• تاگەکان: , ,

    Jİ HER DEMÊ ZÊDETİR, PÊWİSTÎ Bİ AZADİYÊ HEYE

    18 تشرینی دووه‌م, 2020

    ANF

    Koordînasyona Komalgehê Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)  di derbarê tecrîda girankirî a li ser Rêber Apo,  êrîşên rejîma îranê yên li ser jinê tên kirin her wiha, pirsgirekên civaka iran û rojhilatê kurdistanê u gêşedanên ku di rojevêdene nirxand û  li beramberê viya hemleya ji aliyê KJAR’ê  hatî pêşxistin nirxandin parvekirin. 

    DİVÊ EM PERGALA İMRALİYÊ HİLWEŞÎNİN

    KJAR di nirxandinêde  balkişand   ser  tecrîda girankirî a li ser Rêber APO tên meşandin û  got ku wek jinên Rojhilatê Kurdistanê ewê li dijî tecrîdê heta dawî tekoşîn bikin.  Her wiha KJAR bal kişand êrîşên li beramberê jin tên kirin û got ku armanca hemleyê ya herî mezin ew bû ku jinan li beramberê vê sistema desthilatî biparêzin û êrîşan têk bibin.

    KJAR; “Bê guman ev tekoşîn bi fikir û  felsefeya Rêber APO pêk hat û Rêber Apo,  ji bo  jiyanekê aidê jin avabike tekoşinekê bêhempa meşand. Berî hertiştekê rêhevaltî bi jin re kir û rêya jiyana azad vekir.  Ji bo vê ji îro li hemû cîhanê û li çarparçe Kurdistanê jin li derdora hilmeta ku ji bo azadiya Rêber APO hatiye destpêkirin kombûye. Di serî de ji bo “tecrida mutlaq ku tê meşandin bê rakirin erkê me ye ku em têbikoşin.  Divê; ‘em pergala Îmraliyê hilweşinin û bi Rêbertî re azad bijîn’ sekn û slogana me ya sereke be. Jî bo vê jî em ji her demekê zêdetir bêjin “dem dema azadiyê ye.”

    WÊ PDK WİNDA BİKE

    KJAR’ee di berdewamiya nirxandinên xwede balkişand ser  hevkariya pdk a li gel tirkiyêye û got ku eger pdk di van helwestên xwede israr bike yê ku winda bike wê pdk bixwebe.  KJAR di vê derbarêde wiha nirxand; “PDK li ser sînorên ku kurdistan dabeşî çar perçeyan kirî wek ûrekê hatiye bicihkirin.  , li gel dewletên dagirker re bûye yêk  her tim li dijî tevgerên ku tekoşîna azadiya kurdistanê didin şer kirine.  Eger  mirov malbata barzanî û dîroka pdk mêzebike viya wê bi rehetî were dîtin.  Pdk ji bo ku hêzên kurd tesfiye bike carna bi îranêre carna bi îraqêre lê piranî bi turkiyêre di nava hevkariyêkêde ye û dixwaze kurdistanê bê statû bihêle. Tenê li rojhilatê kurdistanêde çend  mînakên ku hatî jiyîn eger em bînin bîra xwe emê vê rastiyê hîn eşkeretir bibînin. Mele Mustafa barzani dema ku komara kurdistan sala 1946’an hatî avakirin, rixmê ku berpirsiyartiya leşkerî girtibû serxwe lê dema ku rejîma îranê li ser  komarêde hat bê ku berxwedayînekê nîşanbide gel rûbirûyê qetlîamê anî û çû Rusyayê. Li dijî pdkya îranê bi rejîma îranêve hevkarî kir û yêk ji pêşengê pdk irane silêman mûinî qetilkir û cenazeyê wî ji rejîma îranêre şand.  Sala 1981’êde êrîşê li ser pdk îranê ku serokê wê Dr. Qasimlo bû kir û derbeyên giran li pdk iranê da. Kurtasî ji roja ku hatî avakirin heta niha dijberiya tevahî kurdan û rêxistinên kurdan dike.  Dema ku dewleta tirk êrîşê di çar perçeyên kurdistanê li ser tevgera azadiya kurdistanê di êw jî viya wek fersendekê dibîne û ji bo şereke nû xwe amade dike.  Rixmê ku ji gelê kurd hişyarî û bertek mezin jî dibin lê pdk li gorî xwestekên dewleta tirk amadekariyên  şer dike.  Lê belê her  kurdek jî viya baş dizane ku eger bi PKK re bikeve nava şerekêde yê ku winda dike wê dîsa kurd bin lê ji beriya her kesê jî yê ku winda bike wê pdk bixwebe.  Wê demê jî di çavê gelê me de tu itibara ne vê malbatê ne jî vê partiyê namîne.

    Jİ BO HEMLEYÊ ELEQEYEK MEZİN

     KJAR di berdewamiya nirxandinan da zanîn ku hemleya ku wan ragihandî ji aliyê gelê Rojhilatê Kurdistanêve hatiye pejirandin û ji bo hemleyê tevlîbûyîn çêbûye. KJAR wiha domand; “Ji bo azadiya Rêber APO pêngavekê ji milê KCK Û KJK ê ve hate destpêkirin.  KJK ê “ Li Hemberê Qirkirina Jin Dema Parastina Jin û Civaka Azad e.”destpêkir. Ev di çar parçe Kurdistanê de ji bi çalakiyên bê hempa hate pêşwazikirin û her rêxistin di parçeyên xwe de ji hamleyekê destpêkir. Me jî wekê Komelgeyê Jinên Rojhilatê Kurdistan KJAR ê di 26 êlûnê de hîlmeta bi navê “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan Dema Parastina Jiyana Azad e” destpêkir.Me weke  KJAR ê di 26 îlonê de hîlmeta bi navê “Li Dijî Sêdare û Qirkirina Jinan Dema Parastina Jiyana Azad e” destpêkir. Ev hamle mehekê xwe bi dawi kir û di serî de di nav jin û bi gîşti gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ve hate pejrandin û  heta astekê tevlêbûn û eleqeyekê xurt jê re hate nişandan. Ev hilmet di seri de ji bo azadiya Rêber APO ye û ji bo azadîya hemû jinan û civakê ye.  Ev giring bû ku ka çîqas jin her wiha  bi giştî civak li der dora vê hîlmeta me kom dibe û di vê hêlê de daxwaziya xwe dide nişandan. Her ku diçe gelê me bi taybet jî jin li der dora vê hilmetê kom dibin û dixebitin.”

    SERHİLDANÊN ABANMAHÊ MEZİNTİR BİKİN

    KJAR di berdewamiya nirxandinanda balkişand ser serhildanên abanmahê û rewşa civaka îran û rojhilatê kurdistanê û got ku; ‘êdî gel ji siyaseta rejîma îranê bêzar bûye û her tim di nava xwepêşandanandeye.’ Koordînasyona  KJAR; “Di serî de jin her wiha  tevahiya gel ji vê siyaseta dewleta dagirker ya îranê bêzar bûye, qebûl nake. Ji rewşa gel ya aborî em bigrin heta di siyasî, çandî, ewlehî  û her wiha aliyê jiyanê yên din  de di nav qirîz û qeyrana de ye. Disa ew dewleta ku xwe îslamî pênase dike, qaşo ji bo ehlaq û jiyana civakê qanûn diyar kirine, bi politikaya ku rojane dide meşandin de dihêle ku hemû cîwan û jin di wan kolanan de teşwiqê maddeyê hîşber dike, her ku diçe bikaranîna maddê hîşber zêde dibe,  artêşa muhtadan avadike. Ji bo vê jî di her derfetekê de gel di pêşengiya jina serhîldêr û berxwedêr de li hemberê rejîmê dijîbûna xwe îlan dike. Her ku dîçe dewlet bi sûcbarkirina ku li dijî welat in, li diji îslamiyetêne;  îdam, qetilkirin , binçavkirin  işkence, ser gel zext zêde dike”

    KJAR’ê di berdewamiya  nirxandinên  xwede di salvegera serhildanên abanmahêde serhildêrên hatinî  qetilkirin bibîranîn. KJAR;  “Em di  abanmahêdene.  Ango meha mijdarêdene.  Li gorî teqwîma îranê 28’ê abanê,  li gorî teqwîma mîladî  18’ê mijdarê  ji ber bihabûna benzînê seranserê îranê nerazîbûyînên gel çêbûn.  Ew xwe pêşandanê gel ku di pêşengîya jin de pêşketin, hên di hafizaya me de tezeye û em dizanin ku dewleta dagirker çendî insana girtin kirin zindana û qetil kirin.  Em bi vê boneyê ew serhildêrên bi awayeke hovane hatinî qetilkirin bibîrtînin û ji malbata wanre sersaxi dixwazin.  Bang tevahî gelên îran û rojhilatê kurdistanê dikin ku xwedî li mîrasa wan derbikevin û li dijî pergala rejîmê bêdeng nemînin.

    MÎRASA SARAYAN DİDOME

    KJAR bi berdewam behsa rewşa zindanan kir û got; “Jî xwe di siyaseta wan ya zindana jî tê zanîn. Bi taybet li ser girtiyên siyasi yên jin, di her alî de zext û fişar tê meşandin. Dewleta dagirker a iranê di çend mehên dawi de her ku çû zextê xwe zêdetir kir. Bi taybet li ser jina Kurd tekoşer Zeyneb Celalîyan pêkaninên taybet dimeşine. Di nav çend  mehên dawi de ev pênç zîndanin ku digoherinin. Em ji dizanin ku ev zextên li ser Zeynep Celaliyan û li ser girtiyê din wekê Nesrin Stude û gelek jînên berxwedêr ji bo irade û berxwedaniyê bişkênin û ji bo ku teslim bigrin tê meşandin. Her carekê bi sepandina ifadeya icbari (bi darê zorê dane axaftin) xwestin teslim bigrin. Berî çend rojan disa li zindanên Kirman birin Yezd. Dema veguhestinêde jî işkenceyên fîzîkî, derûnî li Zeynep Celaliyan hatiye kirin. Heta niha jî agahiyekê zelal jê nayê girtin ka rewşa wê çiye.  Tê zanîn ku  tenduristiya  Zeynep Celaliyan jî êdi destnade u di wan şert û mercande her ku diçe girantir dibe. Rixmê hemu pêkanina heta roja îro jî van jînên serhildêr li ber xwe didin. Bê guman ev kevneşopîya tekoşina azadîya jin e, mirasê Sara yan, mirasê Şêrin Elemhuliyan e. Dîvê hêzên metinger û dagirker bizanin ku ev zindan êdi  bûne warê tekoşîn û berxwedaniyê. Bila kes hêvî neke  ku wê jinên berxwedêr ji wan u pergala wan re serî bitewînin. ”

     SİYASETA REJÎMÊ JİNAN QİRDİKE

    Di berdewamiya nirxandinên xwede  bal li ser qetilkirinên jin hat kişandin û hat gotin kul i dijî jin êrîş nasekine û her ku diçe kûrtir dibe.  KJAR wiha domand; “Di nav cîvakê de çiqas fişar zêde dibin, jiyana jin- dayikan jî ewqas zor û zehmet dibe. Li ser jin û zarokan bi siyaseta dide meşandin her roj tecawuz û fuhuşê pêş dixe, pêşî lê vedike. Ji bo vê jî, em dibînin ku di jîyana hemû jinan de xwekujî zêdetir dibe.  Her wiha di qetlên jin  zêdedibin.  Di meha derbasbûyîde di Rojhilatê Kurdistanê de 37 jin hatine kûştin.  Yani tê wateya  ku niha 37 qatil destê xwe dihêjînin û di nav civakêde digerin. Dema em salê dest bigrin wê demê bi sedan jîn – jîyan tên qetilkirin. Û bi sedan kujer, qatil di bin parastina dewletê de destê xwe dihêjînin digerin û jiyan dikin.”  KJAR’ê di derbarê zewaca temenê biçûkde jî got ku,  li gorî amarên fermî ên ku hatibûn eşkerekirin, salane di îranêde 30 hezar zarokên keçe en ku temenên wan jêr 14’ne têne zewicandin.  Li îran û rojhilatê kurdistanêde ev yêk roj bi roj zêdedibin.  Sedemên vê jî hem polîtîkayên rejîmên desthilat hem jî polîtîkayên birçîhiştina gel yên rejîma îranê ve girêdayiyê.   KJAR got ku ev siyaset dibe sersebebê  binçalkirina zarokên keç.  Pêwîste li dijî van kiryaran di serîde dayîk û bav û hemû civak hişyar tevbigerin nebin hevkarê vê siyasetê.   

    GEL Jİ BİRÇÎBÛYÎNE DİREVE DERVE

    KJAR teybet balkişand li ser polîtîkayên birçîhiştina rejîma îranê û ji bo koçberkirina gel bang  kir ku teslîmê vê siyasetê nebin li dijî vê yêkê tekoşîn bikin.  KJAR wiha pêde çû; “ Ji ber polîtîkayên rejîmê ê dewletê heman demê ji ber aboriya îflaskirî ê rejîmê sedî 70 xelkê irane û rojhilatêe kurdistanê bi birçîbûyînêre rûbirûye.  Xwarin û vexwarinên herî esasî ku mirovek bikaribe jiyana xwe rêvebibe din ava şeş mehande sedî sed bihabûyîn çêbû.  Gelek insan li ser zibaleyan jiyan dikin.  Ji berk u nikarin debbara jiyana xwe bikin, nanê rojê peyda bikin berê xwe didin welatên derve.   Gelek ji wane div an rêyande têne kuştin, dixeniqin.  Şûna ku gel cih û warê xwe berde, pêwîste di cih û warê xwede bimînin u udu tiştan esas bigirin.  Yêk vegera gundê xwe nûda avakirina gundê xwe û li ser xaka xwe bi berhemên xwemalî debbara xwe pêş bixînin.  Yê duyemîn jî li dijî vê rejîma desthilatdar, kujer ku pir bi zanebûn birçû dihêle tekoşîn bike, serî nedane, da ku bikaribe bi rejîmê paşda gav bide avêtin.  

    YÊKBÛYÎNA JİN WÊ REJİMÊ BİGUHERE

    KJAR’ê di berdewamiya nirxandinanda got ku, ev rewşe hemû ji tunebûyîna demokrasiyê tê û bal li ser hemleyê hat kişandin û bangavazî ji bo tevahî jinên di îran û rojhilatê kurdistanêde hat kirin ku eger jin, civak xwe li derdora hemleyê bike yêk wê guhertinên pir mezin pêk were.  KJAR; “Ev rewş dema bi giştî tê tehlîlkirin em dibinin ku hemû  ji tunebûna demokrasiyê tê,  ku qet têde edalet û wekhevî nîne.   Wekê ku durîşmeye KJAR ê de hatiye diyarkirin  ji bo hemû jinê Rojhîlatê Kurdistanê û İranê de, em dibêjin ku “Lİ DİJİ SÊDARE Û QÎRKİRİNA JİN DEMA PARASTİNA JİYANA AZAD E.” Wekê tevgera azadiya jin, wê demê em ê bikarin pêşî li qirkirina li ser jin û li ser civakê bigrin. Jî bo vê jî di çarçoveya netewa demokratîk de jinên Kurd, Fars, Azer, Belluc, Erep, Gilekî, Mazenderî  em bibin yek, li hemberê dagirkerî, desthilatdarî têbikoşin. Rola azadî û demokrasiyê bigrin ser milê xwe û pêşengî bikin. Wekê KJAR em her daim dibêjin di serî de jin, ciwan, hemû gel dikare rolê xwe bileyize û rejîma dagirker bi tekoşîna xwe mecbûrê gohrandinê bike.  Di vê pêvajoya hîlmetê de bi nasnameya xwe ya rêxistinkirî ya jina azad divê em xwedî  li  pêngava KJAR ê xwedî derbikevin.”

     

     

     

     



    KJAR