•    Cewherê Têkoşîna Me, Derxistina Rastiya Nasnameya Jinê Ye

    10 كانونی دووه‌م, 2024

                              

    Di sala 1997’an de Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya bi hevalên jin re ev nirxandin kirbû;

    Cewherê şerê min, bingehê hemû lêgerînên min derxistina rastiya nasnameya jinê ye. Ev lêgerîna herî xweşik û pîroz e. Jina ku zilam lê digerin, jina ku bi hêsanî bixapînin û bi zayendîtiya herî çors ve xwe têr bikin û biavêjin e. Ev nêzîkbûneke gelekî xeter e. Felsefeya zilam ev e. Bêgûman hûnê di vir de xwe bihejînin, bibin xwedî têkoşîneke mezin. Ger hûn têkoşîn nekin, hûnê di rewşa jinên ku zilamekî wiha, koletiyê û kirêtiyê wiha ji rêzê dike û tune dike, xwedî dike de bin. Ez jineke wiha di refên azadiyê de qebûl nakim.

    Ev têkoşîneke zehmet e, lê belê têkoşîneke gelekî bi rûmet û jêneger e. Hezkirin giştî ye û encamekî armancên me yên siyasî ye. Hezkirina ku siyasî nebe, pratîkî û rêxistinî nebe, ezez e. Di wateya siyasî de jî heta dawiyê tevlîhev dike, cihê dike û dixe. Kesayet bi axaftinê na, ger bi rastî bi aliyê xwe yê siyasî, rêxistinî  û çalakgeriyê ve bi biryar be û xwe dabê, wê demê wateyeke hezkirina di wî de bi pêş bikeve çêdibe. Yên ku ji vê direvin di hemû nêzîkbûnên wan yên di bin navê hezkirinê de sextekarî heye. Şerê azadiyê ji bo we û her kesî pêwîst dike.

    Ez Şervanekî Mezin ê Tolhildanê Me

    Ez li şûna ku bibim ji zayendeke zilam, ez li hemberî wî zayendî şerê ku diviya jin bide, ez didim. Weke ku di nava gelê Kurd de tê jiyîn, ev zayenda ku şerê xwe qebûl nake ez şerê wê didim.  Rêbertî tê wateya mirovê ku ew qas zilamên şaş, har û bêpîvan nas nake, disekinîne ye. Tê wateya ew kesê ku rê dide vîna jinê, tê wateya derîvekirina ji dunyaya azadiyê re.  Gav avêtina we ya ji deriyê azadiyê re û wateya bûyîna we ya xwediyê van gavên hêz, tê wateya qezenckirina mezin a bi xwe. Ji bîr nekin ez şervanekî mezin ê tolhildanê me. Ango ez yekî ku dizane çi bike, ji wan im. Divê hûn helwestên xwe hetanî dawiyê lêkolîn bikin.

    Tirs Li Pêşiya Hezkirinê Asteng e

    Gelo bedewî binirx e yan jî zayendîtiya çors? Ger hindek dixwazin bi jinê re bijîn, divê destpêkê bedew bin. Li şûna xwe bispêre qaşo zilamtiya xwe ya çors, divê xwe bispêrin bedewiya xwe ya mezin û ji bo jiyanê hêzê ava bikin. Ez xwe wisa îlan nakim, lê belê hewldana min di vî alî de ye. Tirs li pêşiya hezkirinê asteng e. Di rastiyê de tu jin ji min natirsin. Ev tê wateya ku ji bo hezkirinê destpêkek hatiye kirin. Ev bi serê xwe têr nake. Girêdaniyeke bedewiyê jî bi serkeftinê ve ya ku qut nabe heye. Jixwe xweşikbûn bi xwe azadî ye. Ev jî bi şer ve tê bidestxistin. Şer jî sekinandin û pratîkeke balkêş a bîrdozî, siyasî, polîtîk û rêxistinî dixwaze. Heta di rastiya Kurd de ji ber ku bêhevsengiyeke mezin a hêzê heye, şervantiyeke balkêş û bin nakeve dixwaze. Ji ber wê jî rêya ku diçe hezkirinê bi vî rengîbûyînê ve derbas dibe.

    Dema ku ez dibêjim em ji zilamtiyê bigerin, ez nabêjim em dest ji mêrxasiyê berdin. Berovajiyê vê ez dibêjim em mêrxasiya mezin derbixînin holê. Zilamê ku di wateya çors de wenda dike, ji aliyekî din ve dê bi rengê jina ku qezenc dike ve bilind bibe. Dema ku van hev temamkirin, wê demê dê hêzeke balkêş a artêş û şer derbikeve holê.

    Bilindbûna Jinê Bi Qasî Bilindbûna Gelê Kurd, Xwedî Nirx e

    Hewldanên me yên pêşxistina jinê yek ji şerê me yê mezin e. Her roja ku derbas dibe hêvî ber bi pêkhatinê ve diçin. A ku heycan dide min jî ev e. Bilindbûna jinê bi qasî bilindbûna gelê Kurd- ku ew jî ji wê re di nava hev de ye, xwedî nirx e. Misoger ji vê xwe bi şûn de kişandin nabe, berovajî encax mirov pê kêfxweş bibe. Divê hemû zilam jî heyranê vê tiştê bin. Lê belê divê zilam bizanibe ku ev yek hêsan nîne. Dema ku piştgiriya wî nebe, ji heyraniyeke wiha re jî mafê wî nabe. Ji bo bibe xwedî piştgiriyekê, pêdiviya xwe bi hewlddanên xwe yên cewherîkirinê heye.

    Azadî Wê Bersiva Jiyanê Be

    Bela tu kes di ezeziyeta xwe de vê xerab neke. Bi taybetî divê jinên di nava refan de ne di vê mijarê de xwedî rêgez bin. Bi taybetî bi girêdayî mayîna bi wesiyeta Zîlavê ve dema ku pêwîst kir, vê her roj bînin pêş çavên xwe û meşeke saxlem esas bigirin. Li gor min tenê nêzîkbûneke were qebûlkirin, bi qasî ku rast e, ya bi me şer dide qezenckirin û tenê helwesta ku jiyana xweşik ku we dixwest bi ser bixe dê bîne ye. Em nirxeke bilind didin vê. Divê hemû hewldanên we li ser vê bingehê bin. Kî li ser vê bingehê bimeşe û bi ser bixe, tê wê wateyê ku ya herî rast kiriye. Heycan û coşa vê ji nêzîkbûna herî çors heta ji têkiliyên zayendî binirxtir in. Ez coşa ku li ser vê bingehê dibînim heycan û ger çêbibe hevnaskirina zayendan a li ser vî bingehî û parvekirina bi hev re ya jiyanê, ez nirxdar û pîroz dibînim.

    Divê hemû partiyî gihiştîbûneke bi vî alî ve, bi nêzîkbûnên xwe yên bi biryar ve, xwe gelekî bihêz bikin. Divê em him bi vê bawer bikin, him jî em ji bo pêwîstiyên vê xwe razînin. Ev dê şer ji her demê zêdetir bi pêş bixe, ji ber wê jî jiyana azadiyê ya ku em hêvî dikin dê bibe bersiveke ji nejiyîna me ya gelekî ketiye û gelekî kirêt dike. Nêzîkbûna me, coşa me, hezkirina me û ger hebe evîna me li ser vê bingehê ye.



    KJAR