• Di pêşengtiya Jin de, li her derê Modernîteya Demokratîk pêşdikevê

    4 ئه‌یلول, 2023

    Endama Komîteya Perwerdê a KJAR’ê Tekoşîn Dilgeş

    Sala 2023’an  ji bo gelê Kurd saleke bi tekoşîneke pir dijwar derbas dibe. Modernîteya  Kapîtalîst  bi her hawayi şerekî pir dijwar li ser gelan dide meşandin. Ji bo ku karîbe pergala xwe bimeşîne bi her şewe rêbazan bikartîn e. Di milên aborî de kirîzên nav dewletî dibe pêşdixîn e. Di nav gelan nakokî, koçberî, mahkumî pergala xwe bikê şerê taybet dixe nav de. Li ser dînamîkên civakê jinên ciwan, lîstokan pêşdixîn e. Pergala desthilatar ji bo ku tûne nebe her cure rê û rêbazan li gorî berjewendiyê xwe pilan dike.

    ‘Şoreş di nav Şoreşê de çêkir’

    Ev 25 sale Rêberê  gelan di Îmralî de berxwedanekî dîrokî, bi îradeyekî mezin raber dike. Rêber APO bi sekna xwe bandorekî tevahî li ser gelên cîhanê çêdike. Tu wijdan û exlaqê pergala desthilatarî nemaye. Tu qanûn, hiqûq, zagonên ku behsa wê dike ji bo dengê azadiyê ortê de rakê, bi dek û dolaban hevdîtin bi malbat û parêzerên wan jî nadin çêkirin, hevalên  gel Rêbertî dimînin rewşekî wiha dijîn. Ev jî vê yekê nîşandide pergala desthilatar, çiqasî ji Rêber APO û fikrê wî ditirse. Tirsekî pir mezin di nav dilê desthilatariya zilam de çêkiriye. Ji bona vê jî  dixwazin nefes ji Rêber APO qut bikin. Şerekî taybet û piskolojî mektubên tehdîtê ji Rêberê gelan re dişînin. Xuya dikê ku dibin denetima dewletên sermayedar derbas dibe, ne mumkine ku bê xeberê wan ev rewş diqewimê. Eger rastiyek li Îmralî pêşdikevê dibin siya pergala hegemonîk de dimeşe. Bi tehdît şantaja dixwazin îrade bişkînin, roj bi roj  helandinekî fîzîkî fikrî bide çêkirin, ceribandinên bi vî rengî siyasetê qirêj ava dikin. Dema tengaviyekî dijîn berê xwe didin gel Rêber APO êrîşên herî mezin li ser pêş dixînin. Lê belê em binerin Rêber APO êdî ji kesek derketiye bûye fikrê bi hezaran, milyonan di dilê her kesî de cih girtiye. Qedera gelan, hêvî û Baweriya xwe pergala Modernîteya Demokratîk Rêber Apo pêş xistiye çareserî ji bo gelan avadikê. Her kes dibin vî banî de kom dibê, derdorê Rêber Apo kom dibê, di serî de jin sedsala 21’an di pêşengtî dike. Pergala zilam salarî herî zêde bi fikrê jin bingeh digre metirsiyeke mezin jiyan dike. Ji bona wê jî Rêber Apo li gel Tevgerê Azadiya Kurdistan PKK’ê û xeta Azadiya jin di roja me ya îro de şoreş di nav şoreşê de çêkir.

    ‘Dîrok wê hesabê vê îxanetê ji mala berzanî bixwazê’

    Di roja me ya îro de li tevahî dunyayê qeyran û kirîz jiyan dikê ev rastî ji terefê her kesî ve tê naskirin. Lê belê kes wek Rêberê gelan Rêber Apo pir şêmber fikrê azad formûle nekiriye.Tevgera azadiya PKK’ê bi fikr û felsefa Rêber Apo tekoşîneke herî xurt meşandin. Li  beramberî faşîzma AKP û MHP’ê  gerîlayên azadiyê bi berxwedan û îradeyekî xurt di sala 2023’an de derbên herî giran li faşîzma erdoğan dan. Her cure kîmyasalên ku qaşo qedexekirîne, bikartîne tu dewlet dengê xwe dernaxîne xwe ker û lal kiriye. Mirov ji her milî de lê binere, ev kîmyasalên ku bikartînin, li cihên ku sivîl jiyan dikin bandoreke gelekî xeter li ser tenduristiya wan dike. Îro yê ku hevkariya desthilatariya tirkan dikê qaşo ji xwe re dibêjin em Kurdin KDP’ê, mala Berzanî di nav îxanetekî pir mezin de dijî. Ew roj  wê were ku dîrok hesabê vê îxanetê ji mala berzanî bixwazê. Her bostek ji xaka Başûrê Kurdistanê bi hezaran keç û xortên Kurd xwîn rijandine. Tu werê îxanetê bikê li ser gelê Kurd, siyasetekî qirêj bileyizê hemû jî ji bo berjewendiyê xwe bikarbînî. Dewleta desthilatdar a tirk xwe li ser xwîna Kurdan, parçekirina Kuridstanê avakir.

    Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dewletên îslamî xwestin bi siyaseta xwe Şoreşa Jin Jiyan Azadî birizînin ji bo vê yekê her rojev guhertin, sêdare kirin, nav salê 423 kes sêdare kirin. Pergala desthilatar bi kuştin zextekî pir dijwar li ser gel pêk tîne taybet li ser jinên ciwan lîstok pêktîne. Rastiya pergala rûxiyayî dubare dubare tê dîtin. Siyaseta qirkirinê li her çar aliyê Kurdistanê tê meşandin.

    Meha Tebaxê bi pilanekî di çarçoveya tunekirina Kurdan de, tirafîkê diplomasiyê di nav dewletê de pêşdikevê. Faşîzma tirk di van têkiliyên derve de dixwaze beramberî Kurdan itîfaq çêbikê, geh Iraq bi tehdîtê neberdana ava Firatê dixwazê bikşînê gel xwe hevdîtinên di vê dema dawî de jî çêbûn, encameke di milên Iraq nedîtin an jî alîgirekî bibandor nikarîbûn bigrin feqet Iraq jî bi tehdîtên Petrol nedarbaskirina tirkî kozek di destê xwe de digre. Her du welatan jî bandoreke pir mezin li ser gelan avadikê. Ê ku zerar dibînê hemû gelên kedkarin. Ji bo ku faşîzma tirk destê xwe xurt bikê dîsa berê xwe da mala Berzanî. Serok wezîrê derve ê tirkî Hakan Fîdan çû Başûrê Kurdistanê û piştî hevdîtinên wan,  êrîş li ser welatiyên Kurd sivîl zêdetir bûn. Hovîtiya  faşîzma erdogan di heremê biradostan bigre heta Pêncewîn êrîşên hewayi bi diron û SIHA li ser gelên sivîl qetilam roj bi roj çêdike. Îxaneta ku mala berzanî dikî dîrokê de wekî wan kes nekiriye, vekirî hevkariya sûcên mirovî berçavê dunyayê çenebûye. Ji zarok bigre deverê ku tên bombe barankirin sûcên mirovî ji bo ku veşêre KDP’ê tu rêbaz nehiştiye da ku bikarbîne. Kîmyesal sûcekî bê exlaqiye tu pîvanên mirovtî têde nîne. Çawa dibe ku qetilam li ser gelê te çêbike, tu bi rihetî rabê pêre hevdîtin çêkê û wî hembêzkê, heskirinekî dijminantî heyi ji bo berjewendiyê xwe, tu pîvanên bi rûmet di xwe de nehiştin e.

    Di çiyayê Kurdistanê  de cihê ku kimyesal bikarbînê nehiştiye ev piştî şerê Garê şûnvetir Hevkariya KDP’ê  bi faşîzma tirk re pir eşkere gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîd dixê. Bi kompleyek namerdane herî dawî li Heftanîn sucê herî mezin dikê. Berpirsê eskerî Elî Ewnî di bernameyekî de eşkere dibêje: “PKK li filan cihî ne, çima lênadin”  bi daxuyaniyekî bi vî rengî alîkariyê eşkere dikê. Gelê te bê suç tê topbaran kirin saxî tên şewitandin tu çima hesabê van tiştan naxwazî, herêmê te hemî tev dagirkir çima tu dengekî dernaxînê. Di vê dawiyê de jî xuya dikê ji bo ku Tevgera Azadiyê tunebikê pilan û komplo bi destê îxanetkaran ve pêş dixe.

    ‘Modernîteya Demokratîk li her derê di pêşengtiya jin de pêşdikevê’

    Meha Tîrmehê de ji bo lozan Konferans hat li darxistin pêwîst bû derheqê KDP’ê de biryarên xurt hatiba dayin. Çawa ku di parçekirina Kurdistanê de Kurdên îxanetkar rol leystin pêwîstbû hevgirtinekî Kurdan di konferansê de roleke herî radîkal pêşketiba, kurmên di nav Kurdan de hatiba puçkirin. Em di dîrokê de dersan dernaxînin îxanet û hevkariyan nikarin ortê de rakin û nikarin hevgirtinekî xurtir çêbikin. Îro dest dirêjî li Bakurê, Rojhilatê Sûriyê de destdirêjî li ser şoreşa Jin tê kirin pêşengên gelan bi top baranan ve qatilam çêdikê. Faşîzma erdoxan dixwazê dîktatoriya xwe di Rojhilata Navîn de pêşbixînê vê jî ancex bi tevgera azadiyê ortê de rakê çêbikê, berbi hatina 30 Tebaxê ve êrîş dijwartir dike. Wendahiyên di  Parastina Medya de dide, dixwaze bi hedef girtina sivîlan întîqameke mezin bigre. Herî dawî li Rojavayê Kurdistanê êrîşên xwe li ser Ragihandina azad a JIN TV pêş xist. Ev çiqasî belengaziya wan dide xuyakirin. Tirsa Felsefeya ku Rêber Apo avakiriye dest û lîngê wan dihejîne. Modernîteya Demokratîk li her derê di pêşengtiya jin de pêşdikevê, niha li her derê tên nîqaşkirin tên qebûl kirin pergala deshilatdar hejandina xwe dibîne ji ber ku Rêber Apo dibe nefes û hêvî ji bo hemû civakê. Qirîzê ku dewlet dijîn êdî çareserî çênake, Kaos û talanê tîne. Di sedsala 21’an de hemû civak bi felsefeya Jin Jiyan Azadî  li derdora Rêber Apo komdibe, xwe birêxistin dikê. Niha êrîşên li ser JIN TV kirin, xwestin bi vê êrîşê dengê jinan qutbikin. Lê belê nikarin qutbikin berxwedanî û vîna jinan biqetîlaman bitirsînin. Pêlên azadiyê her roj xurt û geştir dibe. Di sedsala 21’an de tevgerên jinan di cîhanê de bi tekoşîn û rêxistin kirina xwe bi her awayî pêşengtî ji bo civakan xurtir bikin. Modernîteya kapîtalîst roj bi roj teng dibe êrîşên wê yê şerê taybet vala derdikevê. Paradîgmeya Rêber Apo Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jin di pêşengtiya tevahî jinên cîhanê de pêşdetir dikevê. Îro di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de ev rastî derket  Jin Jiyan Azadî bû dengê tevahî gelan, darizandina pergala desthilatar çêkir. Di siyaseta Îran de guhertinên bingehîn mecburî xwe ferzdikê. Êrîş  çiqasî dijwar be jî kes nikarê berxwedaniya civakê asteng bike. Pirî caran şoreşên ku çêbûn xwestin pûç bikin lê wek Rêber Apo dibêjê: “Gelê bi rêxistinkirî tu carî wenda nakê, tûne nabê”.    



    KJAR