• Israra di tekoşînê de, teqez wê serkeftinê misoger bike

    13 ئه‌یلول, 2023

    Bi boneya salvegera Şoreşa Jin Jiyan Azadî a ku bi pêşengtiya jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêş ket, Komîteya Tewnî Zêrîn û Çanda Bêstûn daxuyaniyekî nivîskî dan.

    Berfirehiya Daxuyaniyê wiha ye:

    ‘Di destpêka avabûna gerdonê de gava yekê ya ku pêşî di dîrokê de tê avêtin, bi pêşengtiya jin dayikê tê birêvebirin. Jinên ku di asta xwedawendiyê de pêşengtî kiriye ji civaka xwezayi re bi zanista ku ji xwezayê girtiye, tevahî di xizmeta civaka wekhev û edaletê de dike. Di nava qilanê de tu ferd ji komînalbûna civaka dayikê qût nîne, armanca wan ew e tenê têrkirin zêdekirin û  parastine, tu tiştekî din nîne. Hêza ciwan û hêza jin dayikê di nava komînalbûnê de hev beşe civak tê birêve birin. Şoreşa Neolotîk bi keda mirovên destpêkê pêk hatiye, mirovên destpêkê bi xwezayê re hevsengiyekî bi hêz dabû avakirin di nava şert û mercên herî zehmet de jiyanekî muhteşem jiyan dikirin. Xwezaya civakî, rêz, hezkirin di nava mûcîzekê de dijyan. Li ser esasê hev tinekirinê çenebûye  civak û xweza, li ser esasê hev temamkirinê xwe rêxistin dikirin. Êdî dem hatiye ku bi dawî be, mirov dikare bêje dem hatiye serdema civakbûyina bi jinên azad re destpêka nûjenbûna dîroka mirovahiyê ye. Şoreşa gelan a çandî mîna çemekî sereke berbi  şerê gelê şoreşgerî ve diçe, niha di dema xwe ya dîrokî de jiyan dike’.

    “Sedsala 21’emîn têkçûna deshilatdariya mêr salariyê ye”

    ‘Jîna Emînî keçekî Kurd ku li ser xaka pîroz Saqizê ji dayikbûye ew bû sembola tevahî jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îran her wiha gihiştiye asta cîhanî. Ev çirûska ku bi saya jineke berxwedêr derket, bi sedan jinên ciwan, dayik, ciwan û zarok bûne şopdarên vê heqîqetê. Dewleta dagirker a Îran tim xwe daye nîşandan ku li welatê wan tu pirsgirêk nîne xwe wek demokratîk daye nîşandan. Lê belê herî zêde jî di milê huner de pir li pêş bû li gorî welatên din. Sedsala ku em jiyan dikin sedsala 21’emîn a têkçûna Paradîgmeya deshilatdariya mêr salariyê ye. Raste heta niha gelê Kurd bi zimanê xwe û bi çanda xwe dikarî bûn bijîn lê mixabin bi van polîtîkayên xwe ên xapînok tim qirkirinek pêr pêr daye jiyankirin. Her tim bi van hîleyên xwe civak nexwestiye bîne dijberî xwe, lê belê tim jî di nava hewldana çawa hişmendiya civaka gerdonî di milê Siyasî, Exlaqî têk bibe. Ev lîstokên wan tenê ne ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelê ku li ser wê erdnîgariyê de jiyandikin polîtîkayên xwe ên taybet daye meşandin. Di roja îro de em dibînin bi sedan pêşeng û ferdên vê civakê di zindanan de dibin işkencên dijwar de berxwedidin, dijmin dixwaze îrada wan bişkîne û wan teslîm wer bigirin, lê belê em vê yekê jî jibîr nekin kesayetên xwedî daxwazin azadiyê yên mîna  XwidaNûr Mihdî Riyahî, Tumac Salihî, Nazîle Marûfiyan û Êlahe Mûhemediyan, Saman Yasînî hene. Em vê nêzîkatiya rêjîma Îranê a tirsnak ya li beramberî Hunermend û Rojnamevanên civakê şermezar dikin. Di kesayetê wan de hîn jî gelek  Rewşenbîr, Nivîskar, Mamoste, Zanyar, Dîroknas, Sînemager, Wênesaz û Şanoger her wiha bi sedan pêşengê civakê girtîne û di bin işkencên dijwar de derbas dibin. Em vê bê wijdaniya qaşo wek mafê mirovan pênasedikin ji bîr nakin, Yekîtiya Ewrûpa a ku deng ji xwe dernaxîne çav û guhê xwe ji van nêzîkatiyên dermirovî re girtin e. Bi vî awayi celadê xwe bêhtir destek dikin, ji ber ku ferasetê wan yek e. Bi rihê şoreşa Jin Jiyan Azadî divê em sembola rihê berxwedana tevahî şehîdan û berxwedana girtiyên siyasî ji bîr nekin, ji bo wan tekoşîna xwe rêxistin kirine û mezintir bikin. Bila em ji derve tu hêviyan nekin em bi tenê baweriya xwe bidin hêza xwe a cewherî û bi awayekî demokratîk bi gelên dine re rêxistina xwe xurtir bikin. Pêwîste em li dora girtiyên xwe û tevahî ciwanên hêja ku di oxira azadiyê canê xwe feda kirine de kombibin’.

    “Israra di tekoşînê de, teqez wê serkeftin misoger bibe”

    ‘Ev 7 hezar sale jin tehmûla vê bê adaletiya zilamê deshilatdar dike, ji bo gera li heqîqetê tu sînor jêre tine, divê jin vê derketina dîrokî ji bo xwe wek mûcîze bibîne. Divê tekoşîna xwe û rêxistina xwe beramberî zihniyeta dogmatîk û paşverû bilind bike. Bê guman tu carî  azadî bê bedel nehatiye bi dest xistin. Ji hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelê me yê Fars her wiha ji gelê me ê Belûcistan re jî ku bi rihê berxwedêr şehîd dane em sersaxiyê ji wan re dixwazin. Bila çavê şehîdê me û gelê me li paş nemîne em soz didin tevahî şehîdên xwe û gelê xwe em ê tola wan ji hemû dagirkerên Kurdistanê rakin. Soza bi şehîdan re soza tekoşîn bilindkirin,  rêxistinbûna xwe xurtkirin, Hêvî û xeyalên wan pêk anîndin bê. Ji bo em bedelên girantir nedin pêwîste gelên Sosyalîst, Demokrat û azadîxwaz bi xwe rêxistinkirin û bi israr li dora mirovên xwe yên di girtîgehan de, bibin xelekeke Stratejîk, bibin Ronahî û hêviya wan a azadkirinê. Israra di tekoşînê de teqez  wê bi serkeftin misoger bibe, Em mirovên xwe û pêşengên xwe azad bikin. Ev erkekî me a wijdanî û insaniye’.

    “Em ê dest ji daxwaza mafê xwe bernedin”

    ‘Îro em dibînin Zihinyeta desthilatdar bi polîtîkayên xwe ên rizî û bê exlaq  dixwaze,  daxwazên gelan û jinan ê azadiyê, demokrasiyê û wekheviyê  biçûk bikin. Bi israr dixwazin bi riya cîhanî bidin qebûlkirin ku pirsgirêka jin wek  pirsgirêka hîcabê bide nîşandan, lakin ev nêzîkatîke  ji rêzêye û ne exlaqiye. Civak û jin ji van polîtîkaya wan a qirêj haydarin, li şûna ku rayedar û berpirsên dewleta Îran  bersva daxwazên demokratîk bibersvîne, berovajî wê serî li pilanên xwe yê serkutkirin û qirkirinê da. Bi çav tirsandinê dixwazin îrada gel teslîm werbigire, gelek qanûnê nû li qanûnê xwe yên ku berê li ser jin hatibûn mehkumkirin, zêdekirin ev jî dide diyarkirin ku rêjîma dagirker a Îran çiqas ji hişmendiya jina zana û hêza jin ditirse. Di roja îro de em dibînin bi sedan jin û ciwan di girtîgehan de bi işkence û tecawizê re rû bi rûne. Ji bo we jî jin û ciwan bêhtir dikarin daxwazê xwe binav bikin û xwe baş rêxistinbikin û tekoşîna xwe bilind bikin. Em bawerin wê Hunermend wek gavên xwe ên destpêkê rista xwe a Dîrokî, Exlaqî û Wijdanî baştir bilîzin. Ji ber ku ê di destpêka vê şoreşê de muhra xwe li dîrokê da Hûnermend bûn. Yanî şoreşekî tijî Hunerî û Çandî bû, ji bo em bikaribin mirovên xwe yên di girtîgehan de azad bikin, pêwîstî bi xwe rêxistinekî hîn xurtir û dijwartir heye. Em ê nehêlin ew me kedî bikin bi hezarên sala ye,  em ji bo berjewendiyên xwe dan xebitandin, feqet ji vir û şunde wê nikaribin me cahîl bibînin. Ji bo wê jî em ê dest ji daxwaza mafê xwe bernedin’.

    Israra di tekoşînê de, teqez wê serkeftinê misoger bike

    KJAR