• تاگەکان: ,

    Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin

    24 حوزه‌یران, 2021

    Gêrîllayên Kurdistanê Bi Berxwedaniya Xwe Destanên Qehramantiyê Dinivisînin

    Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad  a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik beşdarî bernameya Rawîn  a vê hefteyê bu. Bernamey ya ku li Ariyen Tv tê weşandin de Hêvî Dêrik  pirsên rojnemavan Roşna Dibistanî bersivand. Hêvî Dêrik got; “Gelê Îranê û Rojhilatê Kurdistan’ê neçûndina xwe a li ser sindoqan helwestên xwe li dijî rêjîma Îranê diyar kirin û lazime vê gavê hîn zêdetir û xwertir bikin.”

    Endama Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê (PJAK) Hêvî Dêrik di destpêka axaftina xwe de berxwedaniya gêrîllayên HPG û YJA-STAR li Herêma Parastina Mediya silav kir û wiha pêda çû; “Di serî de em berxwedaniya lehengên Kurdistanê silav dikin û bejna xwe li hember şehîdên ku bi qehremanî şer kirin ditewînin. Ev du mehin li Zap, Metîne û Avaşîn bi pêşengtiya gêrîlla, berxwedaniyekî pir mezin tê meşandin. Li hember teknîkekî ewqas pêşketî, ruxmî hemû hewldanên dijmin û rêbazên cur be cur nekariye îradeya gêrîllayên Kurdistanê bişkîne. Viya jî dijmin mat kiriye. Dewleta Tirk êdî şoq maye nema dizane çibike. Her ku diçe dijmin ji taqetê dikeve. Ev tişt bala hemû cîhanê kişandiye. Dema em dîmenên gêrîlla li çeperê şer de temaşe dikin kena li ser rûyê wan û moralê wan di me de, di gel de hêviyên mezîn a serkeftinê avadike. Ev moral û hêza ku ji fikir û ramanên Rêber Apo tê girtin hêviya binkeftina dewleta Tirk jî mezintir dike. Encama vê şerê jî diyare, Ji roja ku şer li Metîna, Zap û Avaşîn destpêkir gêrîllayên Kurdistanê serkeftinê bi dests xistîye.

    Ji Bo Yekîtiya Gelê Kurd Êdî Pêwîste Her Kes Bangawaziya Li PDK’ê  Bike Ne PKK’ê

    Hêvî Dêrîk, behsa girîngiya yekîtiya netewê kir û dest nîşan kir ku ji bo ev yekîtiya gelê Kurd biserkeve lazime her kes bangawazî li PDK’ê bike ne PKK û wîha berdewam kir; “ Di vê pêvajoyê de, êrîşên giran di şexsê gêrîlla de li ser gelê Kurd tê meşandin. Li hembere vê êrîşê,  ji dervayê welat, ji netewên din piştgiriya berxwedaniya gelê Kurd li hember dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin. Lê belê PDK’ê bi xwe jî destek dide dakirkeran. Ev helwest ya PDK’ê mirov dêşîne. PDK wiha difikre ku çiqas destek bide dewleta Tirk wê bikare li ser desthiladariyê hîn zêde bimîne û hebûna xwe di hebûna dewleta Tirk de dibîne. Di vir de dervayê berjewendiya teng tu tişt nîne, heya dawî zihniyetekî desthiladariye heye. Ruxme bangawaziya Fermandariya Navendî ya HPG’ê, bangawaziye KCK’ê û ya gelê Kurd ji bo yekîtiya gelê Kurd, PDK’ê di ya xwe de israr dike. Di şerê bira kujî de bi israre. Bi vê helwestê rêya yekîtiya Kurda digre û itîbara xwe di nav Kurdana de nehîle. Heval Cemal di axaftinê xwe yê herî dawî de diyar kir ku em şerê bira kujî naxwezin ji bo wî jî bang li hemû partî û kesen xwediye vîjdan kir ku ji bo ev şer çênebe xwediye helhest bin. Helwesta Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) diyare. Êdî lazime her kes li PDK’ê bibirse ka helwestê wan çîye û bangawaziyan li PDK’ê bike daku ji van kiryarên xweyê qirêş vegere.

    Dem Ne Dema Axaftinane, Dem Dema Piratîk û Helwest Pêşxistin e

    Dêrîk da zanîn ku helwesta PDK’ê wê tu destkeftî bi gelê Kurd re nede qezenckirin û bang li gelê Kurd kir ku êdî ji bo yekîtiya gelê Kurd têkoşîn bikin û wiha axîfî; “Di nav pêvajoyekî wiha de ku li her çar perçeyê Kurdistanê de şer heye, dijminên me biryara tunekirina Kurda daye, şûna ku PDK’ê piştgirî bide PKK’ ê radibe êrîş dibe ser gêrîllayan. Ev sekna wan ji nêzîkatîyen wan eşkere dide nîşandan. Ji ber van nîzîkatiyan jî wê dîrok tu çarê wan efû neke. Çima PDK’ê bi sekna PKK neraziya? Çima li hember pêşketin û serkeftina ku bi dest dixîne dijî wê disekine? Çima nahêle PKK vî gelê ji dijmin biparêze? Ji ber berjewendiya xwe ya teng  a malbatî nikara vî yekê hezim bike. PDK roja avabûye heya îro nahîle tu partî û rêxistinên din li kêleka wê kar bike, destkeftiyan qezenc bike. Ev rewşê PDK’ê cihê şermezariye ye. Eger gelê Kurd li hember nizîkatiyên PDK’ê helwest nîşan nede wê tekoşîna azadiyê lewaz bibe. Ji ber viya lazime her kes dengê xwe beriz bike, ne bi gotin bi piratîk tevbigere û xwediye helwest be. Rojekî berê rojekî pêwîstiya me bi yekîtiyê heye . Lazime PDK’ê jî li gor vî yekê tevbigere ne li gor berjewendiyen xwe.

     İbarahîm Reyîsî Ne Bi Dengê Gel Hat Ser Hûkim Biryara Wîleyeta Feqî Bû

    Derbare hilbijartina serok komariya Îranê, û hatine İbrahîm Reyîsî li ser desthilatdariyê jî Hêvî Dêrîk da zanî ku li Îranê hilbijartin pêk nehati, tiştê ku hatîye kirin ne hilbijartin bu intisabat bû  yanî tayîn û terfiya Wîlayêtê Feqî bû, Dêrik wiha dirêje da axaftinên xwe; “Em nikarin hilbijartina dawî ya ku li Îranê pêk hat navê hilbijartin lê bikin. Hilbijartin nebû intîsabat bû. İbrahîm Reyîsî ji ber ku temsîla berjewandiya desthilatdarên Îranê dike ji aliyê Wileyetê Feqî ve hat pejirandin. İbrahîm Reyîsî bê hilbijartine gel hat ser hûkim. Di Îranê de 80 millyon însan heye. Ji wana 60 millyon dikare dengê xwe bide. Li gorê nêrîna Îranê 28 millyon û nîv çûne ser sindoqan, ji wan 17 millyon kes jî dengê xwe dane Reyîsî û 4 millyon kes jî dengê sipî bikar anîne. Yanî ji 60 millyonan  %48 wan çûne li ser sindoqan. Lê ev rêje jî rêjaya ku rejîm bi xwe eşkere dike. Di rastiye de rewş çîye ne diyare. Ruxmê pêwîstiya civaka Îranê bi guhartinekî heye ji bo bikarin ji nav qirîzên heyê derbikevin lê çima gel neçûn ser sindoqan? ji ber ku êdî gel baweriya xwe bi wê sîstemê naynî û hêvîyen xwe qut kiriye, hêvî di sîstemê Îranê de êdî nabîne. Ji ber sîstema Îranê sîstemekî Wilayetê Feqîye her tişt ji jorde tê diyarkirin. Ya ku biryar didin ewin ne gele. Ji dervayê gotin û biryare rehber kesekî nikare tiştekî bike. Di rastiye de gel neçû li ser sindoqan helwest nîşande û ev hilbijartin boykot kirin. Ya girîng niha ewe ku gel vê helwestê xwe berdwam bikin û xort bikin.”

    Kesekî Ku Wek Qesab Tê Naskirin Wê Çawa Bikare Dengê Gel Bibhîse

    Hêvî Dêrik got ku kesek ku destê wê bi xwîna hezaran insanan de heye wê çi xizmetekî ji  bo civakê bike û wiha pêda çû; “Dema em rastiya İbrahîm Reyîsî û dîroka wê û piratîka wê meyze dikin, wê emê pir baş bibînîn ku wê Reysî tu xizmetekî ji bo gelen Îranê neke. Reyîsî heta dawî destê wê di kumkujyan de, girtin û qetilkirinan de heye. Destê wê bi rijandina xwîna Kurdan de heye. Cezayê zindanê yê heyê hemû bi destê wê hatine imzekirin. Zilamekî wisa ye ku hîn di ciwanîya xwe de ber destê Xumeynî hatiye mezin kirin. Di wê astê de hatiya amade kirin ku rojekî cihê Xamînayî bigre. Reysî yek ji wan kesane ku bi tememî li gor berjewendiye rejîme tevdigere û daxwazê gel tu çar ne xwema wî ye.  Ji ber viya ji em dikarin bejin hîn berê hilbijartinan Reyîsî hatibû diyar kirin, her tişt li gor vî yekê hati bû amadekirin. Yanî hilbijirtina Îranê di rastide bi gel henekê xwe kirin bû. Reysî kesekê ku dinava cîvakê de wek qesab te naskirin. Rejîm ger Reysî tîne li ser desthîlatdarîye pêwîste em vî yekê bizanin ku rejîm gel wek kerîyê pez dibîne, Reysî jî wek qesabek hatiye erkdarkirin daku vî kerîye li gorê dili xwe bi be ber çerxê.

    Çiqas Êrîşên Desthilatdaran Dijwar Bibe Li Hember Wê Jî Tekoşîn Mezintir Dibe

    Dêrîk teqez kir ku qirîzên di nava civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yê heyê, bi hatine İbrahîm Reyîsî wê van qirîzan hîn zêdetir û hîn kurtir ber bi xetimandinê ve bibe û wiha bilêvkir; “Serhildanên di salên dawiyê de ku çêbûn desthiladarên Îran’ê tirsand û di hindira sîstema wan de hejandinekî çêkir. Ji ber viya  sîstema Îran ji bo bikare xwe li ser lingan bigre û carekî din rabe pêwîstiya xwe bi kesekî wek İbrahîm Reyîsî dît. Bi hatine Reyîsî ku wek Qesab tê naskirin wê hîn zêdetir qirîzên heyî kurtir bike û civak hîn zêde tengav bike. Wê rewşa jin jî hîn zêdetir ber bi xirab bûnê ve biçe. Lê rastiyek jî heye ku çiqas desthilatdarî êrîşa xwe dijwar bike lazime li hember wê rihê berxwedanî hîn bilindtir bibe. Ji ber viya lazime jin û civakê Îranê ji berê zêdetir du qet têkoşîn bikin.”

    Bi Ruhê Berxwedaniya Zap, Metîna û Avaşîn Wê Sistema Desthilatdaran Birûxe

    Endam Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Rojhilatê Kurdistan’ê Hêvî Dêrik, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir ku bi ruhê berxwedaniya Zap, Metîna û Avaşîn li hembere sîstema sêdara ya Îranê tekoşîn bikin û wiha bi dawî kir; “Li hembere deshilatdariya sîstema Îran’ê pêwîstî bi xortkirina têkoşînê heye. Pêwîste di hindirê Îranê û Rojhilatê Kurdistan’ê de bi rihê berxwedaniya Zap, Metîna û Avaşîn têkoşîn bikin. Heger bi vê rihê berxwedêr di sîsteme Îranê de têkoşîn neyê meşandin wê civaka Rojhilatê Kurdistan’ê rû bî rûye rewşan xeter be. Em vî yekê li gorê kesekî ên wek İbrahîm Reyîsî anîna li ser desthilatdariye dibêjin. Her kes ji aliyê xwe ve lazima gav bavêje. Tenê bi nerazîbûnan sînordar nemînin pêwîste di nav xwe de rêxistinekî xort ava bikin û bi cesaretekî mezin tevlê têkoşînê bibin. Ez bawerim ku bi ruhê ji berxwedaniya gerîllayên Kurdistanê tê girtin, û di heman demê de bi ruhê têkoşîna ku li zindanan de tê kirin ve em hemû taybet jin û ciwan bi wê ruhê tekoşîn bikin wê misoger sîstema desthilatdaran birûxîne.”



    KJAR