• Jin jiyan e

    28 شوبات, 2023

    Ji nixandinên Rêber Apo ên di ji bo 8’e Adarê de

    Beşa yekemîn:

    ‘Çima tenê rojek, dibe roja jinan?’

    Ez berî her tiştî, tenê 8’ê Adarê weke roja jinên cîhanê be, rast nabînim. Hemû rojên bi jin, bi jinên azad re di jiyanê de mercekî ku tu car dev jê nayê berdan e. Lê ev rastiya 8 ê Adarê jî pir vekirî dide nîşandan ku di jiyanê de, jin tine ye. Nêzîkatiyên tenê di vê rojê de weke nirxekê bibîranîn, asta kûrahiya koletiya jinê dide xuyakirin. Ji bo min, qada xebateke her ku diçe li serê dihizirim e. Ji şer cuda nabînim. Heta mîna di hemû şoroşan de, mijara bingehîn ku divê şoreşên roja me û nemaze şoreşa Kurdistanî bi ser bixin; karê dahûrandina jiyana li der û dora jinê ye. Em ji pirsgirêkên herê berfireh ên şer bigirin û ji aştiyê heya ku bingehek pêşxistina azadiyê di navenda her karî de cih digire.

    ‘Çareseriya vê jî, ji şer qut nahizirim’

    Hişmendiya ku li derdorê jinê, hatiye hûnandin, heta ku birastiya bîrdozî, rêxistin, çewsandin û mîtîngerî ve neyê destgirtin, heta ku çareserî li ser vê bingehê neyê kûrkirin; her weha şer û şoreş ji jinê qut girtina dest, negengaz e ku şer tam bibe şerê azadiyê. Aştiya ku paşê bê jî negengaz e ku bibe aştiyek rast. Mercên vê yên bingeh û yên pir esas, verişandina têkiliyên dafikên li derdorê jinê ne. Em ji malbatan bigrin, heya hexlaq, felsefê û jiyana olan, her hemû di vê mijarê de çi dibêjin? Ji vana wêdetir çi pêkanîne û ci dihizirin? Wan bixwe jiyanek çewa avakirine, çareseriya vana hemûya jiyanî ye. Li ser şoreşa Kurdistanê her ku ponijim, ez hê bibaldar nêzîkê vê pirsgirêkê bûm. Ez dixwazim vê jî bibêjim, Çareseriya vê jî, ji şer qut nahizirim. Ji bo pêşxistina şer û li ser wateya wêya rast, ji bo pêşve çûyinê, ez vê pirsgirêkê di girtina dest de pêwîstiyek ji dil dibînim. Ji bo vê jî têgotin, şoreş û jiyan bê jin nabe, ev rastiyek e. Lê di roja me de rewşa ku têdeye û yadin jî di bin statuya ku heye de, jiyana bi zilam re, jiyana bi jinê re, ez hê jî di warê pejirandinê de zahmetiyên ku dikşînim rengeke yê jiyanê ye. Ez bêjim min şoreşa xwe, bi armanca rêbazê vê jiyanê bidim guhertin pêşxistiye, dibe ku rastiyek birengek hê baldartir ez tînime ziman be. Weke elmandineke pirsa  “8’ê Adarê, ji bo roja jinên cîhanê tê çi watê’’ bê kirin; bersiva ku ji re bê dayîn, kûratiya koledayriyêk libîrhanîn û bibîranîn e. Heya tê wateya ku pir sembolîk û hinek jî li gor min girîngiyk ne ji dil jê re raberkirine. Çima tenê rojek dibe roja jinan? Hebûnek jiyanê ya ku dev jê nay berdan, çima tenê rojek nirxdarîya wê tê bibîranîn? Weke roja dayika jî rojek jê re tê diyarî tê dayîn. Li gor min ev îfadeya ne dilsoziyê ye, divê ev bên derbaskirin. Divê hemû rojan weke roja 8’ê adarê bê destgirtin û bê pêşxistin.

    ‘Jin dixwaze vê pêvajoyê têbgihêje’

    Di milê Kurdîstanê de têştên ku zêde ji bo vê rojê em bibêjin tuneye. Şoreşa bi jinê re em dinava hewldanek mezin de didomînin. Ji wateya gelenperiya 8’ê Adarê, hê girîntir derbaz dibe. Heya kar, li gel me wa lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwedyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kudistanê, ji bo asta navnetewî hêzên ku dixwazin helwest bidin xweya kirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê têbgihêje. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me ve ez ê vê hinek bighînim vekirîbûnekê. Ez bihêvîme ku di pêvajoya pêş me de hê zêdetir giringiyek bidime civînin jinan. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyek ku em şehîdan bibîrbînin heye. “Çi yên xwe kirin bomba û taqandin’’ bi vî awayî eslê mirov xwe dighîne çalekiyên herê cidî ve, kesên xwedyên çalekiyên azad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwe paqişkin; eslê jinê, erkên ku dane pêş me di kesayeta van şehîdan de bicîh anîn ji bo min deynek e. Bi sedema vê rojê jî bi taybet vana diyarkirinina min wê di cî de be.

    ‘Divê bê lêpirsîn kirin’

    Sedemên herê bingehîn, di desthilatiya zilam a cîhanî bisrara berdewamkirine de ku raburdûyê bimiriva nadin gerandine. Bîrdoziya desthilatiya zilam, bandora xwe ya ku li jiyanê dike, pirsgirêka jinê hê girantir kiriye. Bi taybet jî ji şoreşên sedsalên 20’an ve yên di demên dawî de di milên jinê de rê liber hinke pêşveçûna vekiribin jî lê tam çareseriyek pêknanîne. Heta li van welatên ku sosyalîzêma pêkhatî lê fermî jî bûye, vana nekirin malê şoreşa jinê,  pîvanên jiyana giştî, mirovên herê ku digot ezim, bi kesayetên weke Rêberên sosyalîstan re jî xwe dide domandin, ev pir vekirî û li holê ye. Heke ez qala xwe bikim, ez vêya hinekî hîn cuda digrim dest, vê pirsgirêkê hîn kûr û diberfirhiya gerdûnî de dest girtina min rast e. Ez li vê derê tenê pêdiviyên şoreşa rêzgariya netew bigirim ber çav, dahûrûnek jinan nakim. Heta ku ji bo guncavbûna rojê em xelaskin “nîvê nufûsêne, bê wan şoreş nabe” ez ne dinava ferasetek weha teng de me. Ez hê bibingeh tevdigerim. Ji bo min ev weka felsefe û xwebatek bicoş e. Ji bo ku ez fereseta xwe ya sosyalîst avabikim, pêwîste ez vêya çareserbikim. Weke keseyatek zilam, hêjî ez dinava lêgerînê deme.  jiyana bi jin re divê çewa be, jiyana giştî wê çewa be, dema me ev me pirs, pirsdikir, jiyan bi jinê re wê çewa be, ev pirsa ji bo ez hêjî pêwîstî dibînim ku liserê bihizirim. Di vê mijarê de ez vekirî bidim diyarkirin ku ez xwe navêjim pişta tu darîzînên keveneşopî û nirxên exlaqî,  ez bawerim ku ji nêzîkatiyên milên cînseltî bigre,  bi jinê re di her warê jiyanê de parkirin, polîtîka û heta xebatin leşkerî parkirinê, pirsgirêk hene.  Pêwîstî û giringiyek didim van nîqaşan. Tenê bi sînorên nîqaşan ve mayîn na, evana bi rêbazên hîn cudatir ve bi çareseriyên şoreşgerî ve birin hê zêdetir min eleqerdikir. Ez van weha dinirxînim, karên herî pêwîstin û yên bingehînin ku sosyalîzma demê pêkbîne. Di sosyalizma pêkhatî de hat îspatkirin ku tenê têkoşîna çînî têrnake. Di roja me de pirsgirêkên hawirdor her ku diçe mezin dibin, eperyalîzma kapîtalist xwezayê ser û binê hev kiriye û aniye rewşek ku nayê jiyankirin, ji bo vê şoreşa sosyalîst çewa ku çareseriyek bingehîn pêwîstî pê hebe, ji bo jinê hê zêdetir pêwîste. Ev pirsgirêk bi her aliyên jiyanê re têkildare,  pir dervê nêzîkatiyên keveneşopiya ne. Em ji girtina bîrdozî bigrin, heya ku bihevrebûnên pêkhatî, heta zewacê jî divê bê lêpirsînkirin, ez wa bawerim ku di her warî de pêwîstî bi nêzîkatiyên nû hene. Heke bala xwe bidinê, nêzîkatiyên min yên di vî milîde pir gerdûnî ye. Tenê di derbarê girseya jinê û netew de nîne. Di vî milî de di qada navnetiwî de jî eleqeyek pêşdikeve. Fersetek sosyalîs di vî milî de pêş bikeve, bêguman wê hê zêdetirîn jin bên rojevkirn. Pirsgirêka jinê ne tenê di milê cînseltî de û ne jî di milê rêxstinê de, di her warê civakî de birengekî “divê çewa be” bê lêpirsînkirin. Her ku bersiv pêşkeve, wê bê dîtin ku di esas de şer û aştî pêrsgirêke jinê ye. Heya ku vîna jinê, keseyeta jinê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilat ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştiyê, bi tena serê xwe çareser nebe. Her weha di Şoreşên ku li demên pêş me de ne û piştî şerên salên 21.’an de pêvajoyên aştiyên ku li dû wan bên, ji bo ku bê bi tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê bidin kûrkirin. Ez texmîn dikim ku sedemên esas jî eve.

    ‘Çewsandinê û mîtîngeriya jî tevlî dike’

    Ez, berî her tiştî di kesayeta jinê de xeterî dibînim. Ji dema ku min xwe naskir, ji dayika xwe hesap xwestinê em bigin, bi keçên weka we re mujolbûn, heya ku ji hev hesap xwestinbûnê, weke di ferqa kûrayiya xeteriya ve de bûyîn, taybetmendiyek weha ji bo min bi bandor e. Her du zayend bi hev re nebin, tena biserê xwe nabin. Lê rewşek weha bi gelenperî heye ku ev têkilî zêde nade qezenc kirin. Ji ber ku ev têkilî rast nayê dahûrînkirin, weke xeteriyek li her milê jiyanê gefan dike. Ez her dem dinava vê ta dil de bûm û vê taya dil min ber bi hêza dahûrbûneke pir kûr ve dibe. Di destpêkê de bi rêka hîsan “ez dibêjim ku di van têkiliyan de nexwşiyek heye, pêwîst e ev têkilî weha nebin.’’ Weke hûn baş dizanin, li Gundan bi perê qelen ve keçên nêzîkên min ên ku min ji wan hezdikir û min dixwest biwan re bim, ji nişka ve ji holê wendakirina wan, ji min re weke wendayiyek dihat. “Ez dibêjim di vî karî de xwezayî tuneye.” Dema ez li dû hemû pergalê dinerim, min dît ku yên hêza wî ya pere hebe, yê hêza wî ya çewsandinê hebe, di rastiyê de ji zû ve jin kiriye. Min ferqkir ku li gor rêgezên wê yên azadiyê, li gor rêgezên wê yên bedewiyê, ji têkiliyên wê tu tişt namînin, tenê di asta xeyala de maye. Di helbest, wêje, wêne, sînama û dikanande, her çiqas senaryoya çêkin jî, di dahûrînên dawî de min dît ku evana ji bo efyonkirina girseyan tên bikaranîn. Ya bingehîn di mijara jinê de biçewsandin û mîtîngerî ve mijarên herê hovane pêktîne, berê her tiştî, min kurştina evînê dît. Ev weku min heya ber bi tolhildanê ve bir. Evîn têgînek pîroz e. Qetilkirina evînê, ji bo min wisa hêsan, hêsan nayê pejrandin, hestk û hizrek e. Ez di vê mijarê de wekî her kesê kir, neketim nava ezezitiyê. Bi nêzîkatiyên kevneşopî ve min nexwest xwe çareserbikim. Bi komkirina hinek hiz ve mînak îro bi nav û dengê xwe ve xwedî kesayet im. Min nexwest pişta xwe bidim van û vê pirsgirêkê çareserbikim. Min nexwest ji bo tatmîna cînseltiya xwe bi biştgirya hêza xwe ve çareserbikim û ev ne rast e. Ev ji bo min hinek bê exlaqî hat. Ji dilbûnê bê par, ji vîna zada bê par,bi hêzê ve girêdayî, bi destpêkirina min re her ku xeteriyên ku min di xwe de didîtin,ji bo ku ez xwe wenda nekim, min girîngiyek bizin nîşanda. Ev di heman demê de, vê xeteriyê jî bi xwe re tîne; dema ku hêz pêş dikeve, pêkanîna destpêkê li ser mirovan statuyek pêş dixîne. Statû çi ye? Ya xwe wek kesayetek, arîşeyî, bi propagandayên bi taybet ve bi çareseriyên xwe ve dike û dide pejerandin, yan jî bi rêbazên çewsandinê û mîtîngeriya jî tevlî dike, mirovan lewaz dike û dixwaze bi xwe ve girêbide. Hêza ku bi zilam re kom dibe di pêvajoya pêşketinê de wehaye. Ev bi jinê re hê bi xeteriyên pir cûda ve mezin dibe. Dema bi zilam re bi vî rengê hêza çewsandin û mîtîngeriyê di keseyata xwe de dihizrînîn, bi rengek pir bixeterî weke hizrandinek mal nêzîk dibin, mixabin nêzîkatiyên wisa ji jinê re pir bê hevseng in. Asta ku anîne di bingeh de felaket e. Ji bo dîlkirina jinê, heta dawî dide ber lêkolînê, di rengek lêkolîna metabûnê de ye. Ji bo ku nefsa xwe têr bike, heta dawî jinê bê hêz dike, bê vîn dike, weke tîne rewşekî bê giyanî. Wê tîne rewşa kûçkê hewşê ya begê xwe. Ji bo ku pê nefsa xwe têr dike, bi vê jî şanaz dibe. Hema di hemû pêşketinên çivakên çînî de rewş wisa ye. Her ku civakên çînî pêş ketin, bi giranî hêz li gel zilam berhevdibû. Dema hêz li gel zilam komdibû, rê li ber wendakirina hêza jinê vedikir, wendeyiyke pir mezin derdixist holê. Em viya hinek din jî vekin. Wek ku tê zanîn, li Rojhelata Navîn bi kevneşopiyên olî ve nemaze bi xelasibûna komînên kilana ve ez texmîn dikim ku di dirokê de ya herê zêde pêktîne Mezapotamya ye. Hêza jinê ji heyama berhevkirinê, heya hilberînê bê nîqaş e. Berî her diştî, di olan de îfadeya xwe ya xwedawendiyê dîtibû. Heta neha jî xwedî bi navake pir biandor e. “Îştar’’ Bi Kurdî tê wateya “Stêrk’’. Di Erebî de jî heye, dema hemû zimanan de heye. Di roja me de “Stêrk, Star’’ jinên xwedewend dide îfadekiri.

    ‘Serweriyek pir bê hevsengiye’

    Di rastayiyê de ev xwedawend xwedî erkeke dîrokî ne; yekem car avakerên civakên ku bi cî dibin in. Divê bê pejerandin ku cara yekem ji avakirina civakên yên Gundan bigere, di heyamên herê girîng de şoreşên ku bûn komcivak, bi hevsengiyek mezin ve li derdora çalekbûna jinê pêş ketiye. Saloxdayîna xwedawenda Îştarê, her hal ewqasa mirov dikare qal bike. Civaka jinê, wehaye ku di pêvajoya avahiyên xwe yên cara yekî de meznahiyek temsîl dikin. Pêvajoya piştî wê, pêvajoyên derbasbûna civaka çînî ye. Derbasbûna civaka çînî, di bingeh de derbasbûna desthilatiya zilam e. Pêşveçûnên di bin desthilatiya zilam de ewqas bê sînor e ku piştî demek xwedayên wan hemû zilam in; di bingeh de ti xwedawendên jin nemane. Pir kêm çendek jin hebin jî ewjî jinên kurmêrin. Hemû burokirat û hemû fermandar ji %99 zilam in. Di vê de waye dide xwiyakirin ku ev ji serweriyek pir bê hevsengi ye. Bê guman girêdana xwe bi çînîbûnê re heye. Bê gotin tenê rastayiya pêşketina mirovahiyê ye, wê zêde wermandî bibe. Yanî, “bê gotin ku heke zilam serwer nebe, jiyan nabe” biserê xwe tê gotina esaskirtina hişmendiya çewsandin û mîtîngeriyê.

    ‘Erka zilamên Kurd çi ye?’

    Ez wiha dihizirim ku sosyalîzim bi vê re girêdayî, heta divê li hemberê rawest e. Weke ku tê dîtin di rêbaza fikra me de û ji ber vê jî di rêbazê jiyana me de azadî heye. Heke em di sosyalîzmê de bi israr bin, divê em têbighên ku di ser û binê dîroka şaristaniyê de di mijara pêşxistina jinê ji hêzxistinê de,  weha ne xwezayî ye. Ev girêdana xwe bi pêşveçûna civak û bi pêşeveçûna çînan ve heye. Em dibînin ku di roja me de bûye çavkaniya qada pirsgirêkan. Her ku em vana çareser bikin, dibe ku şoreş mezin bibe. Ez, di wê baweriyê deme ku di vê wateyê de zilam zêde bi zilamtiya xwe ve, jin jî zide bi pîrekbûna xwe ve, pêwîst e ev bêhevsengiya dinavberê de bê rakirin. Ez li ser vê mijarê pir dihizirîm. Ji bo min pirsa zilam bibe zilamek çewa, jin bibe jineke çewa, pirsek bi şewat e. Ji ber ku dîrok pêwîstîdibîne ku vê pirsê bi me bide pirsandin.Heman demê li Kurdistanê nemaze rewşa ketina zilam, hê zêde min ber bi vê pirsgirêkê ve kişand. Bi gelenperî hinek dixwazin gelê Kurd li dijî me xelet bikarbînin. Min got ku gelek kirin pîrek, wateya vê ev bû. Di giştî dîrokê de, ji ber ku êrîşên dagirkeran,talankeran ji ser serê gelê me kêm nebûye, ji her dagirkerî ji her zordarî û ji her desthilatî re ku ev hinek jî dişibe zilamê desthilat, gelê giridayî. Di vê wateyê de min got, “şibandina jina kolekirî ye’’ ev jî bi wateye. “di vê de erka zilamên Kurd çi ye?” Dema ez derbasî pirsê dibim, min dît ku rewşa erka wan pir dilbişewat e. Di wateya kevneşopî de min dît ku weha naşibin zilamên netewên dîtir, pir cûda hinek milên wan din hene.

    ‘Mesafeyek girîng girtiye’

    Zilamê di bin bandora pergala çewisandinê de ne hemû êşa wê ji zarok û jinê derdixînin. Pir bisosrete ku hemû çavkaniyên ezkirina xwe jî dixwaze ji vir bibîne. Yan hem lêdixîne hem jî hez dike. Hem hez dike, hem jî hêsrên çavan dirijîne. Kesayetke pir binakok e! Dixwaze hezbike dikoje. Di rêbaza hezkirinê de kuştin heye. Ji bo zarokên xwe jî weha ye. Min dît ku ev zilam pir bêçare ye. Her ku min dît bê çarene, herê kêm qasî darhûrîna jinê,ji min re girîng xwiyakir. A niha di bingeh de Pirsgirêk ji pirsgirêka jinê zidetir e, weke çareseriya pirsgirek zilam girtin dest, giringiyek mizin hildigre. Di gelek birdoziya de ev pirsgirêk wisa dananîne holê. Bi gelenperî piranî bîrdozî ji ber ku bidesthilatiya zilamin,zêde pêdivî bi çareseriyê nabînin. Nabe xwedî kesayetek kûr û sosyalîst. Zilam nerînin ku di derbarê desthilatiyê de xeteriyêyek be, zêde cî nadê, zêde naxwaze bibe mijara rexneyan. Ev rewş, bi zilam re weke nêzîkatî bicewher bûye. Rewşa min hinek cûda ye. Ji ber ku min ji zilamê kevneparêst qutbûnek mezin da avakirin, ji ber vê ez zilam biwêrekî rexnedikim û wana digirm nava çareseriyê. Bêguman ev xwesriyek e. Min ji zû ve jin jî di milê kevneşopiya de hem ji zilam qutkir, hem jî ji ber ku min di azadkirinê de mesafeyek girîng girtiye, di mijarê de jî nêzîkatiyek hinek azad bûyî ye. Ez di çarçoveyek pir çalak de digirim dest û li ser pêşxistina hinek têgehên nû dixebitim. Em Ji “Kuştuna Zilam’’ bigirin, di heman regî de “ji nûve avakirina jinê’’ û “kuştina pîrekbûyînê’’ têgehên weha bala min dikişîne. Ez tenê di asta wateya têgehan de na, di nava hewldanên weke artêşbûyûna jinê deme. Li hember van pêşketinan pir şaşbûn û heta rê li ber bertekên mezin vekir. Bêguman ev berhema ferasetên pir kûrin. Ciyên wan bixwe xwe hebin jî lê di esas de ji bo ku karibin bibin bersiva van hemû rexneyan, ji bo rêbazê bingeha jiyana nû; pêngaveke li ser esasên bingeha wekhevî û azadiyê avakirin şert e. Her ku diçe plan û bername li ser vê bingehê têpêşxistin. Ji xwe ber bi civaka nû ve ketina rê, divê her kes bizanibe, li vê derê planek berfire tê xwestin ku derbasî jiyanê bibe. Bi taybet divê çêkera me vê bizanib e. Welê xuyaye ku ev ji bo min hem pir girîng e, hem jî pir karên ku em bikin, wê nemîne piştî şoreşê,di serî de çareserkirine. Di vê de weke xeletiyek dîrokî nekirin, weke ferasetek gelek bibandor e. Di demên berê de digotin; “pirsgirêkên netewan wê piştî sosyalîzmê bêne çareserkirin” newelê ye! Dîsa “pisgirêka jinê, wê piştî sosyalîzmê’’, newelê ye! Niha, weke rojane, heta ku ji ne çareseriyê re rê neyê girtin, ne şoreşa sosyalist dibe, nejî netew rizgar dibin, nejî zayend rizgar dibin.  



    KJAR