• تاگەکان: , ,

    XWÎNA HER ŞEHÎDEKÎ TEKOŞÎNA AZADIYÊ BILINDTIR DIKE

    27 تشرینی یه‌كه‌م, 2022

    Tekoşîn û berxwedaniya Jin û gelan 40 roj li pey xwe hîşt. Her roja ku derbas dibe têkoşîna jinan bi hêztir lingên zêhniyeta dîktator ya Rêjîma Îranê dihejîne. Her roj zêdetir dengê şoreşê xwertir û bilintir dibe. bi boneya çileya  şehadeta Jîna Emînî carekî din gelê şoreşger da diyar kirin ku heta azadiya xwe li meydana ne.  Bi ruxmê hemû şêwazê zextên Rêjîma dîktator, girtina rêkên seyaran, jin û gel rijîyan şeqaman, xwe li deşt û ava dan, weke meşa serkeftinê herikîn ber bi goristana şehîd Jîna Emînî. Carekî din bersivekî herî xwert dan Rêjîmê, ku çiqas di şoreşa azadiya jin da bi îsrarin.

    Em vê helwesta  gelê Seqiz ya bi zanist û wêrek, helwesta ku tu keleman nas nake, di azadî û serkeftinê da îsrar dike bi rihekî şoreşgerane silav dikin.  Çawa çirûska azadiyê ji Seqiz destpêkir û giştî kurdistan û Îran girte berxwe, îdî ev çirûsk buye agirê azadiyê ku tu desthilatek nikare bitefîne. Careki dın Seqiz bi xwedî derketina Şehîdê xwe serkeftina vê şoreşê dan îspat kirin. Roja ku gel li ser mezarê Jîna Emînî nivîsandin tu bo me remzî, şehîd namirin qerarê tekoşînê dan. Ev qerarê dîrokî bû teqandina hêrsan, weke pêlekî berxwedaniyê hemû kolan û şeqam girte ber xwe. Remza vê şoreşê jî bû JIN,JIYAN,AZADÎ. Dirûşmeyek pir bi wate ku hemû daxwazên azadiyê di nav xweda dihewîne. Carekî din bi boneya bîranîna çileyê Jîna ji bajarê berxwedêr, Seqiz bilind bû. JIN,JIYAN,AZADÎ hêvî,cesaret,azewerî,îrade da her mirovekî azadîxwaz, ev rih her roj geştir dibe û bi pêşengtîya jin û ciwanên qehreman kurdistanê bibe goristana faşîstan. JIN,JIYAN,AZADÎ, KURDISTAN DIBE GORISTANA FAŞÎSTAN,HETA KURDEK BIMÎNE,KURDISTAN AZAD DIMÎNE, EMÊ DÎKTATOR BIRÛXÎNIN,TOLA JÎNA BISTÎNIN; SEQIZ DERGEHA RAPERÎNE;hemû dirûşme helwestê herî radîkal ya gelê azadîxwaze.

    Çanda berxwedaniyê her roj dengê azadiyê li kolanan bilindtir û bi hêztir dike. êdî ne bi şîn û girî, bi rihê berxwedaniyê ku serkeftinê misoger dike, bi  tîlîlîyê azadiyê gelê me şehîdê xwe pêşwazî dike. Ev rihê ku mizgîniya azadiyê dide mirovatiyê. gel bi şêwazekî çileyê Jîna pêşwazî dike ku hemo kolan û qad veghûrîne dengê berxwedanî û azadiyê. Tol girtina Jîna Emînî  dibe azadiya hemû jinan û gelan û hezaran jinên ku bi destê zêhniyeta mêrsalar hatine qetil kirin. Jin, ciwan, zarok di çil rojiya şehadeta Jîna Emînî de, bi meşa bi heybet carekî din soza serkeftinê dan Jîna. Em dizanin bi salaye ji holê dewleteke ku tenê mafê jiyanê dide zilam heye, ew zilam jî koleyê zêhniyeta Dewletê ye. Jina ku xwe bi derfetên xwe diparast jî di dawî de tawanbar dihat dîtin, her cure tund û tijiya mêr li ser wê rewa dihat dîtin. JIN,JIYAN,AZADÎ vê zêhniyetê dirûxîne û şoreşa azadiya jin dibe şoreşekî Demokratîk, Sosyalîstî û Azadiya hemû gelan. Felsefeya JIN,JIYAN,AZADΠ manîfestoya azadiya jinê ye, azadiya jin jî bi xwera azadiya civakê misoger dike. Jin bi vê felsefê hesab ji zêhniyeta Mêrsalar,Olperest û Netewperest dixwazin.

    Jin bi tekoşîna xwe ji Zêhniyeta mêr ya ku  hiqûq, dewlet, siyaset û hemû qanûnên ku hene li leyhê xwe de bi sazî kiriye, jiyan veguherand aleyhê jinê hesap dixwazin. Ji zêhniyeta ku bi salaye destdirêjiyê, tecawuzê, lêdan, kuştin, heqaret û hemû cure şîddetên ku rûmeta mirovahîyê binpê dikin, ji jinê re rewa dihat dîtin, hesab dixwazin. Jin vê zêhniyeta baviksalar bi dengê tekoşîn û berxwedaniya xwe li kolanan binpê dikin. Lingê şoreşa jin wisa qehîm li Rojhilat û seranserê Îranê hatiye avêtin ku tu hêzek nikare têk bibe. Ji ber ku hemû Çîn, Bawerî û Netew hebûna xwe di vê şoreşê da dibînin û ya herî girîng jî hemû beşê civakê bi yek dengî, yek helwestê li meydanan berxwe didin û xwedî li hev derdikevin. Hevgirtina gelan li dijî her cure zilm û zordarî şoreşê watedar dike û kelecana azadîyê bi hêztir dike. Ev nîşaneya şoreşa zîhnîye, pêvajoyekî girîng, merheleyek dîrokî yê gûhertin û vegûhertinê ye.

    Bi dehan  Jin, Ciwan, Zarok di van serhildanan de şehîd bûn. Bi rijandina  xwîna Her şehîdek agirê tekoşîna azadiyê bilintir dibe . bi bedîlên ku li kolanan tê dayîn  mêr jî êdî azadiya xwe di têkoşîn û xeta rizgarîya jinê de dibîne. Ev pêşketineke  pir mezin  û girîng e, xwe gîhandina wateya jiyana azade ku bi zanista jin pêş dikeve. Mêr jî di roja yekê da rijiyan meydanan bi îsrar gotin; Jin, Jiyan, Azadî, û bi vê serhildanê ve rabûn ser lingan.

    Di zango û mekteban da zanista civakî bi pêşengtiya keç û xûrtên ciwan dighêje wateya xwe ya rastîn. Rolê zangoyan pir girîng bû, rihê şoreşê parast û nehîşt şoreşa gelan ji hevdu qût bibe.  Ev jî nîşan dide ku hemû Çîn,Bawerî,Netew hebûna xwe di vê formûla efsûnîde dibînin. Ji xwe ev bandor, şêwazên bi vî rengî di çalakiyên piştgiriyêde derkete holê. Ev rewşa heyi ji hêla pergala zilam a serdest ve derizîneke mezin îfade dike. Rastiya ku Rêber Apo wek; ‘kuştina zilam îfade kirî, em dikarin bêjin teyisandina xwe di civakêde bi awayeke hîn xurttir dibîne. Di Xeta Jin Jiyan Azadî ku gerdûnî û civakî bûyî re, rê li ber rastiyekê vedike ku ber bi civakbûyîna azad ve çûyîne. Viya jî tê wateya gav bi gav mirina zilamê klasîk, avakirina jin û mêr ê azad li jêr yek paradîgmê da.

    Di şexsê şoreşa jin ya Rojhilat û Îranê da  hilwaşandina zîhniyeta tekperest li seranserê cîhanê tê jiyan kirin. ji bo wê tu desthilatek nikare bi dirûşmeyên ku zêhniyeta mêrsalar îfade dike sîh bixe ser xeta JIN,JIYAN,AZADÎ. Xeta jin,jiyan,azadî hemû mafên siyasî, civakî, aborî, parastin û hwd. digire nav xwe û îfadeya jiyaneke  azad û demokratîk ji bo hemû Netew û beşên civakêye. Di serî da jin û ciwan, pêwîste pir hişyar bin û nehêlin  dirûşmeyên weke Mêr,Walat, Avakirn li meydanên ku bûne dengê azadiyê were avêtin.

    Di nav kelecana berxwedaniyê de her dirûşmeyek, peyameke, helwestek û îfadeya zêhniyetekê ye. Diwarê hemû kolan û meydanan, deriyê mekteb û zanîngehan bi dirûşmeyên JIN,JIYAN,AZADÎ tên xemlandin. Dilê zarokê gelê me di kolanan bi JIN,JIYAN,AZADÎ lê dide, rih û kelecana azadiyê sed qad xwertir dike. Dayîkê me bi vê dirûşmeya efsûnî şehîdê xwe pêşwazî dikin. JIN,JIYAN,AZADÎ îrade û hestê her mirovekî zindî kir û xwedî li nirx û hebûna xwe derdikevin. Îdî gelê me  xwedî hêza xwebirêve birinê ye. êdî her roj çileyê şehîdekî şoreşa azadiya jinê  ye, her roj wê li kurdistan, Belûçistan,Ehwaz, Azerbaycan, Gîlan û Tehranê, hemu bajaran dengê azadîxwazan şeqaman bihejîne û azadî û serkeftinê îlan bike. êdî jin û ciwan bi şêwazekî rêxistinkirî tev digerin, di hemû bajar û gundan da komîteyên xwe ava dikin. Grûpên jinan, kurd, Azerî, Belûç bi navên cuda bi hevra komîteyan ava dikin, Ev asta zanist û bi rêxistin kirina jinan dide diyar kirin. Bi hevrebûna jinên kurd, azerî, belûç û ereb destkeftî û wateya herî mezin ya şoreşa azadiya jin ê ye, bi hevrebûna gelane. êdî dema avakirina komîteyên bi hêz yê jinê ye, komîteyên parastina cewherî di hemû qadên da ye. Dema avakirina encûmenên jin di Bajar û Gondan  da ye. Îdî jin xwe rêxistin dike, xwe diparêze û di hemo qadan da pêşenge, ji bo wê dema sîstema xweser rêxistin kirin ya jinane.

    Wê şoreşa azadiya jin, sîstema xwerêveberîya demokratîk ya Rojhilat û Îranê bibe bingehê şoreşa civakî ya Rojhilata Navîn. Ev şoreş wê cîhanê bi xwera azad bike. Carekî din em weke Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê kurdidtan KJAR helwesta bi wêrek ya jinan di asta cîhanî da ji bo şoreşa jinan li Rojhilat û Îranê  silav dikin, pir bi nirx dibînin. Ev şoreş ya giştî jin û gelane, pêwîste zêdetir û radîlkaltir xwedî derketin çêbibe. Em bi îdîane ku heta serkeftin û azadiya hemû jinan di Îranê de, tekoşînê di hemû qadan da xwertir û bi hêztir bikin. bi tekoşîna me ya hevgirtî çi dibe bila bibe wê serkeftin û azadî teqez ya gelan be. Di  serî da jin, em bang li her kesî dikin di asta cîhanî da li hember Rêjîma dîktator û xûnxar bêdeng nebin, ji şoreşa azadiya gelan xewdî derkevin.  

    Bijî berxwedana jin û gelan

    Jin,Jiyan,Azadî

    KOORDÎNASYUNA KJAR

    27/10/2022



    KJAR