• ‘Bijî serhildêriya jinan. Bimre her cûre zihniyeta kole û koledar.’

    25 ته‌مموز, 2022

    Nûjiyan Amed/ Endama Komîteya Jineolojî a Rojhilatê Kurdistanê

    Jinên azadîxwaz dîsa di eniya fikir û remênê cîhana xwe de, meydan li dijî rejîma dewleta Îranê bi rojev avakirina sernixumandina mecbûrî (Hîcab) dengvedanek balkêş dane avakirin. Em ji bo vê çalekiya wan dibêjin: ‘Çalekiya we pîroz be.’ Helbet mirov li dijî sîstemên zihniyeta zilam salar ya dewleta tecawîz kar, ji ku dest pê bike, wê bi xwe re rê li ber avehiyek nû veke. Her çalekiyek jinan, li kîjan welatî be, asta  xwe çi dibe, bila bibe ji bê dengiya mirîna li ser lingan, bi wetetir û jiyanî tire. Di nava qeyrana madî û manewî ya şerê Cîhanê a 3’mîn de, her jinek an jî tevgerînên jinan ji bo mafê xwe yê xwezayî û gerdûnî, li her qadeke jiyanê têkoşîn azadiya xwe dayîn cihê şanazî û pîroziyê ne.

    Bi taybet li Îranê ruxmê tevahî zehmetî, zext û dorpêçiya jiyana jin û civakê jî, bi rengê û denê xwe di nava dengan de bilin kirin, asta pêşketina cesareta jinan dide der. Sedemê jin ji bo daw û doza azadiya xwe, ku pê têkoşîn bike helbet gelekin. Ji zewaca temen biçûk, heta bi laşfiroşiya bi îzna dewletê(mut), ji tecawizan heta bi tacîzan, ji zimanê jin heta bi bedena wê, li dijî her cûre îşkenceya li ser fikir û bedan jin û hwd, ev tev sedemên sereke yên têkoşîn û şoreşa zihnî ya bê navberin. Mijarên siyaseta bê exlaq û qirkariya li ser cîhana jinan her çi dibe bila bibe, pêwîste jin ji bo xwe û civaka xwe, her roj li qadan bin.

    Li Îranê jinan bi sedemek ji bo azadiya xwe li dijî zagonên siyasî ya qirkariya li ser bedena jinan, li gor hêza xwe li ser tevna civakî dest bi kanpanyayekê kirin e. Helbet ev rojev jî pêwîste ku weke rojevek siyasî û bîrdozî were xwendin. Jinên serhildêr li dijî hîcab angosernixumandina mecbûrî, helwest û bertekên jinan gelekî girînge. Di naveroka vê çalekiyê de nepejrandina zihniyeta civaka zayend gerayî û rejîmên qirker e. Dengê îsyanek bi wate ya ji dîroka veşartî, li dijî ziman, nêrîn û zagon saziya desthiladarî ya bi hezaran salan, bi vê çalekiya mafdar bi sedema ser vekirina xwe, dighînin dil û wijdanê civakê. Ji bo xweşikiya jin û jiyanê jî teşeyê jin, ber bi cewherê jinê, an ji cewherê jin ber bi teşeyê jinê ve rojevek dane diyar kirin. Em çalekiyên bi vî şêwazî, wiha dixwînin ku, li dijî kuştina xwezaya jin û giştî xwezayê, bilind kirin û berfireh kirina eniya têkoşîna jina Kurd dibînin.

    Dîsa bingeha vê serhildana jinan a li Îranê, îro ku deng vedaye dengê ruhê jinên zanyarên civakî, bi bîr û baweriya heskirina jiyanê zindî kirin dibînin. Her wiha li dijî fikirê ji dervî exlaqê xwezaya jin û ruhê wê ê têkoşînvan, li deşt an jî li çiya jiyan dike ye. Di milekî de jî, li dijî  nexweşiya ez, eztiyê ya yek-sermiyanî, yek-xwedayî “yek- dewletî” , yek-rêveberî,yek-zimanî û yel-rengiyê ye.

    Ji dîroka yek-rengî û şûn de, jinên têkoşînvan ji bo parastina bîr û baweriya xwe, her wiha ji bo çanda xwe, her carê bi şêwazekî jinan li dijî vê nexweşiya pênceşêrî serî rakirine. Ji ber ku sîstema zihniyeta zilamparêzî xwe li ser bedana jin daye rûniştandin û kêlî bi kêlî jiyana jinê tarî dike. Ji tayê porê jin bigre heya bi nenûka dest û lingê wê, ji cil û bergê wê heya bi nerîna jinê, tev di safoka bîrdoziya aqilê zilam re bi zil û zorê hatiye derbas kirin. Lewre jinan ev talana li ser bedana xwe, tu caran hezim nekiriye û her dem di nava lêgerîna xwebûnê de ye.

    Jinan li ser vê rêya mafparêziyê bi hezaran rûpel, çîrok û şopên serpêhatiyên xwe ji bo me hiştine. Jinan di her serdemekê de nerazîbûna xwe li dijî sîstema zilam parêz dane diyar kirin. Jinan di vê serdemê de jî, li ser xeta xweparêziya di nava Îranê de jî, ji sîstema Cîhanê ya bê dad û bê rêziya li dijî jin û civakê meydan dixwînin.

    Mîmarê azadiya jin û civakê, Rêber Apo dibêje: “ Jin weke çîna yekem û civaka yekem ji milê serdestiya zilam de hatiye derbekirin.” Ev tê wê wateyê ku, derbeya yekem li ser bedana jin û jiyana dayikên xwedî û xwedayê civakê pêk hatiye. Ev siyaset îro jî li hemû qadên têkoşîna jinan, berdewame. Lewre jin di firsendek herê biçûk de jî, hêrsa xwe tîne ziman û dengê xwe dighîne wijdanê mirovahiyê. Di çavê sîstemên zayend perest, ol perestên girêdayî rejîmên netewe dewletê de, têkoşîna jinên Îranî, dibe ku îro ji dervî exlaqê siyaseta xwe ya bê exlaq bibînin.

    Ji xwe bi vî rengî jî dibînin û destdirêjiyê jî bi vî rengî di her kêliyek jiyana jinê de  dikin. Bi qasî mirov dişopîne her roj, jinan binçav dikin û gelek jinên serhildêr ji ber ku ji sîstemê re serî netewandine, îro di nava girtîgehên Îranê de tên dîl girtin. Zeyneb Celaliyan û hevriyên xwe mînakên ber bi çav ên vê yekê ne. Di vê demê de jî jinên têkoşînvanê û mafdar, roj nîne ku rastî zilm û îşkenceya zihniyeta zilam perestiya siyasî neyên. Rejîma Îran bi tecrûbeyên xwe ên kevin ve, bê bextiya zilmparêziya xwe weke nûnerê oldariya siyasî ya Îslam û Şi’atiyê, li dijî mafê jinan û giştî civakan, xwe ji bo giştî sîstema cihanî, di nava hewildana xizmet geriyekê de ye. Lê em di vê baweriyê de ne ku, jinên Fars ên têkoşînvan û azadîxwaz bi hestên xwe ên polîtîk û bi tevgerên jinên şoreşger ên Kurd, jinên Belûc, Ereb, Efxan û Azer re, di nava yekîtiyeke hevgirtî de bin. Bi vê rengê dê asta têkoşîna xwe hê berfirehtir û kûrtir bikin.

    Bi hêviya mezinkirina têkoşîna azadiya jin û giştî civakên mazlûm, em dibêjin: ‘Bijî serhildêriya jinan. Bimre her cûre zihniyeta kole û koledar.’



    KJAR