• تاگەکان: ,

    Ji bandora vê felsefeyê ditirsin

    30 تشرینی دووه‌م, 2023

    Endama Komîteya Perwerdê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Heval Tekoşîn Dilgeş vê hefteyê bû mêvana bernameya taybet a telefizyona Aryen Tv. Di vê bernameya taybet de, bi berfirehî guftûgo li ser pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo despê kiriye û her wiha salvegera 46’emîn a damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat kirin.

    Awyer Sine

    Tekoşîn Dilgeş, Endama Komîteya Perwerdê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), di despêka axaftina xwe de silav û heskirinên xwe ta Îmraliyê da diyar kirin û got: “Ji 10’ê Cotmehê ve, pêngaveke berfireh ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatiye despêkirin. Ji xwe ev 25 salin ku Rêbertî di Îmraliyê de di nava tecrîdeke girankirî de ye. Li kêleka vê yekê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, êdî her kes dizane ku nêzîkatî û zihniyeta deshilatdariyê, pirsgirêkên gelan çareser nake, berovajî vê yekê pirsgirêkan ava û kûr dike. Îro li her devereke cîhanê, ji ber vê yekê tevahiya civakan di nava qirîz û qawisekê de jiyan dikin. Yê ku Rêber Apo dixwîne û dengê xwe derdixe, ji xwe bi her şêweyekî hovane, hewil didin ku bê deng bikin. ji ber vê yekê jî, pêngava ku îro hatiye despêkirin, bi gel hate despêkirin. Di roja me ya îro de tevahiya gel û civakan, ji bo ku bikaribin jiyanek demokratîk û azad jiyan bikin, xwe li derdora fikir û felsefeya Rêber Apo dihewînin û banga azadiya fîzîkî a Rêber Apo dikin.”

    ‘Ji bo gelan, nefesa azadiyê ye’

    Endama Komîteya Perwerdê, Têkoşîn dilgeş di dewama axaftina xwe de wiha got: “ Hêzên hegemon û deshilatdar, ji hêz û yekîtiya gelan ditirsin. Ev yek li her deveke cîhanê şopên xwe dide diyar kirin. Li Tirkiyê, dema ku dewleta Tirk a faşîst hêza vê pêngavê dît, hê zêdetir tirsiya. Ji ber vê yekê jî bi riya cezayên nû ên li ser Rêbertî, tirsa xwe veşêre û zextê li ser Rêber Apo û gelên azadî xwaz zêdetir bike. Ji bandora felsefeya Rêbertî a li ser tevahiya gelên cîhanê, ditirsin. Ji ber ku êdî gel tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nake. Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, berya demekê gel xwest ku ji bo Rêber Apo li Gemlikê meş li dar bixe, lê belê bi her şêwazî pêşî li gel girtin. Her car bi heman êrîşan nêzî gel dibin. Lê belê êdî ew bi xwe jî ketine ferqa vê yekê de ku, nikarin pêşî li gel bigrin. Gel azadiya fîzîkî a Rêber Apo dixwaze. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelan nefesa azadiyê ye. Çiqas hêzên deshilatdar û faşîst bi riya zext û zorê bixwazin gelan bê hêvî jî bikin, nikarin. Êdî gelên azadî xwaz ne bi girtin û ne jî bi îşkenceyên hovane, dikare gel bitirsîne û bê hêvî bike. ”

    ‘Xwedî derketina li azadiya xwe ye’

    Heval Tekoşîn di dirêjiya axaftina xwe de behsa giringiya ramanên Rêber Apo ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir. Di heman demê de bi tayîbetî di vir de bal kişande ser giringiya wê ji bo jinan û got: “Ev pêngav ne çend roje, ev nêzî do salane li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi pêşengtiya jinan ve hatiye despê kirin. Ji ber ku şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azad’ bi xwe felsefe û bangewaziya Rêber Apo ye. Di roja me ya îro de fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêşengtiya jinan ve, teqîneke mezin a ji bo azadiyê di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de derxist pêş. Bi vê teqînê re jinan, tevahiya tiştên ku di şexsê wê de li ser civakan tê sepandin, red kir û li himberî wan derket. Ji bo ku jin bikaribin di her qadeke jiyanê de rolê xwe bilîze û hebûna xwe îfade bike, banga Rêber Apo ya ji bo azadiyê bi dengê xwe bilintir kir. Li himberî vê yekê jî, îro zexteke di asta herî jor de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li ser jinan tê meşandin. Ji xwe zextên ku li ser jinan tê meşandin, li ser tevahiya civakê tê meşandin. Li himberî van zext û hvîtiyan, li her deverekê mirov paradîgmaya Rêbertî her dem çareseriya herî sereke dibîne. Ji ber vê yekê jî paradîgmaya Rêber Apo, îro çiqas ji bo tevahiya gelên cîhanê pêwîstiyeke herî sereke ye, ji bo tevahiya civak û gelên Rojhilatê Kurdista û Îranê jî bi heman şêwaziye. Ji ber vê yekê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwedî derketina li Rêber Apo xwedî derketina li mafê xwe yê azadî û demokrasiyê ye.”

    ‘Pêwîste ku xwedî lê derkeve’

    Endama Komîteya Perwerdê ya Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Tekoşîn Dilgeş di nava nirxadinên xwe de, bal kişande ser salvera 46’emîn a Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û ev roj li Rêber Apo, tevahiya azadî xwazan pîroz kir û wiha qala giringiya vê damezrandinê kir: “Hebûna gelê Kurd, bi damezrandina PKK’ê ve ji nû ve ava bû. di vê rojê de tevahiya gelê Kurd û Kurdistan, vejînek nû jiya. Eger Rêber Apo (PKK) ava nekiriba, îro Kurd û Kurdistan jî nebû. Li kêleka vê yekê rastiya gel û netewan, dernediket pêş. (PKK) li her devereke Kurdistanê bandoreke xwe ya diyarker da ava kirin. li Rojhilatê Kurdistanê jî av yek derbasdare. Ji roja avabûna Partiya Kakerên Kurdistan, ta roja me ya îro gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ewladên xwe di nava tekoşîna (PKK) de şehîd da. Ji xwe ev yek jî bandora (PKK) li ser vê civakê bi awayekî şênber derdixe holê. Tişta ku ev partî ji tevahiya partiyên Kurd cûda girte dest, netewî bûn e. Tenê yek beşên Kurdistanê negirt dest, ji bo azadiya her çar beşên Kurdistanê têkoşiya û hê jî têdikoşe. (PKK) bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve, bi tekoşîna xwe a ji bo azadiyê, êro berxwedêrî û egîdiya gelê Kurd, bi tevaiya gelan da hîs kirin. Îro xwedî derketina li Rêber Apo, xwedî derketina li (PKK’ê) û hebûna xwe ye. ji ber vê yekê pêwîste ku îro tevahiya gelan, xwedî lê derkeve”



    KJAR