• Jiyana mirov enceq wiha were jiyîn

    24 شوبات, 2023

    Rêber Apo

    Pirsa herî zêde tê meraq kirin jî di derbarê şêwaza jiyana bi jinê re ye. Ez bi nivîsa gelek bergan li ser pirsa bi jinê re çawa bê jiyîn rawestiyam. Bi taybet di nava mercên modernîteyê de, bi jinê re jiyîn girîngiyek mezin dixwaze. Wisa bi xwestin, gerîn û xapandina keçan a bi malên giştî yan jî taybet ve, bi zarok an jî bê zarok, bi hev jiyanê re, ne pirsgirêkek ku were çareserkirin e.

    ‘Bi jinê re hev jiyana azad’

    Ji bo çareserkirina vê pirsgirêka ku quncika serî ya dil û mejiyê pirsgirêkên civakî dagir kiriye, nêzîkbûneke zanistî, felsefî, etîk û estetîkê dixwaz e. Di serdema me de, di nava mercên modernîteya kapîtalîst de, bi jinê re hevjiyana azad, berpirsyariyek mezin dixwaze. Jiyaneke ku hêza nêzîkbûna zanistî, felsefî, etîk û estetîk dixwaze ye. Ger dîroka şaristaniya jinê û statûya di nava serdema modern de dijî neyê zanîn, hêza nêzîkbûna etîk û estetîk neyê raber kirin, çi cûre bi hevrebûn bê gotin jî, jiyana ku were jiyîn wê, şaş, bê exlaqî û bi kirêtî encam bibe.

    ‘Hêzbûn û azadbûna jinê pêş bikeve’

    Ji bo jiyan neyê windakirin, divê di serî de şêwazên jiyanê yên rast, bi exlaq û estetîk a bi jinê re pêk were. Dahurandina nasnameya jina ku her cûre koletî di kesayeta wê de hatiye cerbandin û pejirandiye re, di doza azadî û wekheviyê de kirina rêheval û hevalê jiyanê şertê herî bingehîn ê bûna zilamê rast, bi exlaq û bedew e. Ger rêzikên di nava paraznameyê de baş were xwendin, wê bê fêmkirin ku gelo ez çima girîngiyê didim û weke rêgez, şêwaza jiyana bi vî rengî dest digirim. Şêwaza jiyana zayendparêz, paşverû bi destxistina jinê ( şêwazê têkîliya ku cînseltiya bîyolojîk jî dixe ) a ku modernîte di çarçoveya desthilatdariyê de weke exlaqa şaristaniyê ferz dike, bê exlaqî û kirêtiyek mezin dafirîne. Ger şerên mezin ên ku min li hemberî van meşandine û encamên wan rast werin fêmkirin, wê jiyan bi jinê re hîn bi exlaq û bedew were jiyîn. Lewma her jin û zilamê parek ji berpirsyarî girtiye, neçare fêm bike ku, ji bo di hemû qadên civakî de di asta tê xwestin de, hêzbûn û azadbûna jinê pêş bikeve. Divê her tim pêşketin û rêxistinên bi nêzîkbûn û pratîkên zanistî, felsefî, etîk, û estetîk, di nava zihniyet û saziyên Netewa Demokratîk de jîndar bibin.

    ‘Ji bilî vê şêwaza jiyanê, tev berovajî ne’

    Çi li derve çi li hundir, çi di malzaroka dayikê de, çi di her kêliyê de û li şûn û waran, jiyana mirov ancex dikare bi awayê civakî azad, wekhev û demokratîk were jiyîn. Ji bilî vê şêwaza jiyanê, tev berovajî ne. Lewma hemû nexweşî ne. Ji bo rastiya van were destnîşankirin û teqez bibin, divê bi gotin û çalakiyên civakî ên cûr be cûr û şoreş jî di navê de tekoşîn were dayîn. Ji bo vê jî zihniyet û vîna etîk, estetîk, felsefî û zanistî tê avakirin.



    KJAR