•                         Peyman Viyan:  Fikirên Rêber Apo, Ronesansa Rojhilata Navîn û Cîhanê Ye

    22 تشرینی یه‌كه‌م, 2023

    10’ê Cotmehê li 74 welatên cîhanê pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” hat destpêkirin. Pêgava ku temsîla temênê Rêber Apo li 74 welatan hatbû destpêkirin, di roja me ya îro de jî li 100 welatî zêdetir belav bûye.

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Peyman Viyan, girîngiya pêngavê ji malpera me re nirxand û wiha axivî; “ Pêngavekî bi nirx û dîrokî ye. Ji bo mirovahiyê pêngavekî girîng e. Ji ber ku di azadiya Rêber Apo de pirsgirêka Kurd ya siyasî û civakî tê çareserkirin. Di şexsê Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd û jinan êrîş hene. Girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, tecrîdkirina gelê Kurd û mirovahiyê ye. Bi Azadiya Rêber Apo re jî tevahî gelê Kurd Azad dibe. Çareserkirina pirsgirêka Kurd, çareserkirina pirsgirêkên gel û netewên li Rojhilata Navîn û cîhanê ne”.

    Jin Pêşengên Pêngava Azadiyê Ne

    Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan anî ziman ku li Rojhilata Navîn pirsgirêkên gelan bi hev ve girêdayî ne, ji bo wê jî azadiya gelan bi hev re girêdayî ye. Çareserî bi fikir, pradîgma û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê. Peyman Viyan bal kişand li ser beşdariya jinan jî û wiha got; “ Bi pêşengiya jinan pêngav tê bi rêve birin. Bi taybetî li Bangladeş, Afrîka Başûr û tevahî welatên cîhanê jin beşdarî pêngavê dibin. Ji ber ku Rêber Apo di nava 50 salên têkoşînê de bi awayekî domdar pirsgirêka jin ya dîrokî û sosyolojîk dahûrand û ji bo çareseriya pirsgirêka jin xebat kir. Ji tevahî pirsgirêkên jin re pirojeyên çareseriyê pêşxist. Çareserkirina pirsgirêka jin kir bingehê çareserkirina tevahî pirsgirêkên civakî. Di heman demê de azadiya jin jî kir bingehê azadiya tevahî civakê”.

    Fikirên Rêber Apo Cîhanî Ne û Tevahî Sînor Rûxandin e

    Peyman Viyan da zanîn ku jinên Kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo li Kurdistan û cîhanê bûn xwedî hêz, îrade û pêşengên şoreşê û wiha domand; “Jinên Kurd ji Modernîteya Demokratîk û civakek azad re pêşengî dikin. Têkoşîna jinên Kurd ji bo tevahî jinên cîhanê bo nimûne û îlham. Jinên cîhanê yên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin, dibînin ku tenê Rêber Apo pirsgirêka azadiya jin xistiye pêşiya tevahî azadiyan. Fikirên Rêber Apo sînor derbas kirine û tevahî dîwarên netewperestî, zayendperestî û olperestî rûxandin e. Ji ber vê yekê tevahî gel û jinên azadîxwaz, azadiya xwe di pradîgma û azadiya Rêber Apo de dibînin”.

    Fikirên Rêber Apo Yekbûna Gelan û Netewan Pêk Tîne

    Peyman Viyan bal kişand li ser beşdariya bi hêz ya jinan, ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî’ û ev nirxandin kir;  “Xwedîderketin û beşdariya bi hez ya jinan ji pêngavê re hêz û coşek mezin dide me. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi fikirên Rêber Apo Şoreşa ‘Jiyan Jiyan Azadî’ destpêkir û cîhanî bû. Ev dirûşm tevahî dîwar rûxandin, tevahî netew li cem hev kom kir û azadiya gelan bi hev ve da girêdan. Ev dirûşme pradîgma û serdemekî nû ji bo jiyanekê azad ava dike. Tevahî netewên ku pêwîstiya wan bi azadiyê heye û ji bo wê têkoşîn dikin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rêya çareseriyê ye. Ji ber ku fikirên Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ronesans û ronahiyê tîne. Şoreşa heşmendî pêk tîne”.

    Beşdariya Pêngavê Erkekî Mirovî, Exlaqî û Polîtîk e

    Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan di berdewamiya axaftina xwe de ev bang kir; “ Pêwîst e her kes di ber azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de xwe berpirsyar bibîne û ji bo wê têkoşîn bike. Azadiya tevahî netewên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hev ve girêdayî ye. Kurd, Belûc, Fars, Azer û Ereb ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşin. Tevahî kesên rewşenbîr, hunermend, akademisyen û jin çiqas ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin, ewqas pirsgirêkên azadî û demokrasiyê çareser dibin. Azadiya gelan û jinan pêk tê. Ji bo vê yekê dem hatiye ku her kes fikir û nerînên xwe bi cîhanê re parve bike û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîneke radîkal raber bike”.

    Peyman Viyan bang li jin û ciwanan jî kir û got; “ Pêwîst e jin û ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi hêz xwedî li pêngavê derkevin û beşdar bibin. Bi xwe re tevahî netewên li Îranê dijîn jî beşdar bikin. Ev erkekî mirovî, exlaqî û polîtîk e”.

    Dem Dema Azadiyê Ye

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Peyman Viyan, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “ Her kes azadiya xwe bi azadiya şoreşa Jin Jiyan Azadî re dît. Wê gavê azadiya Rêber Apo jî azadiya her kesî ye. Azadiya Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Dem dema azadî û têkoşîneke radîkal e”.

    Axîn Zîlan



    KJAR