•               Divê Hemû Roj Bibin Rojên Jinan

    3 ئازار, 2024

                                                        

    Ruken Vejîn/ Komîteya Perwerde a Rojhilatê Kurdistanê

    Têkoşîna jinan dîrokî ye. Her dem ji bo jiyaneke azad têkoşîn kirin e. Yek ji wan têkoşînan jî em dikarin têkoşîna jinên  li bajarê New York mînak bidin ku ji bo bîranîna wan, 8’Adarê weke roja jinan hat ragihandin. 8’ Adara 1857’an li New Yorkê ji bo şert û mercên karkirina karkerên jin werin baş kirin li karxana tekstilê, jinan dest bi girevê kirin. Li dijî jinan ji aliyê polîsan ve êrîş dest pê dike, deriyê karxanê tê girtin. Di encama agirê ku pê dikeve de jî 129 jin tên şewitandin û jiyana xwe ji dest didin. Di 26-27’ê Tebaxa 1910 de li Danîmarkayê, di konfransa navnetewî ya jinên sosyalîst de, delegeya partiya sosyal demokrat ya Almanya Clara Zetkîn û Rosa Luksenburk pêşniyar dikin ku di salê de rojek weke roja jinan bê îlankirin. Ev pêşniyar ji aliyê tevahî beşdarvanên konfransê ve tê qebûl kirin. Ev roj ji bo bîranîna 129 jinên karker yên hatine şewitandin, tê ragihandin. Di 16 Kanûna 1977’an de jî ji aliyê civata giştî ya Netewyên Yekbûyî ve roja 8’Adarê weke “ Roja Jinên Cîhanê” hat qebûl kirin. Ev yek bi têkoşîneke dijwar a jinan re 8’Adarê li piranî welatan weke roja jinan tê dîtin. Lê heya niha li hin welatan ev roj nayê qebûl kirin û qedexekirin. Hişmendiya zilamsalar vê rojê qebûl nake û kombûna jinan ya di vê rojê de asteng dike.

    Rêgezên Îdolojiya Rizgariya Jin Navnîşana Azadiyê Ye

    Di nava 365 rojên salê de tenê rojeke weke roja jinên cîhanê tê qebûl kirin. Ne tenê rojek pêwîst dike tevahî roj bibin rojên jinan.  Ev roj jî bi awayekî rehet nehatiye bi dest xistin. Di encama têkoşîn û berdêlên giran de çêbûye. Encama êş, şewat, kuştin û têkoşîna bi hezaran jinan pêk hatiye.  Her tişt di encama berdêlên giran de çêbûye. Ji ber wê jî Rêber APO dibêje; “ ne tenê rojek, divê hemû roj bibin rojên jinan”. Ji bo tevahî roj bibin rojên jinan jî Rêber APO birdoziya rizgariya jin di 8’Adara 1998’an de pêşkêşî tevahî jinan dike. Ji bo jin xwe bigihîne kesayeteke azad jî pênc rêgezan diyar dike. Ya yekemîn “welatparêzî” ye. Kesekî ku ji welatê xwe hez neke nikare ji gelê xwe, ji xwe û ji jiyanê jî hez bike. Ya duyemîn jî “ fikir û îradeya azad” e. Ji ber ku yên fikir û îradeya wan ne azad be nabin yên xwe, dibin yên hinek din, dibin kole. Ji bo her  jinê fikir û îradeya azad şert e. Ya sêyemîn jî “ Rêxistinbûn” diyar dike. Eger rêxistinbûna jin nebe, ji gef û xeteryên ji holê rakirina hebûnê re vekiriye. Jin bi rêxistinbûnê mezin dibe, bi hêz dibe û azad dibe. Rêbertî rêgeza çaremîn jî “têkoşînê” dest nîşan dike. Ji bo jin û mirovahiyeke azad pêwîstî bi têkoşînê heye. Li hemberî hişmendiya zilamsalar, nêzîkatiyên paşverû yên zilam û jinê, li hemberî tevahî koletiyên ku tên ferzkirin û êrîşên li dijî hebûna jinê, têkoşîn dibe bingehê serkeftinê. Ya pênecemîn jî Etîk û Estetîk  “Zanîsta exlaqê, felsefeya ku bi xweşikbûn û çandê ve eleqeder ” e. Exlaq û xweşikbûn du xelekên bi hev ve girêdayî ne û bêyî hev nabin. Mirovekî bi exlaq, mirovekî xweşik e. Kesayetên xwedî çand, exlaq, fikir û hestên xweşik, bi xwe re jiyanê jî xweşik û bi wate dikin. Jinên ku van taybetmendiyan di nava xwe de ava bikin, dikarin azad bibin û bi xwe re civakê jî azad bikin.

    Em Îlhama Xwe Ji Têkoşîna Dîrokî a Jinan Digirin

    Em weke jinên Kurd jî di zanebûna berpirsyartiya xwe de ne. Ji ber ku em li ser mîrasê Şoreşa Neolitîkê, mîrasê dayîkên xwedavend, kedkar û afirîner  dimeşin. Di heman demê de em mîras û têkoşîna jinên cîhanê jî ji bo xwe bingeh dibînin û li ser rêka têkoşeriyê dimeşin. Ji bo em xwedî li têkoşeriya jinan a dîrokî derkevin, em têkoşîna xwe bilindtir dikin û zêdetir pêşde dibin.

    Em weke jinên Kurd ji nava civakekê feodal, di heman demê de ji nava welatekî dagirkirî derketin e. Li hemberî dagirkeriyê çek rakirin, artêşa xwe ya jin avakirin, partîbûn û rêxistinbûna jinê avakirin , zanîsta jinê bi navê Jineolojî pêşxistin,  di avakirina pergala Netewa Demokratîk de pêşengtî kirin, bi armanca xwe gihandina tevahî jinên cîhanê avakirina konfedralîzma demokratîk a jinan, ne karên hêsan in. Di dîroka mirovahiyê de ev cara yekemîn e pêk tên, pêşengtî jî jinên Kurd dikin. Em dizanin ku  jin nezan dihatin dîtin, tune dihatin hesibandin, bi ferastên paşverû yên sîstema baviksalar re rû bi rû dihatin, ji nava rastiya wê civakê derketin û di vê astê de pêşengtî kirin, gavên di asta şoreşê de ne. Ev şoreş şoreşa jinên ku her roj bi berdêlên mezin xwe avadikin û bi xwe re civakê, jiyanê û cîhanê jî diguherîn in. Ev hembû bi keda bê hempa ya Rêber APO pêk hatiye. Rêber APO ji bo jin xwe nas bike, bigihêje cewherê xwe yê rast, bi îrade, bi hêz û azad bibe kedekî mezin da. Jinê weke pêşenga civakê pênase kir û rola wê diyar kir.

    Konfedralîzma Demokratîk Rêya Hevgirtina Jinan e

    Rêber APO Konfedralîzma Demokratîk a Jinan pêşniyar kir. Ji bo jin sîstema xwe ava bikin, rêxistinbûna xwe pêşbixin, tevahî rêxistin û jinên azadîxwaz xwe di vê sîstemê de pênase bikin, ev pergal pêş xist. Pradîgma Netewa demokratîk, ekolojîk û azadxwaziya jin bala tevahî kesayetên azadîxwaz dikişîne. Ji bo tevahî jinên cîhanê hêviyeke nû a azadiyê ye. Jin di konferans û komcivînan de ji pirsgirêkên xwe re çareseriyê nîqaş dikin û alternatîfan pêş dixînin. Ji bo paşeroj û cîhaneke azad avabikin têkoşîn dikin. Perçebûnên ku hêzên desthilatdar di navbera gelan, netewan de ava dikin, qebûl nakin û ji bo yekbûna tevahî netew û baweriyan xebat dikin û tên cem hev. Ji ber ku êşa jinan yek e û azadiya wan jî bi hev ve girêdayî ye. Ji bo sîstemê biguherînin her dem di nava hewldan û xebatan de ne.

    Sedsala Şoreşa Jinê

    Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî bi qetilkirina Jîna Emînî re pêleke nû ya şoreşa jinan ji bo azadiyê hat destpêkirin. Tevahî jinên cîhanê yên azadîxwaz hêviya xwe di şoreşa jinê de dîtin, bû sedema bilindkirin û hevbeşkirina têkoşînê. Bi taybetî di çalakî, komcivîn û konfransên ku li Kurdistan û Ewrûpayê de tên lidarxistin, jin ji tevahî netew û baweriyan beşdar dibin. Bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re têkilî û xebatên jinên Kurd, Belûc, Azerî, Tirkmen, Afgan, Ereb hîn zêdetir bûn.  Hêza jinan a ku bi şoreşê re derket, rêjîma Îranê hejand û tirsandin. Ji bo jin û civak serê xwe ranekin, girtin, îşkence û îdam derxist asta herî jor. Li derve mûdaxelê jiyan, cil û berg, fikir û hestên jinan dikin. Li girtîgehan jî di warê fîzîkî û derûnî de jinên şoreşger, çalakvan û têkoşer îşkence dikin. Bi îtîrafên îcbarî hewl dide vîna jinan teslîm bigirin. Rêjîma dagirker jinên çalakvan ji bo sîstema xwe ya desthilatdar xeter dibîne. Ji ber vê yekê jî jinên rojnamevan, hunermend, mamoste, heqûqnas, çalakvan û şoreşger digire zindanan. Li hemberî tevahî rêbazên îşeknceyê jî jin li ber xwe didin û têdikoşin. Bi taybetî li ser jina têkoşer Zeyneb Celaliyan rêbazên herî pêşketî yên îşkenceyê tên ceribandin, lê ji sekna xwe ya berxwedêr gav paşde navêje. Ciwane Sine û bi dehan jinên din  yên weke Pexşan Ezîzî jî li hemberî rêjîma dagirker li ber xwe didin.

    Hişmendiya zilamsalar ya dagirker li her derê yek e û jinên şoreşger hedef digire. Ji ber ku jin textê desthilatdariya mêr ya xwînmij, dagirker, zayenperest, nîjadperest dihejîn in.

    Ji bo dawî li vê sîstema dagirker were anîn, divê tevahî jinên cîhanê bi hevgirtinê bibin yek û têkoşîna xwe bilind bikin. Di serî de ji bo azadiya fîzîkî a Rêber APO têbikoşin. Ji ber ku azadiya Rêber APO, azadiya tevahî jinan, ciwanan, gelan, netewan di nava xwe de dihewîne. Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye.



    KJAR