• تاگەکان: ,

            BI JIN JIYAN AZADÎ, BER BI ŞOREŞA JINÊ

    21 تشرینی دووه‌م, 2023

    Em roja tekoşînê ya nawnetewî ya li dijî tundiya ser jinê di demekî wisa de pêşwazî dikin ku hişmendiya mêrsalar hemû qadên jiyanê veghurandiye qadên şer, dagirkerî, kuştin û xwekuştina jinan.  Şer û pevçûnên ku her roj gurtir dibin û bi taybetî Rojhilata Navîn veghurandiye gola xwînê, bingeha xwe ji hişmendiya mêrê serdest digere. Ev rewş her roj jiyana jin û zarokan dixe metirsiyê. Di şexsê jin û zarokan de qirkirin li ser civakan û hewarîdorê tê meşandin. Di şerên dagirkeriyê ku bi hişmendiya mêr – dewlet rû didin de, herî zêde jin û zarok dibin qurbanî, jinên ku di encama van şeran de koçber dibin, ji ax û walatê xwe dûr dikevin, bi tacîz û tecawûza mêran re rû bi rû dibin. Bi destê hêzên çete ku pergala netew-dewlet wana bi rêve dibe, jin di kolanan de tên firotin, bi awayeke hovane tên tecawûzkirin û kuştin.  Ev şerên ku tên meşandin di cewher de li dijî jin û jiyanê ne. Şerên ku bi serkêşiya çeteyan pêş dikeve, her wiha şerê Qerebax, Filistîn, Kurdsitan û bi taybet li bajarê Efrîn a Rojavayê Kurdistanê rû dide, bingehê xwe ji pergala faşîst a mêrsalar digre. Terorîzm, faşîzim îfadeya herî şênber a serdestiya mêr e. Bi zêdebûna şer û milîtarîzma ku çavkaniya xwe ji netewe dewletan digirin re hîn bêhtir û kûrtir qirkirina jinan bi xwe re tîne.

    Pirsgirêka azadiya jinê pirsgirêkeke ku li hemû erdnîgariyan tê jiyîn, berxwedana jinê jî berxwedaneke ku berbelavî hemû dinyayê bûye. Şerê cîhanê yê sêyemîn wekî şerê paradîgmayan e. Hêz, gel, jinên ku kevneşopiya şaristaniya demokratîk temsîl dikin û şaristaniya serdestiya dewlet-mêr jî alîgirên şer in. Yek ji sedema ku gelên dinyayê di asta cîhanî de li şoreşa jinê ya “Jin, Jiyan, Azadî” xwedî derdikevin, hişmendiya şerê paradîgmayê ye. Serhildanên ku di sala 2022’an de bi pêşengtiya jinan, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş ketin asta radîkalbûna tekoşîna jinan li dijî pergala mêr–dewlet dide diyarkirin. Rejîma Îranê bi polîtîkayên ku xwe dispêre zayendperestî û olperestiyê, komkujiya jinan pêş dixe, kuştina jinan di warê zagonî û şerîatê de rewa kiriye, zayendperestiyê weke çeka esasî li dijî jinan bikar tîne. Di bin navê ol de mêr- dewlet pîroz kiriye û bi her şêwazî kuştina jinan rewa dike. Di Îranê de êrişên mêrsalarî di asta herî jor de li ser jinan tê meşandin. Rejîma dagirker bi her şêwazî dixweze tola şoreşê ji jinan bigire, ji ber ku serhildan û nerazîbûnên jinan li dijî pergala tecawûzkar veguherî şoreşa civakî; ev jî darbeya herî xurt li hişmendiya rejîmê da. Ji kuştina Şilêr Resûlî bigire heta Jîna Emînî û Armîta û bi dehan jinên din, çanda tecawûzkar a mêrsalar rewa kirine, koletî li ser jinan sepandine. Lê jinan êdî ev sînor perçe kirin, bi tekoşîna xwe hemû sînorên zayendperest, netewperest û olperest ji holê rakirin; paradîgmaya şoreşa civakî bi pêşengtiya jinan hat diyar kirin.

    Ji bo wê rejîma Îranê bi her şêwazî pêşengên şoreşê dike hedef, bi êrîşên zayendperest ve dixweze naveroka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” lewaz bike, siya mêrê serdest bêxe ser şoreşa ku bi pêşengtiya jinan civakî bû. Jinên ku her roj bi destê bav, hevjîn û bira tên kuştin, encama bîrdoziya rejîma dîktatore. Rejîm hişmendiya xwe bi rêya mêr di nav malbatê de bi sazî dike, li kolanan polîsên exlaq û besîc, li nav malan jî bav û hevjînên ku jinan dikujin, nûnerên rasteqîn ên rejîmê ne. Rejîm malbatê weke saziyeke îdeolojîk, şaneya kok ji bo desthilatiya xwe bikar tîne. Salekî ku tekoşîna jinan gihîşte asta herî jor, êrîşên mêrê zayendperset jî bi dehan jin kirin qurbanî. Çawa opersiyonekî siyasî li ser jinan heye û bi dehan jin  tên girtin û îşkenceyên derûnî û fîzîkî re rû bi rû dibin, opersiyonekî mêrê serdest jî di nav malbat de li ser jinan tê meşandin. Li gorî amarên ku li Îranê tên tomarkirin di navbera 2 salan de 156 jin bi destê bav û zilamê malê hatine qetilkirin, her çar roj jinek tê kuştin. Lê li gorî lêkolînên zanîngehan her salê bi qasî 375- 450 jin tên kuştin. Tenê di navbera 2 hefteyên derbasbûyî de 8 jin hatin qetilkirin, yanî her 2 rojan jinek tê qetilkirin. Mêrên kujer jî ji aliyê pergala dewletê ve weke parêzvanê namûsê tên pênasekirin.

    Her roj gef li jinan dixwen, bi sedan jinên ku îradeya xwe ya siyasî diparêzin di zîndanên Îranê de ji mafên siyasî, huqûqî, ji hemû mafê jiyanê tên bêparkirin. Rêjîm şerekî taybet li zîndanan li ser jinan dide meşandin, bi polîtîkayên dervayî exlaq ve dixwaze poşmaniya bi zorê li ser zîndaniyan bisepîne. Zîndanên ku bi pêşengtiya jinên Kurd veghuriye qada tekoşîn û berxwedaniyê, rejîm bi her şêwazî dixwaze naveroka wê pûç bike. Zeyneb Celaliyan 16 salin kêlî bi kêlî berxwedaniyeke bê hempa li zîndanên rejîmê, li hemberî bîrdoziya desthilat raber dike. Zeyneb bûye îradeya siyasî ya hemû jinan û gelê Kurd, bûye sembola jinên azadîxwaz û xeta berxwedaniyê. Rejîma dagirker li hemberî îradeya berxwedêr tirsekî herî mezin jiyan dike, ji bo wê Zeyneb ji hemû mafên tenduristî û jiyanî mehrûm e. Her wiha Werîşe Moradî bi navê kod Ciwana Sine ku yek ji pêşengên şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” ye, ji bo rêxistinkirin û perwerdekirina jinan û ji bo jiyanekî azad ked û berdêlekî giranbiha daye. Sê meh zêdetire ku tu agahiyek ji rewşa endama me Ciwana Sine nayê zanîn, dem û dezgahên ewlekariyê yên rejîma Îranê bi her şêwazî şerê taybet didin meşandin û rewşa  wê endama me nayê zanîn. Em metirsiyekî cidî dibînin û weke tevgera azadiya jin KJAR û hemû kesên azadîxwaz dilgeranî û fikarên me zêde dibin. Rejîma Îranê bi her şêwazî berpirsyare li ber her cure rewşa endama me. Her wiha li beramber rewşa girtiyên din weke Pexşan Ezîzî, çalekvana sivîl û bi dehan girtiyên ji neteweyên cûda yên weke Belûç û Ereb ku rewşa wan ne diyare û bê ser û şûnin jî berbirsiyar e. Çiqasê zextên rejîma totalîter hebe jî wê berxwedanî û tekoşîna jinan jî di asta herî jor de berdewam bike. Nerzîbûna jin û ciwanan bi qetilkirina keça Kurd Jîna Emînî re veghurî asta şoreşa hişmendî, siyasî û civakî û wê tu zext û êrîşên mêr- dewlet nekaribe şoreşa civakî lewaz bike. Ev şoreş bi pêşengtiya jinan pêş ket û felsefe û paradîgmaya wê di şexsê jinên Kurd û Îranê de gerdûnî bû. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam e, yên ku herî zêde berdêla vê jî didin jinên berxwedêrin, malbatên şehîdanin, bi taybetî dayîkên ku bi dil û can, bi zanista azadiyê re ruhê şoreşê diparêzin û berdewam dikin. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” di asta herî jor de radîkalbûna jin û ciwanan li dijî pergala qirker a rejîmê nîşan da, bîrdoziya rejîmê di bingeh de hat redkirin, bi xwe re çanda berxwedanî û bi hevrebûna gelan derxist holê. Sira (raza) jiyaneke azad bi dirûşmeyekî efsûnî, hemû çand û nasname anîn gel hev, remza serkeftinê di hevgirtina gelan de hat nîşandan. Jin êdî tenê xwe qurbanî nabînin, belkû tekoşîn dikin, dîroka azadiya xwe bi xwe dinivîsin. Weke ku afrînerê manîfestoya “Jin, Jiyan, Azadî” Rêber Apo da diyarkirin; “Êdî sedsala 21. sedsala şoreş û azadiya jinan e.”

    Li ser vî bingehî  banga me ji bo jinan; 

    • Li derveyî pergala mêr -dewlet, em pergala xwe ya xweser rêxistin bikin, bi tekoşînekî hevbeş, bi hevgirtinekî bi hêz em ji nû ve di asta herêmî, xwecihî û global de bi çalakiyên hevpar li ber şer û polîtîkayên olperest, nijadperest û zayendperest yên rejîmê rabin.
    • Weke jinên Kurd, Belûç, Ereb, Fars, Azerî, Gîlekî û hwd. em berpirsiyarin li beramber destkeftiyên şoreşê, rêxistinkirin û berdewamkirina şoreşê şert e. Ji ber vê yekê di mijarên perwerde, tenduristî, edalet, aborî, çand û polîtîkayê de em tevnên alternatîf biafirînin. Sîwanekî hevbeş weke konfederalîzma demokratîk a jin di asta Rojhilat û Îranê de rêxistin bikin. 
    • Divê yek ji rojevên me yên  sereke yê  şoreşa jinê xweparastin be. Bê xweparastin tê wê wateyê ku ji gavên herî biçûk ên azadiyê heta mafên di qada hiqûqî û siyasetê de, heta bi serketinên di asta şoreşê de, hemû destkeftî di bin rîskê de werin hiştin. Pêwîste her jinek li hember hişmendiya baviksalar di çarçoveya parastina cewherî de bibe xwedî pergala xweparastinê. Weke jinên Kurd li Rojhilat û Îranê, bi ezmûn û tecrûbeyên xwe em xwedî îdiaya pêşengtiyêne.
    • Her girtiyekî siyasî di zîndanên Îranê de, îradeya siyasî ya jin û gelan e. Em bi tekoşîna xwe li ber jiyan û azadiya her girtiyekî siyasî de berpirsyarin. Ji bo azadiya Zeyneb Celalyan, Werîşe Moradî û bi sedan jinên siyasî wê tekoşîna me di asta herî jor de berdewam bike.
    • Armanceke bingehîn a şoreşa jinê jî guhertina mêr e. Bi qasî jina azad, avakirina mêrê azad û palpiştên wê yên zanistî hewce ye. Şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” da xuyakirin ku mêr jî rizgariya xwe di rizgariya jinê de dibînin. Pêwîste tekoşîna mêrên azadîxwaz jî li hember tundî û pergala mêr – dewlet a serdest bi hêz û radîkal be. Divê hewl bidin qalibên serweriya mêr di her qadeke jiyanê de bişikînin û bi meşa azadiyê ya jinê re bimeşin.

    Bi wesîleya rojê em şehîdên tekoşîna azadiyê ya jinê û hemû jinên ji aliyê tundiya mêr-dewletê ve hatine qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Weke Tevgera Azadiyê ya Jinên Rojhilatê Kurdistanê KJAR, em dibêjin ku em ê bi pergala xweparastinê, rêxistinkirin û hevgirtina xwe mezin bikin û tundiya di asta qirkirina ser jinê de rawestînin. Emê bi ruhê felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re hemû qadên jiyanê veguherînin qadên tekoşîn û azadiyê. Tekoşîna azadiyê ya jinê garantiya demokrasî û azadiyê ye.

    Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan KJAR

    Jin Jiyan Azadî

    21/11/2023



    KJAR