• تاگەکان: ,

    JİYANA MİROVÊ AZAD

    16 شوبات, 2022

    Ji nirxandinên Rêber Apo li li ser jiyana xwe.

    Beşa pêncemîn: pêngava 15’ê Tebaxê û çalakiya Erûhê.

    ‘Dilê me bibû çend perçe.’

    “Hemleya 15 tebaxa 1984 an li gor min divê di bihara 1982 an de bihata destpêkirin. Derfetên me ji bo wê destdayî bûn. Darbeya yekem ya li gêrîla hat dayîn ev bû. Gelek keşfên vala, bê ser û ber hatin pêşxistin. Divê ew rewş were zelalkirin. Ya rastî me xwest di destpêka 1980 ê de bi gurûba hevalê Kemal Pîr tekoşîna xwe destpêbikin. Ev lêgerek derveyî hêzên başûr bû. Yekser derbasî heya çiyayên Dêrsimê dibû. Kemal pîr bi awayeke bê talîh û tesadufî hatibû girtin. Ger nehatibûna girtin wê terzê fermandariya PKK ê ya dema yekem pir cuda bibûna. Valatiya wî hevalî ti hevalî danegirt. Ji xwe li ser hevdû girtina Heval Mezlûm Doxan, M. Xeyrî Dûrmûş çêbû. Girtinên qet ne pêwîst û ne dicih de bûn. Bi hesanî dikaribûn bihatana astengkirin. Ji bo me wendahiyên mezin bûn. Dilê me bibû çend perçe.

    ‘Me agahiya 15’ê Tebaxê ji radyoyê guhdar dikir.’

    “Me agahiya 15 tebaxê ji radyoyan guhdar kir. Agahî bi derengî hatibû. Heya me ew agahî girt demjimêr û roj derbas nedibûn. Encam girîng bûn. Cara yekem çalekiyeke leşkerî dihat plansazkirin û pêkanîn. Pêşketinên ku derî ji gelek bûyeran re dida vekirin bû. Em gelek bi ser vê erkê de çûn. Ji bo her qadê me gurub amadekirin.Yedek amade kirin. Sala 1985 an dikaribû bibûna sala hemleyek mezintir. Bi taybet eyaleta Dêrsim û Tolhildan dikaribû biketana nava tevgerê. Amed, Serhed, Xerzan ketibûn tevgerê. Tevgera me ya Semsûrê hebû. Lê belê heval Sebrî Ok di nîvê zivistanê de bi awayeke bêtalîh hat girtin. Guruba hevalê Hecî (Sabrî Gozupek) û hevalê Xidir li Bozowayê hatibûn Şehîd xistin. Ji ber wê hemleya me ya Semsûrê pêk nehat.  Ev wendahiyên êşên wan giran bûn. Cardin guruba heval Selîm di rêya Ereban de wendahî dabûn. Rexmî vê heya dawiyê li wê qadê man. Li van qadan her çiqasî pêşketineke mezin çênekiribin jî hebûna xwe parastin. Gurubên Serhedê li çiyayê Agirîyê tevdigeriyan. Ciwanekî hemşehrî Mehmet Erturk li vir Şehîd ketibû. Me agahiya Şehadetên egîdên agiriyê digirtin. Ji bo vê gava 1985 an nehat avêtin. Lê tasfiye jî nebûn.”

    ‘Çalakiya Erûhê’

    “Fermandarê yekîneya propaxandaya çekdarî yê çalekiya Erûhê Heval Egîd bû. Alîkarên wî heval Erdal û heval Mûstafa bû. Mûstafa hevalekî ji Ceylanpiranê bû. Fermandarê guruba Çatakê jî Terzî Cemal bû. Me alîkarê wî jî diyar kiribûn. Diviyabû Ebûbekîr agahî ji gurubêre bibirana. Wê ji bo guruba heval Egîd de Selahedîn Çelîk û hevalê Mihemed Sewgat agahî bibirana. Ji xwe hevalê Mihemed Sewgat jî wê beşdarî çalekiyê bibûna.  Ew çûn. Me jî guruba Şemzînan birêxistin kir. Hem li wê derê hem jî li Hergûş wargehekî Zaxrosê me civînên xwe çêkirin. Guruba heval Egîd ew li çiravê dîtibûn ew li wir agahdar kiribûn.  Ji wir derbasî Gebarê bûn. Keşifa araziyê destpêkirin, vesaziya yekîneyê kirin. Bi zor pêre gîhaştin. Guruba Şemzînanê amade bû. Guruba Çatakê gotibûn em ne gîhaştine. Terzî Cemal li wir bû. Divê yekîne bihatana amadekirin, lê belê terzî cemal ne gîhaştibû wan.  Di rastiya xwe de Erûh dûrtir bû. Çatak nêzîk bû lê wan nexwestibûn bigihêjin cihê xwe. Her wiha çalekiya Çatakê çê nebû. Di dema ku hatibû diyarkirin de çalekiyên Şemzînan û Erûhê hatibû çêkirin. Di dema çalekiya Erûhê de leşker derketibûn araziyê ji bo operasyonê, bi ser leşkerê qereqolê de hatibû girtin. Di wê çalekiyê de 60 çek ketibûn dest de. Depoya erzak kete destên hevalan. Bi ser cihê wezaretê de hatibû girtin. Di camiyan de belavok hatin xwendin û hatin belavkirin. Ew çek anîn heya Çiyayê Besta yê. Çalakvanên Şemzînanê li avahiyên leşker û polîsan dayibûn. Gelek leşker hatibûn kuştin û birîndarkirin. Pevçûnên pir dijwar hatin jiyankirin. Piştî vê çalekiyê dijmin derket operasyonê. Li hemberî Gêrîla Operasyona yekem bi navê Operasyona Rojê ji aliyê dijmin hat lidarxistin. Di vê operasyonê de biryar dayibûn di 24 seat an jî 72 seatan de em tine bikin. Di encama van çalekiyan de me hedefên xwe bi piranî pêk anîbûn. Herdû gurubên me bi tendurustî vekişiyabûn”.

    Ew û heval Kemal xwe ji erebê davêjin.’

    “Rêheval Egîd bi xwe ji Batmanê yanî ji Elihê bû. Di dema dibistana Amadeyî de beşdarî nava refê gêrîlla bûye. Ciwanekî çalak bû. Piştre beşdarî tekoşîna nava Sîweregê bibû. Di wê demê de bi armanca perwerdeyên leşkerî gurûb derdiketin derveyî welat. Di gurûba yekem de heval Egîd cihê xwe girtibû. Ji xwe li Êlihê berpirsê xebata leşkerî heval Egîd bû. Li Sîweregê heya wê demê bibû xwediyê pratîkeke çalak. Di nava çalakiya Sîweregê de cihê xwe girtibû. Di sala 1980 ê de bi armanca ku li Herêma Sêrt-Botan ê de xebata gêrîla birêxistinbikin bi hevalê Kemal Pîr re vegeriyan welat. Di rêde dikevin pûsûya dijmin. Ew û heval Kemal xwe ji erebê davêjin. Heval Kemal ji ber ji ser heşê xwe diçe dijmin wî digire. Lê heval Egîd ji milê xwe birîndar dibe û xwe xelas dike. Di wê demê de hestiyê milê heval Egîd dişike. Demekê tedawî dibîne. Piştre derdikeve derveyî welat, beşdarî konferansa yekemîn dibe. Piştre rêveberiya perwerdê ya giştî tê plansazî kirin. Heval Egîd di nava wê rêveberiya perwerdê de cihê xwe digire. Beşdarî perwerdeyên bîrdozî û siyasî dibe. Heval Egîd ji xwe werzîşvanekî baş bû. Xwe fêrî şerê nêz yê jûdo kiribû. Di wan mijaran de perwerde dida. Bejin kin, hinek dagirtîbû. Di aliyê fîzîkî de ne kesayetekî pir bi hêz bû. Refleksên wî pir bihêz bûn. Dema dijmin bomba diavêtin wan heval Egîd bi wan refleksên xwe yên bihêz ew bombe cardin diavêt aliyê dijmin. Sûdeke mezin dida perwerdê. Perwerdeyên derveyî welat dirêj kir. Di wê demê de Rêbertî bi çend hevalan re heval egîd jî amade kir û ji bo li başûr û rojavayê Îranê bi xebitin ew şandin wir. Li wir ji xwe heval Mihemed Karasûngûr hebû. Bi armanca ku bi heval Mihemed Karasûngûr re bibin alîkar di sala 81 an de ev gûrûb derbasî welat bû. Di van herêman de amadekariyên gêrîla dan destpêkirin. Gûrûbên vedigeriyan welat ji aliyê heval Egîd ve dihatin pêşwazîkirin. 25ê gulana 83 an de cara yekem li aliyê xabûrê operasyoneke dersînor hat çêkirin. Di dema vê operasyonê de heya xerzanê çû. Hemû yeke kontrol kirin.”

    ‘Takima heval Egîd di wê herêmê de sê çalekiyên mezin çêdikin.’

    “Di sala 84 an de li Çiyayê Reş civîna awerte çêdibe. Di wê civînê de heval Ebas, heval Egîd jî amade dibe. Bernameya demê tê derxistin. Ji bo çalekiya Uludereyê (Qulaban) plansazî tên derxistin. Heval Egîd di pêşxistina beşê leşkerî ya wê çalekiyê de cih digire. Piştre di havîna sala 84 an de bû fermandarê yekîneya propaxandaya çekdarî ya 14 tirmehê. Bi vê yekîneyê çalekiya Erûhê saz dikin. Takima heval Egîd di wê herêmê de sê çalekiyên mezin çêdikin. Di dawiya sala 84 an de derbasî qada Rêber Apo dibe. Di meha nîsana 85 an de vedigere Herêma Botanê. Di wê demê de gelek wendahiyên gêrîla hatin jiyankirin. Ji yekîneya heval Egîd wendahî çênebûn. Di dawiya civîna havînê de li Botanê çalekî hatin destpêkirin. Sekna heval Egîd ya fermandar hebû. Xwediyê zanebûneke girîng bû. Gelek kêm di axifî.”

    “Çavên me li heval Egîd digere.”

    “Rêber APO piştî şehadeta rêheval Egîd di axaftineke xwe de gotibû; “Çavên me li heval Egîd digere, hevalekî weke şekir bû, li her derê em li wî digerin. Rêheval Egîd Şehîd ket, lê bi bîranîna heval ve girêdayî emê artêşa Egîdan, artêşa gerîla damezrînin”. Du aliyên kesayeta rêheval EGÎD hebû. Yekemîn; girêdana bi Rêbertî, zelaliya rêheval di xetê de, pêşxistina xeta tekoşînê, li hember nêzîkatiyên derveyî xetê tekoşîna bi biryar dayîn, bi qasî ku rexne dikir di pratîkê de jî xwedî sekna rast bû. Rêheval EGÎD tenê rexne nedikir, di heman demê de di pratîkê de jî xwedî sekna dijberî nêzîkatiyên şaş bû. Ev kesayeta rêheval EGÎD îro jî di rojeva me deye û îro jî ji bo me pêwîste. Duyemîn; biryarbûna di gêrîlatiyê de bû. Rêheval EGÎD di gêrîlatiyê de zelal bû. Bi bawer bû. Ji gelê Kurdîstanê bawer dikir. Ji gundiyên Kurd bawer dikir. Û hez ji çiyayên Kurdîstanê dikir. Rêheval hez ji Kurdîstanê dikir. Meskenê xwe li vir ava kiribû. Cardin girêdayî gêrîla bû. Di şer de bi ruhê serkeftinê, êrîş û fetihkirinê ve dagirtî bû.

    Dema xwe vala derbas nedikir. Dixwend, lêkolîn dikir û li ser wan nîqaş dikir. Kesayetekî wî ya sakîn hebû. Tu kes ne dişikand û ne di êşand. Çalak û xwedî refleksên bihêz bû. Li ser pêkanîna xeta Rêbertî de gelek dihizirî û pêk dianî.  Rêheval Egîd xeta leşkerî da pêşxistin. Rêheval Egîd amadekariya hemleya 15 tebaxê kir, ew di jiyanê de pêk anî.”

    SIBE: Pêvajoya ji sala 1984 heya 1994’an!



    KJAR