• تاگەکان:

    YA Bİ DESTÊ MİROV TÊ AVAKİRİN, Bİ DESTÊ MİROV DİKARE WERE HİLWEŞANDİN

    15 ئایار, 2021

    Modernîteya kapîtalîst tevî hemû xeml û xêzên xwe yên lîberal, statuya ji berê mayî azad û wekhev nake, berevajî li vê statuyê wezîfeyên nû zêde dike û bi vî awayî jinê ji berê zêdetir dixe nava rewşeke girantir. Gotinên weke karkera erzan, karkera malê, karkera bê heqdest, karkera nerm û xizmetkar rewşa jinê ya nû û girankirî nîşan dide. Di ser de jî weke hebûneke magazînî û amûrê reklamê bi karanîna wê jî hûrûkûr tê kirin. Bedena wê bi xwe jî weke amûrekî îstîstmarê di asta metayê de sermaye jê nagere. Di karê reklamê de timî amûrê tehrîk û sorkirinê ye. Bi kurtî, nûnera herî berdar a koletiya modern e. Ma ji amûrekî bê sînor zewqê bide û ji koleya herî zêde karê bîne zêdetir metayeke bi nirx heye?

    Pirsgirêka nufûs û şêniyan ji nêz ve bi cinsiyetparêzî, malbat û jinê ve têkildar e. Çiqas şênî zêde bibin ewqasî jî sermaye zêde dibe. ‘Jina malê’ fabrîkeya nufûsê ye. Em dikarin jêre bibêjin, fabrîkeya meta û ‘dolên’ sîstem herî zêde hewcedarî wan e. Mixabin malbata di bin serweriya yekdestdariyê de xistine vê rewşê. Tevî ku zehmetî hemû para jinê dikevin, nirxê mal jî ji bo sîstemê diyariya herî hêja ye. Şêniyên zêde dibin herî zêde jinê dihilhilînin. Di îdeolojiya xanedaniyê de ev welê ye. Malbatgirî weke îdeolojiya herî nadîde ya modernîteyê, qonaxa dawî ya xanedantî gihiştiyê ye. Ev xusûs hem bi zêdeyî bi îdeolojiya dewletdariya netewe re dibin yek. Ji dewleta neteweyî re timî zarok mezin dike, ma ji vê hêjatir çi heye? Şêniyên dewleta netewe çiqasî zêde bibin, ewqasî jî hêza wan zêde dibe. Em bi vî awayî dikarin bibêjin, di vê zêdebûna şêniyan de ku sînorên xwe derbaskiriye, berjewendiyên heyatî yên yekdestdariya mêr û sermayeyê yên hişk rêxistinbûyî hene.  Zor, zehmetî, qehr, êş, gunehbarkirin, feqîrî, birçîtî, cewr û cefa ji jinê re; bi destxistina kara kêfî ji ‘begê’ wê û sermayedarê wê re. Di dîrokê de ti serdem weke vê serdemê nebû xwedî hêz û ceribandinê ji bo jinê ji pirraliyan ve weke amûrekî îstîsmarê bi kar bîne. Jin weke mêtingeha destpêk û dawiyê di kêliya herî krîtîk a dîroka xwe de ye.

    Felsefeyeke bi azadî, wekhevî û demokratiya bi kok barkirî, bi jinê re jiyaneke hevpar a were bi rêkûpêkkirin, jê tê ku di asteke bêqusûr de bedewî, qencî û rastiyê pêk bîne. Ez bi xwe di nava statuyên heyî de jiyana bi jinê re, bi qasî ku bi pirsgirêk dibînim ewqasî jî kirêt, xirab û şaş dibînim. Di nava statuya heyî de jiyana bi jinê re ji zarokatiya min yek ji wan mijaran e ku têde cesareta min kêm e. Ji ber ku jiyaneke welê ye, xerîzeyek mîna xerîzeya cinsî bi hêz dixe ber lêpirsînê. Xerîzeya cinsî ji bo xatirê dewamkirina jiyanê ye. Harîqayeke xwezayî ye, divê pîrozbûna xwe hebe. Lê yekdestdariya sermaye û mêr jin ewqasî qirêj kirine ku ev qabîliyeta harîqa ya xwezayê weke ‘fabrîkeyeke dolan’ a herî piçûkxistî veguherandine saziya hilberandina metayê. Bi van metayan civak serûbinî hev tê kirin û hawîrdor jî di bin giraniya şêniyan de (niha şeş mîlyar e, em hawîrdora bi deh û pêncî mîlyon şêniyî bifikirin) kêlî bi kêlî hildiweş e.

    Bêguman mirov bi jinekê re bibe xwedî zarok bi xwe bûyereke gelekî pîroz e: nîşan dide ku wê jiyanê neqede. Bêserûbinîbûnê bi mirov dide hiskirin. Ma ji vê hisê hêjatir his dibe? Her cins û cure di bin vê rastiyê de ber bi heyecana bêserûbinîbûnê dikeve û bi vê hisê ditamije. Nexasim ev yek li cem mirovê roja me ya îro di asteke welê de ye, gotina hozanekî tîne bîra me. Hozan wisa dibêje, “Dola me bela serê me ye.”  Kes nikare înkar bike ku em careke din bi şaşî, kirêtî û bê exlaqiya mezin a yekdestdariya mêr û sermayeya bi Xwezaya Yekemîn û Duyemîn re ters dikeve rûbirû ne.

    Ya bi destê mirov tê avakirin, bi destê mirov dikare were hilweşandin. Di vir de ne qanûneke xwezayê heye, ne jî çarenûsek mewzûbehs e. Li vir a em behsa wê dikin, nîzamên desthilatdariyê ne, ew destên jiyanê yên bi hormon û bi kansêr ên zilamê bi hêz û xasûk ên şebekeyê ne. Min her tim hûrûkûr manedarkirina jiyanê ya du cotên herî harîqa yên di gerdûnê de his kir. Min cesaret kir ku berê bi jinê re bifikirim û li pêşiya hemû têkiliyên xwe, li ku, kengî û çiqas xirabî hebin pêre guftûgo bikim û ji holê rakim. Bi tenê jina bi hêz, difikire, qenc, bedew û rast biryarê dide, bi vî awayî jî wexta ji min dibihure min heyranî xwe dike û dikare bibe muxatebê min, bêguman di gera min a felsefî de kevira çarqozî ye ango ya serê quncikê ye. Min timî bawer kir ku sirrên jiyanê yên di vê gerdûnê de diherikin herî baş, bedew û rast wê bi vê jinê re manedar bibin. Lê bi qasî ku ti mêr ê nikaribin bi ser bixin exlaqê min ê min jê bawerkirî heye; ez ê bi malê ‘mêr û sermaye’ yê li pêşiya min, şêwazê hebûna xwe ti carî bi Hurmuza nod hezar mêrî re parve nekim. Hingê ji femînîzmê jî wêdetir têgîna ‘jineolojî’ (zanista jinê) dikare bi awayekî baş bersiva armancê bide.

    ÇAVKANÎ; “ PARİZNAMEYA RÊBER APO A SOSYOLOJİYA AZADÎ BEŞA PİRSGİRÊKA CİNSİYETPARÊZİYA CİVAKÎ, MALBAT, JİN Û ŞÊNİYAN”



    KJAR