•    Li Dijî Êrîşan, Bilindkirina Têkoşînê

    11 تشرینی یه‌كه‌م, 2023

                                                                 

    Axîn Zîlan

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) Peyman Viyan, komploya 9’Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û di 25 salan de êrîş û tecrîda girankirî ya li Îmralî, êrîşên dagirkeriya Îranê yên li ser jin  û civakê ji bernameya Ravîn ya televizyona Aryen Tv re nirxand.

    Endama Koordînasyona KJAR Peyman Viyan hevkariya tevahî hêzên navnetewî ya di komploya 9’Cotmeha 1998’an de rol lîstin, şermezar kir û got; “ Di 25’salan de berxwedan û têkoşîna Rêber APO komplo vala derxist. Armanca komplo di şexsê Rêber APO de qirkirina gelê Kurd û  tesfiyekirina  tevahî hêzên azadîxwaz bû ”.

    Peyman Viyan di destpêka axaftina xwe de  anî ziman ku bi fikir û têkoşîna Rêber APO destkeftiyên gelê Kurd zêde bûn. Têkoşîna Rêber Apo li ser asta Rojhilata Navîn û cîhanê bû.  Li hemberî sîstema sermayedar û netew dewleta fikir û paradîgma Rêbertî ya netewa demokratîk  alternatîf e. Ji ber vê yekê jî hêzên navnetewî yên netew dewlet li dijî Rêber Apo komplo pêk anîn. Rêber Apo radestî dewleta Tirk ya dagirker û faşîst kirin. 25 salin di asta herî jor de jî tecrîd giran kirin e.

    Rêber APO Şoreşa Hişmendî Pêk Anî

    Peyman Viyan da zanîn ku tevahî jiyana Rêber APO bi têkoşînê derbas bûye û wiha axivî; “ Rêber APO gelê Kurd di aliyê sosyolojîk û dîrokî de şîrove kir û li hemberî qirkirina gelê Kurd sekinî. Di hişmendiyê de guhertin û şoreş pêk anî. Di warê netewî de jî yekbûna gelê Kurd çêkir. Ji ber ku têkoşîna gelê Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiyê cîhanî bû, hêzên dagirker jî armanc kirin carek din gelê Kurd bê Rêber bihêlin û têkoşînê perçe bikin”.

    Peyman,  şehîdên pêngava ‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi bîr anî û got; “ Bi dehan kes canê xwe dan ber agir û çalakiyên fedayî pêk anîn. Bi çalakiyên xwe peyama herî watedar dan. Şehîdên pêşeng siyasta navnetewî ya komploger vala derxistin û li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir. Nameya ku pêşkêşkirin ew bû ku ‘ edî kes nikare destkeftiyên me têk bibe’ û li tevahî beşên Kurdistanê ji çalakiyan re rê vekirin”.

    Komplo Bi Awayekî Sîstematîk Berdewam e

    Endama Koordînasyona KJAR  Peyman Viyan êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê jî şermezar kir û ev tişt vegotin; “ Armanca êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê têkbirina destkeftiyên gelê Kurd e. Dewleta Tirk ya faşîst ji rojên destpêkê yên şoreşê û heya roja me ya îro bi awayekî herî hov êrîşî destkeftiyên gel dike. Di 9’Cotmeha 2019’an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî êrîşên dagirkeriyê da destpêkirin. Di roja me ya îro de jî di salvegera Komploya li dijî Rêber APO de carek din li dijî Rojava êrîşên hov pêk tên. Rojavayê Kurdistanê qada ku fikirê azadîxwaz û paradîgma Rêber APO bi piratîk bûye. Li Rojavayê Kurdistanê yekbûyîna tevahî netewan û avakirina sîstemek demokratîk hat dîtin. Hevgirtina tevahî netewên li Sûrî  Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûrî û Ermenî bi hev re nîşaneya sîstemeke demokratîk e. Her wiha şoreşa Rojava bû bingehê şoreşa azadiya jinan. Ji ber vê yekê jî Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê hat pênasekirin. Tevahî jinên azadîxwaz yên cîhanê jî berê xwe dan şoreşa Rojava û beşdar bûn. Ev hemû encamên xebat û paradîgma Rêber Apo ye. Ev jî nîşan dide ku fikirên Rêber APO di nava dîwarên zindanê de nayên girtin. Fikirên Rêber Apo dîwar û sînoran nas nake”.

    Destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, Destkeftiyên Rojhilata Navîn e

    Peyaman Viyan bang  li tevahî gelên azadîxwaz ên cîhanê kir ku li destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê xwedî derkevin û li dijî dagirkeriyê bibin xwedî helwest. Peyaman wiha gotinên xwe berdewam kir; “Şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşket, çavkaniya xwe ji têkoşîna Tevgera Azadiyê, Jinên Bakurê Kurdistanê yên serî hildan û Şoreşa Rojvayê Kurdistanê ya bi pêşengiya jinê cîhanî bû, digire. Ji ber vê yekê jî destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê, destkeftiyên tevahî Rojhilata Navîn e.  Pêwîst e parastin û xwedîderketinek mezin li destkeftiyên  Rojavayê Kurdistanê çêbibe. Li hemû beşên Kurdistan û cîhanê jî têkoşîn û berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê û tecrîda giran ya li ser Rêber Apo were bilind kirin”.

    Îran Ji Goristanên Şehîdan Ditirse

    Peyman Viyan di berdewamiya axaftina xwe de zextên li ser malbatên şehîdan anî ziman û ev nirxandin kir; “  Di salvegera şoreşê de Rêjîma Îranê ya dagirker rê neda ku gel serdana gorên şehîdan bike û wan bi bîr bînin. Her wiha bi gefên girtin û sêdarekirinê gef li malbatên şehîdan xwar. Bi dehan endamên malbatên şehîdan girtin. Gotin; ‘ Ger li ser gorên şehîdan merasîmên bîranînê pêk werin emê îşkence û sêdarekirinan pêk bînin’. Bi vê yekê xwestin gel bê deng bikin. Ev kiryar û zextên ku rêjîma Îranê pêk tîne, lewazî û tirsa wî destnîşan dike. Siyaseta Îranê, siyastekî qirkirinê ye. Di vê siyaseta xwe de çiqas îsrar bike jî wê nikarî be bi ser bikeve. Ji ber ku şoreşê bi xwe re çanda bi hevrebûna gelan avakir û pêşengiya wê jî jin kir.  Şoreşê bi xwe re çandek têkoşîn û berxwedaniyê avakir”.

    Rêjîma Îranê Qetilkirina Jinan Teşwîq dike

    Peyman,  da xuyakirin ku rêjîma Îranê kuştin û xwekuştina jinan teşwîq dike û wiha pêde çû; “ Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kuştin û xwekuştinên jin zêde bûne. Rêjîma Îranê bi teşwîqkirina kuştina jinan hewl dide ji jinan tolê hilgire. Cehrîkirina jinên ciwan, êrîşên li ser jinên di zindanan de, zagonên li dijî jinan û zagonên hîcabê, tevahî siyasta ku li dijî jinê bi rêve diçe bi armanca tolhildana ji şoreşa jinê ye. Tevahî dezgeh û saziyên dewletê yên rêjîma Îranê li ser bingehê zayendperestiyê hatine damezirandin. Di encama hişmendiya vê rêjîmê de jin tên kuştin. Di bin navê namûsê de jin ji aliyê zilaman tên kuştin û rêjîma Îranê kujeran diparêze. Zagonên rêjîma Îranê kuştin û xwekuştina jinan teşwîq dike. Xwekuştina jinan jî em weke kuştin digirin dest dest. Ji ber ku jinan bêzar dikin û digihînin asta xwekuştinê”.

    Êrîşa Li Ser Armîta û Jîna Emînî Yek e

    Li dijî êrîşa li ser jina ciwan ya li Tehranê ji aliyê Polîsên Exlaqê ve pêk hat, Peyman Viyan ev nirxandin kirin;  “ Rêjîma Îranê di bin navê hîcabê de bi awayekî rojane êrîşî jinan dike û qetil dike. Qetilkirina Jîna Emînî di bin navê hîcabê de bû, niha Armîta jî berdewamiya êrîşa li dijî Jîna ye. Di şexsê Jîna de tevahî jin armanca rêjîma dagirker bûn. Êrîşa li dijî Armîta jî berdewamiya siyasta hedefgirtina jin e. Bi qasî ku hedefgirtina jin e, ewqas jî ya netew e. Ji ber ku Armîta jî jineke Kurd e û li Tehranê li dijî wê êrîş pêk hat. Niha di rewşek giran de li nexweşxaneyê tê razandin. Dewleta Îranê li ser dayîk û bavê Armîta zext kirin ku bûyerê berovajî nîşan bidin. Rê nadin ku bi ti awayekî kes nêzî nexweşxaneyê bibe. Bi vê yekê aramanc dikin li hemberî êrîşê bê dengiyê serwer bikin. Pêwîst dike her kes li dijî vê êrîşkariyê bibe xwedî helwest. Ji ber ku rêjîma Îranê bi hişmendiyek zayendperst êrîşî jinan dike. Di şexsê jin de jî civak û ciwanan dike armanca êrîşên xwe. Yên ku vê pêk tînin jî navên Polîsê Exlaqê li xwe dikin. Ev sazî li dijî têkoşîna jinan hatiye avakirin. Bi taybetî piştî ku têkoşîna jinan bilind bû ji aliyê Rêjîma Îranê ve hat damezirandin.  Nav jî bi awayekî zanebûn hatiye hilbijartin. Dixwazin bêjin ku di şexsê jinê de bê exlaqî tê jiyan kirin, ev kes jî exlaqê diparêzin. Ev li hemberî jinê bê exlaqî ye. Lêdana Armîta lêdana jin e, lêdana netew e. Îro Armîtaye dibe ku sibe jinek din be. Ji bo ku dawî li êrîşkariyan were pêwîste her kes bi berpirsyasî li hemberî vê hişmendiya desthilatdar bibe xwedî helwesteke radîkal”.

    Li Dijî Rêjîmê, Zindan Qada Têkoşînê Ye

    Peyman Viyan, berxwedaniya jinan ya li zindanan silav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe; “ Li  Îranê zindan qadên têkoşînê ne. Li zindanan hevgirtin û xwedîderketina jinan ya bi hev re bi hêztir dibe. Ji ber ku bi yek helwestê li hemberî rêjîmê li berxwe didin û serî natewînin. Ev yek jî rêjîma Îranê ditirsîne. Li hemberî berxwedanî û têkoşîna li zindanan tê jiyan kirin, rêjîma Îranê bi tirs e. Ji ber vê yekê jî bi rêya îşkenceyê hewl dide teslîmiyetê pêşbixîne. Hevala Zeyneb Celaliyan 16 salin di zindanê de ye û tê îşkence kirin. Dezgehên rêjîma Îranê bi şerê fîzîkî û ruhî hewl didin jê mikurhatinên îcbarî bigirin. Vê yekê jî bi armanca reşkirina nasnameya wê ya siyasî ye. Her wiha li ser bi dehan girtiyên siyasî yên di pêvajoya şoreşê de hatin girtin, bi îşkenceyê îtîraf pêşxistin û piştire sêdarekirin. Ji ber ku li zindanan berxwedaniya jin heye, polîtîka rêjîma Îranê ya li ser girtiyên siyasî wê encam negire”. 

    Peyama, wiha dirêjî da axaftina xwe; “ Pêwîst dike berxwedaniya tevahî jinên di zindanan de li ber xwe didin were dîtin. Xelata Nobel a 2023’an ji bo Nêrgiz Mihemdî hat dayîn. Ev di encama têkoşîna jinan de pêşket.  Pêwîst dike her kes berxwedanî û têkoşîna jinan ya li zindanan, kolanan û qadên xebatê bibîne. Ji ber ku di berdêla jiyana azad de têkoşîn dikin. Nêrgiz Mihemdî jî anî ziman ku dema xelat hat dayîn tevahî jinên li zindana Evîn bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî qîr kirin e. Ev yek xwedîderktina li şoreşa jin ya azadiyê destnîşan dike. Nêrgiz Mihemedî jineke li zindanê li ber xwe daye û bûye xwedî xelat, ev cihê pîrozbahiyê ye. Lê pêwîst dike jinên din yên girtî jî werin dîtin. Bi dehan jin li zindanên Îranê bi salan in li ber xwe didin û têkoşîn dikin, lê nayên dîtin. Saziyên mafên mirovan ji bo wan ti xebat nekiriye û helwest nîşan nedan e. Pêvajo bi pêşengiya jinê bi rêve diçe, êrîşên herî dijwar jî li ser jinan pêk tê, ji be vê yekê pêwîste li tevahî girtiyên siyasî xwedî derketin çêbibe”.

    Banga Xwedîderktina Li Werîşê Muradî

    Endama Koordînasyona Komelgeha Jinên Azad a Rojhilat (KJAR)  Peyman Viyan, di dawiya axaftina xwe li ser revandina endama KJAR Werîşe Muradî jî axivî û got; “ Ji 1’ Tebaxê ve em ji endama KJAR Werîşe Muradî, bi navê kod Ciwana Sine agahî nagirin. Ji aliyê hêzên Itîlat ve hatiye revandin. Bi dehan caran malbat serlêdan kirin, lê li ser rewşa wê zanyarî negirtin. Ev fikarên malbatê û kesên azadîxwaz zêde dike. Werîşe Muradî xebatên jinan yên siyasî û civakî dimeşand. Piştî daxuyaniyê kesên azadîxwaz û çalakvan di nava xebatê de bûn ku agahî bigirin. Xwedîderketinek pêşket lê pêwîst dike ku bi hêztir bibe û dengê her kesî bilind bibe.  Em bang li her kesî dikin ku bibin xwedî helwest. Bi taybetî saziyên mafên mirovan yên navnetewî bi erka xwe rabin û li rêjîma Îranê zext bikin. Banga me ew e ku her kes têkoşîn û xebatên xwe bi hêztir bike”.



    KJAR