• Tu êrîş nikare dengê jinan qut bike

    30 ئاب, 2023

    Mêvana Bernameya Ravîn a Televizyona Aryen TV ya vê heftê, Endama Komîteya Perwerdê a Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Tekoşîn Dilgeş bû. Tecrîda girankirî a ku 25 sale li ser Rêber Apo tê meşandin, Şoreşa Jin Jiyan Azadî a ku di pêşengtiya jin de li Rojhilatê Kurdistanê û Îran destpêkiribû di kîjan merhelê deye û di heman demê de êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Başûrê û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin.

    Endama Komîteya Perwerdê a Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Tekoşîn Dilgeş di destpêka nirxandinê xwe de wiha got; “ Ev 25 sale tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, li beramberî wê Rêbertî bi îradeyekî xurt berxwedaniyeke bê hempa dimeşîne. Ev komploya navnetewî ya ku li ser Rêber Apo hat meşandin her kes dizane komployekî bi çi awayi bû. Rêbertî di parêznamê xwe de ev yek hemû anîne ser ziman. Di sedsala 21’emîn de, di navnetewî de beramberî Rêbertî, Fikirê Rêbertî  zextekî pir mezin li ser tê kirin. Ev yek di Sûriyê de jî diyar bû me dît ku zextên dewleta dagirker ya tirk li ser Sûriyê pir çêbû, da ku Rêbertî derkevê derveyi welat. Ji ber vê yekê jî lêgerînên Rêber Apo ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurd pir çêbû. Di tu dîrokê de komployeke bi vî rengî ji bo pêşengekî nehatiye çêkirin, ji ber vê yekê jî dema ku Rêbertî van êrîşan jî dinirxîne dibêje: “Êrîşekî sedsalê ye”. Bi dîlgirtina Rêbertî şerê cîhanê yê sêyemîn destpêkir. Dema ku ev êrîş li ser Rêber Apo pêşket me dît li Rojhilata Navîn heta li ser asta Cîhanê xwedî derketineke pir mezin li Rêbertî çêbû. Ji ber ku Rêber Apo fikireke ku yekbûna giştî gelan di nav xwe de dihewîn e. Bi hinceta cezayên displînê Rêbertî ji mafê mirovî bêpar dikin, ji bo ku ev maf negihêje Rêber Apo radibin bi vî rengî êrîşên xwe li ser Rêbertî ferz dikin. Ev yek di demên dawî de jî bêhtir diyar bû, nameyên gefa kuştinê ji bo Rêbertî dişandin. Pêwîste wek gelê Kurd di Rojhilata Navîn û cîhanê de li derdora Rêber Apo kombibin. Ev kombûn û çalakî çênebin, zexta li ser Rêber Apo ranabe”.

    ‘Berxwedaniya Gerîlayên Azadiyê, Vîna Gelê Kurd e’

    Endama Komîteya Perwerdê a  KJAR’ê  Tekoşîn Dilgeş di dewama axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Faşîzma ku di salên 90’î de akp/mhp’ê pêk aniye, îro jî bi heman hovîtiyê faşîzma xwe dewam dike li Bakurê Kurdistanê li ser gelan pêk tîne. Berî çend rojan li Amedê êrîşî konekî koçeran kirin û gel bi tanzêran ve girê dan. Ji bona wê di pîvanê Exlaqî û insanî de tu pîvan nehiştiye, mirov di rastiya Akp/Mhp’ê de vê dibîne. Niha Bakurê Kurdistan bûye zindanekî ser vekirî, her roj insanan dixin zindanê de, işkenc tê kirin. Ji ber vê yekê jî bêhtir rastiya Akp/Mhp’ê diyar dibe ku ber bi hilweşandinekê ve diçe. Hemû hevdîtinên ku dewleta tirk dike jî li ser esasê ku Gerîlayên Azadiya Kurdistan tune bike,  ji ber ku îro di Herêmên Parastina Medya de berxwedaniya ku tê kirin ev hebûnekî diyar dike. Berxwedaniya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hebûn, nasname û vîna gelê Kurd e. Em dîqet bikin jî hemû çekên ku bikar tîne li ser Herêmên Parastina Medya hemû jî çekên navdewletî ne. Ê ku van çekan herî zêde dide dewleta tirk NATO ye”.

    ‘Pêwîste em PDK’ê, partiyekî Kurdan nebînin’

    Êrîşa ku li ser JIN TV hate kirin em şermezar dikin, her wiha ji malbata xebatkarê wê Necmedîn re jî sersaxî dixwazin. Di heman wextê de ji heval Delîla Egîd re jî şîfa dixwazin. Ev êrîşekî  bi plankirî bû, raste rast JIN TV, Ragihandin û Dengê Jin hedef girtin ev êrîşekî ne ji ber xwe ve ye. Ji ber ku raste rast li ser mafê jinan, dengê jinan êrîşekî dide avakirin ev jî bi hevkariya PDK’ê re hatiye çêkirin. Çima êrîşekî bi vî rengî pêk anîn? Ji ber ku Rêbertî dibêje “Sedsala 21’emîn, Sedsala jinan e” hîn zêdetir wê jin derkevin pêş, di asta xwe rêxistin kirinê de, di astekî pir bilind de wê jiyan bikê. Di vê sedsalê de em dibînin êrîşên pir berfireh li ser jin têne kirin. Tecawizkirina jinan ya ku zêde bûye û kuştinên ku tên kirin jî vane hemû bi planin. JIN TV jî dengê hemû jinan ji ber vê yekê jî êrîşekî bi vî rengî çêbûn mirov nikare êrîşekî normal bigre dest. Dîsa di sala 2014’an de dema ku Daiş êrîşî wargeha Mexmûrê kir KDP’ê dev jê berda û di wir de heval Denîz Firat şehîd bû. Her wiha di pêvajoya Şengalê de ragihandina jin hate hedef girtin û di wir jî heval Nûjiyan Erhan Şehîd bû. Hemû hedef bi planên PDK’ê re çêbûn. Hemû êrîş jî li ser ragihandina jin ji ber ku dixwazin di vir de dengê jinan qut bikin. Tu êrîş nikare dengê jinan qut bike. Gereke em vê rastiyê bibînin êdî PDK’ê wek partiyekî Kurdan nebînin. Îxanetekî bi zanebûn dike, her tiştê ku PDK’ê dike xizmeta mala Berzanî tenê dike.

    ‘Îran nikare pêşiya civakê bigre’

    Heval Tekoşîn di dawiya nirxandinê xwe de balkişand li ser Serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê û got: “Şoreşa Jin Jiyan Azadî nêzî salekê bûye, berxwedaniya jinan ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê heya roja me ya îro jî bê navber dewam kiriye, ev gavekî pîroze ji bo azadiya tevahî jinan. Li milekî din her ku serhildan berfireh bû, êrîşên rêjîma îranê jî li ser jin zêdetir bûn. Rêjîma îranê xwest rojev biguhere da ku vê serhildanê bê deng bike. Ev polîtîkayên ku îran pêş dixe ne tenê yê îranê ye, bi heman şêwazî Talîban jî xwestin serkut bikin. Ev raperîn tenê di pêşengtiya jina de pêş neket, ev raperîn di pêşengtiya gelê Îranî de jî pêş ket, niha li Belûç jî rabûnekî pir mezin çêbû. Dewlet çikir xwest dîsa bi sêdarekirinê, dîsa gel çavtirsandî bike. işkenceyên herî dijwar li ser xwendekaran tê kirin, ewqasî zextekî zêde kirin heta ku gihişte astekî gelek ciwanan jê xwe intîhar kirin. Îran bi van polîtîkayên xwe nikare pêşiya civakê bigre. Bi pêşengtiya gelan ev şoreş her diçe diha xurtir û mezintir dibe”.

    Çekjîn Demhat



    KJAR