• Pêwîste Jin Bi Rihê Lêylayan Her Qadê Vegûherînin Qada Berxwedanê

    13 شوبات, 2019

     

    Em dikevin 21’mîn salvegera esareta li ser Rêber APO û bi wî vesîlê, destpêkê de dewleta faşîst ya Tirkiyê û hemû hêzên navnetewî ên ku di pîlangeriya 15 ‘Sibatê de cîhê xwe girtin bi tûndî şermezar dikin. Hêzên ku di pîlangeriyê de cih giritin armanca wan qirkirina gelê Kurd bû, di şexsê Rêber Apo de xwestin îrada gelekî ,hebûna gelekî têk bibin. Ev roja reş, wekî roja qirkirina gelê Kurd hat bi nav kirin. Gelê kurd bi salan bû bi êrîş û qetlîamên, çandî û fîzîkî ra rû bi rû dihat. Bi fikir û felsefa Rêber Apo carekî din gel û jina Kurd bi hebûna xwe şiyar bû û bi îradekî azad ji bona azadiya xwe şer kir. Her roj berxwedanî mezintir kir û ber bi serkeftinê ve meşiya. Hêzên dagirker yên navnetewî û dewleta faşîst ya Tirk  tehemola vê nekirin, ji bona  wê dest dane destê hev û pîlangeriya 15 ,Sibat di şexsê RÊBER APO de li ser gelê Kurd pêk anîn. Lê ev pîlangerî bi berxwêdaniya mezin ya Rêber Apo, berxwdaniya gelê Kurd vala hat derxistin û pîlanên qirêj ên  ku li ser îrada gelekî hatibû rijandin pûç bûn. Bi sedan can xwe kirin helqeyek ji agir û bi şiyarên, ‘‘Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’’, carekî din dan îspat kirin ku tu hêz nikare îrada azad têk bibe . Gelê Kurd, jina Kurd bi bîr û baweriya azad her roj tekoşîna xwe xurtir kirin. Bi felsefa RÊBER APO ya jiyana azad,  jinên Kurd xwe perwerde kirin û îrada azad di şexsê xwede avakirin. Bi vê îrada azad,  berxwedanî  îro carekî din  di pêşengiya jina Kurd Leyla Güven de, li herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê  mezintir û firehtir dibe. Li hemberî tecrîta girankirî ya Îmralî yê berxwedaniya Leyla  Gûven mûdahileya pêvajoyê bû, darbeyek bû ji bona  zêhniyeta faşîst qirker ya AKP û MHP ê. Ev zîhniyeta faşîst ya dewleta Tirkiyê ne tenê li hember bakurê Kurdistanê, li hemberî kurdekî bi îrade li kuderê dibe bila bibe, di hedefa faşîzmê deye. Li heçar parçên Kurdistanê destkeftiyên gelê Kurd, faşîzma ji bo xwe xeterî dibîne û gefan lê dixwe. Ji bo wê jî Kurdekî li kur be pêwîste li hember vê  zîhniyeta faşîst  têbikoşe. Berxwedaniya Leyla Gûven û rêhevalê wê bangewaziya mezinkirina berxwedaniya demê bû. Çawa ku di sala 1999 an de li hember pîlangeriya navnetewî ji heft, heta heftê salî gel rijiya kolanan û ev pîlangerî vala derxistin. Di vê demê de jî bi heman rihî wê tecrît bişkê û tekoşîna gelê Kurd ber bi serkeftinê ve biçe. Gelê Rojhilatê Kurdistanê bi rihê xweyê netewî, peywera xwe ya dîrokî dîtin, di serî da jin ,ciwan   xwedî li RÊBERÊ  xwe ,îrada xwe derketin. Bi vî rihî serîhildan jin bi berxwedaniya xwe di sertaserê Rojhilat û bajarên Îranê daketin kolanan û mohra xwe li dîrokê dan. Lê di vê dema ku berxwedanî di  herçar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bû şikandina tecrîtê  belav bûye. Pêwîste gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi bi taybetî jî jin carekî din peywera xwe ya dîrokî bibîne û  dengê berxwedaniyê bilind bike. Pêwîste baş were zanîn ku dem dema darketina kolanan ,dengê azadiyê bilinkirin û bi berxwedaniyê tecrît şikandin ,ber bi serkeftinê va çûyî ne. çiqas şerekî topyekûn ser gelê Kurd were meşandîn jî, wê berxwedanî jî ev çend topyekûn be. Ji bo wê di serî da jin ,ciwan û dayîkên ku berdêlên mezin dane vê şoreşê, hemû gelê Rojhilatê Kurdistanê pewîste erka xweya dîrokî bibînin û roja 14 ê Sibatê dakevin kolanan  bersivekî xurt bidin faşîzma qirker ya ku ser gelê Kurd tê meşandin .Bi vê berxwedaniyê teqez wê diwarên Îmraliyê parçe parçe bibin û emê bi Rêber Apo re azad jiyan bikin .

    KOORDÎNASYONA KJAR.

    14-2-2019

     

     



    KJAR