• Her derketinek ji Rojhilat bi tena serê xwe gaveke Azadiyê û Şoreşekê ye

    7 كانونی دووه‌م, 2023

    Ji Pênûsa Heval Sakîne Cansiz (Sara)

    BEŞA YEKEM

    Li Kurdistanê rewşa jin, li her beşî, dişibe hev. Di dema ku têkoşîn destpêkê pêş ketî de, bi rastî jî jin tune bû. Çawa ku tevahî nirxên gelê Kurd hatibûn desteser kirin, tevahî nirxên wan hatibû xesp kirin, zimanê, çanda û erdnîgariya wan û her wiha hemû nirxên dîrokî, ya rastî ya jin jî di şexsê jina Kurd de tevahî nirxên wê hatibûn dizîn.

    Jina Kurd weke civaka Kurdistanê bû. Fikra xwe ya aydî xwe, rêxistinbûneke aydî xwe, lêgerîna wê, têkoşîna wê bi rastî jî tune bû, vê jiyanê jî mîna qederê qebûl kiribû. Bê dengiyek wiha di nav jinê de hebû. Têkoşîn û derketina tevgera azadiyê, derketina Rêbertî, tam jî di vê derê de pir girîng bû. Derketineke tevahî wê bê dengiya dîrokî, tevahî tarîtiya dîrokî, tevahî bêdengiyan qelaştibû. Bandor kir, derketineke kes li hêviyê nebû. Herî zêde jî ya rastî di civakê de jinê bandor kir. Hûn şêwazê ku Rêbertî çawa jinê dinirxîne dizanin.

    ‘Vegera ber bi xwe û xwezayîbûna xwe ve’

     Jiyana destpêkê, civakîbûna destpêkê, neolîtîkê girt. Afirandina nirxên mirovahiyê, parastina wan, pêşketina wan, civakîbûna û sîstembûna wan, hinek jî di şexsê jinê de, di şexsê çanda dayika xwedavend de pêş ket. Lê di deshilatdariyê de, desthilatdariya li ser cinsek pêş ket jî li ser jinê çêbû. Li ser guhertina qedera dîroka jin, pêş ket. Ji bo wê jî dema Rêbertî civaka Kurdistanê girt dest, ya rastî di serî de jî jin nirxand û girte dest. Yanê taybetmendiya derketina îdeolojî û siyaseta me, di vê xalê de, girîng bû. Ev haveyn, nêzikahî û ev taybetmendî, bi rastî jî bi rengekî pir kûr û bi bandor, tevgera me kir aydî civakê. Ji ber ku mîna min got, qedandina civakekê, ya rastî bê deng kirin, bê îrade kirin e. Avêtina derveyî siyasetê ye, avêtina derveyî civakîbûnê ye. Yanî rastiya jinê, ya civakekê wiha, ew civak hatiye qedandin. Lê ji bo ku ew civak ji nû ve zindî bibe, ji nû ve bi ser xwe ve were, vegere ber bi xwe û xwezayîbûna xwe, di ser vê re, xwe pêş bixe, rêxistin bike, di vê derê de hêmana sereke, hêmana dînamîk a jinê bû.

    ‘Em bê îdeolojî bûn’

    Li Bakurê Kurdistanê zehmet bû, tecrûbe tune bû, belkî di dîroka têkoşîna me de berxwedan hebû, tevger û lêgerîn hebûn, lêgerîna jinan yek, yek hebû. Lê li derdora îdeolojiyeke wiha şiyarbûn, rastiya xwe destgirtin, dîroka xwe nirxandin, di vê maneyê de civakê analîz kirin û di ser vê re xwe rêxistin kirin, bi vê îrade û hêzê, pêwîstiya rêxistinbûna xwe dîtin pir girîng bû. Bê guman ev ji bo hemû jinên Kurdistanê, ji bo jinên tevahî parçeyan jî, tecrûbeyeke girîng e. Vaye têkoşîneke nêzî 40 salan e, rêxistinbûna me ya jin, bi giştî tevahî parçeyan digire bin banê xwe. Tevahî Kurdistanê digire bin banê xwe, tevahî jinên Kurd heta ji vê jî wêdetir li erdnîgariya em lê ne, tevahî jinên din jî pêwendîdar dike, digire bin banê xwe. Gelek jin bi xwe jî di nav de ne. Yanê tiştê trajîk ew nerêxistinbûna me ye. Rewşa me ya trajîk nerêxistinbûna me bû. Nerêxistinî bingeha xwe ji ku derê digire? Em bê îdeolojî bûn. Di nav pêvajoyê de jin bigihîje îdeolojiya rizgariya jin, li derdora rêgezên wê xwe rêxistin bike, xwe zêdetir bike hêz girîng e.

    Niha bi giştî tevgera me ya jinê, di her qadî de; di qada gerîla de, di qada civakî de, di her qadên jiyanê de rêxistinkirî ye. Rêxistin bi xweserî pêş dikevin. Bûye xwedî banek. Pêvajoyên Partî û Partîbûnê hene. Avabûna kadroyên vê tevgerê, yanê kadroyên bi felsefeya azadiya vê tevgerê digihên girîng in.

    ‘Ji gundekî jinek derketibe, ew der dibe şoreş’

    Di nav vê têkoşînê de bê guman rêhevalên jin ên Rojhilatî jî hene. Bi taybetî piştî komploya li ser Rêbertiya me, beşdarbûn zêdetir bûn. Ji destpêkê ve jî têkoşîn bi bandor bû, lêgerîn hebûn. Lêgerînên gelê me hebûn. Li wê derê lêgerînên têkoşînê pêş ketin. Lê zêdetir jî piştî komploya ji Rêbertiya me re li dar xistin, mesela girêdanbûneke mezin, xwedîderketineke girseyî, xwedîderketina jinê, pêl bi pêl hatina nav têkoşînê ya keçên ciwan pir girîng e. Pêl bi pêl hatina çiyayên azadiyê, ev birastî jî bi serê xwe şoreşek e. Ji ber ku di felsefeya me ya jiyanê de ev pir girîng e, yanê di her qada ku ev îdeolojî derdikevê de derketin girîng in. Derketina her jinekê jî li wê derê tevgerek ava dike. Mesela Rêbertî digot ku ji malekê jinek derketibe, tê wê wateyê ku li wê derê şoreşek çêbûye. Ji gundekî jinek derketibe ew der dibe şoreş, dibe şoreşger.

    ‘Gaveke azadiyê ye, şoreşek e’

    Her derketinek ji Rojhilat, ji Mako, ji Urmiyê, em bêjin ji Sine, ji Hewreman, her derketin, hatina her rêhevaleke jin, bi rastî jî bi serê xwe gaveke azadiyê ye, şoreşek e. Çima, ji ber ku Rojhilatê Kurdistan û Îran, sîstema li wê derê, sîstema giştî ya li Rojhilata Navîn, hinek jî di şexsê Îranê de veguherî tiştekî hişk. Kevneşopiya dewlet netewe, rejîma li wê derê, ol siyasî û dewletî kir, netewebûn dewletî kir. Di her pêşketineke civakî, li tevahî nirxên aydî mirovahiyê bi zîhniyeta wê rejîmê mêze kir û birastî jî hatiye xaleke wisa ku rastiyeke civakî ku herî zêde jin tarîtiyê dijî heye. Ji nav wê rastiya civakî derketin, ketina nav lêgerîna azadiyê girîng e. Yanê em bêjin ku vaye piştî salên 1999’an, ev hatin hîn jî zêdetir bû. Lêgerîna piştî salên 2000’an her ku çû xwe rêxistin kir. Di xweseriya beş de xwe rêxistinkirin, vaye rêxistinkirina YJRK girîng e. Wiha kevneşopiyeke 6-7 salan a rêxistinbûna xweser jî heye, ava bû. Bi tevahî kevneşopiya têkoşînê nêzî 40 salan heye. Ji viya hêz girtin, ji tecrûbeya viya hêz girtin, lê di bingeha xweseriya xwe de jî yekîtiyek wiha ava kirin, ev girîng e. Di nav vê demê de tecrûbeyên hatine qezenc kirin hene. Gavên hatine bidestxistin hene. Ev civakê bandor dike. Her hevalek, bi beşdarbûna xwe, derdor û malbata jê hatî bandor dike. Yanê hatina her hevalek bersiva herî mezin bû ku ji wê sîstemê re bihata dayîn. Lê tabî rêxistinkirina wê potansiyelê, pirsgirêka civakî vaye îdîaya jin a çareserkirina tevahî pirsgirêkê, çareserkirina pirsgirêka tevahî civakê, hewldana wî, rêxistinkirina wî, her diçe girîngiyek zêdetir qezenc dike. Eger em xwe rast rêxistin bikin, xurt rêxistin bikin em ê bibin bersiva viya.

    ‘Encax ev dibe bersiv’

    Sîstemê ji nû ve destgirtin, wehşeta ku rejîma Îranê li ser jin ava kiriye, îdam, recîm û tevahî pêkanînêndin ji nû ve destgirtin, viya ji nû ve hîskirin. Mesela min bixwe heta mêjiyê hestiyê xwe viya hîs kir. Hem jî di tevahî hevalan de min vê dît. Birastî jî yanê her hevala ku li wê derê jiyan kiriye, tevahî van tiştan dîtiye, ji nû ve û ji nû ve ew encamên ku ev wehşet li ser jin û civakê ava kiriye hîs bikin girîng e. Dema ev hîsiyat veguherî zanebûnê, veguhere biryardarî û perspektîfê, veguhere rêxistinbûnê ancax ev dibe bersiv. Em dikarin bi viya bersiv bidin. Bi viya em dikarin pêkanînên wê rejîmê derbas bikin, bişkînin. Bê guman, ev di vî warî de ne hêsan e. Me nîqaş kir. Rexmî ev qas zilum û çewisandinê, gihîştina her jinê, her malbatê, her beşên civakê erkek e. Tiştekî ku nebe nîne, bêîmkan nîne. Jixwe sîstem dixwaze vê biafirîne. Dixwaze baweriyek ava bike ku bêjin ev sîstem wiha hatiye û wê wiha berdewam bike, ev sîstema zordar nayê derbaskirin. Dixwaze di civakê de vê fikrê ava bike. Birastî jî di asteke girîng de serkeftî jî bû. Bi wê çewisandinê dest bi zilmê kir. Yan na tu beşên civakê, tu jin wê zilmê qebûl nake. Tu jinek recimkirinê qebûl dike? Na, tu carî qebûl nake!



    KJAR