• تاگەکان: , ,

    Peyman Viyan: Rojhilata Navîn Navenda Şoreşa Jinê Ye

    5 ئازار, 2024

    Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan, şoreşa jin weke ronesansa Rojhilata Navîn pênase kir û got; “ Jin rêberên şoreşê ne. Di 8’Adarê de jin têkoşînê ber bi serkeftinê ve dibin. Bi germahî û rengê zanîsta jinê, em ê têkoşînê bilind bikin û derxînin asta herî bilind.

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kudistanê (KJAR) Peyman Viyan, beşdarî bernameya taybet a Aryen tv bû û di derbarê 8 Adarê de nirxandinên girîng kirin. Di serî de 8’Adarê li Rêber APO, tevahî jinên cîhanê, dayîkên şehîdan, jinên di sîngerên berxwedanê û zindanan de têdikoşin, pîroz kir. Anî ziman ku 8’Adarê xwedî dîrokeke dirêj ji têkoşînê ye û got; “ Têkoşîna jinan di asta şoreşê de ye. Li hemberî hişmendiya mêrsalar li berxwe didin û ber bi serkeftinê ve dimeşin. Ev yek encamên têkoşîna jinan a bi hezar salan e”.

    8’Adarê Roja Têkoşîn û Berxwedanê Ye

    Peyman Viyan, têkoşîna jinan a di sedsala 21’emîn de nirxand û got; “Bi hişmendiya mêr-dewlet, şer di navbera dewletan de tê meşandin. Di van şeran de operasyonên taybet yên qirkirina jinan di meryetê de ye. Qurbaniyên mezin yên şeran, jin in. Li aliyê din jî pêla berxwedan û têkoşîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê, bi berxwedan û têkoşîna jinan di asta herî jor de ye.  8’Adarê jî roja têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî hişmendiya mêr-dewlet e. Vê hişmendiyê jinan bê maf dihêle, biçûk dibîne û di kargehan de dişewitîne. Li hemberî vê hişmendiyê jinan serî netewand û li berxwe didin”.

    Kurdistan Çavkaniya Têkoşînê Ye

    Peyman Viyan bal kişand li ser şer û têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û wiha axivî; “Li ser erdingariya Rojhilata Navîn şerkî dijwar tê meşandin. Ev şerê dagirkerî û desthilatdariyê ye. Di van şeran de jin tên hedefgirtin û dagirkirin. Mînakên vê li Efxanistan, Sûriyê, Îraq, Tirkiye, Kurdistan û pir welatên din heye. Bi taybetî li Efxanistanê carek din hatina Talîban, pêvajoyeke nû a qirkirina jinan da destpêkirin. Di şexsê jinên Efxanistanê de tevahî jinên Rojhilata Navîn hatine armanc kirin. Bi taybetî piştî salên 2010’an li Rojhilata Navîn DAIŞ û Talîban, bi hişmendiya hegemonya êrîşî jinan dikin. Bi awayekî rojane jin tên qetilkirin,tên koçberkirin. Ev êrîş çima pêk tên?. Ji ber ku Rojhilata Navîn navenda şoreşê ye. Şoreşa yekemîn a çandiniyê li ser vê erdingariyê pêşket, bi têkoşîna jinan jî deriyê xwe ji şoreşa duyemîn a jinê re vekiriye. Ji ber vê yekê jî dibe navenda êrîşan. Em ê tenê pirsgirêkên jinan nenirxînin. Ji ber ku Kurdistan çavkaniya têkoşîna jin e”.

    Gerîlayên Jin Çavkaniya Îlhamê Ne

    Viyan, diyar kir ku jin ji berxwedan û têkoşîna hevdû îlhamê digirin û bi van vegotinan behsa berxwedana gerîlayên jin kir; “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinên Kurd, weke şoreşa jinê hat pênasekirin. Şoreşa ” Jin Jiyan Azadî ” a Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî cîhanî bû. Têkoşîn û berxwedana gerîla çavkaniya van destkeftiyan e. Li tevahî qadên jiyanê, li meydanan û zindanan têkoşîneke bê hempa hat raber kirin. Gerîlayên jin li hemberî artêşa duyemîn a NATO yê, li hemberî çekên herî pêşketî û qedexekirî, li berxwe didin û şer dikin. Berxwedana gerîla çavkaniya têkoşîna li zindanan û tevahî qadan in”.

    Aryen, Sara û Bîşeng Pêşengên Şoreşa Jin Jiyan Azadî Ne

    Peyaman Viyan, jinên pêşeng yên ji aliyê hêzên dagirker ve hatine şehîdxistin jî bi bîr anî û wiha behsa têkoşîna wan kir; “ Li Başûrê Kurdistanê hevala Nagîhan Akarsel, li Feransayê hevala Evîn Goyî bi dehan jinên pêşeng hatine qetilkirin. Pêşengên şoreşa Jin Jiyan Azadî hevala Aryen Arê, hevala Sara Hogir Riha û Bîşeng Birûk li her çar beşên Kurdistanê di asta netewî de xebatkirin û pêşengî ji şoreşê re kirin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî îlhama xwe ji mîrsê Aryen, Sara û Bîşengan digire. Pêwîst e her kes kesayetên van şehîdan baş bixwîn in. Ji bo layîqî wan derkevin jî ji heft heya heftê salî, em têkoşîna xwe ji bo serkeftinê derxînin asta herî jor.

    Têkoşîn Di Asta Şoreşê De ye

    Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan, diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 8’Adarê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha berdewam kir; “ Rêjîma îslamî ji gava yekemîn a îlankirina xwe ve êrîşî jinan kir. Derketina jinan ya medyanan qedexe kir, qanûnên hîcabê li ser jinan ferzkir. Armanc kirin modelekî nû ya jinên serî tewandinî û li hemberî desthilatdariya mêr bê deng, ava bikin. Di 8’Adarê de êrîşên pir mezin li ser jinan pêşketin û derketina jinan a meydanan hat qedexekirin. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê roja 8’Adarê weke roja jinan qedexe ye, li şûna wê roja ji dayîkbûna Hz Fatma hat diyar kirin. 8’Adarê roja têkoşîn, berxwedan û li hemberî desthilatdarî serî rakirine, ji ber vê yekê jî ev roj hate qedexe kirin.  Bi 8’Adarê re pirsgirêka hîcaba îcbarî ket rojevê. Bi dehan jin li hemberî zagon û rêjîmê çalakî kirin. Hûma Darabî li hemberî hişmendiya mêr agir berda bedena xwe. Rîhane Cebarî jî teslîmî hişmendiya tecawîzkar nebû, li berxwe da û hat îdam kirin. Kesayetên weke Ferînaz Xusrawî jî teslîm nebû û xwe ji hotelê avêt. Pêşengên weke Şîrîn Elemhûlî jî li zindanan li berxwe da, têkoşîn kir û hat sêdarekirin. Têkoşîna jinan a 45 salan, dibe bingehê Şoreşga Jin Jiyan Azadî. Em di serdema şoreşa jinê de ne, têkoşîn di asta şoreşê de ye. Şoreşa jin jî dibe şoreşa civakî û bi vê şoreşê li hemberî  hişmendiya mêrsalar têdikoşin. Pêwîst e her kes têkoşînê bilind bike û di zanebûna vê dîrokê de be ”.

     Jin Rêberên Şoreşê Ne

    Peyman Viyan, şoreşa jin weke ronesansa Rojhilata Navîn pênase kir û wiha pê de çû; “Jin bi têkoşîna xwe dixwazin Rojhilata Navîn ji dagirkeriyê rizgar bikin. Dema ku şoreş bingehê xwe yê civakî û siyasî ava kir, wê demê şoreşa jin dibe bingehê tevahî şoreşan. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî şoreşê pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ji bo jinan û gelan pêvajoyeke nû a guhertin û veguhertinê ye. Şoreşê zanîst û manîfestoya xwe diyar kiriye. Di şoreşa 57’an de jinan têkoşîn kirin, li berxwe dan û berdêl dan, lê ne xwedî alternatîf û rêberekî bi hêz bûn. Jinên Rojhilatê Kurdistanê xwedî ezmûnên şoreşa 57’an in. Ji ber wê vê carê bi manîfestoya Jin Jiyan Azadî derketin meydanan. Rêberên şoreşê jin bûn û rêberên têkoşînê jî ciwan bûn. Di rastiyê de şoreşeke zihnî bû û guhertinên zihnî bi xwe re ava kir. Dîwarên desthilatdarî, zayendperstî û olperestiya Îranê hejiya. Ji ber ku kesên oldar, dayîk û bav, karker, jin û ciwan di şoreşê de cîh girtin û tevahî gel bi xwe re herikandin”.

    Ji Bo Azdiya Rêber APO Her Kes Berpirs e

    Ji bo beşdariya pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ” jî Peyman Viyan bengewazî kir û ev tişt gotin; “Tevahî netew û jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, di ber azadiya fîzîkî a Rêber APO de berpirsin. Ji ber ku Rêber APO nûnerê rasteqîn yê azadiya jin ,civak û ekolojî  ye. Ji vê pêngavê re jinan pêşengtî kirin. Jin azadiya xwe bi azadiya Rêber APO re dibînin. Bi dehan jinên Îranê bengewaziya piştevaniya pêngavê kirin. Em vê têkoşînê silav dikin, lê pêwîst dike ev berdewam bike û zêdetir bibe. Pêwîst e her kes bikeve zanebûna ku heya Rêber APO di warê fîzîkî de azad nebe, deriyê azadiya jin û tevahî netewan li Rojhilata Navîn nayê vekirin. Di serî de ev yek ji bo Îranê derbasdar e. Di Îranê de guhertin, tê wateya guhetina Rojhilata Navîn. Şoreşa jin di Îranê de, şoreşa jin di cîhanê de ye. Çareseriya tevahî pirsgirêkên netewan li Îranê, rê li ber çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn vedike. Ev yek jî bi azadiya Rêber APO pêkan dibe”.

    Di 8’Adarê De Têkoşînê Bilind Bikin

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jina Azad a Rojhilatê Kudistanê (KJAR) Peyman Viyan, wiha axaftinên xwe bi dawî kir;  “Di 8’Adarê de jin têkoşînê ber bi serkeftinê ve dibin. Li pêşiya jinan tenê têkoşîn û berxwedan heye. Pêwîst e tevahî jin di zanîsta parastina cewherî de xwe rêxistin û perwerde bikin, bi hêz xwe ji têkoşînê re amade bikin. Di buhareke nû de bi hevgirtin û rêxistinbûnê, têkoşînê bi hêztir bikin. Em ber bi Newrozê ve jî diçin. Wateya Newrozê jî berxwedan û têkoşîn e. Bi germahî û reng zanîsta jinê, em di  8’Adarê de têkoşînê bilind bikin û di newrozê de derxînin asta herî bilind”.   



    KJAR