• ?Çima Tenê Rojek Dibe Roja Jinan

    28 شوبات, 2024

    Çima Tenê Rojek Dibe Roja Jinan?

    Ji nirxandinên Rêber APO yên ji bo 8’ê Adarê, beşa yekemîn.

              Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinên azad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8 ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tune ye. Nêzîkatiyên tenê di vê rojê de weke nirxekê bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinê dide xuyakirin. Ji bo min, qada xebateke her ku diçe li serê dihizirim e. Ji şer cuda nabînim. Heta mîna di hemû şoroşan de, mijara bingehîn ku divê şoreşên roja me û nemaze şoreşa Kurdistanî bi ser bixin; karê dahûrandina jiyana li der û dora jinê ye. Em ji pirsgirêkên herê berfireh ên şer bigirin û ji aştiyê heya ku bingehek pêşxistina azadiyê di navenda her karî de cih digire.

    Şoreş û Jiyan Bê Jin Nabe

              Hişmendiya ku li derdorê jinê, hatiye hûnandin, heta ku birastiya bîrdozî, rêxistin, çewsandin û mîtîngerî ve neyê destgirtin, heta ku çareserî li ser vê bingehê neyê kûrkirin; her weha şer û şoreş ji jinê qut girtina dest, negengaz e ku şer tam bibe şerê azadiyê. Aştiya ku paşê bê jî negengaz e ku bibe aştiyek rast. Mercên vê yên bingeh û yên pir esas, verişandina têkiliyên dafikên li derdorê jinê ne. Em ji malbatan bigrin, heya exlaq, felsefê û jiyana olan,  hemû di vê mijarê de çi dibêjin? Ji vana wêdetir çi pêkanîne û ci dihizirin? Wan bixwe jiyanek çewa avakirine, çareseriya vana hemûya jiyanî ye. Li ser şoreşa Kurdistanê her ku ponijim, ez hê bibaldar nêzîkê vê pirsgirêkê bûm. Ez dixwazim vê jî bibêjim, Çareseriya vê jî wa ji şer qut nahizirim. Ji bo pêşxistina şer û li ser wateya wê ya rast, ji bo pêşve çûyinê, ez vê pirsgirêkê di girtina dest de pêwîstiyek ji dil dibînim. Ji bo vê jî têgotin, şoreş û jiyan bê jin nabe, ev rastiyek e. Lê di roja me de rewşa ku têdeye û ya din jî di bin statuya ku heye de, jiyana bi zilam re, jiyana bi jinê re, ez hê jî di warê pejirandinê de zahmetiyên ku dikşînim rengeke yê jiyanê ye. Ez bêjim min şoreşa xwe, bi armanca rêbazê vê jiyanê bidim guhertin pêşxistiye, dibe ku rastiyek birengek hê baldartir ez tînime ziman be. Weke elmandineke pirsa ‘’ 8,ê Adarê, ji bo roja jinên cîhanê tê çi watê’’ bê kirin; bersiva ku ji re bê dayîn, kûratiya koledayriyêk li bîrhanîn û bi bîranîn e. Heya tê wateya ku pir sembolîk û hinek jî li gor min girîngiyk ne ji dil jê re raberkirine. Çima tenê rojek dibe roja jinan? Hebûnek jiyanê ya ku dev jê nay berdan, çima tenê rojek nîrxdarîya wê tê bibîranîn? Weke roja dayika jî rojek jê re tê diyarî tê dayîn. Li gor min ev îfadeya ne dilsozbyê ye, divê ev bên derbaskirin. Divê hemû rojan weke roja 8,ê adarê bê destgirtin û bê pêşxistin.

    Ez Ji Bo Xwe Weke Deynekê Dibînim

              Di milê Kurdîstanê de têştên ku zêde ji bo vê rojê em bibêjin tuneye. Şoreşa bi jinê re em dinava hewldanek mezin de didomînin. Ji wateya gelenperiya 8,ê adarê, hê girîntir derbaz dibe. Heya kar, li gel me wa lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwedyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kudistanê, ji bo asta navnetewî hêzên ku dixwazin helwest bidin xweya kirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê têbgihê. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me ve ez ê vê hinek bighînim vekirîbûnekê. Ez bihêvîme ku di pêvajoya pêş me de hê zêdetir giringiyek bidime civînin jinan. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyek ku em şehîdean bibîrbînin heye. ‘’ Çi yên xwe kirin bomba û taqandin’’ bi vî awayî eslê mirov xwe dighîne çalekiyên herê cidî ve, kesên xwedyên çalekiyên azad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwe paqişkin; eslê jinê, erkên ku dane pêş me di kesayeta van şehîdean de bicîh anîn ji bo min deynek e. Bi sedema vê rojê jî bi taybet vana diyarkirinina min wê di cî de be.



    KJAR