• Şoreşa Jin Jiyan Azadî bû ruhekî Netewî

    16 ئه‌یلول, 2023

    Endama Komîteya Perwerdê a KJAR’ê Tekoşîn Dilgeş

    Şoreşa Jin Jiyan Azadî salek li pey xwe hişt. Rûhekî netewbûnê avakir, tenê li Rojhilatê Kurdistanê nema belavî hemû cîhanê bû. Çawa ku di Salên 1960 û 70’î de pêlên şoreşgerî li  Rojava pêşket belavî tevahî dunyayê bû, ji bo gelan bû hêvî. Ji Latîn Amerîka bigre Kamboçya Mozanbîk, Viyetnam û hwd…. Proleterya tekoşîna çînî bi pêşengên Marksîst, Lenînist pêşket. Ji bona Rizgariya Netewa tekoşînekî demokratîk avakir. Şoreşgeriya wê demê li ser çîna pêşdiket. Şîara wê demê bangawazî ji bo Karkeran, Yekîtiya gelan, Rizgariya netewa bû. Welatên Rojhilata Navîn jî bandora xwe çêkir û ruhek da. Lê dema em şoreşa Fransa dinerin, di pêşengtiya jinan de bi bedelên pir giran şoreş pêşdikevê. Şoreş serdikevê bingeha şoreşê bi pêşengtiya jinên ciwan û gel pêşdikevê. Dema ku em li hemû Şoreşan dinerin adaletê mafê mirovan namînê.  Keda ku jinên ciwan didin bê maf û bê heqîqet dimînê, dînamîkên civakê derveyi rastiyê têhiştin şoreş nabê malê gelan. Pergal careke din dizîvire wek berê. Sosyalîzma zanist di pêşengtiya gelan de li dunyayê belav bû ji bo ku karibe Jiyanekî Wekhev, Azad û Komînîzîm avakin. Dema ku em li dîrokê dinerin jin bi derketinên li mafê xwe gerandin bi serhildan û tekoşînekî pir xurt heta astekê birêxistin bû û di sedsala 20’an de gihîştin partîbûnên pir xurt. Ji bona wê bedel kedên jinan mezin bû wek Roza Luksenburg, Clara Zetkîn pêşengtî ji bona jinên ku di sosyalîzma zanistî de tekoşîn didan meşandin bûn îlham û mîrasek ji bo tevahî jinan. Di Kurdistanê de jî bi sedan jinên ku bûn mînak û rolên xwe di raperînan de leyistin wek Leyla Qasim, Rindexan, Besê, Zarîfeyan û hwd…..

    “Rêber Apo pêşengê hemû Netewan e”

    Di sedsala 20’an û 21’an de li Kurdistanê di pêşengtiya Sakîne Cansiz (Sara), Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Zîlanan (Zeynep Kinacî) de û hwd…  bi pêşengtiya xwe bûn îlhama felsefeya Jin Jiyan Azadî û navê xwe di dîrokê de nivîsandin. Hîna jî gelek nav hene ku em nikarin hemûyan li vir rêz bikin, bi rastiya Jin Jiyan Azadî manedayina Jiyan, Xweza û Gerdonê careke din zindî kirin. Heqîqeta Jiyanê di rastiya jin de hatiye veşartin li ser wê hat nixumandin û mafê wê yê Jiyanê, Aborî, Siyasetê, Tendurustî û hwd jê hate sitandin. Desthilatariya zilamê hegemonîk ji bona jin pêşengtî nekê, koletiya herî giran beriya her tiştî li ser jin ferzkirin. Civak bi destê zilamê hegemon hat parçekirin xirabî, bê Exlaqî pêşket, jin ji jiyanê durxistin. Çawa ku Zerdûş li beramberî xwedeyan got tu kî? meydan xwend, îro jî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê zarokên Xwedawendan li beramberî desthilatdariya roja me ya îro bi îradeyeke Apoyi li berxwedidin. Mîmarê fikrê azad Rêberê Gelan Rêber Apo di roja îro de bûye pêşengê hemû Netewan. Tekoşîna tevgera Apoyi 51 saliya xwe temam dikê. Li Bakurê Kurdistanê derket, li Rojavayê Kurdistanê pratîkî bû û îro jî li Rojhilatê Kurdistanê dengveda û Cîhanî bû.

    “Şoreşa Jin Jiyan azadî, bû qêrîna azadiyê”

    Di 16’ê Îlona sala 2022’an de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kuştina Jîna Emînî re raperîna Gelan pêş ket û heta roja me ya îro jî dewam dike. Gelê me yê qedîm ê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hevgirtina xwe netewbûnek pir xurt di navbera gelan de derxistin. Pirsgirêk ne hîcab nejî tenê raperîn bû ya girîng ew bû di daxwaza gelan de guhertina qalibên pergala sîstema Islamî hebû. Ev raperîn ne wek ya sala 1970’î bû, Şoreşa Jin Jiyan Azadî her kes li xwe komkir. Her kes bi Çand û Huner xwe tevlîbûn çêkir. Niha Şoreşa Jin Jiyan azadî ji bo giştî civakê û cîhanê bû qêrîna azadiyê. Bi ruhê Zîlan û Semayan destpêkir û bi Zîlan Pepûleyan deng veda, bi Şêrîn Elemhûliyan gihişt lûtkeyê. Şilêr Resûlî bi berdel dayina xwe û Jîna Emînî bi helwestê xwe li hember zihniyeta zilamsalarî bû qêrîna Gelan, dengê jinên Kurd, Îranê, Efgan û li cîhanê belav bû.  Jinan bi tekoşîna xwe li beramberî mêrê serdest hejandineke dîrokî çêkir.



    KJAR