• تاگەکان: ,

    JİYANA MİROVÊ AZAD

    17 شوبات, 2022

    Ji nirxandinên Rêber Apo li li ser jiyana xwe.

    Beşa şeşemîn: pêvajoya salên 1984 heya1994’an

    ‘Diviya bû rewşa Fatma bihata zelalkirin.’

    “Di 84 an de me nêzî 300 gêrîlla bi ked û hewildana ku nayê bawerkirin amade kiribû û şandibû welat. Di nav wan de yek heval derneket û ev pirs nekir. Ma bi vê hejmarê emê çawa artêşa gêrîla li çiya ava bikin? Çawa li çiya bicih bibin? Gurub weke nîv goçberan, li gund û derve bûn. Weke çûkên goçber xwarin komdikirin, dema tengav dibûn xwe didan aliyên çiyayan. Wisa wêrekî, fedakarî hebû. Lê belê kêm bû. Şert û merc gelek giranbûn.  Lê belê tecrubeyên me zêde dibûn. Me bi temamî xwe bi karê xwere dabû girêdan. Ez bi çêkera hevalan bawer bûm. Lê belê tenê bawerî jî têrê nedikir. Tenê bi vê baweriyê û bi gotina wê bikin, nedibû. Me amadekariyên xwe yên kongreya 3.dikir. Cara yekem me pêwîstiya dahûrînên kesayetê didît. Bi taybet jî dahûrînên taybetmendî û kesayeta jin pêwîstiyeke cîdî bû. Bi salan ez bi wan pirsgirêkan re eleqedar dibûm. Diviya bû rewşa Fatma bihata zelalkirin.”

    ‘Di wê demê de dijmin Qanûna poşmaniyê derxistibû.’

    “Di 84 an de jî me biryara serkeftina mezin da. Her çiqasî weke daxwazên me nebejî me biryara gava 15 tebaxê hatibû dayîbû. Tam di wê demê de dijmin jî, ji bo me soz dabû. Biryar dayibûn an di 24 seatan de an jî di 72 seatan de ku me tine bikin. Me roj di hesibandin. Yek roj- du roj-sê roj… Heya em gîhaştin sala 1985 an. Berî em derbasî 85 an bibin gelek bûyerên neyênî hatin jiyankirin. Li ser guruba ku hevalê Sabrî Ok têde bû komplo hat pêşxistin. Nêvî ji wan hatin Şehîd xistin. Nêviyê wan bi birîndarî ketin dest. Em di sala 1985 an li rojhilata navîn bûn. Lûbnanê bûn. Heval Egîd li wir bû. Me bi hevdûre nîqaş dikir. Bi taybet li ser serkeftina dema pêş me nîqaş dikir. Di meha kanûnê de me ev xebat dida meşandin. Ji welat agahî dihatin. Agahiya Şehadetên hevalê Sasonê hatibûn. Di wê demê de dijmin Qanûna poşmaniyê derxistibû. Hevalên me yên pêşeng di nava pratîkê de gelek tengav bibûn. Bê tecrube bûn. Ne di kurbûna zanîna tevgera gêrîla de bûn. Di dawiya vê salê de tevgera me hema hatibû ber tine bûnê. Me gelek hevalên xwe yên hêja di vê salê de wenda kirin. Bi rastî jî di du-sê salan de gelek me gelek heval amade kiribûn. Nêviyê van hevalan neman. Ew heval bi rastî jî mîlîtan û şervanên rêxistinê yên cewherî û bihêz bûn.”

    ‘Gêrîla di Cizîrê de bûn.’

    “Şehîd Egîd dixwest hinek tiştan baştir bike û pêşbixe. Piştî Şehadeta wî guruba wî bi xwe bi belavbûyînê rû bi rû mayîbû. Me ev rewş hemû di kongreya 3. De nîqaş kirin. Sala 1988 an de me hinek gurubên din şandin welat. Dijmin ev sal ji bi me kiribû sala dawî. Di sala 1989 an de me pêşketinên mezin bi dest xistin. 500 gêrîla hatibûn perwerde kirin. Komên li welat dihatin zêdekirin hebûn. Derfet hatibûn avakirin. Rêyên çûyîn-hatina welat dihatin bikaranîn. Kapasîteya çalakiyan zêde bibû. Gêrîla di Cizîrê de bûn. Rêxistinê li Botanê nav û deng kiribû. Gel jî partî di pejirand. Ji ber tesfiyeya hindurîn cardin me wendahiyên ne dicihde dan. Heval Bêrîvan Binevş Egal di vê salêde Şehîd ket. Bêrîvan kçeke Êzîdî bû.  Dema hatibû cem me xwendevana dibistana seretayî bû. Ji bo xizmeta zarokê xuşka xwe bike hatibû Ewrûpayê. Me jî, ew kişand qada xwe. Gelek bandor bûbû. Ya rastî me xwest em heskirinê nîşanî wê bidin. Me xwest em jiyanê di kesayeta wê de hişyar bikin. Dema gîhaşt Cûdî nameyek ji mere şandibû. Behsa xweşikiya çiya û azweriya gel kiribû. Ket nava gel. Bi qasî nêzî çiya bû, nêzî gel, nêzî çeka xwe bû. Bi gelê cizîrê re xwe da heskirin. Gelek da heskirin. Gel ew girt. Di hişyarbûyîna gelê Cizîrê de bandora vê hevalê mezin heye. Divê ev hevalên wisan pir baş werin nirxandin. Weke dihat xwestin li dijmin dan.”

    ‘Gelê Cizîra Botan yê welatparêz serhildaneke mezin pêş dixin.’

    “Sersala 1990 de li kampê bûm. Min dahûrîn dikirin. Heval Bêrîvan Şehîd ketibû. Dijmin li hemberî me ajantî pêşdixist. Di wê demê de Ozal afûya giştî derxistibû. Li hemberî me jî amadekariyên tesfiyê hebû. Şener, Şahîn Balîç, Sari Baran dihatin amadekirin ji bo li ser min komplo bikin. Piştî Şehadeta Heval Bêrîvan gelê herêmê li cenazeyên xwe xwedî derdikevin. Dema di dema girtina cenaze de bi dijmin re tekoşîneke pir dijwar tê jiyankirin. Kesê ku bêbextî û îxanet li Hevala Bêrîvan kiriye bi rêya mikurhatina zarokek biçûk hatiye dîtin. Ew kes hatiye cezakirin. gelê Cizîra Botan yê welatparêz serhildaneke mezin pêş dixin. Salvegera Şehadeta Hevala Bêrîvan ya di sibata 1989 an  de ji aliyê gelê herêmê ve hertim tê bibîranîn.  Di her malekê de herî kêm yek Bêrîvan hatiye zêdekirin. Hevala Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Hevala Ronahî (Bedriye TAŞ ) Di şeva 21 adara 1994 an de li Elmanya Mannheîmê di nava daristaneke biçûk nava du avan de herdû heval bi destên hevdû digirin û xwe di şewitînin. Hevala Bêrîvan di wê de şevê de Şehîd ketiye. Hevala ronahî di 22 adarê de şehîd ketiye. Hemû armanca wan eve: dixwazin agirê berxwedana zindanan li derve jî berdewam bikin. Bi serhildanên mezin cenazeyên hevala derbasî welat dikin. Cara yekem ji bo merasîma hevala Bêrîvan li Dêrsimê derabe tên girtin. Ji bo Rêbertiyê, partiyê gel nameyên girîng nivîsandine. Piştî çalekiya wan 60 heval tevlî partiyê bûne.”

    HEVAL Zekiye Alkan, di 21’ê Adara 1990’an de hevala Zekiye li ser sûrên Amedê çalekiya xwe ya şewitandinê lidar xistiye. Li Dibistana Amed ya fakulteya tip ya Dîcle xwendiye. Bandora nakokiyên civakî li wir nas kiriye. Ji çalekî û sekna heval Mazlûm gelek bandor dibe. Hevalek ji Dêrsimê ye. Lê belê ji aliyê dewletê ve pir caran hatine surgûn kirin. Ji ber wê heval Zekîye li kokên xwe digere. Kal û pîra wê bi zazakî bi hevdûre di axifin. Heval Zekiye li vir jî nakokiyan jiyanê dike. Dema bi çalekiya Heval Mazlûm bandor dibe wiha dibêje (AGİRÊ NEWROZÊ YÊ HERÎ BAŞ DİVÊ Dİ BEDENA MİROVAN PÊKEVE) Hevala zekiye dixwaze bibe berdewamiya çalekiya heval Mazlûman. Di wê demê de li welat berxwedaniya herî mezin ya hevala Berîvan jî bandora xwe ya cuda dike.

    ‘Heval Zekiye dixwest bibe kesayeteke azad.’

    “Ji bo çalekiya hevala Zekiye Rêber APO wiha dibêje:“Li Amedê Şehîd dikeve. Çalekiya heval bi Şehadeta heval Mazlûm re girêdayî ye. Heval Mazlûm di zindanê de zext û teslîmkariya li ser gelê Kurd na pejirîne. Li hemberê vê çalekiya xwe ya mezin dike. Berxwedana rêheval Zekiye jî li hember wê zexta giştî ku li ser gelê Kurd tê meşandinê ye. Li hember neçarî, tinekirin, tirsê ye. Bi çalekiya heval mazlûm re girêdaneke wisan çêdike û hêza berxwedanê berdwam dike. Vê hevala me, bê gûman dikaribû wan nakokiyan hemûyan jî jiyan bikirana. Nakokiyên xwe yên jintî û azadiyê bi awayeke cûda girtibû dest. Herdû mijar bi girîngî lêkolîn kiribûn. Ev xebata heval bi wate ye. Kesayetên wisan dikarin van çalekiyan lidar bixin. Kesên nakokiyên civakê kûr jiyan nekin nikarin çalekiyeke wisan lidar bixin. Heval Zekiye dixwest bibe kesayeteke azad. Ji ber nikaribû aciz dibû. Wisan li hember vê ofkeya xwe bi vê çalekiya xwe diyar kiriye. Di demek wisan de ev çalekî ji bo me bi wateye. Ji xwe kesekî rehet, ji xwe razî, nikare çalekiyeke wisan bike.”

    “Ez xwe dikim Newroz.”

    “HEVAL RAHŞAN DEMÎREL: 15 Tebaxa 1975’an li Nisêbînê ji dayik bûye. Neçarî goçberiyê dimînin. Heval Rahşan hîn yek saliye malbata heval derbasî Îzmîrê dibe.  Li wir dixwîne û mezin dibe. Di nava hevalên xwe de gelek tê heskirin. Malbata wê naxwazin zêde bi Partiyê re eleqedar bibe. Lê belê heval Rahşan çalekiya heval Zekiye dibihîze û gelek bandor dibe. Wekî din rojane êrîşên dijmin bi ser gel de dibîne. Bavê wê mîlîse. Heval Rahşan pir dixwaze tevlî partiyê bibe. Lê belê malbat dibe asteng. Newroza 1992 bi tundiyeke giran derbas dibe. Li Şirnex û Cizîr xwîn tê rijandin. Di 17 saliya xwe de ye. Ew jî li mal amadekariyên xwe dike. Di 21 newroza 1992 an de li ser sûrên kadîfekaleyê bedena xwe dide ber agir. Dibêje (EZ XWE DİKİM NEWROZ). Rêber APO dibêje: “Berxwedaniya keçeke pir ciwan ya Kurd bi navê Rahşan Demîrel heye. Li kelha Îzmîrê çalekiya xwe şewitandinê pêk aniye. Heya dawiyê bi wate, bi nirx û hêja ye. Nameyên hinek Şehîdên me yên newrozê li ewrûpayê ji bo me hiştine hene. Heval Ronahî (Bedriye taş).”

    Ev hêvî, jiyana pîroz pêkan dike’

    “Ez wisa bawer dikim ku milîtanên me yên birûmet zêde di zanebûna wê de nebin jî xwe di riya jiyana pîroz de balkêş feda kirin. Baweriya xwe bi wê roja ku şeref, rûmet û hezkirin dê çêbibe anîn, radestî pergala kirêt û koledar nebûn. Dema em di vê mijarê de rojên destpêkê tînin bîra xwe, em ewle ne ku dê ev yek wiha be. Gerîlayên me yên ciwan, hezar caran jiyana ku pergala sexte ferz kiriye lanet lê anîne. Ev dozeke mezin e û girêdana zanebûna wan bi vê armancê ve misoger e. Emê bi bîranînên Şehîdan ve girêdayî bin. Jixwe ev tevger jî, weke pêwîstiyeke bi girêdaniya wan ve tê pêşxistin. Em bawer dikin ku hun bi temamî li ser vî bingehî, bi hêviyan ve barkirîne. Ji ber ku ev hêvî, jiyana pîroz pêkan dike, em ji bo wê dijîn û şer dikin. Ev mirov bi Şehîdên xwe ve, bi şervanên xwe ve, dibe ku piştî sedan salan jî yê şer bikin, bi wî rengî karekî herî pîroz dikin, wiha jî dê wate bidin ku riya herî rast girtine, gelek asteng derbaskirine. Weke di hemû dozên girîng ên di dîrokê de hatine dîtin û weke di jiyana milîtanan de hatiye peyitandin, ez ewle me dê mezinbûnekê pêkbînin û bi ser bixin. Ez ewle me ku, hun di mînaka me de kesayeteke herî pîroz ava bikin. Hinek kes dibêjim em mirovên Şehîdane. Dibêjim ew Şehîdên me ne. Heger hûn di van helwestan de ne sexte bin, jidilbin, hûnê hinek weke terzê me bikin. Di kesayeta xwe de Şehîdan bidin jiyan kirin. Li pêşiya wendakirina kesayeta Şehîdan bi sekinin. Şehîdan rast bidin jiyan kirin. An tê rast jiyan bikî an jî tê jiyan nekî. Bi vî hukmî re girêdayî bin. Heger hûn wisan bin dikarin bibin şopdar an jî xwediyê Şehîdan.” 

    ‘Di mirina yek kesî de qiyametan radikin.’

    “Dema zarok bûm min ev mirin xerab didîtin. Wisan bi wate nedidîtin. Piştre min ev dît; mirin dibe amêra dîtina hêjariya kesên jiyan dikin. Mirovên ji bo miriyên xwe digirîn di rastiyê de ji bo xwe digirîn. Di kesên mirî de xwe dibînin. Mirina xwe dibînin. Derveyî vê ew giriyê ji bo mirinê zêde nayê famkirin. Xwe ewqasî lewaz dihêlin. Xwe ewqasî dişibînin mirî. Di mirina yek kesî de qiyametan radikin. Demek jiyanê ya wisa pir xwezayî bi girî fetisandin ji min re zêde bi wate nehat.  Niha ji bo Şehîdan zêde girî çênabe. Niha Şehîd dibin hêza jiyanê û cesaretê. Ev ji bo mirina xerab bersiveke.”

    “Şehadeta heval Mazlûm vê rastiyê îfade dike. Ev pir girînge. Wisan derdikeve holê ku ew jî wisan nêzîk dibe. Ew hevalekî bîrdoziya me baş dizanî. Partiya me bi ruhê wê naskiribû. Bi rastî jî kesayetekî bi gorkem bû.”

    SIBE: Nirxandina li ser Saheya Rêbertî a li Lubnanê !



    KJAR