• Ji her têlek porê sor, yê mîna pêta agirê azadiyê

    9 كانونی دووه‌م, 2023

    Komîteya Çand û Huner a Tewna Zêrîn

    Di 9’ê çile de, jinên şoreşger hatin hedef girtin. hovên dagirker ên bi maske û dev bi xwîn, careke din xwe derxistin pêşberî dîroka bê bext û  rûreşiya xwe  danîn holê. Ji xwe ev hovên dev bi xwîn, çi anîne serê jinên xwedawend, tê zanîn, ji ber vê yekê pêwîst nîne ku mirov niha bîne ziman. Di heman demê de ji xwe yê ku wê dîrokê jî nas nake, eger li roja me ya îro baş temaşe bike, wê tiştên ku di dîrokê de rû dane, baş fam bike. Di roja me ya îro de, em carek din wê dîrokê zindî jiyan dikin. Em dibînin bê ka çawa jinên  tekoşer, azadî xwaz û neviyên dayik xwedawendan, çawa bi awayekî bê bext, qetil dikin. Ew çavrorên bê exlaq ku bi tu awayî para xwe ji exlaqê mirovahîye negirtine, ji bo berjewendiyên xwe yên takakesî, çi ji destê wan tê dikin. Baş dizanin ku jina zana û têgihiştî, wê tola  pênc hezar sal ji wan bigirin. Her wiha hêrsa wan a mezin li hemberî Rêberê heqîqetê, Rêber APO, ji xwe pir bar bi çavane. Tunbûna xwe di hebûna Rêberê azadiyê û gelê Kurd de dibînin, ji ber vê yekê bi hovîtiyeke di asta herî jor de, bê ku hesabê ji dîrokê re bikin, mîna dînên har, êrîş dikin. Lê belê tu carî deshilatdaran nekarîne, ji hesab dayîna dîrokê birevin.                                                                                                                                             

    ‘Dilê tê, mîna ava çemê Mûnzurê ye’

    Jina Kurd her dem bi xweşikbûn, esalet û bi hêz hatiye nas kirin. Ji ber ku jina Kurd, yek ji dayikên xwedawend ên axê ye. Jina Kurd, esîl, tekoşer û milîtana PKK’ê, Rêheval Sara ango Sakîne Cansiz, taybetmendiyên jina Kurd tev di nava kesayeta xwe dihewand û belav dikir. Rêheval Sara, bi xweşikbûna dilê xwe, asoya azadiyê ji bo tevahî jinên bindest kiriye diyarî. Ew xweşikbûna şerê te yê mezin, tev ji bo jiyanek bi wate bû. Keça Dersimê, dilê tê mîna ava çemê Mûnzurê, zelal û pak bû. Te şerê xwe yê mezin û  bê hempa de, ji heft saliya xwe ve dabû despêkirin. Pir sade û tijî zanist bûyî. Dibistana azadiyê, ji zarokatiya xwe ve dijiya. Tu kesî nikarîbû pêşî lê bigirta, şere mezin ê jiyana Serkeftinê, mezin bi xwe re tîne. Bê guman Rêheval Sara, bi vê yekê ji dil bawer dikir, ji ber vê yekê îro bi milyonan jin, azadiya xwe di kesayeta mezin  a Rêheval Sara de dibîne. Wê jinên tekoşer yên mîna Zîlanan, Berîtan û Delalan her dem ji bo me xeta birdozî, felsefî, leşkerî û siyasî bin. Heval Sara jineke gerdûnî, nimûneya keça şoreşger a ku wê tu carî li tu devereke cîhanê nayê pêydakirin e. Lê belê bi berhemdayîna wê jî gelek jin îro li dijî neheqî, newekhevî û bê edaletiyê rabûne ser piyan û tekoşîna xwe berdewam dikin. Ji bo ku xwe bighînin heqîqetê, bê guman şerekî mezin tê xwestin. Bi destgirtin û şopdariya kesayeta Şehîd Sara ve û her wiha bi fikirir û felsefeya jiyana azad a Rêber Apo re, dikarin bighêjin encama tekoşîna xwe.

    ‘Heskirina wê, tije tekoşîn bû’

    Heval Sara, bi zanist di jiyana xwe de rola xwe dilîst. Rista jiyanê hûnandin û pê hesandin, ji dil bawer dikir. Ji jinên şoreşger û tekoşer, pir hesdikir. Heskirina wê tijî tekoşîn bû, ji mirovan pir hesdikir. Ew pêşenga rasteqîn bû. Tu carî di jiyana xwe ya şoreşgerî de dudilî jiyan nekir. Di şert û mercên herî zehmet re derbas bû, di nava dil û mêjiyê faşîzmê de xebat dida meşandin û di zindanan de rêxistina xwe dida meşandin. Bi jinan re her tim di nava rêhevaltiyek rast de, jiyan dikir. Bi dost û dijminê xwe re mîna xwedawendên serhilder têdikoşiya. Mîna Afrodît, bi dil pakiya xwe, weke melekan bû, wek Înana tekoşer bû. Li peyî mafên xwe bû, li peyî wekhevî û edaletê bû. Agirê xwe ji zû ve ji pirometeûs, standibû. Bi zanebûna xwe rastiya  qatîlên Parîsê, danî peşberî dîroka mirovahiyê. Mirovbûna wan, edalet û demorasiya wan, bi bedena xwe raxiste ber çavan. Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez, mîna Sarayan jinên xweşik û tekoşer bûn. Eyî dayika xwedavend, wê şopên we tu carî winda nebe.

    Dîroka ku bi tîpên zêrîn, tê nivîsandin, sedsala 21’ an wê teqez bibe sedsala azadiya jinên Kurd û cîhanê. Em dîrokê di kêliyê de, zindî jiyan dikin. Îro li Rojhilatê Kurdistan û li seranserî Îranê, geşedanên ku rû didin, bi  pêşengtiya ‘JİN-JİYAN-AZADÎ’ bû vîna tekoşîna jinên şoreşger ên Apoyî.



    KJAR