• تاگەکان: ,

    Bi îradebuna komelgeha êzîdî, di pêşengtiya jinê, pilana tarîkperestan û desthilatdaran vala derxistin

    3 ئاب, 2023

    9 sal li ser fermana 74 an li ser şengalê derbaz dibe. di dîroka 3 tebaxa 2014 de, terorîstên DAÎŞÊ, êrîşî gelê şengl kirin, gelek zarokên hêja û bi rumeta her 4 beşê welat, li ser axa pîroza şengalê, bi lehengî canê xwe fîdayê nîştiman û azadîyê kirin. di vê rojê de, em hemu şehîdan bi bîr tînin.  tekoşîn û berxwedana şehîdan, gelek rêyên zehmet, hêsan kir, berdewamî di rêyê şehîdan, wê serkeftinê misoger bike.

    Kurdistan di demên cuda de, şahîdî ji gelek berxwedanî, tekoşîn û di heman demê de, îxanetan kiriye. di rupelên dîrokê, him rojên bi êş, him jî rojên gelek xweş hatine nivîsandin. Civaka êzîdî, ji vê yêke bê par nemayê. Dîroka gelê êzîdî gelek kevnare û ev civak bi salane ku bi çanda jin- Dayik , jiyan dike. çanda ku welatparêzî di nava xwe de dihewîne û heya rojên îro xwe parastiye. Ev çand bi salan li hember her cure qirkinê de, berxwe dide, ev berxwedan jî îro, gihîştiye asta herî bilind. di fermana 74 jî, dijminê mirovahîyê, hewilda ku di şexsê şengalê de, hemu deskeftiyên mirovahîyê dagîrbike. Hêzek tarîkperest bi zihniyek tarîkperest dikare bimeşe, Daîş di bingeh de, nunertiya hêz û zihniyeta mêr a serwer dikir, ku menewîyatê bin pê dikir. Di encama vê êrîşê de, hejmarek zêde ya jinên êzîdî, êsîr hatine giritin, gelek ji wan koçber bun. gelek ji wan hatine firotin, ku heya niha jî, rewşa gelek ji wan jî, nediyare. Ev yek rastiya zihinyeta mêra serwer baş nîşan dide, ku li kuderê be, êrîşê destkeftiya civak û menewiyata wê dike.

    Di sala 2014 de, jinên kurd, li ser fikrek rast, tarîtiya Daîşê şikandin

    Herçiqas ku hêzên hegemonxwaz xwestin ku di şexsê Daîş de, xwe li herderê Rojhilata nawîn, serwer bikin jî, lê tekoşîna jinan li kurdistanê, vê yekê wala derxist. Bi salane ku li seransera kurdistanê, jinan bune pêşenga civakê û di hemu qadê de xwe bi rêxistin dikin. Di şengalê de jî ev yek bi heman awayîye. Jinên şengalê, li ser fikir û paradîgmayê rêber APO, hêz û îradeya xwe nas kirin, di beşên civakî, leşkerî û siyasî, xwe birêxstin kirin. heryek bune pêşengek ji civakê re ku di dilê DAÎŞ de, tirsek mezin da ava kirin. jinên êzîdî nîşan dan azadî bedîl dixwaze, ji bo binxistina Daîş de, di vê rêyê de gelek bedelên giranbuha jî dan.

    Pergala mele ya rejîma îranê, Daîş û Talîban, di bingeha xwede dijberî jinêne.

    11 meh ji şoreşa jin jiyan azadî, li rojhilatê kurdistan derbaz dibe. di nav vê 11 mehan de, jinan di seranserê îranê de, li hember zihniyeta ku wan weke objeyek dihesibîne, şer kirin. deshilatdarê îranê di vê demê de, qed û qed nesekinîn. Ji mekteban heya zanîngehan, ji kolan heya girtîgehan, bu qada serkutkirina jinan! Her roj ku derbaz bu, êrîş roj li pey roj zêdetir bu. parleman bu cihê biryarên dijî jin û mele û her roj gotinên nu, derbarê rewişa jinan derdixistin ji bo ku jinan tengav bikin, nehêlin ku nefes bistînin, lê jinan dî îranê, gelek pênaseyên desthilatdarên îranê şikandin, û li jêr diruşmeya jin jiyan azadî bune mînak ji hemu jinên cîhanê re.  Carek din diyar bu ku hêza şoreşa jin bi zagonan nikare were sekinandin.

     Di demek ku Şoreş di îranê berdewam bu,di welatê kêlek îranê, hukumeta talîban, rojane mafê jinan sinurdar dikir. Jinên efxanîstan xwedî, tekoşînek bê hempa bun li hember hukumeta talîban. rojane di efxanistan, biryarên nu li ser jinan tê girtin, lê jinan gav paş de navêjin û tekoşîna xwe berfirehtir dikin, vê yekê baş nîşan dide ku herçiqas pergala sermayedarî ya cîhanî, bi awayekî sîstematîk êrîşî jinan bike jî,  tekoşîna jinan roj bi roj zêdetir dibe. jinan, êşê hev fêm dikin û ji hevdu jî hêz digirin. Peywendiyên jinan, li cihê cuda, vê yekê nîşan dide ku coxrafiya û çanda ciyawaz nikare bibe asteng, ji ber tekoşîn û hevgiritina jinan gihîştiye asta cîhanî. Jinan di efxanistan be ya îran, an jî şengal, ji hevdu hêz digrin û tekoşîna xwe berfire dikin.

    Weke KJARÊ, carek din hemu şehîdên rêyên azadî bibîr tînin, dibêjin ku hîn zihniyeta mêr ya serdest, bi hemu şêvazê li ser civakê êzîdî û efxanistan û îran berdewame, ji bo şikandina vê zihniyetê û bi dawîkirina qirkinê jinan, xebat û tekoşîna bê navber pêwîste. Di vê demê de, kampaniya  KJK bi diruşma ‘ li hemberî êrîşên mêran ên hegemon, em bi jinên efganistan û şengalê re ne ‘pir bi wate û di demê deye. Di bingeha vê kampaniya de, êş û armanc û tekoşînên hevpar hene. Li ser vê bingehê, wek KJAR, him vê kampaniya girîng dibînin, him jî, hewl didin ku xebatê xwe di vê derbarê de berfireh bikin, herwiha jin û civaka azadîxwaz, dixwazin ku pêşvazî ji vê kampaniyayê bikin. Bêguman bi hevgirtina jinan, pergala mêr a destihilatdar tine bibe.

    Komelgeha jinên azad a rojhilatê kurdistan (KJAR)

    3. 8.2023



    KJAR