• تاگەکان:

    Çalakî û Şoreşa Herî Mezin, Azadiya Jin e – II

    25 حوزه‌یران, 2023

    Hevseroka KODAR’ê Gulan Fehîm

    Heval Sema Yûce jî ku ji kaniya felsefa Rêbertî fêr bu lêgera wê ji bo çawa bijîn bû. Ji bo ku rast jiyan bike û hemû bandora pergala desthilatderiyê derbas bike, bi çalakiyeke radîkal got ku : “Ez ê bi agirê bedenaxwe, xwe jinûve biafirînim”. Bi gotina ku “Dû roj di ezmanan de nabe, ji bo kesayeteke azadîxwaz jî du paradîgmayên cude nabe”. Her dem xwe perwerde kir û hemû jiyana xwe bi fikrê Rêbertî re xemiland. Ji bo bigihêje wateya jiyanê çalakiyek wiha kir. Rêheval Sema her xwest bi wate jiyan bike û di navende bi wate jiyan kirina xwe de jî Rêbertî dît. Heval Sema xwedî kesayetek bi perwerde kirî, têkoşer, gotin û piratîk kirina yek bu. Ne tenê bi şeklê çalakiyê di terzê jiyanê de jî bû xetek. Heval Fikrî ji bo vê yekê got: “Heval Sema Fermandara min e” û di xeta wê de têkoşiya.

    ‘Şoreşgera Xeta Azadiyê’

    Yek ji wan hevalên ku di meha Hizêranê de şehîd bû, Rêheval Leyal Agirî bû. Şehîd Leyla salên dirêj  di nava tevgea azadiyê de tekoşîn meşandin. Li her qadeke şoreşê ked da û bi teybet di xeta azadiya jin de hewildenek mezin kir. Heval Leyla jî wek kesayet ku xwe perwerde kiribû û xwedî kesayeteke zana û têgihîştî bû. Di tevahî riya xwe ya tekoşînê de bi coş û heyecaneke mezin meşiya. Tu caran ji bo xwe zehmetî wek astengî qebûl nekir. Kîjan zehmetî bihatiba pêşiya rêheval Leyal bi armanca çareser kirin bi ser de diçu. Xwe di bîrdoziya rizgariya jin de kur kiribû û wiha jiyan kir. Her dem hewil da ku tiştên ji Rêber Apo fêr buye, fêrî her kesekî/ê bike. Heval Leyla di her beşeke Kurdistanê de ked da. Di qada Bîrdozî, Leşkerî, Siyasî, Civakî de roleke pêşeng leyist. Hem di perwerde kirina jinan de, hem jî di rêxistin kirina jinan de kedeke zêde da. Pir zêde li ser sosyolojiya jin di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de lêhûrbun dikir. Li ser vê esasê digot ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi awayekî azad jiyan kirin heq kirine û ji bo vê jî di çi astekê de xebat pêwîst bike, ez ê kar bikim. Her wiha ji bo ku tu jinek bê rêxistin nemîne hewildaneke mezin de. Di nava hevalan de her dem wek hêza perwerde kirin, rêxistin kirin, çareserî dihate nas kirin. Bi hevaltiya xwe ya ji dil û dilnizm dihate nasîn. Ji bo vê yekê Ş. Leyla jî li ser esasê bûyîna şoreşgera xeta azadiyê tevlî hemû xebatan bû.

    Şehîd Gulan, Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed jî bi rêxistin buna jin bawer bûn û li ser vê esasê kedeke bêhempa nîşan dan. Her sê heval jî bi salan di nava tekoşîna azadiya gelê Kurd û tekoşîna azadiya jin de hewildan kirin û xwedî rolên pêşeng bun. Bi sekna xwe derfetê jiyaneke azad ya mayinde ji tevahî jinan re ava kirin. Di riya azadiyê de rêhevaltiyeke rast bi Rêber Apo re meşandin. Hewildan ku ji kedê Rêbertî ji bo jin daye xwedî derkevin û ji bo bihêz kirin û pêşde birina vê kedê jî bi hemû hêza xwe ve beşdar bûn. Di şexsê wan rêhevalên me yên pêşeng de îro li her dera cîhanê azadiya jin tê nîqaş kirin û tekoşîn tê meşandin. 

    ‘Di dilê dijmin de lerza binkeftinê ava kir’

    Di heman demê de heval Zîlan Pepûle jî wek jinek ji Rojhilatê Kurdistanê bû, li ser esasê feraseta azadiyê beşdarî nava refên gerîla dibe. Rêheval Zîlan Pepûle wek her jineke Kurd ku hem ji nasnameya xwe ya netewî bê beş dibe û hem jî ji nasnameya xwe ya jin bûnê dihate bê beş kirin. Li ser vê esasê di nava pergaleke zayendperest û netewperest de mezin dibe. Li gel ku di nava pergaleke wiha de mezin dibe jî her dem, di hundurê xwe de nerazîbûnek li beramberî rejîmê jiyan dike. Ji bo vê her demê di nava lêgerînekê de dibe. Di encama vê lêgera xwe de fikrê Rêber Apo nas dike û wiha berê xwe dide çiyayên azad ê Kurdistan ê. Her ku têgihîştina heval Zîlan Pepûle zêde dibe û tehlîlên wê yên ji bo pergala cinsyetparêz zêde dibe, hewil dide bibe xwedî kesayeteke bihêz ku bi tekoşîn û ava kirina kesayeteke nû di xwe de bersiv bide vê zihniyetê. Heval Zîlan Pepûle jî bi îdeaya ku di kesayetiya xwe de temsîla nasnameya jina azad bike, navê heval Zîlan(Zeynep kinacî) li xwe dike û hewil dide kesayetiya xwe de rastiya heval Zîlan bide jiyan kir. Çawa ku heval Zeynep Kinacî li Bakurê Kurdistanê, di dilê dijmin de lerza binkeftinê ava kir, heval Zîlan Pepûle jî di nava dilê degirkerên Rojhilatê Kurdistanê de heman lerza binkeftinê dide jiyan kirin. Bi sekna xwe ya di nava gel de bawerî û hêviyeke mezin ava kir. Di heman demê bi sekna xwe wek jineke ku serî li hember dijmin natewîne, ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îran deriyek nefesê li beramberî zihniyeta zayendperest vekir. Wan Rêhevalan ji bo me mîrasek mezin ya tekoşînê hiştin û bi keda xwe derfeteke mezin yê xebatan ji bo me vekirin. Ger ev pêşengê me nebin, di qada Siyasî, Leşkerî û Civakî de me nedikarî bibin xwedî hêza tevlî bûnê. Ger îro li Rojhilatê Kurdistan û Îranê duruşma Jin Jiyan azadî tê gotin, ev hemû bi saya keda wan jinên têkoşer e. Heval Zîlan li çiyayên Merîwanê di destê dijmin de bi birîndarî li berxwedide heya şehîd bû, tevî hovîtiya dijmin jî lê serî ne tewand, heval Şêrîn Elemhulî di zindenên Îranê de li beramberî Rêjîma sêderê li berxwede û bi diruşma Jin Jiyan Azadî ber bi sêderê ve çu û serî netewand û di heman demê de bi sedan berdêlên dîtir yên azadiya jin hene. Îro em encama vê kedê li Rojhilatê Kurdistanê û li her dera cîhanê dibînin. Ji bo vê em berpirsyarin ku armanca şehîdên xwe bigihêjînin serkeftinê. Bi sedan şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî çêbûn, ji bo vê yekê jî erkekî girantir li ser şanê me ye.



    KJAR