• تاگەکان: ,

    PARASTIN, Rêya Têk Birina Êrîşan E

    19 ئه‌یلول, 2023

    Fermandariya HPJ’ê Aryen Arê, li ser avakirina hêzên parastina jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê axivî. Arê got;  “ Li dijî êrîşkariyên li ser jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, em hêza parastina jin in”.

    Bi hezaran sal in li dijî jin polîtîkayên qirkirin û kolekirinê tên ferz kirin. Pêşengiya van polîtîkayên êrîşkar jî dewlet dikin. Dewlet bi hişmendiya mêrê desthilatdar tevahî qadên jiyanê li jinan digire û êrîş dike. Li hemberî vê hişmendiya qirker û êrîşkar jî jin pêwîstiyên xwe bi parastinê dibînin. Li tevahî beşên Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jin a Kurd, li cem jinan hişmendiya parastinê pêşket. Bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), xebatên parastinê hatin bi hêz kirin.

    Di beşa me ya duyemîn a danesîna sîstema KJAR’ê de,  Fermandariya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Aryen Arê li ser rêxistinbûna xebatên parastinê axivî.

    Bi Hêza Parastinê Nasnameya Jina Azad Tê Avakirin

    Aryen Arê, bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir; “ Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, KJAR nasnameyeke siyasî, îdolojîk û rêxistinî ye. Ji bo nasnameya xwe ya îdolojîk, siyasî û çandî biparêze, pêwîstî bi hêzek e parastinê hebû .  Bi hêza parastinê nasnameya jina azad tê avakirin. Li ser vê bingehê ji salên 2010’an heya 2014’an bi navê Hêzên Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HJRK) xebatên parastinê bi rêxistinkirî bûn”. 

    Arê, da zanîn ku ji 2014’an ve bi navê Hêzên Parastina Jin (HPJ), xebatên parastinê bi rê ve diçin û wiha axivî; “ Em xwe di ber parastina tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê de berpirs dibînin. Her wiha em di ber parastina tevahî xebatên KJAR’ê de jî berpirsyar in”.

    Li Dijî Êrîşan, Em Hêza Parastina Jin in

    Fermandariya HPJ’ê Aryen Arê, da xuyakirin ku li dijî tevahî êrîşên li ser jin HPJ’ê hêza parastina jinan e û got; “ Bersiva êrîşên li ser jinan bi hêza parastinê tê dayîn. Li dijî êrîşên li ser nasnameya jin, siyast, bawerî û îdolojiya jin, erka me ya parastin û bersiv dayînê heye”.

    Aryen Arê, diyar kir ku li hemberî polîtîkayên Rêjîma Îranê yê li dijî jinê, HPJ’ê bi bername û pirojeyên berfireh xebatên xwe dike. Li ser Konfiransa 4’mîn ya HPJ’ê jî ev tişt vegotin; “ Me di konfiransa xwe de li ser erkên parastinê zêdetir nîqaş kir û piroje û pîlansaziyên demên pêş derxist. Di ber pêkanîn û parastina tevahî armanc û pîlansaziyên KJAR’ê de, em xwe berpirs dibînin”.

    Mezinkirina Hêza Parastina Jinan

    Arê,  li ser armanca mezinkirina Hêzên Parastina Jin (HPJ) jî ev nirxandin kir; “ Li bajar û çiyan, aramanca me berfirehkirina  û mezinkirina xebat û hêzên parastina jin e. Li ser jinan êrîşên mezin û berfireh hene. Êrîşên ku pêşdikevin jî qirkirina nasname û hebûna jinan aramanc dike. Tenê bi rêbazên siyasî têkbirina êrîşan çênabe. Pêwîstî bi hêza parastinê heye. Em li ser mezinkirina hêza parastina jinan xebat dikin. Armanca me, zanîsta parastina cewherî li cem tevahî jinan pêşxistin e”.

    Arê, di berdewamiya axaftina xwe de got; “ Em amade ne tevahî tecrûbeyên xwe yên parastinê bi civaka xwe re parve bikin û jinan li ser hîmê parastina cewherî perwerde bikin. Pêwîst dike ku jinên ciwan jî xwe di tevahî qadan de perwerde bikin û di kêliyê de bibin bersiv”.

    Fermandariya Hêzên Parastina Jin (HPJ) Aryen Arê, bi van gotinan dawî li axaftina xwe kir; “ Rêjîma Îranê hewl dide li Rojhilatê Kurdistan û Îranê qirkirina jinan pêk bîne. Em jî rizgarkirin û azadkirina jinan ji vê sîstemê erka xwe dibînin”.

    Sibe; Endama Komîta Pêwendiyên Derve a KJAR’ê Rozerîn Kemanger û Endama Koordînasyona KJAR a Ewropa Meryem Fetîh, wê xebatên KJAR yên li Ewropa û pêwendiyên derve yên bi jinan re bidin nasîn.



    KJAR