• Her derketinek ji Rojhilat bi tena serê xwe, gaveke AzadÎ û Şoreşeke

    10 كانونی دووه‌م, 2023

    Ji Pênûsa Heval Sakîne Cansiz (Sara)

    BEŞA DUYEM

    Em bêjin ku di civakê de sîstema ku di ser cinsekî de pêş dikeve, desthilatdariya xwe dispêre cinsekî, encamên ku di zilam de derdixe. Mirov bi tirs temaşe dike. Heta mirov taqeta temaşekirinê qet di xwe de nabîne. Xwîna mirov disekine. Em bêjin zewicandî ye, 2 keçik û 2 kurên wî hene. Lê piştî astekê diguhere. Keçeke nû ya pir ciwan, dibe ku 10 yan jî 12, an jî 14 salî be, wê ji xwe re bigire. Wê dîsa çanda tecawizê li ser pêk bîne, bi her milî ve bê îrade bike. Berê xwe bide ser bedena wê, rihê wê û hişmendiya wê qirêj bike. Yanê ew bûye siyasetek, lê zemîneke viya heye. Sîstem zemîna viya, çanda viya, qanûnên viya ava kiriye. Ji melayên wî bigire heta mamosteyên wî, tevahî burokrasiya nav dewletê, bi vê mantiqê, bi vê siyasetê tije ye, destekê dide viya. Mînak li wê derê hem jinê sûcdar dike, bin navê ku jin kesek din re zîna (zinya) kiriye, jinê tîne rewşa sûcdar. Li kuçeyê lînç dike, tevahî zilam berê xwe didinê, hemû zilam destekê didinê. Jinên derdorê jî tenê digirîn. Jinên bi çarşevên reş bi wê rewşê diêşin. Wê derewkariyê dibînin, yanê ji ber ku wê sextekariyê, wê derewkariyê dizanin, pê diêşin. Belkî di wê derê de jinek derdikeve pêş, dixwaze hinek xwedî li jinê derkeve. Hêza wê têr nake, recim dikin û dema ku recim dikin, tevahî zarokên wê taxê keviran kom dikin.

    ‘Rihê sîstemeke wiha çawa dibe?

    Yanê qetilkirina jinekê, di şexsê wê jinê de ya rastî civakekê qetil dike, xwe qetil dike, ruhê xwe qetil dike, ruhê xwe yê zarok qetil dike. Qirêj e, ew jî qirêj dike, tê digere. Di wî temenî de tê digere. Belkî hay jê nîne lê li derveyî wî sîstem di zilam de vê afirandiye. Her kes di wî sûcî digere. Her kes kevir kom dike, her kes bi cesaret dibe. Yanê mêrxasî recimkirina jinê ye, kevir avêtin e, kuştin e. Çiyê kî paqij dike, kîjan namûsê paqij dike. Ya rastî bênamûsiya herî mezin dike. Mesela siyaset, sextekariya di wê derê de va ev e. Siyaseta deshilatdar xwe dispêre viya. Tevahî têkiliyên siyaseta deshilatdar wihan in. Zimanê wî wiha ye, di qada aboriyê de wiha ye, di qada çandê de wiha ye. Her tim vê sextekariyê dimeşîne. Bi viya civakê dixapîne, bi viya civakê xera dike, bi viya nirxên aydî civakê, nirxên xweşik yên aydî mirovahî û jinê xera dike. Mesela di wê derê de bav jî wisa tê îqnakirin. Jixwe kevirê destpêkê bav lêdixe, zilamê jêre hevser tê gotin lêdixe. Di wê derê de li hember ev qas kevir pê werkirinê, tiştê herî zêde li zora jinê diçe belkî jî, tedî bedena wê parçe parçe diçe, lê ya herî zêde li zora wê diçe, dilê wê diêşîne, zarokên wê bixwe, zarokên wê yên kurik jî tînin rewşa parçeyek wê sîstemê. Zarokên wê yên biçûk jî kevir davêjin dayîka xwe.

    ‘Rejîm ne qederek e’

    Sîstem ev e. Mînak bifikirin ruhê sîstemeke wiha çawa dibe? Di sîstemeke wiha de ruhê zarok, di sîstemeke wiha de ruhê zilam, di van zilaman de qet mirovahî dimîne, hezkirin dimîne, hest dimîne? Tu tiştek namîne. Tu tiştekî aydî mirovahiyê nayê hiştin û her ku ev tê pêşxistin û belavkirin çi dibe, civak wiha dirize, tê rizandin. Ew jin dema ku vana kevir davêjin jin di nav çarşevên reş de şîn û şîvan dikin, dilorînin, li sîngê xwe didin, belkî porê xwe dikşînin lê nikarin rizgar bikin. Nikarin vê rewşê asteng bikin. Niha guhertina vê rastiyê, yanê ruhê ev qas hatiye qirêjkirin, kuştin. Ev rastiya civakek, zîhniyetek, rêjîmek e. Îdam jî wihan e. Mirov temaşe dikin, didin temaşekirin, dema dibin sêdareyê didin temaşekirin. Di vê derê de mirovahî qediyaye. Ji bo wê, mesela ji bo em nebin ji wan jinên digirîn, em vê têkoşînê didin, tenê ji bo em nebin jinên dilorînîn, reş girê didin. Vaye Sureya hatin kuştin. Rejîm ne qederek e, divê em wê qederê biguherînin, yanê em pêwîst e wê zîhniyetê biguherînin. Di tevahî qadan de bandora wê zîhniyetê bişkînin. Di vê wateyê de YJRK pir girîng e. Yanê mîlîtaneke YJRK’ê, bi dîrokî û rojane tevahî ev zilma ku civak dijî, jin li dijî hîskirin, bi hîsiyatê re bûna bersiv ji bo vê. Vaye hişmendiya vê, fikir û asoya vê, rêxistina vê, amûrên têkoşînkirina vê, afirandin. Em tenê û tenê dikarin wiha bi rêxistinkirinê derbas bikin.

    ‘Zehmetî çi ne?’

    Va salên me yên derketinê jî wiha bûn. Pir zehmet e, tu bi malbatê re şer dikî. Şekilgirtina malê ya bav, ya malbatê jî dibe şekilgirtina sîstemê. Astengî pir in. Lê li hember van astengiyan têkoşîn kirin, bi biryar bûn, gav avêtin, em bêjin yek bi yek têkilî danîn, ji grûbeke pir biçûk, dema hê çend kesin ji wê bi rêxistinkirinê zêdebûn girîng e. Yanê pêşengtiya îdeolojîk û rêxistinbûn pir girîng e. Di vê mijarê de birastî tecrûbeya mezin heye. Hem di mijara zehmetiyên jin dikşîne de, yanê di vê mijarê de tecrûbeyek digire. Zehmetî çi ne, ne tenê tiştên çors ku dijmin dike. Tu li ku derê mêze dikî bandorên wê zihniyetê hene. Baş e têkoşîna li hember vana çawa tê kirin? Li hember vê li ser piya mayîn, bi îrade bûn, xwedî rêgez bûn, bêzar nebûn, aciz nebûn, paşve gav neavêtin, ev pir girîng e. Hem pêvajo, rewşa Rêbertiya me têde ye, bi giştî pirsgirêk û xeteriyên li ser Rojhilatê Kurdistanê pêre rû bi rû tên, vana hîskirin û di Rojhilatê Kurdistanê de derketinê hîn xurtir girîng e.

    ‘Lêgerînên wan ya azadiyê heye’

    Vaye li Rojhilata Navîn gelek pêşketin hene. Qedera gelên Rojhilata Navîn ya rastî ji qedera civaka me pir cuda nîne. Dixwazin ji cendereya ku bi salan in têde ne, derkevin. Dixwazin ji çewisandina ku dewlet û rêjîm bi rizgar her tiştî pêk tînin bibin. Lêgerînên wan ya azadiyê heye, lêgerînên wan ên demokrasiyê hene, ev girîng in. Tê dîtin ku bûyer û tekoşîn hevdu bandor dikin. Têkoşîna me gelek gelan bandor kir. Lê weke parçeyekî Kurdistanê jî zêdetir bandor bû. Pir zêdetir hat hîskirin, gelê me û civaka me rojane hîs dikin. Ev yekîtiya netewî çêbû, birastî di asteke girîng de hat serxistin. Lê di vê derê de yekîtiya jinê, yekîtiya jina Kurd a di nav xwe de, rêxistinbûna wê, têkiliyên wê yên bi jinên din re, ji bo her kesî weke qada azadiyê xuyakirin, weke hêzeke azadiyê dîtina wê girîng e. Em navenda têkoşîneke ku gelek jinên ereb, jinên fars, em bêjin jinên tirk, yanê di qada navnetewî de bala tevahî jinên din dikşîne ne. Divê em vî aliyî xwe bibînin. Li Rojhilatê Kurdistanê jî YJRK xwedî hêzeke wisan e ku ji tevahî jinan re, ne tenê ji jinên Kurd re, li hemû jinên li wê derê re, ji jinên ji gelên din weke fars, belûcî, azerî re bikaribe pêşengtî bike, hesretên wan ên dîrokî pêk bîne. Ez bawer dikim ku ew hêza wê heye.

    ‘Çûndina ber bi jinê ve’

    Em di pêvajoyeke azadiyê pêkanîn, mûtleq azadiyê pêkanîn, bi şîara azadiya Rêbertiya me û gelê me pêkanîn, berxwedana vê, zindîbûna vê heye de ne. Û jixwe wateyek ku Rêbertiya me li vê salê bar kiriye heye. Rêbertiyeke ku ev qas salên xwe bi her tiştên xwe, bi tevahî hewldana xwe, bi tevahî keda xwe, birastî daye azadiya jinê, rêhevaltiya bi jina azad re esas digire ye. Me bi zayîna watedar a Rêbertiya me, zayîna azadiyê, felsefeya Rêbertiya me ya azadiya civakî dibe, şênber dibe, dibe aydî civakê, aydî jinê, me weke ji nû ve zayîna felsefeya azadiyê girt dest. Rêbertî, tevahî nirxandinên vê pêvajoyê, parêznameyên xwe, ji bo zayîna ji nû ve, ji bo zayînê nirxand. Ev jî wate da. Hem girêdanbûna bi Rêbertî re, girêdanbûna bi azadiyê re zêdetir pêş xist. Di heman demê de biryardariya bersivbûna ji vê re pêş xist. Ez ji bo wê girîng dibînim, birastî serkeftî bû. Tabî erk; ji niha û şûnve wê çi were kirin e. Çûndina nav civakê, çûndina ber bi jinê, jinê bi rastî jî ji bin wê zextê derxistin, ji wan qadên teng derxistin pir girîng e. Pêwîstiya jinê bi vê heye, kesek wê yê din tune ye. Yanê yê jinê ji îdeolojiya me ya azadiyê, ji felsefeya me, li Rojhilatê Kurdistanê ji YJRK’ê pêvetir birastî dostê wê yê azadiyê tune ye. Ji ber wê yekê jî em bêjin recmê, îdamê, çanda tecawizê ya ku rojane pêre rû bi rû dimîne, zext, tundî û her cure qirêjiya ku îradeya wê dişkîne, berê xwe dide bedena wê, xweşikiya wê, em divê derbas bikin. Weke milîtanên jin em divê bigihên wê gazî û hawarê. Erka me ye. Divê mirov rê û rêbazên vê, rêxistinbûna vê hîn bi hêz biafirîne. Di vê mijarê de hewldan hene lê dema em van hewldanan pêş bixînin em ê encam bigirin. Ez bawer dikim ku wê ev pêş bikeve û encam bigire.

    ‘Heta kûrahiya dilê mirov, mirovan dikşîne’

    Weke encam, tabî li ser vê erdnîgariyê nirxên mirovahiyê pêş ketin, bûn aydî tevahî mirovahiyê. Vaye Rojhilat e, erdnîgarî û axa ku civaka neolîtîk têde pêş ketine. Dema rojhilat, Rojhilatê Kurdistanê tê gotin ez di wateyeke teng de parçeyek nagirim dest. Birastî jî divê mirov nirxên azadiyê yên teyîsandina xwe li ser Rojhilata Navîn, li ser tevahî gelan bike pêş bixe. Ez bawer dikim ku tîrêjên vê, vaye asoya vê heye. Rojhilatê Kurdistanê her tim min pir bandor kiriye. Vaye cihê ku Zerduştî lê pêş ketiye, belkî rejîmên heyî, dîn zêde siyasî kirin û pir xerab bi kar anîn. Lê belê ew kevneşopî, kevneşopiya Zerduşt, çandên hevpar ên gelan pir girîng e. Tiştên wê herî zêde yekîtiyê ava bike, herî zêde jî xuşk û biratiya azad ava bike, ev in. Ji aliyê jinê ve jî cewhera me di van axan de veşartî ye. Di parçeyên din de jî têkoşîn pêş dikeve lê dema ku li Rojhilat wiha pêş dikeve ez hestiyar dibim. Zêdetir min bandor dike. Rojhilat zêdetir min dikşîne. Yanê birastî jî heta kûrahiya dilê mirov, mirovan dikşîne. Ez bi vê pir kêfxweş bûm û serketinê dixwazim.



    KJAR