• Berxwedana Şêrîn Lûtkeya Felsefa Jin Jiyan Azadiye

    10 ئایار, 2023

    Peyman Viyan / Endama Koordînasyona KJAR’ê

    Di dîroka gelê Kurd de, bi hezaran jin di oxira walat û azadiyê de berxwedane, canê xwe feda kirin e. Tu carî teslîmiyet ji bo xwe qebûl nekirine, bi heskirina jin û jiyanê, ji bo nasnama jinbûn û netewbûnê, heta nefesa dawî şer kirine û gihîştine şehadetê. Mirinê ji ber van tekoşerên dîrokê şerm kiriye, ji ber ku ji axa xwe jiyanekî nû afirandine. Berxwedaniya jinan Ji Kelha Dimdiman heta Zerîfe û Besêyan, ji Rindexan heta Sakîne Cansizan, ji Leyla Qasiman heta Şêrîn Elemhûliyan dîwarên zayendpersetî û dagirkeriyê hilweşandine. Jinên ku jiyana wan her tim şer bû, lêgerînên wan her tim li pey heqîqetê bû.  Jinên tekoşer bi wêrekî û azeweriya  xwe mîrasek ji çanda berxwedaniyê ava kirin, bûn pêşengên rasteqîn ê jiyanekî azad. Wateya jiyanê bi kole kirina jinê, hatibû winda kirin, di şexsê jin de mirovatî ji heqîqeta jiyanê dur ketibû. Bi felsefeya azadîxwaz ya Rêber Apo di welatê me de jiyan carekî din watedar bû, jin li heqîqeta xwe geriyan, ji hebûna xwe şiyar bûn, ji bo bibin ya xwe, şerekî bê eman dan, berdelên giranbuha dan, destkeftiyên mezin qezenç kirin.

    Eşqa Azadiyê!

    Li Çiya, Bajar, Zindanan kêlî bi kêlî xwe ava kirin, her der kirin qadên tekoşîn û berxwedan ê. Şêrîn Elemhûlî, keça tekoşer a Zagrosan, mîrasa ciyê vê çanda berxwedêr bû, çiqas dîroka xwe nas kir, ewqas xwe nas kir, çiqas ji dil hîs kir ku qûrbaniyê zêhniyeta zayendpereste, ewqas ji dil de azadî hîs kir û di oxira wê de canê xwe feda kir. Mirovên mezin dema mêjî û rihê xwe ji zêhniyeta dagirker rizgar dikin, ji bo azadiyê berdêla herî mezin didin, ji ber ku ji dilda tema azadiyê hîs dikin. Şêrîn Elemhûlî jî ewqas azadî ji dil de hîs kiribû ku petên sêdare li ber cesaret û wêrekiya wê bê wate bûbûn, ji ber ku êdî Şêrîn bi xwe dibû mîras, dibû Eşqa azadiyê, tovên ku wan çand bi hezaran Şêrîn û Ferhadan li ser axa ku mirovatî re dergoşî kir, şîn bûn. Êdî kê dikare pêşiya evîna Şêrîn ya bê dawî bigre, bila êdî hezar petên sêdare jî bînin, tenê rûreşiya di çopa dîrokê de dimîne. Şêrîn êdî bo felsefeya jiyana azad, tekoşîna Şêrîn êdî her tim kelemê çavên dijminê dîktatore. Di nav Tevgera Apogerî de felsefeya “Berxwedan Jiyane”,  jiyan jî bê azadî nabe, azadî jî bê bedîl nabe. Bû terzekî jiyanê, bu heqîqeta ku bê azadî jiyan nabe. Ev felsefe di zindana Amedê de bi pêşengên weke Mazlum û Sarayan giştî Kurdistan û cîhanê ber belav bu. Ev heval bi terzê berxwedaniya xwe bûn Manîfestoya jiyanê ku bi hezaran keç û xortên azadîxwaz ref bi ref tevlî tekoşîna rizgariya Netewî, Nasnameyi, Ekolojî, hemû Çîn û Baweriyan bûn.  

    ‘Qada Tekoşînê Ya Herî Radîkal’

    Ev çemê berxwedaniyê ku çavkaniya wê Mazlûm û Sara bûn, Rojhilatê Kurdistanê jî carekî din bi xwe re şiyar kir, cesaret, hêvî, îrada azad bexşî, pêşengê weke Şêrîn, Ferzad, Ferhad û Alîheyderan afirand. Berxwedaniya bê hempa ya zindana Evîn weke zindana Amed, hemû polîtîkayên dijminê faşîst û dagirker vala derxist, bû esasê mezinkirina tekoşînê. Berxwedaniya zindana Evîn tu carî çonk li hember rêjîma sêdare a destpot netewand, di dîroka desthilatiya Rêjîmê de darbeya herî mezin ji birdozî û siyaseta wan dan. Zindan kirin qada tekoşînê ya herî radîkal li dijî dîktatoran. Îro ev çand bi pêşengên weke Zeyneb Celalyan û bi sedan berxwedêran di nav zindanên Îranê de berdewam dike. Weke ku jina tekoşer Gulrox Îrayî dibêje “Pêwîste Zenebî ku 15 sal bê eman li hember Rêjîma destpot berxwebidî”. Pêwîste Zeyneb bî ku 15 sal kêlî bi kêlî li hember her cure zilm û zordariya dîktatoran şer bikî, bibî berxwedan, bibî îlhamê tekoşînê. Ev çanda berxwedaniya jinane ku tirsa herî mezin xistiye nav dilê desthilatên Rêjîmê.

    ‘Tekoşîna Şêrîn Elemhulî, Manîfestoya Jiyana Azad e’

    Tekoşîna Şêrîn Elemhulî ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranî manîfestoya jiyana azade. Heval Şêrîn ji zaroktî heta ciwantî, ji dema ku gav avêt jiyana şoreşgertî heta kêliyên sêdarê tu car lêgerînên wê ji bo azadiyê ranewastiya. Beşdarbûna heval Şêrîn ji bo tevgera azadiyê di ferqa xwe de bûyîne, terzê jiyana malbatgerî ya ku tenê koletiyê disepîne xistina jêr lêpirsînê ye, red kirina hişmendiya baviksalariye. Destpêkirina isyanekî mezine ku bi rihê şoreşgerî re hişmendiya mêr dewlet ya Rêjîma dîktator xiste jêr lêpirsînê û bu fîşeka herî bi hêz ji bo hilwaşandina bîrdoziya Rêjîmê. Bingehê hemû wêranî, dagirkerî, asîmlasyon, kuştin, xwekuştin, tacîz, tecwuz, hemu bê mafiyê jiyanê ji bo jinan, hişmendiya dewlet dît. Bi vê kîn û întîqamê dil û mêjiyê rêjîma dîktator hedef girt. Ji ber ku bi xwe di nav civakeke wisa  de jiyan kir ku, her kêlî êşên ku jin ji destê hişmendiya mêr dikşîne ji dil hîs kir. Dagirkeriya ku li ser çand û nasname, walatê wê dihat kirin ji dil de hîs kir û tu car ji bo xwe qebûl nekir ku bêdengiyê yan jî jiyanekî kole hilbijêre.

    ‘Qefesa Hesinî ya Desthilata Rêjîmê Bê Wate Kir’

    Hûnera herî mezin ewe ku tiştên ku fêrdibî, jê bawerdikî, bidî fêrkirin, bidî bawerkirin. Ev hûnera şoreşgerî di heval Şêrîn de pir bi hêz buye, çiqas fêrî tekoşîna azadiyê buye, ewqas daye fêr kirin û bawer kirin. Ji ber ku dil û mêjiyê xwe bi azadiyê re kilît kiriye. Di nav tevgera Apogerî de ev çandeke, em çiqas zêde û yek bin, ewqas hene, hebûna me ewqas diyarkere. Dema mirov li terzê jiyan û tekoşîna heval Şêrîn lê dikole, dibîne ku, çiqas fêr bûye, daye fêr kirin. Çiqas ji azadiyê bawer kiriye ewqas eşqa azadiyê xistiye dil û mêjiyê der durê xwe jî. Yanî bi dil nizmiya xwe, bi heskirin û girêdana xwe ya bê dawî, bûye çavkaniya lêgera jiyanê. Cihên ku lê kêm jî jiyabê, lê pir bi wate jiyan kiriye û bi terzê jiyana xwe bandorekî mezin li ser kesên der dura xwe kiriye. Tevî ku di jêr îşkenceyên pir giran de buye, di nav pençên Rêjîma qirker de jî buye, tu car yek kêlî jî dudilî jiyan nekiriye, berovajî wê her kêlî îrada wê xurtir buye, baweriya wê bi hêztir buye. Tişta ku herî zêde tekoşîna heval Şêrîn mohra xwe lê daye, tevî ku di jêr wan îşkenceyên hovane de bû jî hestên azadiyê bi jinên ku ji her netewekî li kêleka wê jiyan kirine, parve kiriye. Ev jî taybetmendiya kesayetiyê pêşenge, di nav her şert û mercên zehmet de, di ferqa rol û misyona xwe dene. Şêrîn ewqas hestên azadiyê da jiyan kirin ku, qefesa hesinî ya desthilata Rêjîmê bê wate kir.

    “Hûn Dikarin Canê Min ji Min bigrin, Lê şerefa Min Tu Carî Nikarin ji Min Bigrin”

    Jinên ku di zindanê de gel heval Şêrîn jiyan kirine, ji dilda behsa heskirina Şêrîn ji bo jiyanê, ji bo azadiyê dikin, mirov ji kur de hîs dike ku Şêrîn çiqas bi tekoşîna xwe derdor bandorkiriye.  Piştî her îşkeceyên Rêjîma hov ya dijî jin û jiyanê, Şêrîn peyvên Efsanewî, Jin Jiyan Azadî kurtir û kurtir di dîwarên zindana Evîn de kolaye. Çawa Ferhad bi eşqa Şêrîn çiya kun kir, Şêrîn Elemhulî jî bi evînekî bê dawî, manîfestoya jiyana azad di dîwarên zindan Evîn de kola. Ew dem Şêrîn bû Şêrîn û kete nav dilê her kesekî azadîxwaz ku dijî her cure zilm û dagirkeriyê şer dikin. Şêrîn bû çavkaniya belavkirina alifbaya Jin Jiyan Azadî di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, ji qetra derya çêkir, îro ev derya diherike, bi Jin Jiyan Azadî mirovatiyê li hember tarîperestiyê rizgar dike. Çawa Şêrîn got; “Hûn Dikarin Canê Min ji Min bigrin, Lê şerefa Min Tu Carî Nikarin ji Min Bigrin” siyaseta rêjîma îranê hember berxwedaniya xwe rûxand. Carekî din bi dost û dijmin da ispat kirin ku ramanên azad di nav dîwaran de nayê heps kirin. Îlhama xwe ya tekoşînê, berxwedaniyê, di serkeftinê de bi israr berdewam ji Îmralî girt. Şehîdên 9’ê Gulanê çiqas bi armancên xwe ve girêdayi bûn, lê bawer bûn, ewqasî mezin tekoşîn kirin û bûn xwedî jiyanekî bi wate. Dizanîbûn li pişt wan pêlên bê dawî yên tekoşînê, serkeftin bilindtir dibe. Ji bo wê Mamoste Ferzad Kemanger bi heskirinekî mezin wasyet kir ku dilê wî bidin zarokekî ku lêgerînvanê heqîqetê ye. Mirin hembêz kirin, ji ber ku dizanîbûn bi mirina xwe, jiyanê ji nûde diafirînin, bi mirina xwe miletekî, mirovatî ji mirinekî bê dawî rizgardikin. Ji bo wê Ferhad Vekîlî wasyet kir û got; “Eger mirin ji bo we Ejdirhaye, ji bo min weke Mîroyeke”.

    ‘Bi Hevgirtina Jin û Gelan Serkeftinê Misoger Bikin’

    Îro eşqa dilê Ferzad Kemangerane ku di nav dilê zarokên Kurd, Beloç, Ereb, Azerî, Gîlek û Mazenî de lê dide, bi felsefeya Jin Jiyan Azadî canê xwe ji bo jiyanekî azad û bi rumet dikin mertal. Şoreşa Jin Jiyan Azadî xwedî van mîras û pêşengê mezine, ji bo wê teqez mehkûmî serkeftinê ye. Her şoreşek xwedî li şehîdê xwe derkeve, ji bo serketina armancên şehîdê xwe, tekoşînê mezin bike teqez mehkûmî serkeftinê ye. Weke Rêhevalên Şêrîn, Ferzad, Ferhad, Alîheyderan û hemû şehîdên meha Gulanê soz didin ku heta serkeftina armancên wan yek kêlî jî tekoşînê lawaz nekin. Bi vê îdayê ku emê şoreşa Jin Jiyan Azadî rêxistin bikin, mezin bikin, bi hevgirtinekî xurt ya jin û gelan serkeftinê misoger bikin.



    KJAR