• تاگەکان: ,

    JİYANA MİROVÊ AZAD

    20 شوبات, 2022

    Ji nirxandinên Rêber Apo li li ser jiyana xwe.

    Beşa heftemîn: nirxandinên li ser perwerdeya Saheya Rêbertî.

    Di destpêka sala 1993 heya 1998 an dahûrînên pir kûr hatin pêşxistin. Her salê nêzî hezar heval dihatin perwerdekirin. Di vî alî de lez û berdewamiya şoreşê hat pêşxistin.

    ‘Min dixwest van derfetan heya dawiyê bikar  bînim.’

    “Di navbera salên 1970-1980 an de armanca min avakirina rêxistina pêşeng, avakirina partiyê bû. Min ev bi serxistibû. Piştî sala 1980 yî çi dibe bila bibe avakirina Rêxistina Mîlîtanên Şerê Tekoşîna  Çekdarî û Rêxistina Gel bû. Di rojhilata navîn de ji xwe min ev armanca xwe pêk anî bû. Navbera salên 1990 û 1995 dûbareyên bê wate bûn. Dexta dijmin û lewaziyên welat em berbi vê dûbareyê de biribûn. Ev sal ji bo nasnameya gelê kurd û tekoşîna azadiyê gelek girîng bûn. Min dixwest van derfetan heya dawiyê bikar  bînim. Ji bo veqetînê min xwe amade kiribû. Lê hevalên qadên din, dost û gelê me ne amade bûn. Nêzî 20 salan li herêma rojhilata navîn mam. Xebata min ya Lubnanê di wateyekê de xebata çiyayan bû. Ez hîn bi hûzûr bûm. Derfetên tevgerê û mercên tendurustiyê hîn destdayî bûn. Li Sûriyê em bi malekî û erebeyekê ve hatibûn kîlîtkirin. Perwerdeyên me di asta dahûrînên kesî de derbas dibûn. Ji yên Lûbnanê baştir bûn. Hîn kûr û bi encam bûn. Yek bi yek bi endamên perwerdê re eleqedariya pêwîst nedihat kirin. Min ew hertim weke kêmahî hesiband. Ji bo min gelek endamên hêja di wan perwerdeyan de hebûn. Min dixwest temenê xwe bi wan re derbas bikim. Lê xebatê ez ewqasî belav dikirim weke dilê min dixwest bi wan re eleqedar nebûn. Min firsenda vê nedît. Qismekî mezin Şehîd ketin. Di dilê min de bi qasî çiyayan cihê wan heye. Di bin vê rastiyê de tişteke din heye. Di kesayeta min de ev taybetmendî pir hakime. Ez ji bilindiya tekoşîna şoreşgerî bawerim. Ev tekoşîna giştiye. Ji bo vê têkiliyên kesî di asta duyem de digirim dest. Nêzîkatiya kollektîvîst adeta hatibû halê nexweşiyê. Min têkiliyên kesî di rêza têkiliyên taybet de dinirxandin. Ji ber vê min ev têkiliyên taybet biçûk didîtin. Ji ber van sedeman ji bo bêrîkirinên wan mirovên mezin re nebûm bersiv. Ev jî hertim êşek di dilê min de ye. Lê cardin di hemû perwerdeyên giştî de, di çûyîn-hatinan de min dîyalog pêşdixistin. Ziyaretên gel jî weke min dixwest nikaribû bikim. Carna di rojên pîrozbahiyan yên giştî de ji bo axaftineke giştî beşdar dibûm ew jî kêm diman. Ji ber van sedeman min hertim têkiliyên fermî, têkiliyên bêhna îktîdarê ji wan dihatin pir sar pêşwazî kirin. Weke ku ez ji gel qut dikirim. Gelek gurubên dostan dihatin. Eleqedariya têr nedihat kirin. Ev jî encama xwe ji wan têkiliyên îktîdarê digirt.”

    ‘Çêkirina konserên Amedê ji bo wî kêfxweşî bû.’

    “Me bi gelek dostên hunermendre li vir hevnaskir. Beramberî hevdû îlham girtin. Bi eleqedarî û zanîna van dostan min famkir ku huner îfadeya rastiyê ye. Ji bo min kesê di rêza yekem de dihat Aram Tîgran bû. Li vê qadê me hev naskiribû. Ev hevnaskirineke dîrokî û mezin bû. Ji bo min hunera wî kurd –kurdîstana dihat ziman bû. Sitirana wî ya yekem hîn di dema dibistana amadeyî de tesadufî min guhdar kiribû. Min ew deng ti carî jibîr nekir. Min got divê ew rastiya ku ev deng biziman dike bi gengazî were bijiyanîkirin. Hem jî bi awayeke azad were bijiyanîkirin. Min qet texmîn nedikir ku evê bibe hevdîtina dawiyê. Min veqetîneke wisan qet nedixwest. Çêkirina konserên Amedê ji bo wî kêfxweşî bû. Wî em di şopandin, me jî ew. Ew dengê dawudî yê bêdengiya mirinê ye. Sultanê rastiya dengê me ya azadiyê ye. Wê hertim bi me re jiyan bike.” 

    ‘Li hemberî TC destkeftiyên mezin bigirtana.’

    “Belê çîroka me wisan bû. Lê mîlîtanê herî baş jî nikaribû xwe bi parêze. Ji ber hêzên tasfiyekar pir zêde bûn. Heger ew dem baş hatibûna famkirin meyê di sala 85 an de li hemberî TC destkeftiyên mezin bigirtana. Bi kinahî çîroka min eve. Hûn jî hevaltiya xwe pêş bixin. Dostaniya xwe pêş bixin û mezin bikin. Ev gelê me ye. Derveyî vî gelî jiyan tine ye. Min hemû bernameya xwe, armanc û hedefa xwe li gor vê amade kir. Heger ne wisan bûna tu hêjaya jiyana min tine bû.”

    ‘Hizirînên wan bi dijmin re ye.’

    “Di zaroktiya xwe de her tim min digot xwezka ez ne Kurdekî wisan bûma. Ji malbateke gelek lewaz hatibûm. Min digot ma gelo koka min ji Kurdiniyê tê an na. Min ev lêkolîn dikir. Min digot belkî ez jî ji tirkan bim. Piştre min mêze kir kesê wisan dihizirin dikevin. Di hemû jiyana xwe de wenda dikin. Kesên wisan mejiya wan, ruhê wan, hizirînên wan bi dijmin re ye. Ji ber wê wisan dihizirin. Kesên wisan li ber çavên min di reviyan. Ji ber ruhê xwe nekiribûn yên Kurdînî. Xwe firotibûn dijmin. Her roj direviyan cem dijmin. Tu kesî ne digot ev welatê me ye, em Kurdin, divê em tekoşîn bikin.  Hevalên ku ev gotin hevalên di zindanan de li berxwe didan bûn. Hevalên hemû zor û zehmetî dabûn berçavên xwe û ji bo gel xwe feda dikirin, dikaribûn wiha bigotana. Partî jî bi kesayet û hizirên rast yên van hevalan ve pêş ket.”

    ‘Ez li ser destên xwe digirtim.’

    “Dema min dest bi dibistana seretayî kiribû ez dihizirîm ku ez li pêşberî cinawirekî çawa rawestiya me. Pir ecêb bû. Ez rastî wan cinawiran hatim û di wê demê de bûm zarokên wan yê hezjêkirî. Ez li ser destên xwe digirtim. Min jî, ji wan re hêk û mast dibirin. Dema cara yekem min hevokên Tirkî bi zimanê xwe digot min bawerkiribû ku êdî berbi modernîteyê ve çûyîme. Lê hertim aliyeke ku min veşartibû hebû. Aliyê ruhê xwe yê tirsok û diricifî min hertim vedişart. Bawerim kesayetê durû wisan pêş dikeve. Gund û malbat çi dayîbû kesayeta min? Nizanim min fam jî nedikir. Ez ti carî nebibûm ewladekî baş yê malbatê û gund. Herkesî di nava xwe de digot kurê Omer an jî yê Uweyşê yê bêhêvî. Ji xwe zêdetirîn digotin Evdilê Uweyşê. Wisan navê min derketibû. Min ji vê rewşê şerm dikir. Aciz dibûm. Lê ji terzê xwe yê kesî jî min tawîz ne dida. Herkesî zarokê xwe ji min vedidizî. Ne dihiştin em bi hevdûre biçin geşta çiyayan jî. Min ev rewş bi xwe ne dipejirandin. Ji bo vê min lîstokên cûr bi cûr amade dikirin. Lîstokên weke nêçîra çûkan,  maran, marmarokan… Min wisan bala zarokan dikişand bi aliyê xwe ve û me hevaltiya xwe dikir.”

    ‘Weke ku ez hertim di ezmûnê de bûm.’

    “Çavê min li ser modernîteya Tirkan mayî bû. Bi hêsanî jê qut nedibûm. Piştre min fam dikir ku bi navê Kurdînî çi hebe ew ji min digirin. Li pêşiya Kurdîniya min astengin. Heya sala 1973 ceribandina min ya koma yekem li dibistanên sîstemê weke robotekî mayî bûm. Di jiyana min de ew dem tenê tinebûnê îfade dike. Kesayetekî bêxem, binkeftî, yekî ji robot xerabtir dida avakirin. Di van salan de serkeftina min ya herî mezin ew bû ku ez nebibûm weke wan. Bi rastî jî ez kesayetekî pênasekirina wî zorim. Ne bawerim fîlmê wî jî bikaribe were çêkirin. Lê cardin bibêjim ez zarokê herî jêhezkirî yê mamosteyên xwe jin-zilam bûm. Min çawa xwe amade dikir? Li hemberî modernîteyê her kêliyê xwe amade dikir. Weke ku ez hertim di ezmûnê de bûm. Min refê xwe bi pileyên bilind derbas dikirin. Lê ez ti carî nebûm kesekî ku ew dixwazin. Ez hertim di nava berxwedanê de bûm. Min hertim xwe dixist şûna wê jina ku di hemû demên dîrokê de hatiye wendakriin. Pir caran min xwe beramberî wê pirsgirêkê dikir. Di vî alî de min bindestî û bandorên şaristaniya navendî baştir fam dikir. Aliyên bindestiya ku dişibiya hevdû didîtin. Her ku dem derbas dibû min ji nêzîkatiyên cînsiyetperest nefret dikir.” 

    ‘Min jiyana xwe wisan fetih dikir.’

    “Têkiliyeke erzan, hestên erzan, erkgirtineke erzan, bêkedbûna erzan, meşeke rast nekirin we dukuje. Ev hemû dibin lewaziyên we. Min xwe çawa perwerde kir. Li dora min çiqas neçar hebûn, çiqas bêkes hebûn, çiqas bêderfetî hebûn, çiqas mişk, mar, dûpişk, hebûn, çiqas av, çiya, şînatî hebûn min li hemûyan mêze dikir û ji bo hemûyan dibûn çareserî. Min ji xwe re û ji wan re rêz digirt. Min jiyana xwe wisan fetih dikir. Gelek hevalên me hebûn. Ji tariya şevê ditirsiyan, ji dijmin di tirsiyan, ji sîha xwe ditirsiyan. Me ew fêrî şerê mara kirin. Niha bûn qehremanê gelê xwe. Bi lehengî şer kirin û Şehîd ketin. Ez naxwazim tu kes erzan wenda bike. Ez ji dijmin re jî dibêjim. Şerê taybet neke. Were weke qehremanan şer bike. Lê ew şer qirêj dikin. Li cem me şer pîroze. Ji ber şerê me ji bo jiyaneke aştiyane ye. Jiyana me bi xwe aştiye. Lê dijmin li ser jiyana me yanî aştiya me şer dide meşandin. Ez mirovekî pir hestiyarim. Nikarim gêreyekê bikujim. Nikarim pêl giyayekî bikim. Lê dema êrîş bi ser jiyana me de tên, ser gelê me de, ser aştiya me de, ser bêrîkirinên me de, ser heskirinên me de, ser dîroka me de, ser zimanê me de tên ez şervanekî yemanim. Wê demê şerê min yê maran destpêdike.”

    ‘Xeyalên xwe ji bîr nakim.’

    “Hûn dizanin di zaroktiya xwe de ez pir tirsonek bûm. Gelek kesan digotin tirsonek. Lê belê dema şert û mercên jiyanê tên fetisandin, şerefa min tê binpêkirin kes nikare bi qasî min şer bike. Ez carna dibêjim “Ey APO tu mirovekî. Di roja me de mafê mirovana hene. Tu jî weke mirovekî asayî biçe jiyaneke xwe ava bike.” Lê belê kesekî di nava şer de nikare van mafan bixwaze. Ji ber jiyan bi maran dagirtiye. Ez ji mafê herî biçûk bêparim. Nikarim bigerim, nikarim pêwîstiyên xwe bigirim, nikarim mafekî din bixwazim. Ji ber ez bibêjim mafê min yê kesî wê demê mafê gelan û şer wê zirar bibîne. Mînak herkes dikare cixare vexwe lê mafê min tine ye. Herkes dikare rehet xew bike mafê min tine ye. Ji bo mirovê Kurd maf nîne, erk hene. Em encax wan erkan pêk bînin. Dema em van pêk bînin dikarin jiyan bikin. Dibe ku zarokek mafê xwe yê jiyanê bi xwaze. Lê ez nikarim bi xwazim. Ji ber ez Rêberim. Ez tekoşervanê gelê Kurdim. Ez hevaltiya Şehîdan dikim. Ez heya niha pariyeke nan navêjim çopê. Qesrê min jî hebin ezê bixim bin xizmeta şoreşê. Ez xwe wenda nakim. Her roj li ser têkilî û hevaltiya xwe dihizirim. Xeyalên xwe ji bîr nakim.”

    SIBE: Pêvajoya komployê!



    KJAR