• تاگەکان: ,

    JİYANA MİROVÊ AZAD

    21 شوبات, 2022

    Ji nirxandinên Rêber Apo li li ser jiyana xwe.

    Beşa heştemîn: pêvajoya komploya, ji 9’ê Cotmehê heya 15’ê Sibatê.

    DERKETİNA Jİ SURİYÊ

    Di derketinê de du rê li pêşiya min hebûn.

    Ya yekem rêya çiya.

    Ya duyem rêya ewrûpa bû.

    Rêya çiya dihat wateya girankirin û dijwarkirina şer. Ewrûpa dihat wateya şensê çareseriya demokratîk. Tê zanîn berî derketinê bi demek dirêj amadekariyên rêya çiya hebûn. Îhtîmala herî mezin derketina çiyayan bû. Lê tam di wê demê de heyetek Yewnan hatibû. Nûnerê me yê atîna Ayfer kaya bi rayedaran re di nava têkiliyan de bû. Ev hişt em berê xwe bidin atînayê. Pirsgirêka Sûriyê jî, ew bû ku ez lez ji wir derketama.  Lê belê ji derketina min ya Ewrûpayê ne razî bûn. Bê alternatîfmayîna wan qusura wan ya cîdî ye.

    ‘Hinek belgeyên Natoyê ji min re şandibûn.’

    “Di hesabê me de derketina Atîna tinebû. Firsendek bû. Bi baweriya dostên me yên wir ji nirxandina vê firsendê dûr neketim. Heger min bizanibûna weke tabloya rastî wê hatim kesînlîkle dernediketim wir.  Dema di nehê cotmehê de berê balafira me ket atînayê û em li wir peya bûn sûriye hinek rehet bibû. Dema li Atînayê daketim kalenderîs derket pêşiya min. Kalenderîs demek dirêj li tirkiyê mayî bû. Erkdarê natoyê bû. Subayekî kevin bû. Heman kar li Swêdê jî meşandibû. Pir dost diyar dikir. Di navbera me de Kuryeyekî ecêb hebû. Hinek belgeyên Natoyê ji min re şandibûn.  Dibe ku ji bo baweriya bide min bû. Ez birim cem Stavrakîs. Stavrakîs li wê balafirgehê di odeyekê de li benda me bû. Generalê hewayî û şefê îstîxbaratê bû. Digot nûh û nedigot pêxember. Ne dihişt ez bikevim nava sînorê Yewnanîstanê. Dostên me yên ku soz dabûn hevdû di holê de nebûn. Heya êvarî em pevçûn.”

    ‘Hemû jî ji kokena Yahûdiyan dihatin.’

    “Bi tesadufî têkiliyê me yê Moskovayê Nûman uçar ket navberê. Bi balafireke Yewnan ya taybet berê me ket Moskovayê. Ez bi rêya qenalê Serokê Partiya lîberal demokrat yê Rusya Jîrînowskî ketim moskovayê. Lê vê carê şefê îstîxbarata hindirîn yê Rusyayê derket pêşberî me. Wî jî digot na û ne digot erê. Wê demê em nikaribûn bimana. Bi rastî jî dixwestin min veşêrin. Lê min ev rêbaz rast nedît. Di wê demê de serokê Îsraîlê Arîel Şaron û wezîrê karê derve yê ABD yê Allbrîght hatibûn Rusyayê. Di heman demê de serokwezirê tirkiyê wê demê Mesût Yilmaz jî li ser kar bû. Serokê Rusyayê Prîmakov bû. Hemû jî ji kokena Yahûdiyan dihatin. Bi qasî têkiliyên dostê me yê Atînayê dostên me yên Moskovayê jî xeyalên me şikandibûn. Ya rastî ev têkilî dabûn diyarkirin ku baweri bi van têkiliyan nayê

    ‘Durustbû lê lewaz bû.’

    “Rotaya me ya sêyem berbi Romayê ve bû. Me dixwest ji têkiliyên wê derê sûd werbigirin. Bi alîkariya du mîletwekîliyan serpêhatiya me ya romayê destpêkir. Ev serpêhatiya me 66 rojan berdewam kir. Masîmo D’alema serokê wê demê bû. Durustbû lê lewaz bû. Ewlehiya siyasî tam nedabû. Rewşa me ji dadgehê re hiştibû. Ez hêrs bibûm. Min biryar dabû di firsenda yekem de ji wir derbikevim. Di vê navberê de ne şaşbim lêgereke Ereban jî çêbû. Dixwestin min bibin cihekî û navê wir nedixwestin eşkere bikin. Ji ber fermiyet û ewlehiya wê tinebû min nepejirand. Çûyîna Rûsyayê ya dûyem çêbû. Ev xeletî bû. Di vê xetayê de helwesta ne cîdî ya Nûman Ûçar hebû. Min ruyê wî yên hindirîn bizanibiya ti carî ji Romayê dernediketim. Dema bi balafira Dalema ya taybet ji balafirgeha natoyê derketim min axîneke kûr kişand. Lê ev rewş dişibiya reva ji baranê û çûyîna ber teyrokê bû. Vê carê li hev kiribûn. Îstîxbarata hindir ya Rûsya wê min bibirana Ermenîstanê. Em çûn heya balafirgehê.”

    ‘Bi hemû aliyên xwe Hades li ser kar bû.’

    “Heger min bixwesta wê ez bibirama Tacîkîstanê. Ji bo hefteyekê ez dikaribûm li wir bimama. Di vê navberê de wê alternatîfên din bihiziriyana. Bi awayeke xapandinê ez xistim balafireke kargo û em li paytexta Tacîkîstanê daketin. Hefteyekê em qet derneketin derve. Li odeyekê man. Cardin vegeriyan Moskovayê. Ji neçarî cardin me serlêdana dostên Yewnan kir. Me du rojên berf-baran-sar derbas kirin. Piştî vê macerayê me cardin berê xwe da Atîna yê. Bi qasî tê bîra min, min ji xwe re gotibû vê carê bi hemû aliyan ez ketim nava lîstokên xwedayên olîmpûsê. Tam min xwe di nava xeyalên van xwedayan de didît. Bi taybet Hades dihat bîra min. Bi hemû aliyên xwe Hades li ser kar bû.                                                                                  Hemû tiştên dihatin gotin, hemû karên dihatin kirin sexte bûn. Ma qey hêmanên durust nemabûn? Hebûn. Lê belê li hemberî cinawirê kapîtalîzmê neçar mabûn.”

    ‘Vê carê fîgura Mandela bibandor dibû.’

    “Em derdiketin berbi rêwitiya Efrîqayê ve. Vê carê fîgura Mandela bibandor dibû. Dema em berbi Rûsyayê ve diçûn fîgurê Lenîn çawa bibandor dibû niha jî yê Mandela bandor bû. Qaşo ezê biçûma wir, meyê têkiliyên dîplomatîk çêbikirana. Pasaporteke fermî derbasdar bigirtana. Lê lîstoka sextekariya dewleta Yewnan hîn bibandor bû. Di vê lîstokê de bi ser diket. Ez hertim bi paqijiya zaroktî nêzî têkiliyên dostanî bûm. Di helwesta min ya vê demê de jî ev nêzîkatî bibandor bû.”

    ‘Diviya kes bi me nehesiya ba.’

    “Dema em ji Yewnanîstanê derketin û diçûn balafirgehê şoforên wesayîtan hewil didan min hişyar bikin. Durustiya xwe bi hewildanên xwe yên şiyarkirina min eşkere dikirin. Dixwestin ez bizanibim komployeke çiqas mezin tê meşandin. Dibe ku ew memûrên îstîxbaratê yên hinek jêrîn bûn. Xwestin bi van bûyeran min hişyar bikin. Em berbi balafirê ve diçûn. Wesayît li balafirê xist. Wisan em hinek rawestiyan. Wesayîta duyem em biribûn balafirgehek veşartî. Diviya kes bi me nehesiya ba. Li nêzî balafirgehê heft caran weke ku wesayît xera bûye rawestiya. Lê belê ji me re soz hatibû dayîn. Min ewqasî bi wan sozan bawer kiribû ez bi van bûyeran hişyar nebûm. Eksî şiyarbûnê min dixwest li pêşiya me çi heye berî demekê bigihêjimê. Balafira hatî ya Gladyo bû. Di karê îstîxbarata veşartî de bikar di anîn.”

    ‘Ji bo ku ez ji Elçîtiyê dernekevim, min pir li berxwe da.’

    “Berî Naîrobî bi rêya mînskê ezê derbasî Hollanda bibûma. Balafira em li bendê nehat. Balafira Gladyo li ser behra reş difiriya. Piştre min ev şîrove kiribû û min gotibû: “Weke tirêna di komkujiya Yahûdiyan de hatiye bikaranînê ye. Di şexsê min de li ser gelê me, rejîma qirkirinê dihat meşandin.” Ew dem destpêkiribû. Di cehennema Naîrobî de sê rê danîbûn pêşiya min.

    1-Dixwestin min bixin rewşeke bê îtaatiyê. Yanî wê tiştek bi gotana minê jî emrê wan pêk ne anîna.

    2-Piştre weke pevçûn derketiye bidana nîşandan û wisan bikuştana.

    Ev jî dihat vê wateyê: Bi temamî divê ez bi ketima bin emrê CİA. Yanî teslîm bibûma.

    3-Ya sêyem jî bi wê balafira tirkan ya ku zûde hatibû amadekirin radestî tirkan kiribûma.

    Çîrokek hatibû amadekirin. Çîroka çûyîna Komara Başûrê Efrîqa yê. Ev çîrok bi xwe jî ya xapandinê bû. Gelek senaryoyên din hatibûn amade kirin. Digotin:“Xwe bisipêre BM yê. Yan jî dêrê”.

    Ev senaryo hemû bi gûman bûn. Ji bo ji Elçîtiyê dernekevim min pir li ber xwe da. Pêvajoya sê mehan ya ji 9 cotmehê heya 15 sibatê berdewamkir, wisan muthîş derbas bû. Di wê demê de derveyî Emerîqa tu hêzên din nikaribûn vê operasyonê saz bikin. Di wê demê de tenê berpirsê hêzên şerê taybet Engîn Alan dibin kontrola Emerîqayê de balafir derbasî tirkiyê kiribû. Kesînlîkle ev operasyona dîrokî ya NATO yê bû.”

    SIBE: Pêvajoya Îmralî!



    KJAR