• تاگەکان: ,

    ÎXANT JI DIJMINATIYÊ JÎ KÛRTIRE

    12 ئه‌یلول, 2021

     Hêvî Dêrik 

    Hişmendiya hevkarî û xiyanetê ya ku çavkaniya xwe ji serdema Sumeran digire, heta roja me ya îro xwe berdewam dike. Ev çîna ku her tim tenê bi deshilatdarî û berjewendiyên xwe yên teng difikire. Di felaketên ku têne serê civakê de wekî amûrek sereke ji bo hêzên hegemon rol dilîze. Ev çîna ku em behsa wê dikin bi teybet di Kurdistanê de bûye wekî amûrek şerê teybet û ji milê hêzên deshilatdar ve têne bikaranîn û mînakên wê pirin. Bê guman ev çîna ku hevkariyê bi dijminê netewa xwe re dike ji xiyaneta Enkîdo ne qute. Heger mirova bala xwe bide, di destana Gilgamiş de, dema ku Hombaba ji milê Gilgamiş û Enkîdo ve tê dîl girtin, Gilgamiş dixwaze wî serbest berde, lê Enkîdo ji ber tirsa xiyaneta ku li hevalê xwe û axa xwe kiriye û ewê pêşerojê  hesab jê were xwestin, lewra di kuştina Hombaba de îsrar dike û li ser daxwaz û îsrara Enkîdo, dawî de ew û Gilgamiş wî dikujin.

    Berdewamiya vê xiyanetê di dîroka Kurdan de xwe di şexsê Hirpakos de berdewam dike. Hirpakosê ku xiyanetê çavên wî kor kiribû û dilê wî mîna teniyê reş kiribû bi hevkariya ku bi dijminê Medan re dike bi komployeke bê bext li ser destê Farisan kiralê mezin û bi heybet Istiyak dide kuştin û dawî li azadiya gelê Med tîne û wan dixe koleyên Farisan.

    Dîsa di destana Mem û Zîn de jî di lîstika şitrencê de xiyaneta Beko Ewan û hevkariya wî ya bi mîr re nahêle ku Zîn bighêje Mem. Îro jî li Rojhilata Navîn lîstika şitrencê heye. Ev çîna Beko Ewan nahêlin ku Kurd û şoreşa azadiya Kurdistanê bi serkeve. Ji bo qirkirina Kurdan çi ji destê wan tê bê minet ji dijminê Kurdan re dikin. Çawa ku di serdema Enwar paşa de, serok eşîrên Kurdan hevkarî û xizmet ji bo Osmaniyan dikirin, ciwanên Kurd bi kêf û eşq dişandin şeran ji bo dilê Osmaniyan xweş bikin. Lê tevî vê jî, dilê Osmaniyan têr nedibû. Ji Enwar paşa dipirsin ku ew di şerê eniya Rûsiya yê de li Sarîqamişê têk çûye, lê çima ew ne xemgîne. Enwer Paşa bersiva wî wiha bûye: “Em têk neçûne, ji ber ji sedî 90 serbazên wî yên ku hatin kuştin ew Kurd bûn û bi vî rengî ew ji wan xilas bûye. Ew kesên ku ew ciwanên Kurd dixstin serbaz ji bo Osmaniyan, niha jî heman tişt PDK’ê dike. Pêşmergeyên xwe hemû xistine xizmeta Erdoxan û bi wan têne ser gêrilayên azadiya Kurdistanê. Osmaniya nû vê carê Kurdan bi destê Kurdan dide kuştin û bi vî rengî dixwaze Kurdan qir bikin.

     Ev çîna Enkîdowarî û Hirpakoswarî di şexsê PDK’ê de hîna zindiye. Ji bo deshilatdariya xwe û bercewendiyên xwe yên malbatî û eşîrî hewl dide ku Kurdên mayî jî bi carekê re tine bike. Hewldana vê çîna xayîn ewe ku li ser kolekirin û sertewandina Kurdan, xwe bidin jiyankirin. Azadiya xwe di qirkirina Kurdan û tesfiyekirina tevgera azadiyê, Parstina deshilatdariya xwe jî di firotina Kurdan de dibînin. Lewra em dibînin ku PDK’ê ji dil û can xizmetê ji Erdoxan re dike. Ya din jî çima ev qasî PDK’ê ji bo Erdoxan girînge? Gelo ew ji Kurdan hesdikin, bi mafê Kurdan difikirin? Bê guman. Na, ew girîngiya ku didinê, ji ber ku aşê AKPê bi PDK ê digerê. Kesayeta Kurd ya kû li herêmê deshilatdarî di destên wan de ye, ji bo kû wefedariya xwe ji dijminên dervere nîşan bide û baweriya wan  qezencbike, her tiştî dike.  

    Heger ne ji bo deshilatdarî û bercewendiyên teng be nexwe ev hemû lîstokên kirêt ji bo çine. Ji bo çi PDK ê destek dide kû komkujî hemû rojê li Kurdistanê bên jiyankirin. Çima deriyê Başûrê Kurdistan li ser piştê ji bo dijminanê dagirker ê Tirk vedike? Çima didin pêşiya dijimin û hemû rojê êrîşê dibin ser Gêrilayên azadiya Kurdistanê û dibin sedema şehadeta hevalên ciwan. Ji xwe ji despêka avabûna Hêzên Parstina Gel HPG, her dem hewldanên PDK’ê hebûn ji bo ku hêzên gerîla neyê avakirin,  ev nêzîkatiya wan asta hevkariya wan ya bi Tirkan re dida nîşan, dîse di komploya nav netewî de ya ku li himber Rêberê gelê Kurde hate pêkanîn destê wan jî têde heye. Ev rastî di helwasta wan ya bêdeng de li himber tecrîda ku li ser Rêber APO tê kûr kirin de diyar dibe. Çima bê helwestin, Ji bo ku PDK’ê bi bandor be û cihê wan li gel dijminan xirab nebe naxwaze ku tecrîda giran ya li ser Rêber APO rabe. Naxwazin ku gotineke Rêbertî derkeve derve, ji bo ku rastiya wan û asta hevkariya wan a bi dijminê gelê Kurd re eşkere nebe. Lewra ji bo ku dengê Serokatî bi gel re qut bikin, çi ji destê wan tê dikin. Dîsa kî bûn sedem kû fermana Êzîdiyan bê jiyankirin, heger ku ne pilanek hevbeş ba bi Erdoxan û DAIŞ re, îro wê 8000 jinên êzîdî di bazarên cîhanê de nehatana firotin. Bi daxwaza kî PDK’ê biryara bidarvekirinê li ser 2 ciwanên Kurd digire? Çima ewqasî ji berxwedaniya gel ne rehetdibin û dema gel daxwaza mafê xwe dike wekî Tirkan wan davêjin zindanan? Bi destûra kî xwezaya Kurdistanê her roj tê bombe barandin, şewtandin û talankirin?…h.w.d .Tişta ku îro ji milê Kurdê Erdoxan ve tê meşandin li himber netewa Kurd ji dijminan jî wêdetire. derba xiyanetê ji ya dijmin bi êştir û kurtire. Ev têrê dike ku herkes bizanê ev çîna hevkar azadiya Kurd û Kurdistanê naxwazin. Çima naxwazin dest ji van kiryarên xwe berdin? Ew dihizirin ku wê nanê wan li Kurdistanê nemîne, wê kursiya wan ji dest wan biçe. Ev dibe sedema ku xwe nêzî yekîtiya Kurd nakin. Ne layigirin ku kongra netewiya Kurdistanê bê li darxistin û her dem xwe paşde didin. Ji ber ew wekî Enkîdo di ferqa xiyaneta xwe de ne û ji hesab pirsîna pêşerojê ditirsin. Ji têkçûna deshilatdariya xwe ditirsin.



    KJAR