• KJAR, weke pergala konfederal a demokratik a jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û rêxistina wan a sîwan, hewil dide azadiya civakê bi rêya azadiya jinan pêk bîne. Hewil dide ku ser bingeha paradigmaya demokratik, ekolojik û azadiya jinan, bi têkoşana li hemberî hemû zihniyet û dezgehên deshilatdar, dewletgir û cinsiyetperest, pergala azadiya jinan damezirîne û berfireh bike. Hewil dide ku di her derê de bi awayeke xwecîhî civakeke nû li ser bingeha netewa demokratîk ava bike û di qadên siyasî, civakî, aborî, ekolojî, hiqûq, exlaq- badewînasî, dîplomasî, çand û xweparêzîyê de pergala xwe ya konfederalîzma demokratîk ava bike KJAR pêşengtî ji civakîkirina bîrdoziya azadiya jinan re dike û bi nasnameya “jina azad” pêşengitî ji rêxistin kirina hemû jinan re dike. Armanca KJAR’ê ewe ku li ser bingeha têgihiştina netewa demokratik yekîtiya netewî ya jinên Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne û bi deshilatdariya mêrsalarane û modernîteya kapîtalîst ku îfadeya wê ya şênber e, têkoşaneke hevbeş bikin û bi wî awayi yekîtî, hevgirtin û hevbeşiya jinan pêk bînin .rêxistin û kesayetên dijberê kapitalizm, faşizm û deshilatdariyê re peymanan girê bide da ku li hemberî deshilatdariya mêrsalarane û modernîteya kapîtalîst ku îfadeya wê ya şênber e, têkoşaneke hevbeş bikin û bi wî awayi yekîtî, hevgirtin û hevbeşiya jinan pêk bînin