•                          Bi Têkoşînê Bersiv Dan Komployê

    9 شوبات, 2024

    Şehîd Aryen Arê

    Endama Fermandariya HPJ’ê Şehîd  Aryen Arê, di 2021’an de li  ser komploya navnewtî a li dijî Rêber Apo got bû; “15’ê Sibatê ji bo gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd rojek reş e. Li Rojhilatê Kurdistanê gel ji xewa salan şiyar bû. Jinên Rojhilat jî bi rêxistinbûn û tevlîbûna nava partiyê bersiveke mezin dan hêzên komploger”.

    Endama Fermandariya Hêza Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) Aryen Arê, 3’ ê Kanûna 2023’an li herêma Pêncewînê di encama êrîşeke hewayî a dagirkeriya Tirk de şehîd bû. Şehîd Aryen Arê di 2021’an de li ser komploya navnetewî a li dijî Rêber APO nirxandinên girîng kirbû. Em di 26’emîn salvegera komploya navnetewî de nirxandinên Şehîd Aryen Arê bibîr dixînin.

    Şehîd Aryen Arê wiha got bû;

    15’Sibatê ji bo gelê Kurd, jin û ciwanên Kurd rojek reş îfade dike. Hêzên desthilatdar xwestin bi komployê bêjin; “ Em ê nehêlin hûn carek din serê xwe rakin, em ê nehêlin hûn îradeya siyasî bi dest bixin. Hûn ê nikarîbin dengê xwe bilind bikin. Hûn ê bi komkojî, qirkirin û şikestinê re rû bi rû bimînin”.  Ne cara yekem e gelê Kurd bi polîtîkayên girtin û qirkirinê re rû bi rû dimînin. Di dîroka Kurdistanê de bûyerên bi vî rengî zêde ne. Şêx Seît û Qazî Mihemed hatin darvekirin. Serhildanên gelê Kurd bi tepisandin û komkojiyan tesfiye kirin. Li hemberî van polîtîkeyan gelê Kurd serî netewand.

    Hêzên komploger ji bo pêşî li rêxistinbûna gelê Kurd bigirin û rê nedin civak û sîstemek demokratîk were înşa kirin, komploya navnetewî pêk anîn. Ji bo em jî bikarin vê komployê têk bibin pêwîst dike ku em di aliyê dîrokî, civakî, siyasî û di hemû aliyan de xwedî li Rêber APO derkevin. Ev komplo ne tenê li dijî Rêber APO ye, di heman demê de li ser dîrok û rihê gelê Kurd e. Bi armanca tarîkirina roja gelê Kurd pêk hatiye.

    Li Rojhilatê Kurdistanê Serhildan Dest Pê Kir

    Pêvajoya ku komplo pêk hat, ez bi temen ciwan  bûn û tevlî partiyê nebibûm. Me tevgera APOCÎ nas ne dikir. Me xwe wekî Îranî pênase dikir. Zimanê fermî jî Farisî bû.  Em bi Kurdî di axivîn, lê me wateya wê jî ne dizanî. Me nûçeya dîlgirtina Rêber APO di radyo û televizyonê de bihîst. Li her cihî posterê Rêbertî hatbûn hildan û sloganên “ Bijî Serok APO” bilind dibûn.  Her çiqas me nas ne dikir jî lê hestiyariya serî hildanê dida. Gelê Rojhilatê Kurdistanê ketbû zanebûna ku em xwedî Serok Abdullah Ocalan in. Bi vê zanebûnê li her cihî serhildan çê dibûn. Di nava malbatan de û li kolanan behsa Rêber APO dihat kirin, behsa rabûneke nû dihat kirin. Li tevahî bajar û gundewarên Rojhilatê Kurdistanê cara yekemîn bû dengekî bilind derdiket.

    Zehra Sembola Jinên Rojhilatê Kurdistanê Ye

    Dema komplo pêk hat ez li Selmasê bûm. Li hemberî komployê gelê Selmasê bê deng nema. Di heman demê de li Ûrmiyê, Makû, Kotol û li tevahî bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin çêbûn. Pêşengên wê pêvajoyê jî jin û ciwan bûn. Komploya 15’Sibatê hêrsa gel zêde kirbû. Bi taybetî jina Kurd a Rojhilatî Zehra sembola pêvajoyê bû. Jina Rojhilatî a bê deng, a dihat çewisandin û di malê de dihat hiştin, bi agirê bedena Zehra re rabû. Agirê bedena Zehra bû agirê bedena keçên Ûrmiyê, Makû, Selmas û Xoyê. Li giştî bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevlîbûnên jinên ciwan çêbûn. Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê bertekên gel ên li dijî komployê, gelê Rojhilatê Kurdistanê jî ji xewê şiyar kir.

    Ez dixwazim mînaka gundê me bidim. Pêvajoya komplo pêk hat, li gundê me cara yekemîn bû derketin çêdibû û li ser diaxivîn. Ew roja reş tevahî malbatên me bandor kirin. Li tevahî gundan civîn hatin lidarxistin. Wê dilgermiyê rê vekir ku em li peyî bimeşin. Komplo bi serhildanên gel, têk çû.

    Jinên Rojhilat Bersiva dan Komplo

    Erkê me jinên Rojhilatê Kurdistanê zêde ne. Pêwîst dike em bersivekê bi hêztir bidin komloyê.  Pêwîst e em erkên xwe pêk bînin û bi vê asoyê şerê xwe mezin bikin. Me bi YJRK dest pêkir û em bi KJAR berdewam dikin.  Bi HPJ me hêza xwe a parastinê ava kir. Bi rihê YJCR em xebat dikin.  Li dijî komployê ev bersivek bû. Em ê xebatên  xwe bigihînin asta azadiya fîzîkî a Rêber APO. Em heya yekbûna gelê Kurd ava bikin û dewletên dagirker ji axa xwe derxînin, em ê ranewestin û di astekê bilind de xebat bikin.



    KJAR