• تاگەکان:

    Pêwîste Her Jinek Xwedî Helwest Be!

    1 تشرینی دووه‌م, 2023

    Endama Komîteya Perwerdê ya Komelgeha Jinên Azad A Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Tekoşîn Dilgêş, vê heftê bû mêvana Bernameya Şîlan a Dengê Welat. Yek ji mijarên herî sereke ku di nirxandinên xwe de girte dest. Şoreşa Jin Jiyan Azadî a ku bi pêşengtiya jina Kurd  li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hatibû destpêkirin.

    Endama Komîteya Perwerdê ya (KJAR) Tekoşîn Dilgêş da zanîn ku: “Şoreşa Jin Jiyan Azadî a ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêşengtiya Jîna Emînî hate destpêkirin, her ku diçe ev şoreş berfirehtir dibe û heya niha jî dewam dike. Ev êrîşên ku li ser gel dil milê Çandî û Yekîtiya Gelan de pêk tên,  bi van êrîşan dixwazin vê şoreşê bifetisînin. Mînak wê rojê nêzî 400 kedkar û Mamoste ji kar hatin avêtin, meselen di vir de hedefên wan ku gel bê deng bikin. Belkî rêbazê wê li Bakurê Kurdistanê cuda be û li Îranê cuda lê belê sîstem her ew sîsteme. Di Îranê de ev êrîş her berdewam dikin da ku şoreş bê bandor bikin. Ji bo ku tenê li pêşiya şoreşê bibin asteng her cure işkence, tecawiz , qetilkirin, kuştin û hwd… dixwazin gel çavtirsandî bikin. Her ku çalakiyek pêk tê bi sedan gel digrin û sêdare dikin. Sîstema Îran sîstemeke wisa ku her tiştî bi veşartî dike. Ji bo ku Raperîneke duyemîn çênebe her cure êrîşan pêktînin”.

    “Tevî hemû êrîşan jî berxwedaniya xwe dewam dike

    Tekoşîn Dilgeş di dewama nirxandina xwe de balkişand li ser berxwedaniya heval Zeyneb Celaliyan û got; “Bi her şêwazî êrîşên şerê Taybet, şerê Piskolojîk li ser Mamoste, Rojnamevan û girtiyên siyasî dide meşandin. Mînak di demên dawî de her Rojnamevanekî ku bi erka xwe ya Exlaqî radibe, dibe hedefa rêjîma Îranê, ev yek metirsiyekê li ser giştî civakê çêdike. Da ku her kesê ku berxwedide û daxwaza mafê xwe dike wan bê deng bike. Ji bona vê yekê jî hem di milê Çandî û hem fîzîkî de jî qirkirin pêktînin. Lê kêleka vê yekê jî xwedî derketina gel li Şehîdên xwe û zarokên xwe, helwestekî pîroze li hember rêjîma îranê a dagirker. Her ku êrîş çêdibin, berxwedaniya Gelan zêdetir dibe. Ev şoreş hemû cîhan bû şahid jê re ku çiqasî bû xwedî bandorekî girîng, çiqas êrîş jî li ser werine kirin jî nikarin bê deng bikin û nikarê pêşiya gelan bigre. Ji bo vê yekê jî her roj qanûnekî pêş dixe da ku tenê civakê ji vê şoreş dur bixe. Ji ber vê sedemê jî berxwedanî girîng e. Mînaka heval Zeyneb Celaliyan li ber çavan e. Tevî hemû êrîşên li ser jî bi îradeyeke xurt berxwedaniya xwe dewam dike”.

    “Bêexlaqtiya Herî Mezin, Sîstema Rêjîma Îranê Bi xwe ye”

    Di heman demê qetilkirina Armîta Gerawend jî yek ji van siyaseta rêjîma îranê ye, da ku gel serkut bikin. Keçeke ciwan ku temenê wê 16 salî bû, ji Tehranê vedigeriya bajarê xwe û rastî êrîşeke bê exlaqî hat ev yek li pêşiya çavê cîhanê çêbû. Ji bo ku deng dernekeve li ser malbata wê jî zexteke pir mezin çêkirin, ji bo ku xwedî li helwestê keça xwe dernekevin. Bê exlaqtiya herî mezin, nehiştin ku malbat cenazê keça xwe bibe Kirmanşanê defn bike, dibin dorpêça polîsan de li Tehranê hate veşartin. Yanî heta rêzgirtin ji miriyê civakê re  bîle nayê girtin. Ewqasî rêjîmeke bê exlaq e, nahêle mirî li bajarê xwe werin veşartin. Eger li hemberî van êrîşan îro em bê deng bimînin wê sibe dur were me jî. Ji bona vê jî xwedî li berxwedaniya xwe derketin girîng e. Gereke ev rastî were dîtin û çavên xwe ji van re negirtin, xwedî derketin çêbe.  

    Pêwîste Her Jinek Xwedî Helwest Be!

    Endama Komîteya Perwerdê Ya (KJAR) Tekoşîn Dilgêş di dawîiya axaftina xwe de bangî tevahî jinan kir da ku li hemberî sîstema îranê ya besîckirina jinan bibin xwedî helwest û wiha got: “Yek ji siyaseta rêjîma Îranê ku li Rojhilatê Kurdistanê û îranê tê kirin. Hewldanên xistina jinan nav Xehranî Zeyneb (Besîc) . Ev jî polîtîkayeke rêjîma îranê ye da ku jinan bê îrade bihêlin, bi van rêbazên xwe, jinan dixin bin bandora şerê taybet û bi destê jin, jinan qetil dikin. Pêwîste li hember sîstema bê exlaq ya Îranê, her jinek xwedî helwest be. Ji vê siyaseta îranê ya bê exlaq re bi berxwedaniya xwe bibe bersiveke rast û nebe hedefa êrîşên rêjîma îranê”.

    Ç.D



    KJAR