dibe ku li welat ji sedhezar zêdetir kes hatine kuştin. di êrîşan de %44 jin bûne qurbanî. Bi hezaran jin jî hevjîn û zarokên xwe wenda kirine. Jin bi terora zayendî ya ku her diçe zêde dibe, rûbirû man. Heta hejmara jinên bêwejin, jinên hatine kuştin, di destên tacîran de hatine firotin, nayê zanîn. Di xwepêşandanên li beramberî rejîmê de jî jinan serkêşî kir. herî zêde di qada civakî de daxwaziya wekheviyê anîn ziman. Lê hîna jî negihîştine van daxwazên xwe. Di welat de berxwedaniya jinê her diçe bilind dibe. Ji bo mafên jiyana xwe bidest bixin têkoşîna xwe didomînin.

    Encam

    Beriya sedan sal berê rûpelên spî yên dîrokê ji ber şer bi xemgîniya zarokên bêyî dayik mezin dibin, tejî bibû. Poşmaniya mijarê ew bû ku: mirovahiyê ji van rondikan ders wernegirtibû. Çendîn sal borîn rûpel bi top, tufek, şûr û sunguyan xwînî bûn, di rûpelên xwe de dê şerma wê bijiya ku zarokên hîna çelepêkan diçin dixin nav tabûtan. Jiyana jinên ku bedena wan kirin amûr di paşerojê de, li Bosna, li Bengiladêşê, li Vîetnamê û pir mînakên din de, di roja îro de jî li her cihê şerê navxweyî didome jin tim rastê Femînîcîdê tên. Dema ku hejmara bûyerên di van şeran de rû didin, li ber çavan were girtin baştir fêm dibe ku çiqas jin di aliyê fîzîkî, psîkolojîk û cinsî de texrîb dibe. Heya ku têgihiştin û teşeyê civakî ya jinê neguhere bêguman dê ev rewş bidome. Ji bo vê jî di serî de jin divê hemû civak ji Femînîcîde re bêje na û bi şêweyeke rêxistinkirî têbikoşin.    

    Nergiz Ehmedî       

      

     

     



    KJAR