• Dê roj bê, ken li ser lêvên zarokan kêm nebe.

    3 ئاب, 2022

    Nûjiyan Amed/Endama Rêveber a Komîteya Jinolojî             

    Di germa meha Tebaxê de careke din, di van rojan de dil êşiya. Dayikên ku bi fermanê re rû bi hatin, yek, bi yek li ber çavê min zindî dibin. Dîmenên her dayikek, zarokên bê star, keç û xortên civaka Şengalê, bi tevahiya şewata xwe li ber çavê min weke rêze filimek, pir bi êş di nava mejiyê min de kok veda ye.

    Ne tenê di salvegera fermanê de, her ku navê Şengal li ber guhan tê, çavên min dikevin, hewara dayikên dil bi êş û bavên dil bixem, zarokên bê xwedî û keç û xortên perîşan tê bîra min. Bi taybet serpêhatiya zarokek pir biçûk û bê star û bê xwedî. Bi dîmenên wan rojan, mirov dîsa diçe wan rojan. Lewre min pêwîstî dît ku ez bi çend hevokan karibim wan rojên giran, kêmek be jî bi bîr bînim û vebêjim.

    Bi agehiya vekirina Korîdora Ceza re, em bi hewara civaka xwe a Êzîdî ve, weke her Bajarek Rojava me jî ji Dirbêsiyê berê xwe da Şingalê û em ketin Rê. Ez û du meclîsên me yên Kongra-Star bûn, nêzî 40-50’aracên cûr bi cûr ên Dirbêsiyê ve, me xwe gihandibû milê Girkê Legê û Rimêlan. Em bi kelecana xwe gihandina gelê Şengalê, di nava netebatiyekê de bûn. Em ji rewşa şer û pêşveçûnên YJA-STAR, HPG’ê, YPJ û YPG’ê, li gor derfetan kêmekî be jî agahdar bûn. Karê me tenê xwe gihandina wî gelê ku bê av û bê nan maye bû.

    Piştî em gihan Girkê Legê, me dît ku gelek bajar beriya me gihiştine wir û ji Girkê Legê heta bi xeta milê rêka Şingalê, arac li pê aracê rawestiya bû. Tişa balkêş ew bû ku, ji bo xelaskirina wî gelî, di bajar de çi cûreyên aracan hebû, me tev hanîbû wê çola bê ser û bê bin. Em tevan bi lez dixwest têkevin rê û xwe bighînin gelê Şengalê. Li milekî jî dengê mermiyan dihatin me. Em bi qasî demjimêrekê li wê deştê man. Ji ber ku me derek nas nedikir, em naçar bûn ku li gor talîmata fermandarê wê qadê tev bigerin. Ber bi êvarê ve agehî hat û gotin: “Ji bo korîdora Ciza tam bi ewle be, heval bi DAIŞ’ê re di nava pevçûnê de ne ku, wan ji wê qadê derxin û wir rizgar bikin.

    Li deştê ji aracan, mirov nikarîbû xwe tev bida. Kesek nasê Şengalê, bi telefonê di ber dilê kalekî Şengalî dida. Dema ew kes dît bala min li se wî ye, yek ser telefon da min ku ez bi wan re baxivim. Bi rastî dilê min ranedikir ku ez di wê rewşê de bi wan re baxivim. Lê ji ber ku carekê ew kes telefon dirêjî min kiribû, min silav da û min pirsa wî û derdora wî kir. Ew kal ji kezeba xwe dinaliya û digot: “Zû werin bi hewa me ve. Heke hûn dereng bikevin, emê tev ji tîna bimirin.” Ez bi dengê wî kalê bi temel kelegirî bibûm. Di kêliyên bi vî rengî de, dema ku di wê kêliyê de tiştek ji destê mirov neyê ji wî girantir tiştek nîne. Min jê pirsî û min got: ‘Niha hûn li ku derê ne?’ Got: “Em li ber teht û zinarên Çiya ne.” Min hewil da ku hêvî bidimê ku, emê xwe bighînin wan. Lê mixabin ku wê rojê rêk venebû û me neçar bûn ku, wê rojê li wî çolê li benda rêkê bimînin.

    Roja din em ketin ser rêya Dugurê. Ez û meclîsa Dêrikê, Gulbehar û hevalê Cîhad, 3’şevan bi aracekê me berê xwe da Dugurê. Ajolar kesek temen mezin bû û hindekî jî ji hatina xwe ne rehet bû. Mazot û nanê ajokar li ser me bû. Lê carnan hin ajokarên aracan, li gor xwe timahiyan dikirin. Kêmekî jî di hindek ajokaran de tirsa şer hebû. Lê me bi îsrara xwe ew gihand Digurê.

    Deşta Ceza û Digurê ji ber çûn û hatina arajan, toz dibarî. Ew çol li ber çavên min bibû weke dojehê. Li gor dîtina min, gelek cûreyên Dojeyê hene. Ev jî yek ji wan cûreyan bû. Ji xwe DAIŞ li gor şerîata Îslama siyasî, ji bo gelê Êzîdî dojehek li gor hişmendiya xwe dabûn avakirin. Dilê wan bixwesta serî jêdikirin, dilê wan bixwest di qefesan de ew gel dişewitandin.

    Ji germahiya meha Tebaxê, ew ax bibû weke pêla toza zûha ku ne dihişit arac rêya xwe bibîne. Çola ziwa rê ne dida ku arac bi hêsanî bimeşe. Ji milê derve û hundurê aracan, her wiha em bi xwe jî ji tozê xeniqî bû. Bi destê sibê re, em rastî civaka Êzîdî hatin. Me yek yekser vexwarin li wan belav kir û wan jî çend hêjîrên Şingalê ku di qutiyeke biçûk de bi xwe re anîbûn dirêjî me kirin. Ew hêjîra Şingalê, di wê kêliyê de bibû, weke dermanê sebrê. Ez bi dilxemî, bi wan re dikeniyam ta ku bawer bikin ku ew di nava ewlehiya şervanên azadiyê yên Rêber Apo de ne.

    Min pêwîstî bi pirsa rewş çewa ye, nedît. Ji ber ku rewşa ew di navê de bûn, li ber çavan bû. Lê dema ew kom çav bi me ketin, gelek kêfxweş bibûn. Lê dîmenê ku ez lê rast dihatim, mirov lal û ker dikir. Dema min di dawiya aracekê de çend zarokên ji tozê weke telîsê pembû li wan hatibû didît, ez matmayî mam. Di wê kêliyê de, min ji xwe re got: “ Dê gelê Êzîdî vê fermanê jî derbas bike.” Min xwe bi vê gotinê mijûl dikir. Di vegerê de li bin wan konên ku meclîsa Dêrikê ji gel re vekiribûn, îska îska giriyên zarok û dayikan, mirov nikaribû xwe bigirta. Çar pênc zarok bê dê û bê bav di nava konan de diçûn û dihatin.

    Roja din li ser daxwaza  Şehîd Toprak Çerkez, min vê carê wê bi aracan re şand Şengalê. Di vegerê de bi hestyariyek pir bi êş, qala zarokekî ku dayika wî li çolê avêtiye dikir. Dema ku diçin ciyê, li wan digerin. Dibînin ku zarokek çend mehî di nava bermahiyan de hiştine. Ser û çavên wî tîjî gemar û mêş bûne. Şehîd Toprak, ser çarên wî bi ava di şaşalan de dişo, wî himbêz dike û tînin Dêrikê. Ew zarok ruxmî ku di bin kontrola tendurustî de bû jî, lê piştî çend rojan jiyana xwe ji dest da. Di nava civakê de pir caran dayikên me dibêjin: “ Ma dayik dikare, cîgera xwe bavêje?” Helbet li gor heqîqeta dayikan ev yek ne daxwaza wê dayikê bûye. Lê mixabin ew ferman û feleketa 3, Tebaxa 2014’an a ku bi serê dayikên Şengalê de hat, ewqas giran hat ku dayikan zarokên xwe avêtin.

    Dayikek me ya Şengalî bi dil sariyekê li pêş kamerayann eşkere got: “Zarokê min mir, min ew avêt û ez hatim.” Dayikek Kurd a Êzîdî heke di wir de hat wê asta ku zarokê xwe bavêje, ev şerma ew hêzên ku bi navê Mirovahî daxifin e.  Ev encamê pêkanînên hêzên komploger ên sedsalê ne ku, dayikek aniye vê rewşê.

    Em weke jinên Kurd, me hewil da ku ji vê pêvajoyê re şahîdiyê û Stariyê pêk ve bikin. Helbet em jî li beramberî van zarokên bê dê û bê bav, xwedî perpirsyartîne. Pêwîste ku em tu carî vê wahşeta sedsalê ji bîr nekin. Tola mezin ew ku, em xwe ji her milî ve perwerde bikin û xwe bi hêza cewherî rêxistin bikin.

    Ez bi bîranîna wî zarokê bê xwedî û bê star, tevahî zarokên wê demê û Şehîdên Şengalê ku di çebarên şer de, şehîd bûn. Her wiha tevahî Şehîdên azadiyê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim.

    Dê roj bê, ken li ser livên zarokan kêm nebe.



    KJAR