• تاگەکان: ,

    Peyama Hêzên Parastina Jinê (HPJ) ji bo konferansa  Jin Jiyan Azadî

    22 كانونی دووه‌م, 2024

    Di rojên germ û hestiyar ên Rojhilata Navîn de silavên me yên germ ji axa têkoşîn û berxwedana bêdawî, ango Kurdistanê qebûl bikin. Ev konferans di heman demê de tê lidarxistin ku em her roj dibin şahidê berxwedana jinan li tevahiya Rojhilata Navîn. Beriya demekê yek ji fermandarên me bi navê Arîn Arê şehîd bû, bi rêzgirtina ji bo bîranîna wê û jinên şehîd ên di Şoreşa Jin Jiyan Azadî, em konferansê  ji we hemû jinên hêja û jinên ku li dijî polîtîkayên mêtînger ên desthilatdariya îran sekinînin, çavên xwe winda kirin û rastî îşkenceya herî giran hatin, lê dîsa jî li ber xwe dan, pîroz dikin. Hebûna me hemûyan di vê konferansê de, encama keda jinên azadîxwaz e.

    Rêhevalên têkoşer û bi rûmet

    Di dîroka Kurdistanê de jin bûye şahidê gelek serhildanan, lê di hîç yek ji wan de mijara jenosîda jinan û di heman demê de azadiya wê nehatiye rojevê, lê di van çend deh salên dawî de, bi berfirehbûna fikir û felsefeya Rêber Ebdullah Ocalan, careke din jinên Kurd di gelek qadên cuda de bûne pêşenga gelek têkoşînê. Em baş dizanin ku li Rojhilata Navîn û cîhanê wê girêka kor ji aliyê jinan ve were vekirin, ji ber vê yekê jî Rêberê me bi analîzkirina civakê û  pirsgirêka jin û azadiya wê ya li her 4 parçeyên Kurdistanê, zemîna têkoşînê berfire kir. Êdî Ji bo jinên Kurd her tim pirs ev bû ku em weke jin çawa bijîn û nêrîna me ya çawa be?

    Îdeolojiya netew-dewletan li ser bingeha zayendperestî, neteweperestî, olperestî û zanist perestî ye. Îdeolojiyeke bi vî rengî li dijî nasname û hebûna jin, ciwan û civakê ye. Her yek ji van zanistan fikir, hest, nasname, vîn û yekitiya jinê  amanc digire, da ku bikare zihniyeta baviksalarî mayende bike. Ji ber vê yekê di sedsala 21. de jin û ciwan bi komkujî, destavêtin, xwekuştin, zewaca zarokan, xizanî û hwd re rû bi rû ne. Ev polîtîka di esasê xwe de şerekî taybet e ku ji aliyê desthilatdariya mêrsalar û dije jin  ve tê meşandin. Li rojhilatê Kurdistanê û li erdnîgariya siyasî ya Îranê jinên Kurd, Belûç, Ereb, Gîlek, Fars, Azerî, Tirkmen û hwd her roj rastî her cure êrîşan tên. Şoreşa JIN JIYAN AZADÎ mînakek zelal bû. Jina, Armîta û Sarîna û gelek jinên ciwan jiyana xwe ji dest dan. Gelek jin hatin girtin, herwiha derbarê rewşa jinên din ên girtî de,pir agahî nayê girtin û ji gelek maf hatine mehrum kirin. yek ji wan mînakan,  Zeyneb Celaliyan e ku tenduristiya wê di metirsiyê de ye.

    hevalên hêja

    Gelek caran behsa êrîşên pergala baviksalarî ya Îranê hatiye kirin, lewma pirs ev e ku divê li hember van êrîşan çi bê kirin? Mekanîzmaya parastinê ya li dijî polîtîkayên pergala kapîtalîst a gerdûnî û netew-dewletên herêmê yek ji erk û pêwîstiyên têkoşînê ye. Sîstema xweparastinê tam ji bo parastina xwe, nirx, nasname, hebûn û di heman demê de destkeftiyên me ye. Desthilatdariya mêr bi şîdeta fizîkî, derûnî, zayendî, aborî û devkî hewl dide jinan bê mekanîzma parastinê bihêle û di heman demê de neçarî bêdengiyê bike, ji ber vê yekê parastina xwe û tevahiya civakê, pêwîstiya xwe bi lêhurbunek baş û sîstematîk û herwiha tekoşînek berdewam heye.

    Heta sedsala 21j jî,  ti kesî qala artêşeke taybet ji jinan nedikir, her çend di dîrokê de jinên ku fermandariya şer kirine jî hebûne, lê behsa wan nehatiye kirin, lê di pêvajoya çend Dehsalan de li çiya û li deverên cuda li parçeyên Kurdistanê hêzên parastina rewa ya jinan aktîf xebitîn û têdikoşyan. Têkoşerên jin ên ku li dijî hakimiyeta sêdare ya Îranê, hêzên tarîkperest yên DAIŞ’ê û arteşa dagîrker a Tirkiyeyê li ber xwe dane , di wê baweriyê de ne ku bi rêxistinbûn û perwerdeyê dikarin li her derê ku be, li dijî vê zilmê bisekinin.

    Hêzên Parastina Jinê jî artêşeke bîrdozî, rêxistinî buye ku xwe ji azadiya hemû mirovan û bi taybet jinan berpirsyar dibîne û heta azadiya jin, ciwan û civakê bi dest nexe û  zihniyeta baviksalarî, tine neke, dev ji têkoşînê bernade. Em xeta parastinê cewherî li hember siyasetên sîstematîk ên rejîma Îranê ferz û pêwîst dibînin û bi sekna zanista bi navê jîneolojiyê û bi yekitiya jinan, em piştrast in ku em dikarin li hember sîstema dijî jinê ya Îranê bisekinin. Têkoşîna me ji bo azadiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye û di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêberê me Abdullah Ocalan e. Em jî di wê baweriyê de ne ku weke ku di şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de hat nîşandan, êşa jinan hevpar e û dermankirina wê jî hevpar e. Yekitiya me, me nêzî armanca me dike ku azadî ye.

    Bijî berxwedan û yekitiya jinan

    Bijî cangoriyên azadiyê

    Jin Jiyan Azadî

    Hêza Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ)



    KJAR