• Rehên xwe berdaye nav ax û avê

    31 ئازار, 2023

    Nûjiyan Rojhilat/Endama Komîteya Jinolojî

    ‘Li çar aliyên welatê Rojê, gul vedidin’

    Amara di 24 saliya dîlgirtina Rêber Apo de ji bo jin,ciwan û giştî şopdar û hezkiriyên jiyana azad, bûye cihê bîr û baweriya xwebûnê.  Amara weke cihê jidayikbûna Rêber Apo û her wiha di 50 saliya şoreşa dîroka ji agir, bûye hêlîna rewşenbîr û hunermendan. Di van pêncî salên şoreşa azadiyê de bi taybet di van 24 salên tecrîda giran de, ji bo gelê Kurd û dostên gelê Kurd  bûye cihê bilindkirina ala têkoşîna şoreşa jin, ciwan û giştî gelên azadîxwaz. Di milê şoreşa zihnî, rêxistinî û parêzvaniya xeta mirovahiyê de ji bo hereketa azadiya jin, gelê Kurd û giştî gelên hêjar, bûye çavkaniya hêza berxwedanî û zanista lêpirsînkirina ruhê dijminê hundir û derve. Jin, ciwan di serî de giştî civaka gelê Kurd ji heft salî heta heftê salî, her sal berê xwe didin gundê evîndarê azadiya jin û gelan, gundê Rêber Apo. Meşa ber bi Amara ve xwedî du wateyên hevgirtî ye. Yek: roja 4 Nîsanê roja jidayikbûna Rêbertiya me û yadê Uweyş pêkve pîroz kirine. Ya duyemîn: bi pîroziya dayikbûna yekem, dayikbûna duyem û sêyem bi dildariya xeta têkoşîna bîrdoziya tolhildana mezin a bi wate ye. Zayîna duyem û sêyem zayîna yekem bi nirxên giranbuha bar kiriye. Sê pîrozbahî pêkve li Amara rehê xwe berdaye nav ax û ava Rihayê. Ev reh û şaxê dara azadiyê roj bi roj, li çar aliyên welatê Rojê gul vedide. Her gulek roj bi roj bêhna xwe dide ruhê gerdûna her evîndarê rêya azadiyê. Rêya azadiyê di welatê Kurd û Kurdisanê de derbas dibe.

    LI DIJÎ TECRÎDÊ HELWEST RABERKIRIN

    Gelê Kurd di meşa ber bi Amara de, li dijî zihniyeta qirker ya faşîzan ya hukumeta Tirkiyê, tecrîda li ser Rêberê Azadiyê Rêber Apo şermezar dike. Amara Rihayê her sal dibe navenda darizîna bê ehlaqiyên girtîgeha Îmraliyê. Gelê Kurd weke îradeya sîyasî, hêzên NATO û dewleta faşîst a Tirkiyê, bi çalakiyên xwe yên rewa û demokratîk bi çûndina Amarayê re, helwesta xwe ya ehlaqî li dijî van hêzên bêbext û komploger raber kirine. Li dijî tevahî kiryarên kirêt yên hêzên tarî ku li dijî jin û civakên hêjar weke şerê taybet dimeşînin, di meş û gotinên xwe de dibêjin “ji faşîzma sedsalê re êdî bes e”.

    Amara ji gelek milan ve xwedî stratejiye. Di milê bîrdozî û siyasî de xwedî giringiyekê ye. Di milê xeta ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê de xwedî peyame. Di milê evîna Kurd û jiyaneke bi nirx de xwedî destpêkeke jiyana nû ye. Di milê îsrara civakparêzî, berxwedan û têkoşîna îradeya serkeftî de semboleke dîrokî ye. Di milê ruhê polîtîkaya netewa demokratîk û konfederalîzma demokratîk de xwedî manîfestoya şaristaniya modernîteya demokratîk e. Amara tenê cihê jidayikbûna Rêber Apo nîne, Amara bi 50 saliya PKKê û 30 saliya artêşa jin a PAJK re, bûye cihê tewafê (qîblegeha pîroz) ya ruhê azad. Amara bi şahîdiya xwe ya  50 salan a ji tevgera azadiyê re, bi berdêlên giranbuha re, bûye tirsa ruhê rejîma Tirkiyê, bûye kelema çavê giştî hevkar û neyarên gelê Kurd. Amara ji evîndarê azadiyê û dostên gelê Kurd re bûye çavkaniya şeref û rûmeta mezin.

    Amara weke ziyaretgehekê ji bo xwe dibînin

     Gelê Kurd di pêşengtiya jin û ciwanan de her sal di 4 Nîsanê de berê xwe dide gundê Amara. Amara weke ziyaretgehekê ji bo xwe dibînin. Ji axa mala yadê Uweyş ku bi ked û berdêldayîna mezin a Rêber Apo ve tacîdar bûye. Gelê Kurd axa mala Rêbertiyê weke şîfaya başî û xweşikiyê, digirin û dibin mala xwe. Dayik û bavên Şehîd û şoreşgeran û her wiha giştî welatparêzên ku diçin gundê Amara, AX û AVA wê malê, li hember nexweşiyên modernîteya sermayedar ji bo xwe weke derman dibînin. Her jin û ciwanê Kurd li wê malê bi evîn û hezkirina heqîqetên rast û ne rast dihesin. Bi şerê doza: heqîqet evîn e, evîn jiyana azad e, dihesin. Her dayiyeke Kurd bi niyeta ku zarokên wan li ser xeta Rêber Apo bi hestên welatparêziya rast û azad şa bibin, daxwazan ji pîroziyên xwe dikin. Dayik û bavên me yên welatparêz bi hezkirineke mezin û baweriya bi rojên azad bê tasewas berê xwe didin gundê Amara. Gundê Amara bi ruhê Apogeriyê miriyan zindî û pîran ciwan dike. Li Amara ji bo dayik û bavên me tîna germahiya Rojê tê wateya welatê azad û  mirovê azad.

    ‘Hikûmeta AKP’ê ji meşa Amarayê ditirse’

    Ji bo wê di van çend salên dawî de hukumeta AKP û MHP meşa ber bi Amara ve tu car nepejirandiye. Jin û ciwan her sal bi şer û pevçûnên giran berê xwe didin gundê Amarayê. Dema diçin weke biçin eniya şerê azadiyê, xwe ji her milî ve amade dikin. Jin, ciwan û giştî gelê me yê welatparêz baş dizanin ku wê werin qetilkirin, girtin û îşkencekirin, lê dîsa berê xwe didin rêya gundê Amara. Weke rêka parastina rûmeta xwe bi serbilindî  ber bi Amara Rihayê ve diherikin. Hukumeta rejîma AKP ji meşa Amara ditirse. Dewleta faşîst a komara Tirkiyê, dar, av û axa Amara ji bo xwe xeterî dibîne. Komara Tirk ya faşîst weke şirîkê saziya Nato, ji meşa gel a ber bi gundekî ve dibizde. Gelo ev çi tirse ku ewqas ev dijmin dixe nava xofa giran. Helbet gelê Kurd ji vê tirsê agahdare. Jiber ku gelê Kurd sebeb û berpirsyarê êş, zilm û zora  sedsale kî ne, dizane. Diz û qetilkarên xwe jî baş nas dikin. Dijminê azadiya jin û gelan jî di ferqa kiryarên xwe de ne. Lê mixabin ev naskirin, têrê nake ku xwe bi gelên azadîxwaz bidin efûkirin. Jiber van heqîqetan ev dijmin her dem di nav xofa mezin de jiyan dikin. Ev hêz ji bo têk neçin her dem di nava lîstokên komplowarî yên tunekirin û înkarkirina jin û heqîqeta gelê Kurd de ne. Helbet ya ku xofê bi AKP re çêdike, têkoşîna bê hempa ya gerîlayên serdemê, jinên serbilind, ciwanên leheng û gelê me yê welatparêz in. Di rastiya vê tirsa mezin de mijara herî sereke jî, paradîgma û berxwedaniya serdemê ya  Rêber Apo bi xwe ye.

    ‘Dil û çavên ciwanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê li Amarayê ye’

    Dil û çavê gelê Kurdistanî û dostên Kurdistaniyan li Amara Rihayê ye. Heke zext û zora li ser dîl û evîndarên azadiyê were rakirin, em di vê baweriyê de ne ku Amara bibe rêya hêviyê ji bo her mirovekî ku dibêje: ez mirov im. Heke ne jiber faşîzma hukumeta AKP be, wê hezkiriyên Rêber Apo berî ku biçin ziyareta welatên biyanî, wê çola ziwa ya Erebîstanê, destpêkê wê berê xwe bidin Amara. Amara ji bo her çar beşên Kurdistanê, dîroka zayîna bîrdozî û siyasî ye. Dil û çavê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li Amara ye. Bi şoreşa jin û civaka Rojhilat û Îranê re weke dîroka zayîna felsefeya jin jiyan azadî, giringiya 4 Nîsanê û gundê Amara ya Rihayê, ji bo gelê Rojhilat û giştî Rojhilata Navîn hê bandortir derxistiye holê. Jin û ciwanên Kurd ên Rojhilat û her çar beşên Kurdistanê, bi îdiaya ku vê biharê bikin bihara azadiya Rêber Apo xwedî sekin û xwedî biryarin.

    Bi vê boneyê em 4 NÎSANA 1958 A RÊBERÊ AZADIYÊ RÊBER APO KU DIKEVE SALA XWE YA 74’AN, LI RÊBERTIYA ME, JINÊN KURD Û GIŞTÎ TÊKOŞERÊN DAWA MIROVAHIYÊ PÎROZ DIKIN.

    Bi hêviya rojên azad.



    KJAR