• Deriyê ku Siyaseta Demokratîk bi rêvebibe!

    21 ئه‌یلول, 2023

    Endama Komîteya Pêwendiyên Derve a KJAR’ê Rozerîn Kemanger û Endama Koordînasyona KJAR’ê a Ewropa Meryem Fetîh. Di bernameyekî Televizyona Aryen tv de a ku li ser danasîna sîstema KJAR’ê hatibû parvekirin. Di bername de kar û xebatên KJAR ên li Ewropa û her wiha yê Pêwendiyên Derve ên bi jinan re hatin guftûgokirin.

    “Peywendiyê Herî Girîng, Li Cem Civakê Girtin e”

    Endama Komîteya Pêwendiyên Derve A KJAR’ê Rozerîn Kemanger axivî û wiha daye diyar kirin: “Xebatê Diplomasî di sîstema KJAR’ê de, deriyekî ku siyaseta Demokratîk bi rêvebibe.  Ev deriyê siyaseta Demokratîk bi riya jinên pêşeng bêhtir encam digre. Em meyize bikin di dirêjahiya mêjiyê Kurdistanê de Jin riya çareseriyê ji bo peywendiyan li gel welatên din sazdikin. Ji bo vê jî wek KJAR yek ji xebatê me yê herî girîng xebatê Diplomasiye. Ev peywendî di çi çarçoveyê de pêk tên? bê guman di çarçoveyê dewletê de nînin, li cem hemû rêxistinên çepgir, hemû kesayetên azadîxwaz, Femînîst, Ekolojîk, Anarşîst hemû kesên ku ji bo riya azadî tekoşîn dikin ev xebatê diplomasî encam digre.

    Di dîroka jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de KJAR xwedî ezmûne di vê mijarê de. Ji bo me peywendiyê herî esasî li cem civakê girtin e. Yanî xebatê diplomasî di çarçoveya civakê de bi rêvediçe. Peywendiyên me bêhtirî xwe li cem civakên bindest û rêxistinên ku ji bo jinan tekoşîn dikin. Li ser wî esasî ev şoreş tenê yê Kurdistanê nîne, ji bo tevahî Îran e. Peywendiyên me jî di asta Îran de ye. Bi taybet ji bo tekoşîna KJAR’ê, hem jî  Şoreşa Jin Jiyan Azadî bû derfetek ku KJAR peywendiyên xwe berfirehtir bike li cem rêxistinên çepgir. Ji Belûcistan bigre heta herêmên Ereb û heta Bakurê Îranê peywendiyên me li gel hemûyan heye.  Hinek karên hevbeş jî têne kirin wek Semîner, Panêl û bi pêşengtiya jinan di çarçoveya şoreşê de ev peywendî berdewamin”.

    “Karê Herî Esasî, Fikir û Felsefeya Rêber Apo Bidin Nasîn”

    Kemanger di dawiya axaftina xwe de wiha balkişande li ser xebatê herî Stratejîk yê Informasyonê û got: “Xebatekî me yê pir stratejîk heye, bi navê Platformê Netewî yê Jinan. Wateya wê ku Platformeke ji hemû Netewan pêk tê. KJAR jî wek Endamekê di vê Platformê de cih digre, ev Platform li Ewrupa tê li darxistin. Bêhtirî wê jî ji bo jinên derveye wek jinên Ereb, Faris, Kurd û bi taybet jinên Efganistan e. Ji sala 2021’an û heya niha ev Platform bi berdewamî kar û xebatê xwe bi rêve dibe. Ev xebatekî li ser asta Rojhilata Navîn tê bi rêxistin kirin. Ev yek isbat bû li ser asta hemû cîhanê eger dixwazê xebat bikê, yan jî eger dixwazê çareyekê ji bo jiyanê bibîne, were beşdarî vê fikir û felsefê bibe. Ji bo wê jî wek Komîteya Peywendiyên Derve ya KJAR’ê yek ji karê me yê herî esasî jî ew e ku em fikir û felsefeya Rêber Apo bidin nasîn. Di çarçoveya xebatê diplomasî de karekî din yê esasî heye ew jî Informasyon e. Kar û xebatê wê jî ew e xebatê ku di peywendiyan de li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo tê kirin wan belge bike û bide nasîn”.

    “Bi Yekbûna Xwe Em Xebatekî Serkeftî Bikin”

    Endama Koordînasyona KJAR’ê a Ewropa Meryem Fetîh jî, di bernamê de kar û xebatên KJAR’ê  ên li Ewropa nirxand û da zanîn ku: “Bê guman xebatê KJAR’ê li Ewropa xwedî girîngiyek e. Di warê Diplomasî, Rêxistinî û hwd… de li ser asta Ewropa tê kirin. Bi riya kar û xebatê xwe çalakiyên berfireh dike. Bi riya karê Diplomasî li Ewropa Peywendiyên xwe bi Rojhilatê Kurdistan û Îranê re çêdike.  Her wiha bi hewldanan xwe dighînin jinên partiyên siyasî hem jî jinên çalakger da ku bi yekbûna xwe em xebatekî serkeftî bikin. Di heman demê de li gel partiyên jinan ên parçên din jî di nav peywendî dene ji bo ku rêxistinkirin jinan berfirehtir bibe. Ji xwe KJAR niha di nav Rêveberiya Tevgerên Jinên Kurd de li Ewropa cih digre. Heya niha em hewldidin xwe bighînin hemû jinên Ereb, Belûc, Azerî, Lor, Tirkmen, Gîlekî û hwd… da ku careke din meydanê çalakî mezintir bikin, ji bo ku em bi rêxistinbûna xwe meydanê KJAR’ê bibe meydanekî  navnetewî”.

    Fetîh di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Bi riya kar û xebatê xwe em dixwazin hîn jî xwe bighînin jinên ku daxwaza wan a Demokrasî heye û heya niha ji bo Demokratîkbûnê têdikoşin. Wek KJAR’ê ku em bikaribin li ser asta Ewropa û li ser asta navnetewî, li derveyi Erdingariya Kurdistanê ew rola ku li ser milê meye em pêkbînin û tekoşîna xwe xurtir bikin”.

    Dawî bû.



    KJAR