• تاگەکان: ,

    Şehîd Çavkaniya Hêz û Morala Serkeftinê Ne

    9 ئایار, 2023

    Zîlan Vejîn \ Hevseroka PJAK

    Her civak û netewek bindest ji bo gihiştina azadiya xwe gelek şehîd dane û ev şehîd bûne hêmaya têkoşîn û îfadeya heqîqî ya wê civak ê. Weke gelê kurd jî di oxira armanca azadî û xwebûna gel û welatê xwe de gelek şehadet dane û ev şehîd her dem di rastiya têkoşîn û jiyana me de bûne ronahiya di tarîtiyê de. Şehîd pêşeng û ala hilgirên azadiyê ne. Ji ber wan di rêya fikrî, armanc û baweriya xwe de şehîd bûne û bêyi ku çavê xwe bigrin, canê xwe feda kirine. Çavê wan tu car li pêş nemaye ji ber Rêber APO got emê her dem bi biranînên wan jiyan bikin, emê li ser armanca ku wan xwîna xwe rijandine têkoşîn bikin, em ê wan her dem di rih û mejiyê xwe de bidin jiyan kirin. Heta ku em negihêjin, armancên wan ya ku di oxira wê de canê xwe feda kirine, em ji tekoşîn kirina xwe ranawestin. Di rastiya têkoşîna APOyi de her şehîdek bûye gaveke nû ya têkoşîn ê. Ji bo wê di tevgera me de heqîqeta şehîd nemire û di her kêliya jiyan û têkoşînê de tê jiyan kirin. Gava yekem ya tevgera APOyi, li ser bîranîna şehîdên mezin Heqî Karar ava bû. Ev gav weke çandek û kevneşopiyekê heya roja me ya îro, di hemû qadên rêxistinkirinê yên li ser xeta APOyi xebat dikin tê esas wergirtin û li ser wî esasî tekoşîna xwe xurtir dikin. Ev pêngav her ku dem derbas bû mezin û berfirehtir bûne û bûne hêviya serkeftin û azadiyê.

    ‘Şehadeta wan, bû sembola dîrokê’

    Em niha di meha Gulanê de jiyan dikin, di heman wextê de meha şehîdan e. Di vê meha pîroz de gelek Rêhevalên Netewî û Enternasyonal di nav têkoşîna tevgera APOyi de gihîştine asta şihadetê. Di tevgera APOyi de meha Gulanê weke meha şehîdan tê bi nav kirin. Ji ber ku di vê mehê de gelek pêşengên têkoşîna azadiya Kurdistanê, li her çar beşên Kurdistanê gihiştine asta şehadetê. Ev rastî di Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir derkete pêş. Şoreşgerên mezin yên şoreşa Kurdistanê weke Heqî Karar, Memet Karasungur, Îbrahîm Bîlgen, şehîdên şeva çaran, Hozan Mizgîn, Qasim Engîn û her wiha qetîlama Hewlêr. Her yek ji wan şoreşgeran di nav têkoşîna APOyi de bi rola xwe ya pêşeng rabûne. Bi xebat û sekna xwe ya şoreşgerî mohra xwe li dîrokê dan e. Her şehadetek jî, di heman demê de şiyariya di rih û mejiyê Gelê Kurd de ya li hember hişmendiya bindest kirina Kurd û dagirkirina Kurdistanê ye. Her şoreşgerekî tekoşîna APOyi, di pêşketina azadiya Kurdistanê de gavên pir mezin û dîrokî avêtin e. Tevgerên xwedî armancê mezin, di heman wextê de xwedî pêşeneg û şehîdên mezin e. Rêber APO dema dest bi têkoşîna ji bo azadiya Gelê Kurd û Kurdistanê kir, di serî de pêşneg û şoreşger avakirin. Dema şehadet jî çêbû, tu cara tola wan li erdê nema û bi wan re rihê serkeftinê bilindtir kir. Pîvanê herî mezin yê Apoyibûyinê jî xwedî derketina li hemû nirxên şehîdan e. Rêhevalên ku di riya azadiyê de canê xwe feda kirine, hemû qadên jiyanê ji bo xwe kirin qada tekoşîn û berxwedanê, di heman demê de bi şehadeta xwe jî bûne sembola dîrokê. Tevgera Rêber APO tevgerek îdolojîk û siyasiye. Tevgerên îdeolojîk armanca ku ji bo xwe diyar kirine, heya nefesa dawî şer û têkoşîn dikin,  dema pêwîst jî kir bê ku dudilî jiyan bikin, di oxira wê de jî canê xwe feda dikin.

    Li Rojhilatê Kurdistanê ji 1 Gulanê heya dawiya meha Gulanê gelek şehadet hatine jiyan kirin. Di serî de şehîdên 1’ê Gulanê yên navenda Ragehandina Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK), ku di encama hevkariya dijminên Kurdan ya dewleta Tirk û Îranê de, di êrîşa Balafira şer de şehîd bûn. Ev şeş kadkarên pêşeng bi sekna xwe ya bîrdozî û jiyan xwe ya kêlî bi kêlî, xebatekî serkeftî meşandin. Di sala 2010’an de roja 4’ê Gulanê 5 Rêhevalên me, li Dalaho şehîd bûn. Di heman salê de roja 9’ê Gulanê 5 rêhevalên me yên berxwedêr Şîrîn Elemholî, Ferzad Kemanger, Elî Hayderiyan û Ferhad Vekîliyan û têkoşerek ji gelên Îranê Mêhdî Îslamiyan hatine sêdare kirin. Ji 1’ê Gulanê Heya 9’ê Gulanê Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK) rojên qehremaniyê îlan kir. Her wiha di dirêjahiya wê mehê de, Jiyan suruc, Bawer xebat, Nalîn Karker, Gulîstan Dêrik, Xanê û Gulîzar li herêmên kelereşê di kemîneke artêşa Îranê de şehîd bûn. Heval Êrîş Garzan li Merîvan û Fermandar Kawenda li Ciwanre, li Asosê Rêbaz û Zinar bûne canfedayê şoreşa azadiyê. Bi dehan û sedan Rêhevalên me di vê meha pîroz de şehîd bûne. Heger têkoşîna wan nebûya, têkoşîn û destkeftiyên gelê Kurd yên ewqas mezin nedibûn. Ew bûne pêşengên rasteqîn yên Tevgera Azadiya Kurdistanê. Her rêhevalek/î me yê şehîd têkoşîna her çar beşê Kurdistanê bi hevre girêdan û kirine yek rih ji bo gihiştina yek armancê. Sînorên ku hişmendiya dewlet netew li ser gelê Kurd disepandin bi têkoşîn û şehadeta xwe hemû têk birin û ev siyaseta dijmin vala derxistin.

    Bûne Bingehê Tekoşînê!

    Dewletên dagirker û qirkerên gelê Kurd her dem bi kiryarên xwe yên derveyi mirovahiyê dixwazin civaka Kurd ya azadîxwaz çavtirsandî bikin, gav bi wan paşde bidin avêtin û teslîm werbigirin. Lê belê di şexsê wan şehîdên nemir de planên wan yê teslîm wergertinê hemû têk çûn. Di sala 1982’an de, di zindana dewleta Tirk ya li Amedê de bi hemû şêwazê şerê taybet û îşkenceyên fîzîkî xwastin îradeya dîlên azadiyê bişkînin û teslîm werbigirin. Lê bersiv dan wan û bi berxwedaniyeke mezin Şehîdên Şeva Çaran, Şehîdên 14’ê Tîrmehê û şehîdê mezin Mazlûm Doxan gotin “ Berxwedan Jiyan e” û bûne bingehê têkoşînê. Şehîd kirin nemir û tekoşîn bê navber meşandin. Qada ku dijmin weke teslîm wergirtinê diyar kiribûn, kirin qada berxwedan û serkeftinê. Ev weke kevenşopiyekê li hemû beşên Kurdistanê di sekina Milîtanên Apoyi de weke rihekî berxwedanê her dem hate jiyan kirin û heya niha jî tê jiyan kirin.

    ‘Girtîgeh Bûne Qada Berxwadan û Tekoşînê’

    Li ser wê kevneşopî û çandê jî di zindanên dewleta Îranê ya sêdare de, gelek Rêhevalên me û welatparêzên rasteqîn yên gel û welatê xwe, hukmê sêdare ji bo wan hate birîn, lê belê bi berxwedaniya xwe ew hukmê sêdare vala derxistin. Sekna ku li zindana Amedê li hember faşîzmê hate raber kirin, heman sekin û berxwedanî li girtîgeha Evînê ya Îranê di şexsê Şîrîn, Ferzad, Elî û Ferhad wekîliyan de hate raber kirin. Ev sekin û berxwedaniya wan li ser hemû civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bandoreke mezin ava kir. Van Şoreşgerên mezin bi felsefa Jin Jiyan Azadî xwe perwerde kiribûn û di rastiya siyaset û zihniyeta dewleta Îranê ya qirker de kur bibûn. Bi zanebûna ku civaka wan, gelê wan û welatê wan bindeste, berxwedan û ev siayseta teslîm wergirtinê ya dijmin vala derxistin. Di şexsê wan de êdî li Îranê jî girtîgeh bûne qada berxwadan û têkoşînê. Gelek jin û ciwanên Kurd li ser wê çanda berxwedana şehîdên 9’ê Gulanê di girtîgehên Îranê de berxwedanî kirin. Yek ji wan jî Zeyneb Celaliyane ku îro di xeta Şîrîn Elemhûliyan de berwedana rûmetê dimeşîne. Her çiqas ev 16 sale dijmin şerekî taybet li ser dide meşandin û di polîtîka xwe ya teslîm wergirtinê de israr dike jî, lê nekariye ser bikeve û Rêhevala me Zeyneb Celaliyan sekna jina azad raber kiriye.

    ‘Wêrekî û Îradeya Gel Bilindtir Bû’

    Çawa ku sekna berxwedêr û şoreşger li girtîgeha Amedê bû bingehek mezin ya têkoşîna Apoyi, di Bakurê Kurdistanê de. Bi heman rih, felsefe û baweriyê şehîdên 9’ê Gulanê ji bo xebata di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jî bûn bingehê hemû serkeftinên tevgera me. Dema ku mirov di rastiya dijmin de xwedî zanebûneke kur be û li hember dijmin bi kîn be, wê demê tucarî teslîmiyet nayê qebûlkirin. Her pêvajoyeke ji dîrokê, hin kes û grup bi hestên azadî û sekna xwe ya berxwedêr li hember zilim û bindestiya dewletê derdikevin. Ev derketin li ser bingehê xwedî derketina li nirxên madî û menewî yê civak û gelekî çêdibin. Helbet ji bo xwe gihiştina wê asta berpirsyartî û berxwadaniyê, divê ji berjewendiyên şexsî durbikeve da ku derketineke mezin avabike. Civak Kurd her dem li hember hêzên dagirker û zilmkar bûye xwedî seknek berxwadêr. Her dem bi berxwedanî serkeftin û destkeftî bi dest xistine. Nirxê jiyanê û destkeftiyên wê, bi saya zanistiya jiyana wan û şehadeta wan çêbûye. Bi Fikir û felsefa Rêbertî û damezirandina Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK) ve di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de roj bi roj zêdetir belav bû û civaka Kurd xwe li dora wê felsefê rêxistin dikir. Rêjîm ew kiryarên xwe yên sêdare ji bo pêşîgirtina wan pêşketinan bi kar anî. Lê belê bi darvekirina wan şoreşgeran, kîna gel li hember dijmin zêdetir bû, wêrekî û îradeya gel bilindtir bû. Bi berxwedaniya Ferzad, Şîrîn, Ferhad û Elî heyderiyan û gelek hevalên me yên weke Hêmên, Bahoz, Egîdan ev siyaseta teslîm wergirtinê têk çû.

    ‘Şehîd Çavkaniya Hêz û Morala Serkeftinê Ne’

    Şehîdên 1’ê Gulanê careke din îradeya siyasî û zindîbûna di têkoşînê de bilindtir kirin. Bû sedem ku bi sedan ciwanên Kurd û yên netewên din yên Îranî beşdarî nava refên têkoşîna azadî û demokrsiyê bûn. Şehîd çavkaniya hêz û morala serkeftinê ne. Heger îro ev çanda tekoşîna azadî û demokrasiyê, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berfireh û mezin bûye bingeha xwe ji tekoşîna rihê mamoste Ferzadan digire. Heger îro jin bi diruşma Jin Jiyan Azadî, di hemû qadê jiyan û xebatê de têdikoşin, şehîd Şîrîn Elemholî li ser dîwarên girtîgehê ev diruşme hîna wê demê nivîsîbû  û li ser wê felsefê rihê berxwadanê bilind kir. Heya çû ber sêdare jî gav di gotin û sekna xwe de paşde ne avêt. Di xeta Şîrînan de îro jin di girtîgehên Îranê de berxwedidin û ji têkoşîna xwe gav paşde nadin. Jina Kurd ya serhildêr rêjîm îdam kir. Lê wê got “Bi mirina min wê civaka Kurd şiyar be” bi rastî jî bi wî awayî bû. Cihê ku berxwedanî hebe her dem serkeftin û destkeftiyên mezin jî hene. Wan canê xwe feda kirin ji bo ku rojên azad û aram gel û civak wan jiyan bike. Ji bo wê ew ne yê xwe tenê bûn, ew yê gel û civaka xwe bûn. Rih û îradeya xwe li gor armanca xwe ava kiribûn. Armaca wan azadî bû, di oxira wê de canê xwe jî feda kirin.

    Di heman demê de gelek şoreşgerên weke Xosru Rojbih û ji rêxistinên çep yê Tirkiyê ji bo jiyanek demokratîk ya gelan têkoşîn kirin û gihiştine asta şehadetê. Di vê mehê de bi destê îxanetkarên gelê Kurd, PDK hem qetîlama li Hewlêrê hem jî şehadeta Silêman Moyînî ku ew jî bi destê xayînên PDK’ê yên li Iraqê hate şehîd kirin û teslîmê rêxistina Sawaka Îranê kirin. Şehîdên doza azadiya Kurdistanê ku li ser xeta felsefeya Rêber APO şer û têkoşîn kirin. Bi ked û xebata xwe rihekî netewî ya demokratîk û bihevere jiyan kirina gelan pêş xistin. Îro rojê yê hemû têkoşîn û xebata me jî li ser wê hîm û mîrasa ku wan ji bo me hiştiye xebatê xwe yê ji bo Azadî, Yekîtiyeke Netewî a Demokratîk ya Kurdan û Netewa Demokratîk pêş bêxin. Me ala wan ya Serkeftinê hildaye û emê bê navber bimeşin, têbikoşin û serbixînin ev jî soza me ji bo şehîdên meye.



    KJAR