• Jina azad ji bo min armanc bû

    3 ئایار, 2023

    RÊBER APO

    Di derbarê jinan de projeya min ê nîvçe mayî hebû. Naveroka wî dikare were dagirtin. Ji ber ku cewhera wî hatiye dayîn. Divê têkoşînên azadiyê berdewam bikin û heta dawiyê biçin. Meşa jina azad li gor min hîn jî ya herî biheqe û dikare heta dawî biçe. Divê bandora wê ya li ser aşitî û jiyanê were fikrandin. Pêwîste yê nû were afirandin. Jina azad ji bo min armanc bû. Pêwîste ew doza min biçe encamê. Jina ku azad bûye çawa dixwaze, dikarin biryara xwe bi xwe bidin. Li ser lêhurbûyîn jî pir kelecan dide. Bi xwe biryara xwe divê bikarin bidin. Ez nikarim bidim wan. Bi awayek mîsoger bi jiyanê û bi zilam ve eleqadar, jina ku azad dibe divê çawa dixwaze wisa nêzik bibe. Hevgirtin û têkoşîna xwe dikarin pêş bixin.

    ‘Gihîştina Jina Azad Rumet e’

    Gihîştina jina azad rumet e. Nêzikbûna şaş ya li hemberê vê bêrumetiye. Ez bawer dikim ku, jin ji bo civakê bibin demokrasî û wekheviyê hewildana herî mezin û ya herî diyarker bi xwe spartina hêza xwe yê cewherî pêkbînin. Divê mîtolojiyên ji dema neolotîkê heta niha baş werin lêkolînkirin. Dema dewletbûn destpêkir, destpêkê key(kral)ên Sumer û Misirê jinan heta xwedavendan jî bitevahî di goran de binax dikirin. Jinan zindî zindî binax kirin. Destpêka xulamtiya jin li wê derê ye. 500 jinan şandina mirinê heye. Çiqas bêjin ji bo bi keyan re amadehiya dinyaye dinê ye jî di cewhera wê de bingeha zayend û çîn heye. Derew û tundiya ku xwe dispêre zilam heye. Windakirina jinê heye. Dema neolotîkê, li Toros û Zagrosan destpê dike. Piştê vesazbûna dewletên wek Misir, Sûmer û Babîlê, bi azadiya jinan re çanda gelan jî hatiye çewisandin û di jêr de maye. Bi çewisandina çanda gel û xebatên dewletê re nasnameya jin û h.w.d. di jêr de maye û nekariye bi awayek azad xwe bihebûn bike. Azadî û têkoşîna jinan wê bike ku çanda gel jî xuya bike. Qandî kuştina jin ya bidestê zilam, min kuştina zilam jî vegotibû. Ev têkoşînek zehmet e. Dibe ku bi tenê bimînin. Bila ji tenêbûyînê netirsin. Bila li pey heskirinên erzan baznedin. Ez bêjim hindek Budageriye(Budacilik), lê tam ne wisaye jî; ya herî xweşik ew e ku ji nasnameya xwe û ji dilpakiya xwe re eleqe bidin nîşandan.

    Min dît ku ev pirsgirêk ji netewiyet û çinayetiyê hîn zehmettir e û min wisa meyil kir. Derfetên min sînordar in. Ji bo ku çareser bibe, nêzikbûna pir cîddî ya felsefî û teorîk pêwîst dike. Divê bê fikrandin ku çareserî bi kîjan terzê nêzikbûnê bibe. Divê ji neolotîkê heta niha di encama lêhûrbûnekî de nirxandin were kirin. Wek xwediyê ked û hewildanê eger lez neyê kirin, bisebir û rikê dibe ku hindek encam were girtin. Dema jin were dahurandin dinya bi awayek cuda xweşik bibe. Niha ji bona jin dinya pir tariye. Ronahiya ku xwe dispêre jin ji hemu ronahiyan hîn binirxtir e. Ez dixwazim di mijara jin û ronahiya jinê de em bigîhîjin hevdu û em bibin yek.

    Xwedavend, Yên Ku Hêza Taybet Pir Baş Birêxistin Dikin e!

    Hat gotin ku, tevgera jin êşa zayînê dikşîne. Ez çil salin bi vî êşî re jiyan dikim. Divê jin xwe biguherîne. Divê pir ji kûr de vebikin. Xwedavend, yên ku hêza taybet birêxisitin dikin e. Pêwîstiya qadê bi kûrbûnê heye. Xweseriya vî heye. Pêwîstî bi xweferzkirinên li pêşberê hevdu nîne. Xweseriya projeya me heye. Pêwîstî bi fikrê azad, mejiyê azad, bi mezin fikrandin û mezin jiyankirinê heye. Divê wek reel sosyalîzmê nebe. Bila nîqaşa demokratîk hebe. Wê hêza demokrasiyê bîne. Li vir, tespîta ku pirsgirêka zayendî jî wek pirsgirêkên din di nav demokrasiyê de çareserî bibîne, tespîteke pir bihêz e. Nêzikbûna, him pirsgirêka netewî, him jî pirsgirêka jin û zilam di nav modela demokrasiyê de çareser bibe, nêzikbûnek pir rast e û divê were kûrkirin. Vîna jina azad rast e. Divê zilam zêde têkil nebe. Ji bo lihev bikin divê azad bibin. Divê li gor felsefa min jina azad bê afirandin. Divê li hemberê vîna azad rêzdar bin. Eger biserkeftî be bilind bibe û em jî slav bikin.  Min dikarî wek zilamek harem avabikim û bibim xwedî zarokan. Lê belê min xebatê jina azad kir. Ez ji jin re vî pêşniyar dikim, bila xwe ji meta bûyînê derxîne. Di tevahî pozîsyonên min de, ev ji bo min nêzikbûnek azadiya felsefîk e. Ez vê nêzikbûnê hîn jî berdewam dikim. Bûye mijara herî kûr, herî bibandor, zirav, berfireh, bûye mijara serdestiya mirov û bûye mal.  Bûye hêmanê herî kevin ya çîn û metabûyînê. Jina ku koleyê hestan e buyerek wisaye ku, tiştek wek pereyê ye, têkiliyek pir teng di navbera mal û jin, pere û jin de heye. Têkiliyek pir xurt di navbera jin û aşitiyê de, jin û azadiyê de heye. Bazirganî û dewlet piranî karê zilamin û ji civakê vederkirana(diştalama) jinê jî bi xwe re tîne. Ev li hesabê zilam tê. Di wateya kevnar de hindek bi kuştina zilam dikare were fêmkirin. Min hindek derbas kir, min îdda kir. Ji bo vî hêza we heye? Hûn çiqas azadiyê dixwazin? Çiqas hêza we heye? Hûn azadiyê dixwzin? Pir keçên me xwe şewitandin. Ez pir xemgîn bûm. Ev nêzikbûn bi azadiyê ve têkildar e, ji ber vî bû. Li gor min dîsa jî divê ji azadiyê re rêzdarî bê nîşandan. Azadî bûye wek buyera rojane.   

    ‘Ji nan û avê zêdetir, pêwîstî bi azadiyê heye’

    Heta liser tişteke piçûk ya di jiyana xwe jî birûnin û bifikirin. Di jiyanê de piştê ku we pêwîstiyek herî hêsan ya maddî pêk anî birûnin û bifikirin ku hûn bibin xwedî nasnameyek çawa. Bifikirin, hûn xwe çawa bikin xwedî nasname. Pêwîste bibin xwedî nasname, lê eleqe nayê nîşandan. Meseleya hêzê ye. Hûn derkevin dervayê têkiliyên xwe yên jiyanî yên ku berdewam dikin, hûnê tenê bimînin. Dema azadî tê gotin; xwarina rih û aqlê ye. Mirov bi xwarina azadiyê dibe mirov. Lê jana wê pir e. Di dîrokê de bi cureyên cuda pêş dikeve. Di vî sedsalî de jî wisa bû. Hevaltiya ku min bi jin re avakiriye tiştek xweş e. Min guftugoyek pir xweş çêkiribû lê nîvî ma. Ya ku zîrek be dikare berdewam bike. Ez dixwazim bêjim çi, hûn dikarin fêmbikin. Zayend pir hat kirêt kirin. Jin anîn rewşa tehdeyê menewî. Nêzikbûnên di vî mijarî de an go tenê bizayendî nêzikbûn pir kirêt e. Me bi vî mijarî re têkoşîn kir, me xwest ku em derbas bikin. Derbaskirin pir girîng e. Em li ser zewacên kevneşop û malbatê sekinîn. Heta ev wek bîra bêbinî neyê çareserkirin, pirsgirêk çareser nabe. Ji nan û avê zêdetir, pêwîstî bi azadiyê heye. Jin bê zilam nabe, zilam jî bê jin nabe. Lê ji bo min dibe. Divê hûn bi xwe, bi xwe re têkoşîn bikin. Hûn xwe ji serî heta binî nu bikin. Ez vî wek fîzîkî nabêjim. Di vî astî de bizilam re bûyîna jin mirovkujî(cînayet) ye.  Tu têgehên namus û zayendîtiyê ji kûr de vekolînî û li binê axaftinên ‘ez ji yeka din re nakim yar, kesek din çav berdeyê ezê biçewisînim, malê min e, namusa min e’ bigerî, wê asta bêdawî ya milkbûyîn û serdestiyê derkeve holê. Ne ya xwe ye, hindek bêdawî xwediyê wê ne, evîna wê bi erdê re dikin yek, heta zarokek jî vî ji dayîka xwe re dike. Divê durûtî neyê kirin. Pêwîste hûn jinokîtî(kadinsilik)yê binbixin. Divê, rewşa jinên ku bûne wek zilam jî bê nirxandin. Pêwîste hûn nasnameya xwe binbixin. Divê hûn bixwe xwe binbixin. Zilam li hemberê jin bêrehm e, jin li hemberê xwe hîn zêdetir bêrehm e.

    ‘Azadî nebe her tişt heram e’

    Hûn li hemberê zilam û jin çawa şer bikin? Têkoşînek hişyarî, biaqil, bibaldarî û mezin pêwîst dike. Ev bitemamî têkoşînek demokratîk e. Çalakiya fikrandinê ye. Mîlîtantiya azadî û aşitiyê pêwîst dike. Lê belê divê li hemberê zordariyê xwe bi arastin(donatim) bikin û hewil bidin ku bêhêzbûnê derbas bikin. Ji ber bêhêzbûna xwe nikare vî ferasetî ji holê rake. Keçikan vî ferqkirin lê nikarin dev ji bêhêzbûna xwe berdin. Çawan be jî, azadî ji pîremêrê hîn binirxtir û çêtir e. Ji zarokan jî hîn baştir û girîngtir e. Azadî nebe her tişt heram e.

    Ya min, bi tenê dibe hevaltî’                                             

     Divê li vê derê namus di ferasetek rast de bê runişkandin. Namusa bingehîn li vê derê dest pê dike. Ji bona min namus azadiye. Zilam pir qurnaz e, di vê pêvajoyê de jin jî qurnaz bûye lê zilam serwer e. Derbaskirina vî hêz û vîn dixwaze. Ji bona vî xebatê demokratîk dikare were kirin. Di partiyên siyasî û paltformên wekî wî de divê xebat û têkoşîn were kirin. Pêwîste şerê demokratîk were dayîn. Destpêkê divê hûn bibin bixwe. Ez hestên xwe yên li beranberê wan, nikarim bi axaftinan rave bikim, min hewil da ku him di serê xwe de, him jî di jiyanê de bibim hevalek.  Min hevalbûyînê bifikrê xwe û bivîna xwe ve rast danî holê. Ya min, bi tenê dibe hevaltî.  Di vî pozîsyonî de, nabe tiştek cuda. Ev êşên ku kişandin e jiyana herî xweş dide heqkirin. Hewildanê min ên aşitiyê ji bîrîkirinên wan re bersiv e, ez ji bo ku ji bîrîkirinên wan re bibim bersiv hewil didim.



    KJAR