• Armanc çiqas zelel be, ewqasî azadî nêz be

    2 ئه‌یلول, 2023

    Endama Komîteya Tevna Zêrîn Adar Gabar di derbarê tecrîda girankirî a li ser Rêber APO tê meşandin, ji malpera me re axivî.

    Hewlêr Şahîn

    Endama Komîteya Tevna Zêrîn Adar Gabar di destpêka axaftina xwe de wiha anî ziman: ‘Ev 25 sale Rêber APO di encama komployekî navdewletî de li Girava Îmralî tê ragirtin. Em di sed sala 21’emîn de ku muhra xwe li dîrokê dide jiyan dikin. Ev 25 salin ku di encama komployekî navdewletî, bêbext ku di nava rûpelên dîrokê reş de cih digire, Rêbertî di girava Îmralî de tê ragirtin. Ev 2 sal û nîve bi tu şêwazî agahî ji Rêbertî nayê girtin, ne jî hevdîtin tên kirin. Bi riya daxuyaniyên tevgera azadiyê, berxwedaniya gel û daxwazên rewşenbîr, dîroknas  di encamê de  CPT çûn Îmralî. Lê belê ew serdan jî di nava rûpelên tarî de hate hiştin. Bi siyasetekî derew, nerast xwestên vê tarî bikin û winda bihêlin.  Erka CPT a esasî li hemberî rewşa Rêbertî ye. Qaşo Ewrupa xwe wekî mafê mirovan pênase dike, tam berovajî vê yekê şuna ku li erkê xwe xwedî derkev di bin serweriya netew dewletan de tevdigere. Bi taybet îro em di rastiya wê de dibînin, ji bo Rêber APO vêya nayê dîtin. Vê yekê di jî şexsê Rêbertiya me de bin pêdikin. Ji ber di roja me ya îro de Rêbertî wekî şexs nayê dest girtin. Di serdema ku em tê de jiyan dikin mirovahî, bersiva hemû pirsên xwe di ramanên Rêber APO de dibînin’.

    “Dema mijar dibe Kurd kes dengê xwe nake”

    Heval Adar di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: ‘Insaniyet îro di kesayetiya Rêbertiya me de tê fetisandin. Di roja me ya îro de Rêbertî ne tenê wekî Rêberê gelê Kurd tê pênase kirin, wekî Rêberê mirovahiyê tê pênase kirin. Kesayeta Rêbertî, Mandela derbas dike. Gelên ji bo Mandela rabûn daketin qadan daxweza azadiya wî kirin. Lê belê  Mandela bi huquq û adaletekî hate berdan. Tecrîdekî ku tu nimûna wê li cîhanê nehatiye dîtin li ser Rêbertiya me tê meşandin, bi teybet êrîşên ku niha li ser Gerîle jî tên meşandin ji tecrîda li ser Rêber APO mirov nikare qut bigire dest. Teknîka ku îro li hemberî Gerîla tê bi kar anîn û qaşê tê gotin çekên qedexekirî, evane hemû jî li hemberî Gerîls tên bikaranîn. Ev yek ji aliyê her kesî ve tê zanîn, dema ku Sedam çekên qedexe kirî bi kar anîn berdêla wê çawa bû. Ama roja me ya îro mirov bi çekên qedexe kirî tên qetilkirin, her kes xwe bêdeng dike û nêzîkatiyên ji nedîtîve dide raber kirin. Dema ku mijar dibe Kurd her kes xwe kor û lal dike.

    “Her kes ji bo azadiya fîzîkî a Rêbertî berpirsyare”

    Adar Gaber di dewama nirxandinê xwe de balkişand li ser azadiya Rêbertî a fîzîkî û got: ‘Mirov di kare bêje ku pîlanekî hevbeşe. Kesekî ku bêdeng dimîne, kesên ku li gorî berjewendiyên xwe tevdigere heman tişte. Li erkên xwe yên insanî xwedî dernakevin. Di roja me ya îro de her kes hebûna xwe di ramanên Rêbertî de dibîne. Raste Rêbertî di destpêka tekoşîna xwe de ket pey çareseriya pirsgirêka Kurd, lê belê Rêbertî bi demê re ji bo hemû kêm netewan tekoşîn da meşandin. Îro jî ji Zarokê 7 salî heta mirovekî 70 salî  xwe di nava ramanên Rêber APO de dibînin. Ger em temaşe bikin desthiladar her tişt ji bo berjewendiyên xwe kirine, lê belê Rêbertî her tişt ji bo azadiya mirovahiyê dike. Îro her kes di ber azadiya fîzîkî a Rêbertî de berpirsyare. Tu kesî wekî Rêber APO dest ne avêtiye pirsgirêka jin. Ger ku em temaşe bikin, ji aliyê Rêbertî ve gelek girîngî ji bo rêxistinkirina jin hatiye dayin. Bi taybet kesên rewşenbîr, siyasetmedar, mamoste û hûnermend. Divê her kes ji bo azadiya Rêbertî a fîzîkî tekoşîn bide meşandin. Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şoreşek bi rêve diçe, divê ku hunermend jî rolê xwe bileyzin û li berpirsyartiya xwe xwedî derkevin’.

    “Berdelên azadiyê giranin”

    Adar Gaber da zanîn ku zextên rêjîma Îranê ên li ser jin û civakê û wiha pêde diçe: ‘Bê guman berdelên azadiyê girane, Azadî jî bê berdel nabe. Ji ber em li hemberî zihniyetekî 7 hezar sal tekoşîn didin meşandin. Pirsgirêka jinê wek pirsgirêka hîcab dibînin. Pirsgirêka jin ne pisgirêkên hîcabêne, pirsgirêka sereke pirsgirêka azadiyê ye. Divê pênaseyên rast werin kirin. Ji bo wê ji her gavek ku hûnermend, rewşenbîr û siyasetmedar  bavêjin divê armancê wan diyar û zelal bin. Ji ber rêjîm dixweze di şexsê jinê de, civak tune bike divê ku her kes li hemberî van kiryarên dewletê baldarbin. Mînak der sînorkirina mamosteya,  heman polîtîkeya AKP û MHP’ê ya li Kurdistanê didin meşandin. Divê ev yek baş werê zanîn, em çiqas tekoşîn û berxwedaniyekî baş bidin meşandin, ew ê faşîzim û desthiladar lawaz bikevin. Armanc çiqas zelel bin wê ewqa jî azadî nêz be. Pêwîste ku ev yek baş werê zanîn heta ku azadiya fîzîkî a Rêbertî misoger nebe, ew ê tu pirsgirêk li Rojhilata navîn çareser nebe.

    “Jin Jiyan Azadî, Felsefa Jiyanê ye”

    Endama Komîta Tevna Zêrîn Adar Gaber di dawiya axaftina xwe de bang tevahî civakê kir da ku xwedî li azadiya fîzîkî a Rêbertî derkevin û wiha got: Jin jiyan azadî di aliyê felsefîk de xwedî naverokekî têr û tijiye. Ev yek ne tenê di warê gotin de tê bi karanîn, ev heqîqeta jiyanê ye. Ji ber jin jiyan azadî felsefa jiyanê ye. Di roja me ya îro de ne tenê pirsgirêka jinên Kurd heye, di heman demê de pirsgirêka jinên Fars û Ereb jî hene. Her kes heman tişt jiyan dike pirsgirêka esasî azadiye. Ji ber sedema ku em tê de jiyan dikin yek ji pirsgirêkên esasî azadiye. Divê ku her kes ji bo destxistina azadiyê dakevin qadan li hemberî desthiladaran têbikoşin. Bi teybet yek ji cihên ku tu bikaribî azadiya xwe bi dest bixî beşdarbûna nav refên Gerîlayên azadiyê ye. Çiqas parastina me a cewherî xurt be, emê ewqas jî bikaribin azadî bi dest bixînin. Di dawî de banga min ji bo hemû hunermendan ew e ku li erkên xwe xwedî derkevin, navenda xebatên xwe bikin azadiya fîzîkî a Rêbertî. Divê ku ev yek baş werê zanîn heya ku em Rêbertiya xwe di aliyê fîzîkî de azad nekin, ne gengaze ku em qala azadiyê bikin.



    KJAR